Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên me bersivandin.
Zekeriya Yapicioglu di hevpeyvînê de dîtinên xwe yên derbarê pêvajoya aştiyê, berdana Ocalan û Demîrtaş, pêwendiya wan a bi AK Partî û DEM Partiyê re, mafên Kurdan û destûra bingehîn û her wiha derbarê kongreya partiya xwe anîn zimên.
Yapicioglu da zanîn ku li gorî baweriya wî civaka Tirkiyeyê ji berdana Ocalan re ne amade ye û got:
“Lê eger ku xwîn bi temamî bisekine, yanî êdî xwîn nerije, biratiyeke rastîn çêbibe, eger bedela wê serbestberdana Ocalan be, ev yek bedeleke ne pir giran e.”
Hevpeyvîna bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu re wiha ye:
Rûdaw: Gelekî spas dikim ku te heta vê derê zehmet kişand.
Zekeriya Yapicioglu: Dem baş, rojeke we ya bi xêr û xweşî be.
Rûdaw: Em dixwazin vê pirsê ji we bikin, li ser vê bûyera ku li Cizîrê ya li ser malbata Sincarê. Wekî aliyekî ku cenabê we jî parêzer in, ji aliyê hiqûqî ve ev yek çawa tê dîtin?
Zekeriya Yapicioglu: Eger ku kuştina Mehmet Sincar di doza Hizbulahê de cih girtibe, divê ev biryar were lêkolînkirin. Gelo di rastiyê de, derheqê kuştina Mehmet Sincar de, doz li ser wan şexsan hatiye vekirin an na? Derbas bûye an na? Eger tune ye, di her dozê de, mafekî bi vî rengî ku dozê betal bike tune ye. Lê eger derbas bûbe, eger tometek bi vî rengî li ser wan şexsan hebe û hatibin dadgehkirin, di dadgehê de hatibe nîqaşkirin, ew dem rengê vê mijarê diguhere.
Rûdaw: Hûn li Stenbolê ne û pêvajoya kongreya we dest pê kiriye. Sibe jî kongreya we ya Stenbolê heye. Diyar e we jî pêvajoyek nû daye destpêkirin. HUDA PAR ji bo rojên pêş, ji bo pêvajoya li pêşiya me, amadekariyên xwe çawa dike?
Zekeriya Yapicioglu: Belê. Li gorî yasaya Tirkiyeyê divê her partiyek herî kêm 3 salan carekê kongreya xwe nû bike. Yanî me jî ev pêvajo, wextê wê hatibû, dema wê hatibû. Ne ku ji bo armanceke taybet yan jî ji bo amadekariyeke nû ye. Li ser kongreya me nêzîkî 3 salan derbas bû. Em jî kongreya xwe nû dikin.
Gelek bajarên me kongreyên xwe temam kirin. Çend bajarên me mane. Bajarên ku mane jî bajarên mezin in, yek ji wan Stenbol e. Sibe înşelah em dê kongreya xwe bikin. Heta dawiya meha 11an, kongreyên me yên Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Amed, Riha, Samsûn û çend bajarên din jî dê werin kirin înşelah.
Wê kongreyên bajaran biqedin. Piştî wê înşelah, eger nesîb be niyeta me heye em biharê kongreya mezin meha nîsanê yan jî belkî gulanê pêk bînin.
Rûdaw: Zû ye lê em dikarin bipirsin, gelo hûn dê dîsa bibin serokê giştî yan guherînek heye?
Zekeriya Yapicioglu: Birêz Rawîn, li ser vê ez vê bibêjim. Ev 4 car in wekî serokê giştî ez hatime hilbijartin. Yek car jî ez bi xwe nebûme namzed. Daxwazeke wiha nebû. Eger hevalên min, eger rêhevalên min, eger birayên min ên ku di partiyê de em bi hev re dixebitin, careke din daxwazeke bi vî rengî bikin, bibêjin, "Di vê wezîfeyê, di vî barê giran de, em dixwazin ku di demekî din de tu vî wezîfeyî pêk bînî." Heke daxwazeke bi vî rengî hebe, ew dem em dê stûyê xwe bitewînin. Eger na, ez bi xwe, qet nebûme namzed.
Hem ji bo serokatiya partiyê, hem jî ji bo namzedbûna parlamenteriyê jî dîsa, di nav xwe de em bêîstîşare tu karî nakin. Tim karê me bi îstîşare ye. Em dê di nav xwe de îstîşare bikin. Eger di wê îstîşareyê de biryareke bi vî rengî derkeve, biryar çi be, em jî em dê bi cih bînin.
Rûdaw: Em bên ser pêvajoya çareseriyê ya ku berdewam dike. Berê, heta beriya demekê, xebatên HUDA PARê, daxuyaniyên we gelek li ser medyayê dihatin dîtin. Lê bi taybetî piştî ku PKK û dewletê dan û standin dan destpêkirin navê HUDA PARê hinekî kêm bû li ser medyayê, di nûçeyan de. Gelo ev girêdayî vê pêvajoyê bû?
Zekeriya Yapicioglu: Belkî girêdayî wê be.
Rûdaw: Hûn têkiliyên xwe yên bi hikûmeta heyî re çawa dinirxînin, di vê pêvajoya çareseriyê de rola we çi ye?
Zekeriya Yapicioglu: Têkiliya me ya bi hikûmetê re beriya vê pêvajoyê çi bû dîsa berdewam dikee. Heta wê demê ku hikûmet an jî serokkomar digot "meseleya Kurd, pisrgirêka Kurd, kêşeya Kurd tune ye jî" dîsa me digot "pirsgirêk heye, divê bê çareserkirin." Îro jî em heman tiştî dibêjin. Ez bawer dikim belkî hinek tesîra me jî li ser hikûmetê çêbûbe. Lewra me got, ev pirsgirêk sedsalî ye, berdewam dike û divê bê çareserkirin.
Di vê pêvajoyê de, hûn dizanin komîsyonek li parlamentoyê hat avakirin. Yek ji endamên wê komîsyonê ez bûm. Tiştê ku ji destê me hat, ji bo çareseriyê me heta niha kiriye û ji niha pê ve jî em dê bikin.
Têkiliya me ya bi hikûmetê re jî erê, me di nav Hevpeymaniya Cumhur de cih girt û me piştgirî da Birêz Erdogan di hilbijartina serokkomariyê de. Lê ti carî me ev nekir ku em li ser şaşiyên hikûmetê bêdeng bimînin, eger hikûmetê gavek şaş avêtibe, me îtîraza xwe kiriye. Me ti carî ji sekna xwe, ji fikra xwe dûrneketiye û bi vî şertî em di nav wê hevpeymaniyê de cih girtiye.
Ji niha pê ve jî em dibêjin, eger yek kes an partiyek şaşîtiyek kiribe, eger bi niyeteke dilpak ew şaşî bê gotin û pê re rêya rast çi ye bê destnîşankirin, ew qenciyek e. Lewra ez difikirim ku eger şaşîtiyek an kêmasiyek min hebe û yek ji min re bêje, ew qenciyekê bi min re dike da ku ez wê şaşiyê rast bikim. Têkiliya me bi hikûmetê re bi vî rengî ye. Di vê pêvajoyê de jî ez bawer dikim me roleke girîng lîst û ji niha pê ve jî çi bikeve ser milê me, em dê bikin.
Di rapora me ya komîsyonê de me diyar kir ku pêvajoya 2013an de ku dest pê kir, belkî xeletiya wê ya mezin ew bû ku çareserkirina pirsgirêka Kurd bi hinek şert û mercan ve hat girêdan, wekî çekberdana PKKyê. Me got çekberdana PKKyê meseleyeke cuda ye. Erê, divê PKK çekan berde, lewra baweriya me ev e ku çek di destê PKKyê de çareseriyê nayîne berevajî belkî astengiyek e li ber çareseriya psirgirêka Kurdan. Em bawer dikin îro ku ew astengî ji holê rabe, rêyeke nû li ber xelkê, siyasetê û çareseriyê dê vebe. Înşelah ew çareserî dê hêsantir bibe.
Rûdaw: Hûn çawa dibînin, rewşa pêvajoyê ku niha berdewam dike, hevdîtinên ku tên kirin, li gorî we kêmasî tê de hene yan jî bi dilê we ye ku bi vî rengî berdewam bike?
Zekeriya Yapicioglu: Eger dan û standin ji bo nebûna PKKyê, ji bo fesixkirina rêxistinê, ji bo bi temamî destberdana ji çekan be helbet dê bi rêxistinê re û bi serokê wê re bê axaftin, dê guftûgo bi wan re bibe. Lê di serî de em dibêjin, ev pisgirêka Kurdan ne pêkan e ku bi yek rêxistinekê re yan jî bi yek partiyekê re, yan jî bi yek şexsekî re bê axaftin. Lewra ev mesele, meseleyeke pir mezin e. Mixatab bi tevahî miletê Kurd e. Heta ne bi tenê miletê Kurd, ev alozî û dilgiraniya ku 100 sal e berdewam e, helbet aliyên wê pir in, divê bi hemû aliyan re bê axaftin.
Yanî mixatab milet bi xwe ye û nûnerên wî. Lê ev hevdîtinên ku niha tên kirin, bi Abdullah Ocalan re yan jî bi rêxistina wî re û bi hevalbendên wî re qasî ku xuya dike tenê ji bo destberdana ji çekan an jî ji bo tunekirina PKKyê ye. Ev jî em bibêjin ku rêbazeke rast e. Lê piştî ku ev temam bû, heta berî temambûna wê jî divê ji bo çareseriya vê meseleya ku 100 sal zêdetir e berdewam dikee, hinek gav bên avêtin.
Rûdaw: Di rojeva we de, xaniyek ji bo Ocalan hatî çêkirin yan na? Li hêla din, berdana Ocalan û yan jî rola wî ya fermî di komîsyonê de wek serok, nêrîna we li hemberî wê çi ye?
Zekeriya Yapicioglu: Ji bo berdana çekan çi rola wî heye, ez bawer dikim me lîst û dê bê lîstin. Ji bo vê jî belkî hinek derfet ji wî re bên amadekirin. Bi qasî ku em dizanin li Îmraliyê avahiyek çêbûye û ji bo ku li wê derê kar û barên xwe bike cihkî ji Ocalan re hatiye veqetandin. Lê gelo ev vîlla ye, saray e, xaniyekî biçûk e, em nizanin.
Rûdaw: Eger meseleya azadiya wî bikeve rojevê, nêrîna we dê çi be?
Zekeriya Yapicioglu: Li gorî baweriya min, civaka Tirkiyeyê ji vê re ne amade ye. Lê eger ku xwîn bi temamî bisekine, yanî êdî xwîn nerije, biratiyeke rastîn çêbibe, eger bedela wê serbestberdana Ocalan be, ev yek bedeleke ne pir giran e.
Rûdaw: Di çareseriya pirsa Kurd de, tiştê ku hûn tekez dikin çi ne? Bo mînak, daxwazên wekî otonomî yan federalî, daxwazên ku niha hûn di bernameya xwe de dipejirînin hene yan jî daxwazeke we ya wiha heye?
Zekeriya Yapicioglu: Me bernameya partiya xwe weşandiye. Di wê de belkî dûr û dirêj be lê yên ku meraq dikin dikarin bixwînin. Hem bi Tirkî, hem Kurdî, hem Erebî, hem Îngilîzî bernameya me di malpera me ya fermî de heye. Di serî de em dibêjin ku kî çi dibêje, fikra wî çi ye divê bi azadî karibe bêje. Çi dixwaze, yanî federalî dixwaze, otonomî dixwaze, tiştekî din dixwaze, bila bi awayekî serbest û azad bêje û bila civak li ser wê nîqaş bike.
Em bi xwe nabêjin "ev sîstem ev e." Sîstem çi be, eger ku ew sîstem baş neyê birêvebirin mimkun e ku zilm jê derkeve. Mînak serdema Hezretî Pêxember (silavên Xwedê li ser be) û ew 4 xelîfeyên wî yên raşid, wexta ku piştî wan Yezîd hat, me negot Ez vê sîstemê, vê pergalê diguherînim", lê bi fîîlî hat guhertin, zilmeke mezin derket holê. Sîstema ku îlahî be jî wexta ku ew kesê ku wê sîstemê bi rê ve dibe, li ser wê xetê nesekine, mimkun e ku zilm jê derkeve. Ji ber vê em dibêjin ya girîng edalet e.
Li gorî baweriya me, Kurd damezirênerên vê Komarê ne. Yanî 100 sal berê gava ku ev Komar hat damezirandin, Kurd û Tirk bi hev re bûn. Rola Tirkan çi be ya Kuran jî ew e. Em dibêjin Kurd jî wekî birayên xwe yên Tirk xwediyê vî welatî ne. Eger ev di destûra bingehîn de bê dîtin û bê naskirin belkî ferq di navbera Kurd û Tirk de nemîne.
Yanî mafê Tirkan çi be yê Kurdan jî ew e. Erê, em dibêjin ev hezar salî zêdetir e Kurd û Tirk bira ne, divê ev biratî biratiyeke rast be, hem di gotinê de hem di kirinê de. Heta me ev got û di rapora fermî ya parlamentoyê de jî ev peyva me bi israra me cih girt. Em dibêjin, "Hiqûqa biratiyê divê bê avakirin." Me dît ku edebiyata biratiyê gelekî hat kirin, stran li ser biratiyê hatin gotin, helbest hatin nivîsandin. Em dibêjin, "Werin em hiqûqa wê rast bikin."
Rûdaw: Ez pirseke dawîn ji we bikim. Tê dîtin ku di navbera HUDA PARê û rêxistina PKKyê de ji mêj ve têkilî ne baş in. Di vê pêvajoyê de jî ku hem bi dewletê re dan û standin hene, hem behsa wê yekê tê kirin ku hemû aliyên Kurdan di nav xwe de ahengekê çêbikin, hûn daxwaz an şertên xwe ji bo vê yekê çawa dibînin?
Zekeriya Yapicioglu: Ti dan û standinên me bi PKKyê re çênebûye. Ew rêxistineke neqanûnî ye. Em behsa rêxistina legal dikin. Bi DEM Partiyê re têkiliyên me ne pir baş in, ne pir xurt in. Ev ne tiştekî veşartî ye, diyar e. Heta di komîsyonê de me bi hev re kar kir. Lê belê beriya ku ev qanûna ji 12 xalan derkeve, di meha Çiriye Paşîn a sala 2025an de, me qanûnek amade kiribû wekî pêşniyarek. Me ew li partiyan belav kir, me da DEM Partiyê, AK Partî, CHP, MHP û partiyên din. Piştî ku me radestî wan kir, me da Serokkomar jî.
Me nexwest rasterast pêşkêşî Parlamentoyê bikin, me got em dixwazin hemû partî li ser vê nîqaş bikin da ku em karibin metnekî hevpar amade bikin. Gelek partiyan pêşniyara me erênî dît lê DEM Partiyê got "me hîn jî nexwendiye."
Rûdaw: Yanî ji aliyê we ve nermbûnek heye lê ji aliyê wan ve gav nehatiye avêtin?
Zekeriya Yapicioglu: Em dibêjin, ew kesê ku dixwaze em tune bibin, em dixwazin ku ew bijî. Ew kesê ku xerabiya me dixwaze, em qenciya wî dixwazin. Em dibêjin siyaset karê diyalogê ye. Baweriya me ev e ku her kes wekîhev e. Em dibêjin eger zerarek gihîştibe me jî em dibêjin Xwedê te efû bike. Em ne alîgirê dijminatiyê ne, em karê xwe didomînin. Eger camêr wê nexwazin, ew jî tercîha wan e.
Rûdaw: Ez pirseke dawîn bikim. Ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş, raya we çi ye? Bi dilê we ye ku bê berdan?
Zekeriya Yapicioglu: Ez rastiya dilê xwe bibêjim. Di doza Selahattîn Demîrtaş de çi heye, me nedîtiye. Û ji niha pê ve jî dema me têr nake ku em li doza wî binêrin. Ez dibêjim ti kes ji ber nasnameya xwe, ji ber nêrînên xwe yên siyasî divê neyê mehkûmkirin. Eger ku Demîrtaş sûcekî kiriye, bila cezayê xwe bikişîne. Eger tune ye yek saetê jî bila di girtîgehê de nemîne.
Rûdaw: Gelekî spas dikim. Tu bi xêr hatî, bi xêr biçî, her hebî, gelek spas.
Zekeriya Yapicioglu: Mala we ava be, weşaneke baş be, bi wesîleya xêr û xweşî înşelah.


