Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê û Parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî derbarê pêvajoya danîna çekan, rola Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK), yasaya çarçoveyê û daxwazên zimanê Kurdî agahiyên girîng dan.
Temellî da zanîn ku ji bo Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê biryarekê bide divê pêvajoya tomarkirin û piştrastkirina çekan bê temamkirin lê heta niha di vî warî de nezelaliyek heye, ew diyar dike ku dewlet tenê bala xwe dide ser mijara danîna çekan û amadekariyên yasayî yên ji bo çarenivîsa kesan piştguh dike.
Parlamenterê DEM Partiyê destnîşan kir ku wan ji bo rêlibervekirinê û çêbûna lihevhatinê îmze avêtiye bin yasaya yekem a çarçoveyê lê ew yasa kêm e û yek ji kêmasiyên wê yên sereke ew e ku birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire, lewma pêwîstî bi derxistina yasayên nû heye da ku zemîna tevlîbûna wan a di nava siyaseta demokratîk de bê amadekirin.
Li ser angaştên derbarê vegera 200 endamên PKKyê di 27ê mehê de, Temellî ragihand ku ew hejmar ji rastiyê dûr in û heta niha tu sînordarkirinek li ser hejmaran nehatiye kirin.
Derbarê mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî, Temellî da zanîn ku ji aliyê desthilatê ve ti danûstandin bi wan re nehatiye kirin û helwesta desthilatê tenê di çarçoveya "niyeta baş" de maye, di heman demê de rakirina tabelayên Kurdî ya ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve fikarên gel kûrtir dike.
Hevpeyvîna Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê û Parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî ya bi Rûdawê re:
Rûdaw: Birêz Temellî, tu bi xêr hatî Rûdawê.
Sezaî Temellî: Rojbaş, gelekî spas, serkeftinê ji we re dixwazim.
Rûdaw: Ez dixwazim rasterast bi pirsa civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) dest pê bikim. Tê çaverêkirin ku 27ê mehê MGK bicive. Gelo dê di wê civînê de danîna çekan bê pesendkirin?
Sezaî Temellî: Niha em nikarin bersiveke zelal ji bo vê yekê bidin, ji ber ku ji bo Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê biryarekê bide, pêwîst e pêvajoya piştrastkirin û tomarkirina çekan bê temamkirin lê di vî warî de rewşeke nezelal heye, lewra wekî ku hûn jî dizanin, PKKyê biryara xwefesixkirinê da û pişt re jî ji hinek deveran vekişiya, ne tenê li qada Tirkiyeyê, li Îraqê jî rûbereke girîng vala kir.
Derbarê danîna çekan jî gelek gotûbêj hatin kirin, em dizanin ku li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re û li gel yekîneyên cuda yên rêxistinê jî hevdîtin hatine kirin. Me wekî DEM Partiyê xwest ev pêvajo bi lez bi pêş ve biçe, berpirsyariya pêwîst girt ser milê xwe û gavek avêt lê niha ji bo me zehmet e em bibêjin di pirsa danîna çekan de bipêşveçûneke berçav û zelal heye an na. Çima zehmet e? Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê hemû bala xwe tenê daye ser mijara danîna çekan û mijarên din piştguh kirine.
Baş e çek tên danîn lê gelo dê di çarçoveya yasayan de çarenivîsa kesên ku çekan datînin çi be? Gelo dê amadekariyên yasayî yên derbarê vê yekê çawa bin? Wekî ku hûn jî pê dizanin di vê yekê de yasayek derket lê ev yasa kêm e û têrê nake pêwîst bû hinek yasayên din jî derketana. Tevî vê yekê jî di mijara amadekariyên din ên yasayî de ti bipêşveçûnek nîne. Dihat çaverêkirin ku li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin lê niha tenê gotûbêjên serokê parlamentoyê yên bi partiyan re berdewam dikin. Ango di kar û baran de sistî û hêdîbûnek heye. Me got divê heta roja 27ê mehê gavên bilez bên avêtin û ev pêvajo bigihêje encamekê lê niha em nikarin tiştekî diyar bibêjin.
Rûdaw: Hûn dibêjin ku kêmasiyên yasaya çarçoveyê hene û divê gelek tişt lê bên zêdekirin. Tevî vê yekê jî we wekî DEM Partiyê îmze avêt bin vê yasaê. Eger yasa kêm bû, we çima îmze kir?
Sezaî Temellî: Kêmasiyên ku hene di nava pêvajoyê de derketin holê lê ew yasa yasayeke destpêkê bû, ji bo ku gava destpêkê bê avêtin û rê li ber gavên din vebe hat îmzekirin, bi dengê 467 parlamenteran hat qebûlkirin, ango lihevhatineke mezin li ser hat kirin. Sedema pêkhatina vê lihevhatina mezin jî avêtina vê gava yekem bû.
Ji bo ku ev pêvajo bi xitimandinê re rû bi rû nemîne, me gavek avêt lê wê rojê jî hatibû axaftin û desthilatê jî gotibû ku dê li pey vê yasayê, yasayên din jî bên û eger di dema bicihkirinê de kêmasiyek derkeve, dê bê temamkirin. Niha em di dema bicihkirinê de hinek kêmasiyan dibînin û em dibêjin divê di demeke zû de bên çareserkirin. Loma jî îmzekirina yasayê ji aliyê me ve gaveke rast bû lê mixabin desthilatê hîn jî soza xwe bi cih neaniye.
Rûdaw: Birêz Temellî hinek çavkanî dibêjin, rasterast piştî rapora Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê, ango di 27ê mehê de, dê 100 endamên PKKyê ji çiyê û 100 jî ji Ewropayê vegerin Tirkiyeyê. Gelo ji bo vegera endam û gerîlayan ti amadehî hatiye kirin?
Sezaî Temellî: Ew hejmarên ku behsa wan tê kirin ji rastiyê dûr in û li ser hejmaran ti behseke wiha nehatiye kirin. Eger di 27ê Çiriya Paşîn de biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê derkeve û di rojnameya fermî de bê weşandin, îcar yasa dê bi awayekî pratîk bikeve meriyetê, di çarçoveya wê bicihkirinê de jî êdî dê zelal bibe bê ew kesên ku ji zindanan, ji derveyî welat û ji çiyê tên, di çi pêvajo û rêbazan re derbas dibin.
Beriya her tiştî divê biryara MGKyê derkeve û di rojnameya fermî de bê weşandin. Ango hîn ti hejmar û sînordarkirinek nîne û yasa ji bo her kesê ku bixwaze sûdê jê werbigire, vekiriye. Gelo ev sûdwergirtin dê çawa bê birêxistin, em dê di paşerojê de bibînin, ji ber ku di vê yekê de biryardayîn bi Birêz Ocalan û rêxistinê ve girêdayî ye. Her wiha bi serokatiya Cevdet Yilmaz jî hinek deste hatine avakirin ku beşek ji wan jî di bin koordînasyona Birêz Ocalan de dixebitin, biryarên ku dê ew bidin jî piştî biryara MGKyê dê zelal bibin.
Rûdaw: Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin di civîna ORSAMê de gotibû dê ji bo birêvebirên bilind ên PKKyê yasayeke nû bê derxistin. Gelo ev yasa damezrênerên PKKyê jî li xwe digire?
Sezaî Temellî: Kêliyek berê min qala wê yekê kir, yek ji kêmasiyên vê yasayê ew e ku birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire. Ji ber vê yekê, divê ji bo wan kesan û wan kadroyan zemîn û derfeteke yasayî ya diyarkirî bê afirandin ku ew zanibin dê çi bikin û çawa gavan bavêjin û xelk jî karibe li ser vî bingehî biryarê bide.
Birêz Besê Hozat beriya niha di daxuyaniyekê de gotibû, "Êdî em dixwazin di çarçoveya siyaseta demokratîk de xebata xwe bidomînin." Lê belê, niha ev kadro dê çawa karibin di çarçoveya siyaseta demokratîk de cih bigirin û xebata xwe bidomînin? Û dê ev zemîna yasayî çawa bê misogerkirin? Ev mijar hîn ne zelal e. Bêguman divê ev kêmasî bên çareserkirin. Desthilatê di vî warî de soz dabû û di daxuyaniya dawî ya Îbrahîm Kalin de jî em vê yekê dibînin, nexwe we soz daye û hûn daxuyaniyan didin û hûn desthilatdar in jî, fermo hûn bi xwe gavên pêwîst bavêjin.
Rûdaw: Şandeya Îmraliyê berdewam diçe û tê lê gelo ji bilî wê şandeyê, ti kesayet an komeke din serdana Abdullah Ocalan dike?
Sezaî Temellî: Em di medyayê de rastî hinek nûçeyan tên lê heta niha ti serdaneke ku ji aliyê me ve hatibe piştrastkirin tune û desthilatê jî di vî warî de ti piştrastkirinek nedaye me. Di medyayê de tê gotin ku rojnameger an jî lêkoler çûne lê li gorî nêrîna me, ev yek ji ti aliyekî ve nehatiye piştrastkirin û îhtimala rastbûna wê gelekî kêm e.
Rûdaw: Di mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî de, gelo heta niha di navbera we û dewletê de an jî di navbera Ocalan û dewletê de ti danûstandin hatiye kirin? An dê ev mijar bimîne heta piştî guhertina destûra bingehîn?
Sezaî Temellî: Li ser pirsa zimanê dayîkê ti gotûbêj bi me re nehatiye kirin. Bêguman daxwazên me hene, me pêşnûmeyasayek pêşkêş kiriye, xebatên me hene û bi salan e em di vî warî de têdikoşin. Misogerkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê, cihgirtina zimanê Kurdî wekî zimanekî perwerdehiyê di bernameya perwerdehiyê de û bicihkirina modela pirzimanî, ji daxwazên me yên bingehîn in.
Lê belê em dizanin ku niha ji aliyê desthilatê ve ti xebateke wiha nayê kirin. Desthilat, vê mijarê jî ji bo paşerojê dihêle û dibêje, 'Bila pêşî gavên din bên avêtin'. Îbrahîm Kalin burokrat e û serokê MÎTê ye, ji derdorên siyasî jî ev cure daxuyaniyên erênî tên lê ew nabêjin ka ev dê kengî û çawa çêbibe, loma ev wekî niyeta baş dimîne. Siyaset bi niyeteke baş nayê meşandin, ew bi gavên pratîk ên desthilatdariyê tê meşandin. Gava em qala perwerdehiya bi zimanê dayîkê dikin, em dibînin ku bi biryara Wezareta Karên Navxwe tabelayên Kurdî yên hinek şaredariyên me tên rakirin û tehamila wan ji bo vê yekê jî tune, ev yek jî bêguman, fikar û gumanên xelkê zêdetir dike.
Rûdaw: Ez dixwazim pirsekê jî li ser guhertina destûra bingehîn bikim, wekî DEM Partiyê, gelo amadehiyên we ji bo guhertina destûra bingehîn hene? Hûn daxwaza guhertina kîjan madeyan dikin?
Sezaî Temellî: Destûra niha, destûra 12ê Îlonê (Darbeya Leşkerî ya 1980yî) ye, rista vê destûrê bi hişmendiya 12ê Îlonê hatiye çêkirin. Ev destûra hişmendiyeke neteweperest, nîjadperest û yekparêz e, loma bêguman divê bê guhertin. Ji bo komareke demokratîk, pêwîstiya me bi destûreke demokratîk heye.
Me di pêşerojê de li ser destûreke ku bi têgiha komara demokratîk re bigunce kar kiriye, proje û stratejiyên me hene. Em li ser wê baweriyê ne ku divê destûra bingehîn bi tevlîbûna hemû pêkhateyan û bi lihevhatineke berfireh bê nivîsîn. Divê ev destûr hemû mafan, ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bigire heta demokrasiya xwecihî, di nava xwe de bihewîne û pêwendiya xwe bi hişmendiya nîjadperest û yekparêziya darbeyên leşkerî re bibire lê belê ji aliyê desthilatê ve tenê qala destûrê tê kirin û di rastiyê de, hîn reşnivîsek jî tune.



