Şandeyeke payebilind a Almanyayê bi serokatiya wezîre Reem Alabali Radovan û bi beşdariya Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) yê Partiya Keskan Qasim Tahir serdana Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Şandeya Almanyayê li Bexdayê bi berpirsên pilebilind ên Îraqê re civiya. Di civînan de mijarên hevkariya aborî, encamên guherîna avhewayê û vekişîna hêzên leşkerî yên Almanyayê (Bundeswehr) hatin gotûbêjkirin.
Almanyayê tekez kir ku her çend leşkerên wan vekişiyabin jî ev nayê wateya lawazbûna pêwendiyan û piştgiriya wan a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê dê berdewam bike.
Şande li Hewlêrê jî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinan de tekezî li ser xurtkirina hevkariyên aborî û pêwendiyên dîrokî yên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê hat kirin.
Almanyayê ji sala 2004an vir ve zêdetirî 3 milyar euro ji bo alîkariya Îraqê û Herêma Kurdistanê veqetandiye.
Di vê serdanê de jî taybetî li ser projeyên avê, çandiniyê û binesaziyê hate rawestandin da ku rasterast sûdê bigihînin xelkê herêmê.
Parlamenterê Kurd ê li Almanyayê Qasim Tahir ku yek ji endamên şandeyê ye, li Keleha Hewlêrê pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Rûdaw: Silav ji Hewlêrê û ji Ala Şaliyê. Di vê demê de em li cihekî dîrokî digerin. Wezîra Almanyayê bi şandeyekê re li Qelaya Hewlêrê ye û li vir nîvro dixwe. Ez jî li vir dixwazim bi endamekî parlamentoyê yê Kurd re ku naskirî ye û di nava Kurdan de hezkirî ye, bi birêz Qasim Tahir re ku endamê parlamentoyê ye li Parlamentoya Federal û ser bi Partiya Keskan e biaxivim. Qasim, yek ji endamên şandeya Wezîra Almanyayê ye. Qasim, bi rastî cihê dilxweşiyê ye, min her tim tu li Parlamentoya Federal dîtî û me bi hev re hevpeyvîn kirine, em li ser mijaran axivîne û me gotûbêj kirine. Îro li Qelaya Hewlêrê, li paytexta Herêma Kurdistanê ez niha te dibînim û ez gelekî kêfxweş im. Hesta te ya li vir çawa ye?
Qasim Tahir: Rojbaş! Ez gelekî kêfxweş im ku di nava parlamentoyê de, yan belkî li vir di Parlamentoya Kurdistanê de jî, li Kurdistanê jî, bi taybetî li vê dîrokê de, li Hewlêrê me... Helbet Kurdistan mala min e. Ez behsa alîkariya xwe dikim, alîkariya gelê xwe. Ez her tim serdana Kurdistanê dikim û ji salên borî ve ez her sal têm Kurdistanê.
Rûdaw: Rast dibêjî, tu her sal têyî. Kurdiya te gelekî baş e lê tu hez dikî bi Almanî bipeyivî. Lewma ez pirsên xwe bi Kurdî dikim û tu bi Almanî bersivê didî. Pirsa min ji bo te ev e Qasim, we bi şandeya xwe re bi Wezîre re serdana Bexdayê kir, sê rojan li Îraqê û Herêma Kurdistanê man û îro sibehê jî we serdana Mûsilê kir. Li Bexdayê we çi dît? We behsa çi kir û civînên we yên li Bexdayê çi qasî girîng bûn?
Qasim Tahir: Beriya her tiştî, ez ji dil spasiya Wezîre Rîm El-Abalî Radovanê dikim ku ez di vê serdana şandeyê de anîm hem welatê xwe yê resen û hem jî Kurdistanê. Serdanên li Bexdayê gelekî berhemdar bûn û pêşwaziyeke gelekî germ li me hat kirin. Em bi xwe jî dizanin ku Îraq yek ji hevkarên me yên herî mezin û bihêz e. Di dema gotûbêja bi Serokwezîr re, mijara hevkariyê careke din bi awayekî bihêz kete rojevê. Her wiha mijara encamên qeyrana avhewayê û her wiha vekişîna leşkerên Bundeswehrê (artêşa Almanyayê) hatin rojevê. Tevî vê yekê jî, ev nîşanek e ji bo wezîrê, parlamentoyê û ji bo min jî ku em di vê demê de li vir in. Em dibêjin tenê ji ber ku leşkerên Bundeswehrê vekişiyane, wateya wê nîne ku hevkariya me ya bihêz dê lawaz bibe. Berevajî vê, em li pişt Îraqê ne. Em wekî hikûmeta federal û parlamentoyê piştgiriya Kurdistanê dikin û ev jî di nav wan babetan de bûn ku me bi Serokwezîr re behsa wan kir.
"Ji bo me girîng e ku Kurdistaneke bihêz hebe"
Rûdaw: Bi rastî Kurdiya te pir xweş e lê te bi Serokwezîrê Îraqê re behsa çi kir, ji ber ku wezîrê gotiye pirsa avhewayê pirseke girîng e?
Qasim Tahir: Bê guman, em li ser vekişîna leşkerên Bundeswehrê axivîn. Mijarên din jî ew bûn ku em ê çawa hevkariya xwe ya aborî zêdetir xurt bikin. Yanî petrol mijareke mezin bû, lê her wiha pêwendiyên bi Îran û Sûriyeyê re û ka ev her tişt dê çi encaman bi xwe re bîne, û bê guman her wiha hevkariya di navbera Kurdistanê, Hewlêrê û Bexdayê de. Ji bo me gelekî girîng e ku Îraqeke me ya bihêz hebe û Îraqeke bihêz tê wateya ku Kurdistaneke me ya bihêz û herêmeke Kurdistanî ya bihêz hebe. Ev ji bo me gelekî girîng e û Serokwezîrê li Bexdayê jî ev yek careke din piştrast kir ku ev hevkariya bihêz a di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo wî jî pir girîng e, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî. Ya herî girîng ew bû ku guherîna avhewayê, mijara koçberiyê û hevkariya aborî di nav de bûn, ji ber ku em jî dixwazin şirketên Almanî werin vir û li vir veberhênanê bikin; li Hewlêr, Zaxo, Bexda, Mûsil û Besreyê. Potansiyeleke pir mezin a Îraqê heye ku mezin bibe û em dixwazin wekî Almanya bi zanîn, teknolojiya xwe û şirketên xwe bibin beşek ji vê bipêşketinê.
Rûdaw: Ev xaleke pir girîng e Qasim, ji ber ku niha li herêmê, Îraq û Herêma Kurdistanê di nava qeyranan de ne û bi rastî herêm di rewşeke dijwar de ye. Hikûmeta Almanyayê ji sala 2004an heta niha 3 milyar euro ji bo alîkariya Îraqê û projeyên cuda terxan kiriye. Gelo vê carê wezîrê ti soz dan, ti projeyên din hene, gelo budçeya ku ji bo Îraqê hatiye veqetandin çawa ye û di kîjan warî de ye?
Qasim Tahir: Wezîrê doh di nav de projeyeke avê jî vekir ku me tekez kir ku me bi milyonan euro ji bo avê veberhênan kiriye, wekî Almanyayê jî. Wê ev pere bi xwe re anî nava Îraqê. Ev gelekî girîng e ji ber ku av yek ji çavkaniyên herî girîng e, ne tenê ji ber guherîna avhewayê û qeyrana keş û hewayê ya ku em pê re rû bi rû ne. Em her wiha dibînin ku welatê di navbera du çeman de, Dîcle û Firatê, ango Îraq, xwediyê piralîbûneke dîrokî û çandî ye. Niha ji ber sedemên siyasî yên bi Tirkiye, Sûriye û Îranê re, av kêm bûye û ji ber vê yekê kêmasî digihîjin gelê li Îraq û Kurdistanê. Mijara çandiniyê, mijara gihîştina avê û bendavan; ji ber vê yekê ji bo hikûmeta federal û wezîrê gelekî girîng bû ku em tam li wan waran veberhênanan bikin ku rasterast alîkariya xelkê herêmê bikin.
Rûdaw: Almanya dixwaze çi qas li Îraqê veberhênanê bike, yanî Almanya dixwaze çend budçeyê ji bo alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê terxan bike?
Qasim Tahir: Zêdetirî 30 milyon euroyî ne ku tenê Wezareta Federal a Hevkariya Aborî û Bipêşketinê dide aliyekî. Em bê guman bi rêya GIZê ya ku me heye, bi rêya banka KfWê ve ku hemû saziyên Almanî ne, gelek pereyên zêdetir dixin xizmeta Îraqê. Lê belê pere bi tena serê xwe nabe çavkaniya herî girîng, ya herî girîng ew zanyarî û tecrube ye ku em wekî Almanya tînin vir. Armanca me ne ew e ku em li vir her tiştî bi tena serê xwe ava bikin, belkî armanca me ew e ku em bi zanîna xwe alîkariya xelkê bikin da ku ew bi xwe bikarin vî welatê xweş ji nû ve ava bikin.
"Banga min ji bo Kurdan yekîtî ye"
Rûdaw: Careke din pirsên me ev in: Hevdîtinên we yên bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re çawa bûn? Qasim, tu niha li vir î, tu dikarî ji me re bêjî ka çi di nava van civînan de derbas bû?
Qasim Tahir: Nexwe, bi Serok Nêçîrvan Barzanî re, bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinên pir dostane, xweş û hevbeş li ser bingeha yekrêziyê bûn. Em her du alî dizanin, hem Almanya û hem jî Kurdistan, ku em hevalên hev in û ev ne tenê ji îro ve ye, belkî ji bi dehan salan ve ye. Ev bi çekên Mîlanê dest pê kir ku me di wê demê de dan Wezareta Pêşmergeyan, heta îro jî berdewam dike. Ev hevkarî îro bi dawî nabe û lewma ew hevdîtinên her du aliyan pir vekirî, rastgo û dostane bûn.
Rûdaw: Ev pir xweş e. Qasim, tu bi Kurdiyeke xweş diaxivî, tu gelekî ji stranên Kurdî û ji xwarinên Kurdî hez dikî. Îro te li vir li Hewlêrê çi xwar?
Qasim Tahir: Kutlet hebûn, ez gelekî ji... kutlet û dolme hebûn, ez gelekî ji dolmeya giran hez dikim. Birinc û fasûlyeya Hewlêrê hebû, birinc û fasûlye jî pir xweş e. Lêbelê ji bo min pir girîng e, ji bo min gelekî girîng e ku ez careke din bibêjim ka Herêma Kurdistanê ji bo min çi qasî girîng e. Dema ku ez niha li rewşê dinêrim, bi taybetî li rewşa siyasî, bi rastî dilê min diêşe. Divê em wekî Kurdistaneke bihêz werin cem hev, bi hikûmeteke Kurdî re ku bi hev re bixebitin, ji ber ku lawaziya Kurdan tê bikaranîn; ne tenê li Bexdayê, belkî li qada navneteweyî jî. Dema ku ez li welatên cîran dinêrim, daxwaza min ji hemû siyasetmedarên Kurdistanê ev e: Ji kerema xwe re werin cem hev, dîsa bibin hevalên hev û bi dengekî xurt biaxivin, ji ber ku gelê Kurd û diyaspora li Almanyayê jî di bin vê yekê de di êşê de ne.
Rûdaw: Gelek spas Qasim, bi rastî tiştên ku te gotin, ew gotinên dilê hemû Kurdên li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê ne. Gelek spas dikim ku tu bi me re bûyî Qasim, her bijî. Ez jî spasiya te dikim ku tu bi me re bûyî. Şandeya civînan berdewam e, îro û sibehê serdana Mûsilê heye û Qasim jî dê tê de beşdar bibe. Gelek spas ji te re jî.



