Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Necîb Xedban, got ku pêwendiyên di navbera Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê de piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Şamê bi pêş ketine.
Li gorî Xedban, di wê serdanê de li ser hevkariya ewlehiyê, aborî û gelek dosyayên din ên girîng nîqaş hatine kirin.
Ew hêvî dike ku vekirina konsulxaneya Sûriyeyê ya li Hewlêrê di demeke nêzîk de pêk were lê dibêje ku ji bo vekirinê hîn dîrokeke fermî nehatiye ragihandin.
Xedban her wiha dibêje ku Sûriye ji bo jinûveavakirina binesaziyên xwe hewceyî veberhênanê ye û hêvî dike ku karsazên Herêma Kurdistanê jî beşdarî vê pêvajoyê bibin.
Ew di vê hevpeyvînê de li ser mafên destûrî yên Kurdan, naskirina ziman û çanda wan û pêwîstiya birêvebiriya xwecihî jî axivî.
Her wiha Xedban nêrîna xwe ya derbarê xwenîşandanên li Hisîçayê, dirûşmên nijadperestî yên li dijî Kurdan û daxwaza xwendekaran a perwerdeya bi zimanê Kurdî jî rave kir.
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Necîb Xedban pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên navbera Sûriye û Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe ya Sûriyeyê û mafên destûrî yên pêkhateyan, ez di vê hevpeyvîna taybet de mazûvaniya Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê birêz Necîb Xedban dikim. Birêz Necîb, tu bi xêr hatî Hewlêrê û bi xêr hatî Rûdawê.
Necîb Xedban: Spas ji bo vexwendina we, ez pir kêfxweş im ku di vê kanalê de û li Herêma Kurdistanê bi we re me.
Rûdaw: Tu bi xêr hatî. Piştî salekê ev serdana te ya duyem e ji bo Hewlêrê, di destpêkê de te Hewlêr çawa dît?
Necîb Xedban: Bê guman, Hewlêr bi hewldanên xelk û birêvebiriya xwe her tim bajarekî geş û avadan e. Tevî zextên li ser herêmê, we karî li hember vê rewşa dijwar a ku bandor li hemû welatên herêmê kiriye, xwe rabigirin. Bi hêviya ku em vê qeyranê derbas bikin da ku bala xwe bidin ser pirsên xwe yên sereke, ango pirsên aramî û bipêşveçûnê.
Rûdaw: Em werin ser mijara pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê de, ev pêwendî di kîjan qonaxê de ne û hûn wan çawa dinirxînin?
Necîb Xedban: Ew di qonaxeke pêşketî de ne, bi taybetî piştî serdana birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Şamê. Ji bilî reha wê ya sembolîk, bû serdaneke pir girîng û dîrokî. Di rastiyê de behsa gelek dosyayên mezin û girîng hat kirin, wekî hevkariya di warên ewlehî û aboriyê de. Ez bawer dikim ev qadeke pir berfireh e ku dikeve xizmeta berjewendiyên Herêmê û Sûriyeyê, bê guman di çarçoveya hevkariya giştî ya li gel dewleta Îraqê de jî.
Her wiha helwestên Herêma Kurdistanê yên li hemberî gelê Sûriyeyê her tim erênî bûn, ev yek bi mêvandariya penaberên Sûriyeyî yên di dema şer de û bi hebûna civakeke mezin a Sûriyeyî ya li vir bi zelalî tê dîtin. Ji bo hêsankirina kar û baran û xurtkirina hevkariyê, dê konsulxaneyeke Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê bê vekirin. Ev konsulxane dê xizmeta her du aliyan bike, çi welatiyên Sûriyeyî bin û çi jî karsazên Herêmê bin ku bixwazin li Sûriyeyê karên bazirganî bikin. Di rastiyê de ev hemû bipêşketinên erênî ne û ev serdan di her sê dosyayan de bû gaveke girîng.
Rûdaw: Ez dê paşê bêm ser mijara vekirina konsulxaneya Sûriyeyê ya li Hewlêrê lê te got ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Şamê serdaneke dîrokî û girîng bû, girîngiya vê serdanê bi taybetî çi ye û bandora wê li ser pêwendiyên her du aliyan çi bû?
Necîb Xedban: Berî her tiştî, ev hevdîtina yekem a li ser asta herî bilind bû ku di navbera rayedarên her du aliyan de pêk hat. Wekî min behs kir, ji bo me Sûriyeyiyan ev pêngav nîşaneya qebûlkirina wê rola erênî ye ku Herêma Kurdistanê di qonaxa borî de lîstiye. Heta di demên diyarkirî de, rola Herêmê û ya birêz Mesûd Barzanî di dîtina çareseriyan de ji bo rewşa Sûriyeyê hebû. Helwestên prensîbî yên Herêmê yên li hember rejîma berê nayên jibîrkirin, ew helwestên herî nêzîkî daxwazên gelê Sûriyeyê bûn û ev yek pir zelal bû.
Her wiha Herêmê hewl dida ku di çareserkirina pirsa Kurdî ya li Sûriyeyê de roleke çalak bilîze. Me piştî vê serdanê dît ka çawa di cîbicîkirina hin peymanên navbera HSD û dewleta Sûriyeyê de bipêşveçûnên nû çêbûn. Bê guman, vê yekê bandoreke erênî kir û li gorî min ev ji wan mijarên girîng e ku divê mirov amajeyê pê bike.
Rûdaw: Sûriye di pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê de zêdetir girîngiyê dide kîjan alî û sektoran?
Necîb Xedban: Bê guman di navbera her du aliyan de berjewendiyeke hevbeş heye. Berî her tiştî, mijara têkoşîna li dijî terorê pirsyareke bingehîn e. Her wiha di warê komkirina çekan, kontrolkirina sînoran û dosyaya penaberên Sûriyeyî yên li Herêma Kurdistanê de jî hevahengiyeke xurt heye û ev hemû yek dosya ne. Dosyaya din a ku di rastiyê de gelekî girîng e, dosyaya aborî û ew asoyên nû ne ku ev hevkarî dikare di berjewendiya her du gelan de biafirîne.
Wekî ku me behs kir, qeyrana dawî nîşan da ku Sûriye ji aliyê erdnîgariyê ve xala hevgihîştina navbera Îraq, Tirkiye, Kendav û Ewropayê ye. Sûriye wekî qadeke girîng a veberhênanê li vê pêgeha xwe dinêre. Piştî salên dirêj ên şer, ji me re aboriyeke herifî û binesaziyeke hilweşiyayî mîrat maye. Ji ber vê yekê, em dixwazin her veberhênana guncav bikişînin da ku beşdarî di proseya avakirina welat de bike. Lewra em hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê jî di paşerojê de û di pêvajoyên jinûveavakirinê de xwedî roleke çalak be.
Rûdaw: Gelo di dema niha de li Sûriyeyê veberhênerekî Kurd ê ji Herêma Kurdistanê heye ku di warê jinûveavakirinê an di sektorên din de veberhênanê bike?
Necîb Xedban: Di rastiyê de heta niha nîne, em li Sûriyeyê hewl didin binesaziya guncav ji bo veberhênana biyanî amade bikin. Karsazên ji welatên Kendavê hene ku peymanên hevtêgihîştinê îmze kirine û amadebûna xwe nîşan dane. Li gorî agahiyên min, karsazên ji Herêma Kurdistanê hîn nehatine lê karsazên Sûriyeyî yên li vir xwedî kar in, dikarin bibin pireke aborî û beşek ji karên xwe veguhezînin Sûriyeyê. Ev atmosfera erênî û pêwendiyên siyasî yên berbiçav avantajeke mezin dide karsazan.
Rûdaw: Te got pêwendiyên siyasî yên berbiçav, gelo tu niha pêwendiyên Sûriye û Herêma Kurdistanê wekî pêwendiyên berbiçav bi nav dikî?
Necîb Xedban: Li gorî raboriyê erê. Di serdema opozîsyonê de pêwendiyên Herêmê li gel opozîsyona siyasî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) hebûn. Lê niha em li ser pêwendiyên asta herî bilind û vîneke siyasî ya hevbeş diaxivin, mebesta min ji berbiçavbûnê ev e.
Rûdaw: Sûriyeyiyên li vir li benda konsulxaneyê ne, ev dosye gihîştiye kîjan qonaxê û dê kengî dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyan bike?
Necîb Xedban: Li gorî agahiyên min dê di demeke pir nêzîk de vebe. Wezareta Karên Derve guherînek kir daku balyozxane û konsulxane bibin cihên xizmetguzariyê, ne cihên tirsê. Ji ber vê yekê li Almanya, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê konsulxane hatin vekirin. Peymana destpêkî ya ji bo Herêmê jî hat îmzekirin û ez bawer dikim di nava vê salê de veguhere çalakiyê.
Rûdaw: Hejmara revenda Sûriyeyî ya li vir niha bi çi qasî tê texmînkirin?
Necîb Xedban: Agahiyeke min a tam nîne lê li gel kesên xwedî destûra kar, dibe ku derdora 300 hezar kes bin. Ev hejmareke berbiçav e û Sûriyeyiyên li vir tevkariyeke baş li aboriya Herêma Kurdistanê dikin.
Rûdaw: Em werin ser mijara navxwe û mafên destûrî yên pêkhateyan, Kurd neteweya duyem a herî mezin in li Sûriyeyê. Dewleta Sûriyeyê dê çawa garantî bike ku ev dewlet ya Kurdan e jî?
Necîb Xedban: Nêrîna dewleta nû ya li ser pêkhateya Kurd guheriye, wekî pêkhateyeke sereke ya Sûriyeyê tê qebûlkirin. Peymana destpêkî ya li gel HSDyê û Biryarnameya Serokatiyê pêngavên girîng bûn ku mafên ziman, çand û nasnameyê dan Kurdên "mektûm" ango kesên bênasname. Bê guman ev yek hewce dike ku di paşerojê de bi rengekî destûrî û sazûmanî bê çarçovekirin û vîneke siyasî jî ji bo çareseriyê heye.
Rûdaw: Ew çi maf in ku Sûriye dê di çarçoveya destûra nû de bide gelê Kurd, ji mafên siyasî, neteweyî, perwerdeyî û çandî?
Necîb Xedban: Mafên çandî û ziman hatine naskirin. Mafê herî bingehîn welatîbûn e, ji ber ku rejîma berê li xelkê wekî "reaya" (bindest) dinêrî. Ji bo naskirina siyasî jî, pêşniyara herî guncav birêvebiriya xweser an birêvebiriya xwecihî ye ku cureyeke ji nenavendîbûnê ye.
Rûdaw: Mebesta te nenavendîbûna siyasî ye?
Necîb Xedban: Belê, birêvebiriya xwecihî cureyeke ji nenavendîbûnê ye. Di rewşa Sûriyeyê de ji ber belavbûna demografîk, modela federalîzmê ya mîna ya Îraqê ne pêkan e. Sûriye hewceyî modeleke taybet e ku bi rêya diyaloga navbera nûnerên Kurd û dewletê pêk bê.
Rûdaw: Di guftûgoyên van her du salan de, forma herî guncav a desthilatdariyê li Sûriyeyê çi ye?
Necîb Xedban: Xwestekek heye ku dewleteke xwedî serwerî û di heman demê de birêvebiriyeke xwecihî ya çalak hebe, mîna xalên erênî yên "Yasaya 107an." Ev birêvebiriya xwecihî ne tenê ji bo herêmên Kurdî, divê ji bo hemû parêzgehên Sûriyeyê be da ku hinek desthilat ji Şamê veguhere herêman. Ew meclîsên şaredarî û parêzgehan ên ku di paşerojê de werin hilbijartin, dikarin bibin bingeha vê modelê.
Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser xwenîşandanên dawî yên li bajarê Hisîçayê ye. Li çend bajarên Sûriyeyê li ser bihabûnê û daxwazên din xwenîşandan hene lê li bajarê Hisîçayê hin xwepêşanderên ji taxên Ereb dirûşmên nijadperestî li dijî Kurdan avêtin û heta wêne û alên din ên mîna wêneyên Sedam Husên hildan. Dîtina we çi ye, hûn ê çawa aştiya civakî li parêzgeha Hisîçayê biparêzin?
Necîb Xedban: Di rastiyê de ev cure diyarde bê guman ne nûneratiya dewletê û nêrîna fermî ya Sûriyeyê dikin. Di heman demê de, me bal kişand ser hin bûyerên biçûk ên çalakvanên tundrew ku wekî nimûne ala Sûriyeyê ji saziyên hikûmetê anîn xwarê, bê guman ev reftar jî bi temamî nayên qebûlkirin. Li Hisîçayê divê parêzgar ku ew bixwe ji pêkhate û xelkê herêmê ye di çarçoveya qanûnê de li dijî van diyardeyan gavan baveje.
Li Sûriyeyê hewcedarî bi rêgirtina li ber her cure tundrewiya mezhebî, nijadî yan taîfî heye. Mixabin carna medyaya civakî van bûyeran mezin dike. Me ev yek li ser Facebookê dema ku bûyer li peravê û li Siwêdayê qewimîn dît. Ji ber vê yekê, em hewceyî bipêşxistina hişmendiya civakî ya di navbera hemû pêkhateyan de ne. Ev yek berpirsiyariya rêberên civakî ye û ne tenê ya dewletê ye lê bê guman divê dewlet li gorî yasayê rê li ber her binpêkirineke li dijî pêkhate û welatiyan bigire.
Rûdaw: Min got pirsa min a dawî ye lê ev mijar hat bîra min, xwenîşandanên din ên ji aliyê xwendekarên Kurd ve ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hene. Ew ne tenê daxwaza terxankirina sê waneyan ji bo zimanê Kurdî dikin lê belê daxwaza xwendina tevahiya perwerdeyê bi zimanê Kurdî dikin, gelo hikûmeta Sûriyeyê li hemberî vê daxwazê nerm e?
Necîb Xedban: Li gorî dîtina min erê. Ez bawer dikim gotûbêjên di navbera rêberên xwecihî yên li parêzgehê û berpirsên Wezareta Perwerdeyê de berdewam dikin. Ez bawer nakim ku pirsgirêka ziman bibe asteng, pirsa sereke naskirina pêkhateyê, maf û çanda wê ye. Veguherandina vê mijarê ji bo siyasetên perwerdeyê û tevlikirina nav saziyên din zehmetiya li pêşiya me ye lê ez ji bo paşerojê geşbîn im.
Rûdaw: Ez pir kêfxweş bûm bi vê hevdîtina li gel we birêz Necîb, gelekî spas. Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Necîb Xedban tu mêvanê me bûyî, serçavan hatî.
Necîb Xedban: Gelekî spas.


