Alîkara Berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Navîn got, birêvebiriya niha ya Washingtonê PDK û YNKyê teşwîq dike ku pirsgirêkên xwe rasterast di navbera xwe de çareser bikin. Her wiha amaje bi wê yekê dike ku hewlên Hikûmeta Îraqê yên ji bo kontrolkirina milîsan a li Curf Sexrê ji bo vegerandina serweriya dewletê qonaxeke yekalîker e.
Barbara Leafê di dema beşdarbûna di bernameya Rûdawê de, behsa siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê kir û diyar kir ku di warê giştî de zelal e birêvebirî PDK û YNKyê teşwîq dike da ku pirsgirêkên xwe rasterast di navbera xwe de çareser bikin û xwe nespêrin navbeynkariya Washingtonê yan ti aliyê din.
Derbarê cudahiya helwesta birêvebiriya duyem a Donald Trump a li gel birêvebiriyên berê ya di navbeynkariya aliyên Kurdistanê de, Barbara Leafê amaje bi wê yekê kir ku Washington Kurdistaneke wisa dixwaze ku birêvebiriya wê li derveyî xetên partiyan bi hev re kar bike. Leafê destnîşan kir ku cudahiya berçav a li gel birêvebiriya Trump, bi taybetî vê gera duyem, ew e ku ew zêde midaxeleyê nakin, van nakokiyên siyasî ji bo serkirdeyên Kurdan çareser nakin û li bendê ne ku serkirdeyên Kurdan bi xwe wan nakokiyan çareser bikin.
Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê hişyarî jî da li ser berdewambûna nakokiyan û da zanîn ku heta ev pirsgirêk zêdetir bêyî çareserî bimînin xirabtir dibin û gefên zêdetir li ser Kurdistana Îraqê û her wiha Îraqê jî çêdibin. Wê anî ziman ku ew bawer nake ji bo serkirdeyan zehmet be bigihîjin rêkeftinekê û ev yek mijara îradeya siyasî ye bi heman astê ji aliyê her du aliyan ve.
Di beşeke din a axaftinên xwe de, Barbara Leafê red kir ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatibin paşguhkirin û bal kişand ser wê yekê ku ji serdema birêvebiriya Biden û pişt re jî ji aliyê Balyoz Tom Barrack û birêvebiriya Trump ve kar hatiye kirin da ku diyalog di navbera Kurdan û Şamê de hebe û hêzên Tirkiyeyê bên dûrxistin.
Leaf derbarê çawaniya birêvebirina Sûriyeyê ya di paşerojê de, li gel nêrînên Tom Barrack ên ku li dijî federaliyê ne nakok bû û diyar kir ku li gel hemû rêzê, ew li ser vê mijarê bi temamî pê re nakok e.
Ew di wê baweriyê de ye ku sepandina desthilateke navendî ji Şamê ve metirsîdar e û diyar kir ku dê şaş be, dê bêaqilî be û dê ji bo Şamê pir metirsîdar be ku hewl bide modelekî pir navendî bi ser hemû vê civakê de bisepîne. Leafê da zanîn ku ew bawer dike aramî pêwîstî bi wê yekê heye ku Ehmed Şer rêbazeke cuda bigire ber xwe ku ji bo mijara hikûmraniyê pir navendî nebe.
Derbarê mafê xwendina bi zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd ên li Sûriyeyê, Leafê piştgiriya xwe nîşan da û ragihand ku divê bi rêbazeke gelekî berfireh rê ji bo zarokên Kurd bê dayîn da ku ji temenê biçûk heta zanîngehê bi Kurdî bixwînin. Di heman demê de di wê baweriyê de bû ku fêrbûna zimanê Erebî jî li kêleka zimanê Kurdî ji bo paşeroja zarokan û karkirinê girîng e.
Derbarê pêşhatên herêma Curf Sexrê û hewlên Hikûmeta Îraqê yên ji bo kontrolkirina milîsan, Barbara Leafê destxweşî li gava Serokwezîrê Îraqê kir û ragihand ku ew bêyasayî û gendeliya ku milîs ketine navê li ser Îraqê wekî penceşêr e.
Leafê rexneyên tund li Ketîbeyên Hizbulahê girtin û anî ziman ku ew her tim ji wê rastiyê veciniqiye ku Ketîbeyên Hizbulahê cihek bi rê ve biriye ku di bingeh de ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê herêmeke qedexekirî ye û tenê ev milîs kontrol dike ka kî biçe hundir yan na.
Wê red kir ku tiştê li Curf Sexrê diqewime şerê di navbera Amerîka û Îranê de be û destnîşan kir ku ev ne mijara şerkirina Amerîkayê ya li gel Îranê li Curf Sexrê ye, belkî Bexda ye ku serweriya Îraqê bi ser hemû bihostên welat de disepîne, wekî ku pêwîst e bike.
Leafê amaje bi midaxeleyên Îranê yên ji bo rêgirtina li wê gavê kir, di nav de serdana Îsmaîl Qaanî ya Îraqê û ew wekî tinazî wesf kir. Tekezî li ser wê yekê jî kir ku divê Hikûmeta Îraqê di zextên xwe de berdewam be da ku hemû komên çekdar bixe bin desthilat û kontrola dewletê.
Hevpeyvîna Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Navîn Barbara Leafê ya bi Rûdawê re:
Rûdaw: Gelek mijarên germ hene lê em dê ji Kurdistanê dest pê bikin; gelo di van rojan de peyameke Amerîkayê ji bo PDK û YNKyê hebû ji bo lihevkirinê?
Barbara Leaf: Ez li ser kanalên taybet ne agahdar im lê ez dibêjim di warê giştî de, zelal e ku birêvebirî serkirdayetiya PDK û YNKyê teşwîq dike ku pirsgirêkên xwe rasterast di navbera xwe de çareser bikin û xwe nespêrin navbeynkariya Washingtonê yan ti aliyê din lê divê ez bibêjim ku bi berçavgirtina hemû wan pirsgirêk, gef û astengiyên zêde yên ku rûbirûyî hem Îraqê û hem jî Kurdistana Îraqê bûne, ez bawer dikim ku ew peyam bi rastî girîng e ku serkirdayetiya her du partiyan bibihîze û jê têbigihîje.
Rûdaw: Bipaşguhxistina nakokiyên PDK û YNKyê ya di du salên borî de ji aliyê birêvebiriya Amerîkayê ve, karekî rast bû gelo?
Barbara Leaf: Ez bawer dikim ku bi temamî di destê serkirdayetiya her du partiyan de ye ku bigihîjin rêkeftinekê ji bo çareserkirina nakokiyên xwe û dibe ku wan nakokiyan di ber berjewendiya baştir a gelê Kurd de bidin aliyekî; ez bawer dikim pir girîng e ku wisa bikin. Heta ku ev pirsgirêk zêdetir bêyî çareserî bimînin xirabtir dibin û gefên zêdetir li ser Kurdistana Îraqê û her wiha Îraqê jî çêdibin. Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku ji bo serkirdeyan zehmet be bigihîjin rêkeftinekê.
Rûdaw: Amerîka di serdema birêvebiriya Trump de, çi cure Herêmeke Kurdistanê dixwaze?
Barbara Leaf: Ez bawer dikim peyama Washingtonê di van du salên dawî de pir zelal bûye; ew jî ew e ku ew Kurdistana Îraqê ya bi serkirdayetiyeke wisa dixwazin ku bi hev re li derveyî xetên partiyan kar bike û rêyekê bibîne da ku bi başî li gel Bexdayê kar bike. Niha, wekî ku tê gotin "çepik bi destekî nayên lêdan", ango di navbera Bexda û Hewlêrê de, girîng e ku her du alî rêyeke hevbeş ji bo karkirina bi hev re bibînin. Ji ber vê yekê ez bawer dikim cudahiya berçav a li gel birêvebiriya Trump, bi taybetî vê gera duyem a Serok Trump, ew e ku ew zêde midaxeleyê nakin. Ew van nakokiyên siyasî ji bo serkirdeyên Kurdan çareser nakin. Ew li bendê ne ku serkirdeyên Kurdan bi xwe wan nakokiyan çareser bikin.
Rûdaw: Hewlnedana Amerîkayê ya wekî berê ji bo nêzîkkirin û navbeynkariya di navbera PDK û YNKyê de, sedema wê siyaseta cuda ya Trump bû yan bêzarbûna Koşka Spî bû ji nakokiyên berdewam ên PDK û YNKyê?
Barbara Leaf: Dibe ku hinekî ji her duyan jî be; ji ber ku kesên ku di birêvebiriya duyem a Trump de kar dikin, haya wan ji dîroka dûr û dirêj a di navbera her du partiyan de heye û wan nakokiyên dem bi dem ku carna bûne sedema tund û tûjiyê. Ew haydar in ku di qonaxên cuda de, birêvebiriyên cuda yên Amerîkayê rêbazeke pir destwerder girtiye ber xwe ji bo hewldana navbeynkariyê di wan pirsgirêkan de. Ez dibêjim ev biryareke zelal e ji aliyê Serok û endamên kabîneya wî ve ji bo girtina rêbazeke cuda û ez bawer nakim ku ew biguhere.
Her wiha ez dibêjim ev rengvedana wê jîngeha giştî ye ku Amerîka tê de kar dike. Tevlihevî di her alî de heye. Beşeke mezin a wê ji biryara çûna nav şerê li dijî Îranê çavkaniyê digire û ew şer bi dawî nehatiye; guherîn di her alî de di rojevê de ne û hinek ji wan guherînan pir bi sûd in. Ev hem derfetê ji bo serkirdeyên Kurdan diafirîne û hem jî metirsî û gefên mezin dixe holê eger rêyekê nebînin ji bo karkirina bi hev re.
Rûdaw: Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî Kurd hatin paşguhkirin; Kurd hest dikin ku hatine paşguhkirin, gelo ev hesta wan di cih de ye?
Barbara Leaf: Na, ez nikarim bibêjim ku Kurdên Rojavayê hatine paşguhkirin, belkî ev di serdema birêvebiriya Biden de di hefteyên dawî de dest pê kir; her ku Esed reviya, her ku hikûmeta wî hilweşiya, hêzên Îranî, Hizbulaha Libnanê û hêzên Şîe yên biyanî yên din Sûriye bi cih hişt. Her ji wê roja ku Esed çû, birêvebiriya Biden, hem ji aliyê leşkerî û hem ji aliyê sivîl ve dest bi axaftinê kir li gel serkirdayetiya sivîl û leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê ji bo teşwîqkirina wan û paşê her ku min pêwendî li gel Ehmed Şer danî û ji wê demê ve pêwendiya me ya berdewam hebû, me dest bi karkirinê kir da ku serkirdayetiya Kurd û Şam dest bi gotûbêjê bikin. Ew hewl bêguman di bin rênîşanderî û serkirdayetiya Balyoz Tom Barrack de berdewam bûn da ku ev her du beşên welat gotûbêjê bikin û çareseriyekê bibînin ku tê de bakurê rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê), civaka Kurd, bi temamî di projeya niştimanî ya Sûriyeyeke nû de bên entegrekirin.
Ez nabêjim bi nermî bi rê ve çû. Ez nabêjim bi temamî bi dilê her kesî ye lê gaveke girîng e ber bi pêş ve; ji ber ku ez bawer dikim dadperwerane ye em bibêjin ti kesî pêşbîniya wê nedikir ku bakurê rojhilatê Sûriyeyê, civakeke Kurdî, karibe li derveyî wê Sûriyeya nû bimîne. Bêguman zexteke zêde ji aliyê Tirkiyeyê ve hebû, di nav de zextên leşkerî yên di zêdebûnê de bûn û ez bawer dikim birêvebiriya Trump pir kar kir da ku hêzên Tirkiyeyê dûr bixe û rê bide Ehmed Şer û hikûmeta wî ku karê entegrekirina pêwîst rasterast li gel Kurdên Sûriyeyê encam bidin. Dîsa, ne bê kêmasî ye lê destpêkeke baş e.
Rûdaw: Hûn yekem şandeya Amerîkayî bûn ku we serdana Şamê kir û piştî ketina rejîma Beşar Esed hûn li gel HTŞyê civiyan; ew Sûriyeya ku wekî Amerîka hûn li bendê bûn, ev e ya ku hûn niha dibînin?
Barbara Leaf: Pirseke hêja ye û pirseke pir aloz e ji bo bersivdanê. Tiştê ku ez dibêjim ew e ku Sûriyeya nû projeyek e ku salên dirêj jê re divên heta ku li ser xwe rûne; mebesta min ji wê jî Sûriyeyek e ku qutbûneke temam be ji wî modelê siyasî, aborî û ewlehiyê yê xirab ê ku malbata Esed ava kiribû ku ji bo hemû beşên Sûriyeyê xirab bû. Ji ber vê yekê ew proje û asoyên serkeftin û berdewambûna wê, serkeftî bi wê wateyê ku aram û berdewam be, ew jî ew e ku nûnertiya îradeya wan bike û çavdêriya berjewendiyên wan bike.
Wekî ku hûn dizanin, Sûriye mozaîkeke dîrokî ye ku ji çendîn civak û neteweyên cuda pêk hatiye. Lewma ez çavnebarî li Ehmed Şer û hikûmeta wî nakim di wî erkê ku li pêşiya wan e. Ew du sal in di nava pêvajoyê de ne lê rêyeke pir dûr û dirêj li pêşiya wan e û yek ji pirsên bingehîn ên hikûmraniyê ku hîn jî nehatiye bersivandin ew e ku ev hikûmet û her kesê din ê ku pişt re tê dê çawa piştrastiyê bidin ku bi şêweyekî berfireh hatiye avakirin, nêrînên beşên cuda yên civakê û beşên cuda yên welat li ber çavan digire. Mixabin, hîn jî rewş bi wî rengî ye ku hikûmet xwe dispêre komeke pir biçûk a xelkê ku bi şêweyekî sereke xelkê Îdlibê ne.
Rûdaw: Te behsa wê kir ku te got dibe wekî dibêjin plana paşerojê lê paşerojeke çawa ku em dizanin ev Rojhilata Navîn e?
Barbara Leaf: Na, ji ber ku hikûmeta paşerojê çawa tê holê? Gelo hilbijartinên niştimanî yên azad û dadperwerane tên kirin ku her welatiyek xwediyê yek dengî be? Hûn dizanin, ew pirseke pir sereke ye û ev qonax jî qonaxeke veguhêz e, lê ji bo ku piştevaniya berdewam a xelkê misoger bike, divê hikûmet her tim wê piştevaniyê nû bike bi rêya wan karên ku dike, bi rêya wan siyasetên ku dixe warê bicihkirinê û bi rêya wê hesta ku ji aliyê xelkê ve çêdibe. Em hîn jî nizanin ka ew rêya veguhêz çawa dibe sedema avabûna hikûmeteke din û hikûmeteke ku xelk bi rastî rê bê dayîn deng bidin.
Rûdaw: Ew mafên kêm ên çandî yên ku li Sûriyeyê ji Kurdan re hatine dayîn, hevber in li gel wan qurbanî û hezaran şehîdên ku Kurdan bi hevpeymaniya li gel Amerîkayê di şerê DAIŞê de dane?
Barbara Leaf: Pirsa mafên çandî û siyasî bi rastî pirseke pir girîng e ji bo pênasekirinê, ji bo zelalkirinê, ji bo karkirina pê re bi rêya siyasetê, ji bo bicihkirinê û ji bo encamdana bi şêweyekî ku civak bi xwe hest bike Şamê guh daye, guh dane me û bersiva wê yekê dane ya ku me dixwest. Ez bawer dikim ew aloziya li wir heye heman ew alozî ye ku zêdetirî 20 salan piştî ketina Sedam a li Îraqê hûn dibînin ku aloziya di navbera modelekî pir navendî de ye ku hîn jî meyla wê yekê heye bibe modelê serdest li seranserê Rojhilata Navîn, li hemberî tiştekî ku zêdetir dişibe modelekî federal û ez bawer dikim aloziya pêkhateya Sûriyeyê pêwîstî bi tiştekî heye ku pir navendî nebe.
Ez bawer dikim ew hevkêşeya ku Kurdên Îraqê karîbûn bi dirêjahiya çendîn salan bi piştgiriya hêzên Amerîkayê bi dest bixin, xaleke destpêkê da Kurdên Îraqê ku hîn îro jî bi temamî bê pirsgirêk nîne lê xwedî otonomiyeke berçav in di çarçoveya Îraqeke yekgirtî de. Ez bawer dikim serkirdayetiya Şamê, em bibêjin, baweriya xwe bi modelekî federal nayne, ne ku wisa xuya bike ku cureyekî ji perçebûnê teşwîq dike. Lê pirseke bi rastî girîng e ku bi şêweyekî pir hevkarane di navbera Şamê û wan civakên cuda de bê çareserkirin.
Rûdaw: Lê Sûriye jî eger tu pir li gel federaliyê nebî, em wê jî ji bîr nekin, niha jî cihê kesên wekî te di nava Amerîkayê de û kesên wekî Tom Barrack jî di nava hikûmetê de pêşniyarê ji Wezîrê Karên Derve yan Koşka Spî re dikin ku ji aliyekî ve dibêje em wekî Amerîkayê bawer dikin ku divê em midaxeleya Rojhilata Navîn nekin, di heman demê de dibêje federalîzm ji bo Rojhilata Navîn nabe; ku ez bawer dikim du gotarên pir berevajiyê hev in, nakokiyek e ka gelo Tom Barrack dixwaze midaxeleya Rojhilata Navîn neyê kirin yan divê federalî nebe?
Barbara Leaf: Li gel rêza min a temam ji bo Balyoz Barrack ku pir bi dijwarî û bi şêweyekî berdewam 24 demjimêran di heft rojên hefteyê de kar dike, kar li ser Sûriyeyê dike, kar li ser Îraqê dike, kar dike ji bo beşdarbûna li gel her du hikûmetan da ku pêwendiyên wan ên berhemdar hebin berevajî tiştê ku berê hebû, li gel hemû rêzê, ez li ser vê pirsê bi temamî pê re nakok im. Niha, di dawiyê de ez hevnêrîn im ku divê Sûriyeyî vê koma pirsan yekalî bikin. Ev ne pirsên wisa ne ku bi rêya destekî Amerîkayî ku midaxeleyê bike û her tiştî ji nû ve bi rê bixe.
Ez bawer dikim ku em wekî Amerîkayî dikarin şîretê bidin û li ser Sûriyeyiyan e ku wergirin yan dev jê berdin lê her wiha ez bawer dikim tiştê ku Ehmed Şer û hikûmeta wî lê digerin tiştek e ku dibe sûdê ji rêyeke cuda werbigire ji wî modelê ku hewl dide li pey xwe bihêle ku modelekî pir navendî yê kontrolker bû û ji aliyê Şamê ve hatibû kontrolkirin. Piştî wêrankariyên şer, di hemû van salên pevçûnê de, cureyekî ji qutbûna nerm a di navbera beşên cuda yên welat de ji hev çêbû û qasekî zêde yê bêbaweriyê bi dirêjahiya çendîn salan di navbera wan civakan û Şamê de geş bû.
Ji ber vê yekê ez bawer dikim dê şaş be, dê bêaqilî be, dê ji bo Şamê pir metirsîdar be ku hewl bide modelekî pir navendî bi ser hemû vê civakê de bisepîne. Ev nayê wê wateyê ku dikarin yan divê bi lez ber bi tiştekî wekî federalîzma Dewletên Yekbûyî ve biçin, ku bêguman bi hêdî û bi dirêjahiya çendîn salan û bi şêweyekî xwezayî geş bû lê ez bawer dikim aramî pêwîstî bi wê yekê heye ku Ehmed Şer rêbazeke cuda bigire ber xwe ku ji bo mijara hikûmraniyê pir navendî nebe.
Rûdaw: Nêrîna te li ser mijareke wekî xwendina zarokên Kurd bi zimanê Kurdî ku 15 salan bi zimanê Kurdî xwend lê niha ev zarok xwenîşandanan dikin û dibêjin em dixwazin wekî berê bixwînin lê dewletê ew maf ji wan standiye û tenê çend demjimêr di hefteyekê de danîne ku bi Kurdî bixwînin û çend ders, wekî nimûne dersên zanistî, ne bi Kurdî ne; tu nabînî ku divê ew maf ji Kurdan re bê dayîn?
Barbara Leaf: Ez bawer dikim pir girîng e. Dîsa girîng e ji bo erkên desthilatê û wan berpirsiyariyên mezin ên ku li ser milên hikûmeteke pir biçûk a li Şamê. Di rastiyê de di berjewendiya wan de ye ku rêbaza fêrkirin û dersdayîna zimanê Kurdî berfirehtir û azadtir bikin, di heman demê de piştrast bin ku ew zarokên Kurd zimanê Erebî jî fêr dibin. Yek ji wan tiştan ku li hinek deverên Kurdistana Îraqê ez nîgeran kiribûm ew bû ku zarokên ciwan ên Kurdên Îraqê mezin dibûn û tenê zimanê Kurdî dizanîn, bi awayekî ku bi kiryarî nedikarîn di nava Îraqê de geştê bikin, biçin Bexdayê û bi hêsanî li gel welatiyên din pêwendiyê deynin. Ji bilî wê jî, herêmeke temam li derveyî wê heye ku bi Erebî diaxive. Lewma tenê ji aliyê amadekirina zarokan ji bo paşeroja wan û bihêzkirina şiyana wan a hevrikiyê ya di bazarê de, ji bo kar, pir bi wate ye ku her du ziman bên xwendin. Lê bêguman divê rê bê dayîn bi rêbazeke gelekî berfireh ji bo zarokên Kurd da ku ji temenê biçûk heta zanîngehê bi Kurdî bixwînin.
Rûdaw: Tiştê ku niha li Curf Sexrê diqewime, heta çi radeyê ji ber zexta Amerîkayê ye?
Barbara Leaf: Bêguman, birêvebiriyê Serokwezîr teşwîq kiriye bi arasteya kiryarîkirina vê hewlê ji bo anîna van milîsan a bin rênîşanderî û kontrola hikûmetê. Divê em hemû spasiya Serokwezîr Zeydî bikin ji bo avêtina vê gava bi rastî wêrek; ji ber ku ew bêyasayî, tawanbarî û gendeliya ku ev milîs bi salan e ketine navê penceşêr e, cureyekî penceşêrê ye li ser aboriya Îraqê û li ser Îraqê bi şêweyekî giştî. Lewma, hûn dizanin, ez her tim ji wê rastiyê veciniqîme ku Ketîbeyên Hizbulahê cihek bi rê ve biriye ku di bingeh de ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê herêmeke qedexekirî ye. Çekên wan hene ku dibe ji wan çekên ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi xwe hene pêşketîtir bin. Ev cihê hêrsbûnê ye. Ti kes ji bo kêliyekê jî bawer nake ku Ketîbeyên Hizbulahê bi rastî li pey rênîşanderiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlehiyê yên Îraqê, yan Hikûmeta Îraqê bi xwe dikeve; belkî li pey arasteya siyasî ya serkirdeyekî siyasî yê li derveyî hikûmetê û hikûmeteke biyanî dikeve, ku Îran e.
Ji ber vê yekê ev qonaxeke bi rastî girîng e ji bo Îraqê ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya vegerandina serweriya temam. Ez tenê dibêjim, bi salan e van milîsan geşepêdan dida vê vegotinê ku ew li wir in ji bo rûbirûbûna binpêkirinên li ser serweriya Îraqê ji aliyê hikûmetên biyanî û artêşên biyanî yên wekî Amerîkayê yan hêzên Rojavayî ve; di demekê de ku di rastiyê de, di hemû wan salên piştî 2008an de, hêzên Amerîka, Brîtanya, Fransa û NATOyê hemû li ser vexwendina hikûmetên yek li pey yek ên Îraqê û di bin çavdêriya hûr a wan de ji bo çalakiyên xwe li wir bûn. Me her tim rêz li desthilata Îraqê girtiye. Ev milîs in ku bûne gef û astengiyeke berdewam li ser desthilatiya Îraqê. Lewma ez bawer dikim ev qonaxeke bi rastî yekalîker e û tenê destpêka hewleke mezintir e.
Rûdaw: Gelo Curf sexr şerê îrade û hejmoniyê ye di navbera Amerîka û Îranê de li ser axa Îraqê?
Barbara Leaf: Na! Na! Çendîn kanalên bandorê yên Amerîkayê hene ku guncaw, yasayî û şefaf in. Ew şêweyê ku Îran li Îraqê pê kar dike bêrêzî ye li hemberî serweriya Îraqê; ji ber ku ev milîs bi şêweyekî sereke ji aliyê Îranê ve hatine damezrandin, ji aliyê Îranê ve perwerdeya leşkerî pê hatiye dayîn, çavkaniya darayî û çek ji wan re hatine dabînkirin.. ew cure çekên ku ti hêzeke li derveyî kontrola hikûmetê nabe ku hebin. Wan bi rênîşanderiya Îranê kar kiriye. Wan êriş kiriye ser welatên dost, wan welatên ku dostên Îraqê ne. Lewma wan siyaseta xwe ya berevanî û derve bi rênîşanderiya Îranê bi rê ve biriye. Ji ber vê yekê ev ne mijara şerkirina Amerîkayê ya li gel Îranê li Curf Sexrê ye. Belkî Bexda ye ku serweriya Îraqê bi ser hemû bihostên welat de disepîne, wekî ku pêwîst e bike.
Rûdaw: Tu bawer dikî Hikûmeta Îraqê ku desthilata wê li cem hêzên Şîe ye, hêzê bi kar bîne, yan wekî rêkeftina niha beşek ji hêzên hikûmetê û Heşdê dê biçin Curf sexrê û Hizbulah jî dê bimîne?
Barbara Leaf: Ez bawer dikim ev qonaxeke bi rastî metirsîdar e, tam ji ber wan gefên neqebûlkirî yên ku Ketîbeyên Hizbulahê û serkirdeyên wê dixwin û wê metirsiya rasteqîn a ku çekan li dijî hikûmetê hilgirin. Lê ew bi xwe tenê wê yekê derdixe holê ku ew gava ku hikûmet diavêje çiqas rewa, çiqas meşrû û çiqas girîng e. Hikûmet naxwaze xwînrijandin rû bide lê hemû mafê hikûmetê heye bibêje ti milîseke li derveyî kontrola me nabe ku kontrola perçe erdekî bike, çekên wê hebin û li pey rênîşanderiya hikûmeteke biyanî bikeve. Ev cihê hêrsbûnê ye.
Rûdaw: Hinek kes, di nav de Michael Knights, dibêjin tiştê ku diqewime tenê nîmayîş e di navbera Îran û Amerîkayê de, da ku her du alî ji bo navxweya xwe bi kar bînin. Nêrîna te çi ye?
Barbara Leaf: Çendîn aktorên cuda di vê bûyerê de hene û hin ji wan xwedî ajendayeke pir zelal in ji bo nîşandana rûkeş a çêbûna guherînê di demekê de ku piştrast dibin ku rewşa heyî dê berdewam bike. Ew rewşa heyî çi ye? Wekî ku me behs kir, ew e ku ev milîs li derveyî yasaya Îraqê kar dikin, li derveyî kontrola fermandarên hêzên ewlehiyê yên Îraqê kar dikin, li derveyî kontrol yan rênîşanderiya Hikûmeta Îraqê kar dikin. Ew wekî hêzeke hevterîb kar dikin ku di dawiyê de bersiva serkirdeyên xwe yên siyasî û hikûmeteke biyanî didin. Ji ber vê yekê ev hewla hikûmetê, di rojekê yan du rojan de nayê encamdan yan nayê bidestxistin; ji ber ku dê hewla hejmareke kesan hebe ku pir hevaheng in li gel Îranê da ku hewl bidin hêdî bikin yan tenê rûkeşekî nîşan bidin ku ne rastî ye.
Rûdaw: Eger Hikûmeta Îraqê nikaribe Hizbulahê ji Curf sexrê derxe, tu bawer dikî bikaribe heta nîveka sala bê çekên hemû koman kontrol bike?
Barbara Leaf: Em nizanin dê mohleta dawî ya sibe çawa be. Em nizanin dê di navbera niha û meha Hezîrana bê de çi biqewime, bêguman ew asta ku Îranî hewl didin vê yekê li derveyî arasteya Hikûmeta Îraqê bi rê ve bibin. Ez bawer dikim em dikarin pêşbîniya dîtina midaxeleyeke zêde ya Îranê bikin. Îsmaîl Qaanî hat Îraqê ji bo birêvebirin û navbeynkariyê. Ev tinazî ye.
Li gel wê yekê jî, hûn dizanin, nabe ti pirs yan gumanek hebe ku ev dê rêyeke dûr û dirêj û dijwar be, û ev milîs tenê ya yekem e ji hejmareke milîsan ku divê bi rêya komeke amûrên cuda zext li wan bê kirin, ne tenê ji bo radestkirina çekan, belkî ji bo ku bi rastî bikevin bin rênîşanderî û kontrola dewleta Îraqê. Ew di vê demê de ne di bin kontrol yan rênîşanderiya dewleta Îraqê de ne. Lewma dibe ku ev hewleke yekem a pir dijwar be. Lê ez bi tekezî hêvîdar im ku hikûmet di zextkirina bêwestan de berdewam be — dîsa, ne ji ber ku Washington dixwaze bê kirin, belkî ji ber ku gelê Îraqê bi cihê hêrsbûnê dibîne ku ev tawanbarên gendel petrolê talan dikin, samana Îraqê talan dikin, û li pey rênîşanderiya hin kesên li derveyî hikûmetê û di hikûmeteke biyanî de dikevin.
Rûdaw: Birêz Barbara Leaf, gelek spas ku tu mêvana me bûyî.
Barbara Leaf: Spas ji bo vê derfetê ya ji bo axaftina min a li gel bînerên we. Spas.


