Parlamenterê Almanyayê yê ji Bakurê Kurdistanê Serdar Yuksel ragihand ku tevî aloziyên li Rojhilata Navîn, Almanya dê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê bidomîne.
Serdar Yuksel da zanîn ku di van mehên dawî de zêdetirî hezar û 500 êrişên bi mûşek û dronan li ser Herêma Kurdistanê pêk hatine lê ev nayê qebûlkirin û Kurdistan ji bo Almanyayê xwedî giraniyeke taybet e.
Yuksel bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re û diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî li seranserî cîhanê siyasetmedarekî xwedî rêz e û dikare di kêmkirina aloziyên bi Îranê re de roleke mezin bilîze.
Parlamenterê Almanyayê her wiha tekez kir ku divê li Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinan hikûmeteke aram bê avakirin û nabe ku para bacê ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bê kêmkirin.
Parlamenterê Almanyayê yê ji Bakurê Kurdistanê Serdar Yuksel li Kelehaa Hewlêrê bû mêhvanê Rûdawê û pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Wezîra Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Almanyayê piştî Bexdayê ji bo rojekê serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di nava gotûbêjan de ye. Armanca sereke ya serdana Wezîra Almanyayê û endamên Partiya Sosyaldemokrat ên Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) çi ye? Birêz Yuksel, ev cara yekem e ku ez li vê derê li Kurdistanê vê hevpeyvînê bi te re dikim û ez gelekî kêfxweş im. Tu îro xwe çawa hîs dikî?
Serdar Yuksel: Belê, ez bi rastî hest dikim ku vedigerim mala xwe. Ev cara 25an e ku ez têm Kurdistanê. Hebûna me ya li vir li ser vê kelayê, li landika çand û şaristaniyê, careke din cihekî gelekî taybet e. Em kêfxweş in ku wezîra me ev serdan pêk anî û ji me parlamenteran jî xwest ku em pê re werin.
Rûdaw: Di demekê de ku Rojhilata Navîn gelekî tevlihev e, ji aliyê siyasî ve li Bexdayê û li Kurdistanê pirsgirêk hene, hûn tevî vê yekê hatin. Hûn dixwazin bi vê serdanê çi bibêjin?
Serdar Yuksel: Bê guman, em di vê qonaxa dijwar de piştgiriya xwe nîşan didin. Di van mehên dawî de li ser Kurdistanê, li ser herêma Kurdan a li vir, zêdetirî hezar û 500 êrişên bi mûşek û dronan pêk hatine. Ev nayê qebûlkirin û bi serdana xwe em diyar dikin ku tevî hemû nakokiyên li cîhanê, Kurdistan ji bo Almanyayê xwedî giraniyeke taybet e.
Em dixwazin vê yekê bi vî rengî nîşan bidin da ku em piştgiriya xwe ya ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha ji bo Kurd û Kurdistaniyên li vir dupat bikin û binêrin ka em çawa dikarin hevkariya xwe kûrtir bikin û bigihînin asteke nû.
Rûdaw: Îro we Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dîtin. Ev hevdîtineke girîng bû, we li ser çi axivî û di gotûbêjê de çi gelekî girîng bû?
Serdar Yuksel: Serok Nêçîrvan Barzanî ne tenê ji bo Kurdistanê girîng e, ew li hemû cîhanê siyasetmedarekî xwedî rêz e. Nêçîrvan Barzanî dikare roleke mezin bilîze da ku bi taybetî di nakokiyên bi Îranê re alîkariyê bike ku alozî kêm bibin û çareseriyeke aştiyane bê dîtin.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji Washingtonê heta Enqere û Tehranê xwedî pêwendiyên gelekî baş e û me jê xwest ku di vê nakokiyê de jî alîkar be da ku çareseriyeke aştiyane ji bo nakokiya Îranê bê dîtin.
Rûdaw: We îro tam li ser çi axivî? Mijarên herî girîng çi bûn?
Serdar Yuksel: Aramiya herêmî ya li vê navçeyê. Bê guman ev dema nepêkanîna hikûmetê jî mijar bû. Me xwest ku tevî hemû cudahiyan divê piştî hilbijartinan çareseriyeke rewşa Kurdî hebe û hikûmeteke aram bê avakirin.
Em ji Serokwezîr û Serok dixwazin ku hemû hewldanan bikin û bê guman ev peyam ji bo YNKyê ya li Silêmaniyê jî arastekirî ye ku alîkariyê bikin da ku çareseriyeke baş ji bo Kurdistanê hebe. Niha ne mijara takekesan e, qala çarenûs û paşeroja Kurdistanê tê kirin.
Rûdaw: We li Bexdayê bi Serokwezîr re li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî axivî? Gelek mijar hene ku hîn nehatine çareserkirin.
Serdar Yuksel: Me ji Serokwezîr Elî Zeydanî re jî gelekî bi zelalî got ku Îraq dewleteke federal e û divê li Kurdistanê jî diyar be ku mirov di çarçoveya pergala federal de xwedî xweseriyeke wiha ye û divê rêz li vê yekê bê girtin. Nabe ku di para bacê de kêmkirinek çêbibe.
Plan hene ku para bacê dakeve bin ji sedî 17an, me ev jî anî rojevê. Em ji bo birêvebiriyeke baş û hevkariyeke baş a di navbera Bexda û Hewlêrê de bi hêvî ne. Li wir Nêçîrvan Barzanî û Zeydî her du roleke baş dilîzin, pêwendiyeke wan a baş bi hev re heye û ev ji bo aramiya herêmî ye. Bêyî Hewlêr û Bexdayê jî nabe ku li derveyî Îraqê aramî çêbibe.
Rûdaw: Niha piştî vekişîna leşkerên Amerîkayî, Bundeswehr û leşkerên NATOyê, Almanya dikare çi rolê bilîze? Almanya çawa dikare ji aliyê aborî û civakî ve piştgiriya Îraq û Kurdistanê bike?
Serdar Yuksel: Ya girîng ew e ku me bi Serok re jî mijarên nû gotûbêj kirine. Kurdistan ji bo hilberînê cihekî balkêş e. Em dixwazin bê guman şirketên Almanî jî li vir li Kurdistanê hilberînê bikin. Yê ku niha hilberînê dike, xwedî feydeyên bacê ye ku li cîhanê bi vî rengî nînin û em dixwazin hevkariya aborî û hevkariya di hemû astên çand, zanist û civakî de kûrtir bikin.
Ev ne tenê piştgiriya leşkerî ye, em dê di paşerojê de jî bi şêwirmendên leşkerî li vir bin da ku pisporiya xwe bidin ber destê leşkerên li vir. Her çend leşker neman jî, li ser asta leşkerî jî hevkariya me dê bidome.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ji te ev e: Sibê hûn dixwazin rojeke tam bernameyekê li Mûsilê pêk bînin. Çi qasî girîng e ku hûn careke din biçin Mûsilê, hûn dê li wir bi kê re bicivin, çi ew qas girîng e û hûn li wir çi dixwazin?
Serdar Yuksel: Erê, Mûsil berê bajarekî Kurdan bû, divê ev neyê jibîrkirin. Zêdetirî milyonek Kurd li Mûsilê dijiyan. Lê ew her wiha bû sembola hovîtiyê dema ku Mûsil ji aliyê DAIŞê ve hat girtin. Bê guman berjewendiya me heye ku em di bajarê duyem ê herî mezin ê Îraqê de aramiya aborî û şert û mercên baş çêbikin da ku mirov karibin bi aştiyê li Mûsilê jî bijîn û em dixwazin bibînin ka piştî wêrankirinê avakirina li Mûsilê çawa bi pêş dikeve.
Almanya li vir li Mûsilê ji aliyê aborî û darayî ve jî gelekî beşdar e û ez meraq dikim ka bandorên me sibê li Mûsilê dê çawa bin.
Rûdaw: Niha pirseke din tê bîra min. Xanim Wezîrê got, “Em dê di her rewşê de di avakirinê de piştgiriya Îraqê bikin.” Gelo Kurdistan jî dê ji vê yekê sûdê werbigire?
Serdar Yuksel: Erê, bê guman, dema em qala Îraqê dikin, em her tim behsa Kurdistanê jî dikin. Kurdistan herêma dawî ye li vir ku mirov dikare bi piralî û pirolî bi aştiyane lê bijî. Ev modeleke baş e ji bo herêmên din ên vê cîhanê û ji ber vê yekê Kurdistan herî zêde balê dikişîne û piştgiriya herî mezin ji Almanyayê û ji Ewropayê jî distîne.
Rûdaw: Gelekî spas ku tu bi min re bûyî. Gelekî spas.



