Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Avê Turhan Muftî ragihand ku li gorî sala borî rewşa ava Îraqê gelekî baş e û rêjeya ava ku li bendavan kombûyî 7 heta 8 qatan zêde bûye.
Turhan Muftî anî zimên ku niha di çirkeyekê de zêdetirî 1500 metre sêca av ji rûbarên Dîcle û Firatê diherike nav Îraqê û bi saya vê yekê rûberê cihên avî ji sedî 17an derketiye sedî 58an.
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê eşkere kir ku di navbera Bexda û Enqereyê de destpêka meha îlonê foneke darayî ya hevpar hatiye avakirin.
Bi gotina wî di vê fonê de rojane dahata 30 heta 35 hezar bermîlên petrola Îraqê tê terxankirin.
Ev pere ji bo pêkanîna projeyên avê û çêkirina 5 bendavan li Îraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê kompanyayên Tirkiyeyê ve tên xerckirin.
Turhan Muftî li ser pirsgirêka avê ya bi Tehranê re û metirsiyên guherîna keşûhewayê diyar kir ku rêjeya çolbûnê li Îraqê di navbera ji sedî 11 û ji sedî 12an de ye û ji bo rawestandina belavbûna wê plan hatine danîn.
Hevpeyvîna bi Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Avê Turhan Muftî re wiha ye:
Rûdaw: Îraq yek ji wan pênc welatan e ku herî zêde rastî bandora neyînî ya guherîna keşûhewayê tê. Ji bo qalkirina rewşa jîngeh û keşûhewayê û bi taybetî rewşa avê li Îraqê, ez kêfxweş im ku di vê gotûbêjê de mêvandariya Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Avê Turhan Muftî dikim. Birêz Turhan, tu bi xêr hatî vê hevpeyvînê.
Turhan Muftî: Gelekî spas, hûn jî bi xêr hatin.
Rûdaw: Sala borî bi taybetî, Îraqê ragihand ku bi giştî rewşa avê li welêt xirab e. Gelo niha rewş çawa ye?
Turhan Muftî: Rewşa avê niha gelekî baştir e. Da ku wêne ji bo wergir zelal bibe: Havîna borî di nav 35 salan de havîna herî germ bû. Zivistana beriya wê jî di nav 92 salan de zivistana herî kêmbaran bû. Germ û kêmbaraniya me bi hev re hebûn. Ev hemû encamên guherîna keşûhewayê ne ku Îraqê dixe rêza pêncem an jî şeşem a cîhanê di rûbirûbûna bandorên wê de, nemaze li herêmê. Rewşa avê di havîna borî de xirab bû lê me bi rêya têkilî û şopandinên rojane yên bi welatên cîran re, karî em krîzê derbas bikin. Îsal rewş cuda ye, rêjeya ava ku em dikarin bilivînin an jî ji bo berhemanînê bi kar bînin nêzîkî heft qatên sala borî ye. Ji ber vê yekê, îsal rewşa avê baş e.
Rûdaw: Mebesta te ava ser erdê ye an ya binerdê?
Turhan Muftî: Nexêr, mebesta min ew ava li bendav û nizmgehan hatiye girtin. Zêdetirî heft heta heşt qatên wê hene ku di heman dema sala borî de li ber destê me bû. Wekî mînak, heke sala borî 3 milyar metre sêca ava me hebû, îsal nêzîkî 20 milyar metre sêca me hene. Ev hejmarên pêşbînîkirî ne ku ez ji te re radigihînim.
Rûdaw: Baş e, hejmara rastîn çend e?
Turhan Muftî: Hejmara rastîn gelekî dilşadker û bêkêmasî ye. Lê ev nayê wê wateyê ku dê rewşa giştî her wisa dewam bike; ji ber ku guherîna keşûhewayê rastiyeke niha ye li Îraqê û herêmê. Lêkolînên zanistî destnîşan dikin ku eger heye em du salên baranî û sê an çar salên kêmbaran bibînin. Zivistana borî gelekî baranî bû û ez pêşbînî dikim ku îsal dê baran zêdetir be. Lê divê em amadekariyan ji bo salên paşê bikin ku dibe kêmbûna baranê tê de çêbibe.
Rûdaw: Niha rêjeya ava girtî çend e?
Turhan Muftî: Niha bendavên me nêzîkî tijîbûnê ne û rojane ava wan tê berdan. Piraniya bendavên me nîvtijî ne, bi taybetî bendavên li ser Zêyê, Dîcle û Diyalayê. Bendava Hedîseyê ya li ser rûbarê Firatê nêzîkî ji sedî 80 tijî bûye û hîn jî berdaneke mezin a avê ji Firatê digihîje me. Bo nimûne, di heman dema sala borî de, berdariya li ser Firatê ji 250-300 metre sêca di çirkeyekê de derbas nedibû. Lê niha ji 1000 metre sêca di çirkeyekê de zêdetir e.
Rûdaw: Hezar metre sêca di çirkeyekê de?
Turhan Muftî: Belê, di çirkeyekê de.
Rûdaw: Gelo ev encama peymaneke di navbera we û aliyê Tirkiyeyê de ye?
Turhan Muftî: Ji bilî peymanê, îsal saleke baranî bû. Me berdaneke mezin a avê li ser Firat û Dîcleyê heye û rewş aram e. Tevî tijîbûna bendavan, bi taybetî yên li ser Dîcleyê, me beşeke mezin ji ava zêde biriye nizmgeha Sersarê, û niha em nizmgeha Hebaniyeyê jî tijî dikin. Her wiha ji sedî 58ê rûberê cihên avî tijî av bûye, piştî ku havîna borî ev rêje daketibû kêmtir ji ji sedî 17an. Ji ber vê yekê, rêjeya ava ser erdê ku digihîje me gelekî baş e.
Rûdaw: Werin em vegerin ser peymana we ya bi Tirkiyeyê re. Te got ku berdana avê digihîje 1000 metre sêca di çirkeyekê de. Gelo ev ji her du rûbarên Dîcle û Firatê ye?
Turhan Muftî: Nexêr, niha tenê li ser Firatê zêdetirî 1000 metre sêca di çirkeyekê de ava me heye.
Rûdaw: Divê aliyê Tirkiyeyê li gorî peymana navbera we çi qas avê berde?
Turhan Muftî: Baş e, ji bo ku tu wêne fêm bikî -ez vê her tim di hevpeyvînan de dubare dikim- gelek kes di ragihandin û medyaya civakî de derbarê para avê ya Îraqê de pirsan dikin. Ji bo agahdariya te, ti carî para ava Îraqê ya diyarkirî tunebûye, ji ber ku berê tu peymane derbarê avê de bi Tirkiyeyê re îmze nekiriye. Her tim tê pirsîn ka para ava Îraqê ji Tirkiyeyê yan Îranê çi qas e.
Ji damezirandina dewleta Îraqê û vir ve, ti peymaneke diyarkirina para avê nîne. Tenê peymana bi Tirkiyeyê re Peymana Dilpakî û Cîrantiya Baş a sala 1946an e. Di wê demê de herêm wekî "herêma lehiyê" dihat dîtin, û benda pêwendîdar bi avê ve di berjewendiya me wek Îraq de nebû. Bi Îranê re, Peymana Cezayîrê ya sala 1975an heye, ku tenê behsa pênc rûbaran kiriye di nav nêzîkî 40 rûbar û robaran de.
Hikûmetên li pey hev babeta para avê li ber çav negirtibûn. Ji bo yekem car, di çarçoveya lêktêgihîştinekê de, ku ne rêkeftinname ye û di serdema hikûmeta berê ya bi serokatiya birêz Sûdanî de hat îmzekirin û di hikûmeta birêz Zeydî de ket ware cîbicîkirinê, amaje bi para avê li ser bingeha hevkêşeyeke bîrkarî ya navxweyî ku Îraq destnîşan dike hatiye kirin. Ango Îraq bi rêya vê hevkêşeyê jimareyekê destnîşan dike û ev jimare tê dayîn bo aliyê Tirkiyeyê daku rêjeya ava bê berdan diyar bike.
Rûdaw: Û ev jimare çend e?
Turhan Muftî: Ev jimare guhêrbar e.
Rûdaw: Bo nimûne niha?
Turhan Muftî: Niha em di rewşeke aramiya avê de ne û Îraqê ti jimare pêşkêş nekirine, ji ber ku ev jimare tenê dema kêmbûna rastîn a avê hebe têne çalakirin. Îro di çirkeyekê de zêdetirî 1500-1600 metre sêca ji Dîcle û Firatê digihîje me. Ji ber vê yekê ev jimare neçûne warê bicihkirinê. Lê di dema kêmaviyê de yan jî daketina asta avê bo jêr wê asta ku dewleta Îraqê dixwaze de, dê werin bikaranîn. Wekî mînak heke me hewcedarî hezar metre sêca di çirkeyekê de hebe û niha 1500 metre sêca di çirkeyekê de bigihîje me, ez jimareyekê nadim û nabêjim ez hewcedarê hezarî me, bila ava me bê berdan. Tu pirsgirêkek me pê re nîne, ji ber ku nizmgeh û bendavên me hene ku dê ava wan hilbigirin.
Rûdaw: Birêz Turhan, te amaje bi wê kir ku ev lihevtêgihîştinek e û ne peyman e. Çi astengî li pêşiya guherandina wê heye ku bi peymaneke stratejîk di navbera we û Tirkiyeyê de?
Turhan Muftî: Bi giştî, peymanên pêwendîdar bi avê ve di rêza rêkeftinên herî aloz ên di navbera dewletan de ne. Derbasbûna rasterast a peymanekê zehmet e, ji ber ku dewleta Îraqê di binemayê de t peymanên wê tuneye û heta di serdema hikûmetên berê de lihevgihîştineke wê ya pêşwext jî tunebûye. Ji ber vê yekê, derbasbûna rasterast bo peyman an rêkeftinekê gelekî zehmet e. Di dawiyê de berxwedanek ji aliyê hemûyan ve heye derbarê vê babetê de. Ji ber wê yekê, me bi lêktêgihîştinê dest pê kir.
Rûdaw: Dema wê çend e?
Turhan Muftî: Dema wê 15 sal e û dikare bê dirêjkirin. Dibêje di serdema hikûmeta niha an ya paşerojê de, piştî avakirina baweriyê, bibe peyman. Ji ber ku bi rastî em bêbawer in di navbera Îraq û Tirkiye, û Îraq û Îranê de derbarê bikaranîna avê de. Bi avakirina pirên baweriyê re, ew dikare gelekî asan bibe rêkeftinname.
Rûdaw: Li gorî vê lihevtêgihîştinê, gelo Tirkiye dê li Îraqê bendavan çêbike?
Turhan Muftî: Di lihevtêgihîştinê de bendeke girîng heye derbarê hevkariya di binesaziyê de. Ev tê wê wateyê ku em dikarin beşek ji projeyên xwe yên avê an projeyên zindîkirina axê bidin aliyê Tirkiyeyê. Ev proje dê di her rewşê de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve ji bo cîbicîkirinê werin ragihandin. Lê ev ê di berdêla garantiyên parastina asta avê û wergirtina teknolocî û şarezatî de be.
Rûdaw: Lê biryar bû fonek bê avakirin ji bo anîna kompanyayên Tirkiyeyê?
Turhan Muftî: Tam wisa ye.
Rûdaw: Fonek ji bo anîna kompanyayên Tirkiyeyê ji bo çêkirina bendavan, bicihkrina vê gihîşte kû?
Turhan Muftî: Foneke me ya serbixwe heye ku mîna ezmûna fona Çîn-Îraqê ye û di meha îlonê de çûye warê bicihkirinê. Bîrok ew e ku bûdceya Îraqê her tim dereng dikeve. Ji ber wê yekê, girêdana projeyên avê bi bûdceyê ve dibe ku bibe sedema derengketina wan. Ji ber vê yekê, min bîroka avakirina fonekê yan jî yekeyeke hejmartina taybet pêşniyar kir da ku fînansekirina projeyên avê li gorî peymana çarçoveyî ya di navbera Tirkiye û Îraqê de pêk were.
Em wisa bifikirin ku em rojane di navbera 30-35 hezar bermîlên petrolê difroşin. Dahata vê beşê dê ji bo fonê bê terxankirin, ez nadim Tirkiyeyê. Mebest ev e, heke em bo nimûne rojane 3 milyon bermîlan hinarde bikin, dahata 30-35 hezar bermîlan di fonê de tê terxankirin. Ji ber vê yekê, ya ku pêwendiya wê bi bicihkirina projeyên avê ve heye ku kompanyayên Tirkiyeyê li Îraqê bicih dikin, ji mafên vê fonê tên fînansekirin. Ev jî ji 1ê Îlonê ve ketiye warê cîbicîkirinê.
Rûdaw: Kîjan proje ne ku Îraq niha ji aliyê Tirkiyeyê dixwaze ku werin pêkanîn?
Turhan Muftî: Niha çend bendavên depokirina avê li Semawa û Dîwaniyeyê hene. Her wiha li Herêma Kurdistanê û eger ji bîra min neçûbe li Mûsilê jî. Tevî projeyên mezin û stratejîk wekî zindîkirina projeyên Xerraf, Emare û Hewîce, her wiha stasyonên paqijkirina ava qirêj (kanalîzasyon) li Wasit û parêzgehên din.
Rûdaw: Hejmara wan bendavên ku rêkeftin li ser hatiye kirin çend e?
Turhan Muftî: Me bi pênc bendavên depokirina avê dest pê kiriye. Dibêje piştre ev hejmar zêde bibe.
Rûdaw: Biryar bû li gorî bûdceya sêsalî projeyên çêkirina bendavan li Herêma Kurdistanê bên pêkanîn. Çima heta niha nehatine pêkanîn?
Turhan Muftî: Ez bawer dikim du bendavên depokirina avê yan jî yên berhemanîna elektrîkê hebûn. Hinekî dereng ketinê lê tê hêvîkirin ku êdî werin temamkirin.
Rûdaw: Rêjeya çolbûnê li Îraqê niha çend e?
Turhan Muftî: Bi rastî, me bi wateya "çol"ê wekî ya li Siûdiyeyê nîne. Ji bo ku di vê mijarê de zelal bim, ew ne wekî "çola mezin" e ya ku me di dersên erdnîgariyê de dixwend. Rêjeya çolbûna rastîn li ba me gelekî kêm e.
Rûdaw: Rêje çend e?
Turhan Muftî: Niha rêjeya rast nayê bîra min. Lê em dikarin xwe ji qebareya çolbûnê biparêzin lê belê pirsgirêka me zêdebûna çolbûnê ye. Ev tişt heye. Ango herêm hene ku berê hatibûn çandin û zindîkirin..
Rûdaw: Li kîjan deveran em zêdebûna çolbûnê dibînin?
Turhan Muftî: Wekî nimûne, li herêmên rojavayê Mûsil û Selahedînê û tevahiya herêmên başûr. Ev yek encama guherînên keşûhewayê ye. Heke em vegerin beriya sala 2000î, Îraqê zêdetirî 30 milyon donim erdê çandinî û zindîkirî hebû. Ez difikirim ku di sala 2003an de ev rêje daket 16 milyonan. Rûberên ku niha sûd ji wan tê dîtin kêmtir in, ji ber guherîna keşûhewayê û rêjeya avê.
Rast e niha rêjeyeke dilşadker a ava me heye lê ev nayê wê wateyê ku em hemû ava xwe berdin. Bi taybetî heke em zanibin ku em dê di sala bê an ya din de kêmasiya avê bibînin. Ji ber wê, em di rûberên guncaw ji bo çandiniyê de daketinê dibînin, ji ber ku bi rastî dewleta Îraqê bi xwe berhemanînê kêm dike. Nêrîna beriya sala 2000î ew bû ku Îraq bibe yek ji mezinatirîn welatên hinardekarên sebzeyan. Ji ber vê yekê, rûbereke pir berfireh hat zindîkirin. Lê piştî qonaxên dorpêçan û encamên wan, rêjeya erdên çandiniyê kêm bû ji ber ku şiyana Îraqê ya hinardekirinê nema.
Rûdaw: Lê te bersiva pirsa min neda derbarê rêjeya çolbûnê.
Turhan Muftî: Li ba me sedî sed çolbûn tuneye, bi rastî jimare nayê bîra min. Dibe ku di navbera ji sedî 11-12 de be. Lê ev nayê wê wateyê ku em di pirsgirêkê de ne, ji ber ku rûberên berfireh ên çandiniyê hene. Bi vî rengî, ev bandorê li me nake lewma parastina wan erdan pirsgirêkê nade min lê belê divê em rê li ber pêşveçûna çolbûnê bigirin.
Rûdaw: Planek we heye ji bo rêgirtina li belavbûna çolbûnê?
Turhan Muftî: Belê, bêguman. Plan amade ne ji bo rawestandina belavbûna çolbûnê. Bêyî rawestandina belavbûnê em nikarin bi pêş ve biçin, û ev tiştê herî girîng e.
Rûdaw: Me qala aliyê Tirkiyeyê kir. Çi derbarê aliyê Îranê de ku di piraniya salê de çavkaniyên avê yên ji Îraqê qut dike?
Turhan Muftî: Aliyê Îranê nêzîkî ji sedî 12 ji tevahiya ava Îraqê dabîn dike yan jî heger em tenê qala hewza Dîcleyê bikin nêzîkî ji sedî 20 e. Me di qonaxên borî de bi sedema vê mijarê zehmetî dît. Ji ber vê yekê, hikûmetê reşnivîsek ji bo lihevtêgihîştinê amade kiriye ku mîna wê ya ku bi Tirkiyeyê re di çarçoveya rêkeftina çarçoveyî de hatiye îmzekirin, e. Dibe ku ev peyman bi aliyê Îranê re jî were îmzekirin. Lê hikûmet li bendê ye ku di destpêkê de encamên erênî yên lêktêgihîştina bi Tirkiyeyê re binirxîne. Dûv re, heman gav bi aliyê Îranê re dikare bê avêtin.
Rûdaw: Te got "dibe ku", gelo niha lêkolîn li ser vê reşnivîsê tê kirin?
Turhan Muftî: Belê, reşnivîs amade ye lê rewşa niha ya herêmê bandora wê heye. Ji ber ku em nikarin bişên îmzekirina lêktêgihîştinekê di demekê de ku Îran di rewşeke cengê de ye. Loma, dibe ku pêşengiyên wan cudatir bin.
Rûdaw: Aliyê Îranê amade ye ji bo lêktêgihîştineke avê bi Îraqê re?
Turhan Muftî: Li gorî nerînên ku me wergirtine, erê amade ne. Yek ji wan ramanên ku hatine pêşkêşkirin, derfeta zivirandina rêçika rûbarê Karûnê ye daku dîsa birije Şetulerebê, wekî berê, û ev ji bo me pir girîng e.
Rûdaw: Di bedêla çi de?
Turhan Muftî: Di beedêla derbaskirina lihevtêgihîştinê.
Rûdaw: Gelek spas ji bo te Birêz Turhan Muftî, Şêwirmendê Serokwezîr ê bo Karûbarên Avê.
Turhan Muftî: Ser çavan, gelekî spas.


