Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Emmanuel Mignot piştî destbikarbûna xwe hevepeyvîna xwe ya yekem bi Rûdawê re kir û got, “Radaran parastina Herêma Kurdistanê xurt kiriye”
Emmanuel Mignot ji seferên asmanî yên Hewlêr-Parîsê heta peymana nû ya parastinê, ji vîzeyan heta bi rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li ser gelek mijarên krîtîk daxuyaniyên girîng dan.
Emmanuel Mignot diyar kir ku ew li ser destpêkirina seferên asmanî yên rasterast ên di navbera Hewlêr û Parîsê de dixebitin.
Wî anî zimên ku ji ber rewşa ewlehiyê ya herêmê hinek derengmayîn çêbûne lê ew bi hêvî ne ku sefer dest pê bikin.
Mignot qala peymana parastinê kir û got, "Fransayê radarên gelekî bipêşketî radestî Îraqê kirin. Ev radar dê rasterast di parastina Herêma Kurdistanê de jî cih bigirin."
Wî destnîşan kir ku ew Pêşmergeyan wekî hevrêyên çekê dibînin û dê pêwendiya wan a leşkerî xurttir bibe.
Konsulê Fransayê bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî û da zanîn ku aramiya li wê derê di berjewendiya hemû welatên herêmê de ye.
Wî her wiha eşkere kirk u Mezlûm Ebdî niha li Şamê xwedî statuyeke fermî ye.
Li gorî gotina Mignot, Mezlûm Ebdî dikare mafên Kurdan rasterast bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re nîqaş bike û ev yek gaveke erênî ye.
Mignot nexşerêya pêwendiyên di navbera Parîs û Hewlêrê de eşkere kir.
Mignot destnîşan kir ku dê di warên parastin, dîplomasî, bazirganî, koç û hevkariya çandî de gavên berbiçav werin avêtin.
Hevpeyvîna bi Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Emmanuel Mignot re wiha ye:
Rûdaw: Dr. Emmanuel Mignot, gelekî spas ku tu îro bi me re yî.
Emmanuel Mignot: Spas ji bo we.
Rûdaw: Bi xêr hatî Hewlêrê. Ez bawer im te bi qasî mehekê berê dest bi karê xwe kiriye, ne wisa?
Emmanuel Mignot: Belê rast e, min tam beriya mehekê dest bi karê xwe kir.
Rûdaw: Careke din bi xêr hatî, ez di erkê te de serkeftinê dixwazim. Gelek pirsên min hene ku ez ji te bikim. Ez dixwazim bi vê dest pê bikim, gelo çima seferên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û Parîsê de nînin? Ji ber ku seferên me yên rasterast ber bi gelek bajar û welatên din ên Ewropayê ve hene.
Emmanuel Mignot: Belê, ez bi xwe jî ji bo van seferan gelekî kelecanî me û em li ser vê yekê dixebitin. Ez bawer im bi qasî mehekê berê dema ku Serokwezîrê Îraqê li Parîsê bû ev mijar hat nîqaşkirin. Ji ber vê yekê ez hêvîdar im ku di paşerojê de ev sefer dest pê bikin.
Rûdaw: Ev plan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê jî li xwe digire, an dê tenê bi Bexdayê re peymanek çêbibe?
Emmanuel Mignot: Na, na, em teqez ji bo Hewlêrê jî dixebitin. Ez bawer im potansiyeleke gelekî cidî ya rêwiyên ku dixwazin di ser Hewlêrê re seyahetê bikin heye.
Rûdaw: Ez bawer im berê jî planeke seferên rasterast a di navbera Hewlêr û Parîsê de hebû lê bi encam nebû.
Emmanuel Mignot: Belê, ez difikirim ku niha li ser rewşa ewlehiyê hinek nediyarî heye. Yanî pirsa ku gelo dê pêleke nû ya bombebaranan di navbera Amerîka û Îranê de çêbibe yan na heye. Mixabin ev jî bandorê li pêvajoyê dike.
Rûdaw: Konsulê berê yê Herêma Kurdistanê gelekî çalak bû; ez difikirim ku wî stûna te gelekî bilind kir.
Emmanuel Mignot: Gelekî baş e.
Rûdaw: Ew tevlî projeyan dibû, di her warî de çalak bû û me pê re hevpeyvîn jî kiribûn. Çi projeyên te hene ku tu dixwazî li Hewlêrê û bi giştî li Herêma Kurdistanê bidomînî yan ji nû ve dest pê bikî?
Emmanuel Mignot: Dîplomatên Fransî bi gelemperî çalak in, ev prensîba me ya bingehîn e. Ez nehatime vir ku li ber hewza Otela Rotanayê xwe bidim ber tavê û bêhna xwe vedim, ez hatime vir ku kar bikim û encamên berbiçav û pratîk bidim. Ji ber vê yekê ez bi rastî dixwazim pêwendiyên dualî bêtir bi pêş bixim. Her wiha ez dixwazim diyar bikim ku ez ji ber pêşwaziya germ a ku min li vir hem ji aliyê hemû rayedarên Kurd ve hem jî ji aliyê xelkê ve dît, gelekî kêfxweş im.
Rûdaw: Beriya ku ez derbasî mijarên siyasî bibim, ez dixwazim çend pirsên din jî bikim. Pêwendiyeke taybet a xelkê Herêma Kurdistanê bi Fransa, Amerîka û gelek welatên din ên Ewropayê re ku di dîrokê de hevalbendên me bûne, heye. Di nav ciwan û xwendekarên Kurd de jî eleqeyeke mezin ji bo van welatan heye, mînak, yek ji armancên wan ew e ku li Fransayê perwerdehiyê bibînin, ji ber ku li wir zanîngehên we yên gelekî baş hene. Gelo hûn niha tu burs û piştgiriyê didin xwendekarên ku dixwazin li wir lîsans an jî masterê bixwînin?
Emmanuel Mignot: Belê, teqez. Ev aliyekî gelekî girîng ê pêwendiyên dualî ye. Niha li Fransayê nêzîkî 50 xwendekarên me yên Kurd hene; ev hejmar têr nake û em dixebitin ku em vê hejmarê zêde bikin. Hevkariyeke gelekî baldar a di navbera Zanîngeha Kurdistanê-Hewlêr (UKH) û Enstîtuya Sciences Poyê de heye ku derfetê dide xwendekarên Kurdistanî ku li Fransayê bixwînin; lê em dikarin bêtir jî bikin.
Rûdaw: Ev 50 xwendekarên ku tu behsa wan dikî, bi bursa hikûmeta Fransayê dixwînin yan bi awayekî din?
Emmanuel Mignot: Belê, hinek ji wan bi bursa hikûmetê dixwînin.
Rûdaw: Ma plana we heye ku hûn vê hejmarê zêde bikin?
Emmanuel Mignot: Belê, li Konsulxaneyê û li Enstîtuya Fransî karmendekî me yê taybet heye ku ji bo vê yekê hatiye peywirdarkirin û navê saziya ku ji vî karî berpirsyar e Campus France ye.
Rûdaw: Wekî ku li Bexda û Mûsilê hene, projeyên we yên ji bo parastina deverên dîrokî û çandî û mîrata arkeolojîk jî hene. Projeyên we yên di vî warî de ji bo Herêma Kurdistanê çi ne? Ji ber ku gelek deverên me yên dîrokî yên giring hene ku pêdiviya wan bi parastin û eleqeyê heye.
Emmanuel Mignot: Em di warê arkeolojiyê de li vir gelekî çalak in. Niha li Kurdistanê 5 tîmên me yên arkeolojîk ên Fransî hene. Em bi salan e di vî warî de hevkarîyê dikin da ku em vê mîrata dîrokî ya bêhempa ya ku li Kurdistanê heye derxînin holê û bidin naskirin.
Rûdaw: Ev tîm niha li kû derê dixebitin?
Emmanuel Mignot: Li deverên cuda ne. Hinek ji wan li vir in, li Hewlêrê, ew li Keleha Hewlêrê xebitîn da ku bizanin gelo ew dikarin li ser dîroka kevnare ya vî cihê ku em niha lê ne, çi bibînin. Hinek ji wan li navendên bajaran in, hinek ji wan jî li derdora Silêmaniyê û parêzgeha Dihokê xebatên xwe didomînin.
Rûdaw: Em niha li Kelehaa Hewlêrê ne ku yek ji kevintirîn cihên mirovahiyê ye. Em dizanin ku nûnerên berê yên Fransayê jî giringiyeke mezin didan vê derê, projeyên we ji bo vî cihî çi ne?
Emmanuel Mignot: Belê, wekî ku te jî anî ziman, ev der bi dîroka xwe ya 6000 salî di dîroka cîhanê de cihekî bêhempa ye. Ji ber vê yekê, xebata bi saziyên wekî UNESCO û Komîsyona Vejandina Kela Hewlêrê re ji bo naskirina dîroka kelayê, ji bo me gelekî giring e. Her wiha, Enstîtuya me ya Fransî jî tam li vir e, di avahiyeke dîrokî de kar dike.
Rûdaw: Mijareke nîqaşê heye ku çend hefte berê di medyaya civakî de derket pêş. Ew li ser dîzayneke marka Fransî ya navdar Louis Vuitton bû. Li vir em hemû vê markayê dinasin û lixwekirina Louis Vuitton an bikaranîna bîhnxweşên (parfum) wê wekî prestîjekê tê dîtin; bi rastî jî em jê hez dikin. Lêbelê dîzaynek derket holê ku di medyaya civakî de nîqaşên mezin derxistin, heta TikTokê jî peyva 'Kurdistan'ê ji ber ku wê wekî gotineke nefretê didît çend saetan asteng kir lê piştre ew sererast kir. Ew dîzayn cil û bergê Kurdan a kevneşopî bû ku em jê re "kepenek" yan "ferencî" dibêjin û ew bi taybetî ji aliyê zilaman ve li Hewraman û gundên din ên çiyayî dihat lixwekirin. Îdia ew bû ku Louis Vuitton ji vê motîfa çandî û dîrokî ya resen îlham girtiye lê çavkaniya îlhama xwe diyar nekiriye. Piştre Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê jî daxuyanî xwest û ev mijar kire rojev. Gelo te di derbarê vê de çi kir û nêrîna te li ser vê mijarê çi ye?
Emmanuel Mignot: Belê, min ev nîqaş bihîstin û ez difikirim ku mijarek e ku divê em li ser rawestin. Dema dîzaynerên modayê tiştekî berhem tînin gelek çavkanî di serê wan de hene carinan ji ber ku hûrgiliyek demeke dirêj berê dîtine bêyî ku hay jê hebin dikarin jê îlhamê bigirin. Dîsa jî ez difikirim ku nîşandana dîrok û kevneşopiyên Kurdan tiştekî gelekî siruştî û pêwîst bû. Ez dizanim ku dîzaynerên we yên gelekî jêhatî hene û ez ê bi dilxweşî bi Xanim Lara Dizeyî re bicivim ku em li ser vê mijara îlhamê biaxivin.
Rûdaw: Ma ev tê wê wateyê ku tu amade yî bi Xanim Lara Dizeyî re li ser hevkariyekê bicivî?
Emmanuel Mignot: Bê guman, ev dê ramaneke hêja be.
Rûdaw: Bi dîtina min jî ev dê bibe derfeteke baş ji ber ku gelek dîzaynerên xwecihî jî ji dewlemendiya dîroka kincan a Fransayê îlhamê digirin. Bi heman awayî, marqeyên Fransayî û ewropayî yên din jî ji çanda me û çandên Rojhilata Navîn gelekî sûdê werdigirin. Ji ber vê yekê, eger hevkarî şefaf be, encam dikarin gelekî bikêrhatîtir bin.
Emmanuel Mignot: Belê, bê guman. Dîzayner ji hevûdu îlhamê digirin. Ji bo ku dîzayn û motîfên xweser ên çanda Kurdan li cîhanê werin naskirin, îlhama ji kevneşopiyên Kurdan ji bo modaya gerdûnî tiştekî gelekî erênî ye.
Rûdaw: Gelek baş e, Birêz Emmanuel. Werin em herin hindur da ku li ser babetên kûrtir guftûgo bikin.
Emmanuel Mignot: Bi dilxweşî, spas.
Rûdaw: Hûn bi xêr hatin, ev cihê em lê rûniştine pir xweş e lê hewce dike ku em pirsên cidîtir bipirsin. Di dema wezîfeya xwe de we çi planên hene ji bo zêdetir xurtkirina peywendiyên Fransa-Herêma Kurdistanê ku ji paşerojê ve gelekî baş in?
Emmanuel Mignot: Beriya her tiştî, pêwîst e bêjim ku ez ji pêşwaziya germ a ku min li vir dît, him ji aliyê desthilatdarên Kurd û him jî ji aliyê xelkê ve, gelekî kêfxweş im. Ev avahiya dîrokî ya bedew a di nav kelehê de ku Enstîtuya Fransayî ya Rojhilata Nêzîk lê ye û li ser lêkolînên arkeolojîk kar dike ev bi xwe nîşana girêdanên kûr e di navbera Kurdistan û Fransayê de ku vedigere salên 1960î. Em bi dehan sal in heval in, heta ji hevalan zêdetir em hevrêyên çekê bûn û hên jî berdewam dike. Me bi hev re li dijî DAIŞê şer kir, û vê yekê jîngeheke pêbaweriyê ya gelekî bilind di navbera me de ava kir. Wek Konsulê Giştî yê Nû yê Fransayê li Hewlêrê, armanca min a sereke dê ew be ku vê pêwendiya baweriyê zêdetir bi pêş bixim.
Rûdaw: Gelo di îsal de yan di heyama karê te de tu siyaseteke nû û taybet heye ku dê bê cîbicîkirin? Yan tu dê kîjan xebatên berê bixî pêş?
Emmanuel Mignot: Çend qad hene ku em dikarin bêtir geş bikin. Aborî bêguman yek ji van qadan e. Dema min zîndîbûna aborî li Hewlêr û bajarên din ên Kurdistanê dît, ez gelekî bi bandor bûm. Ji ber vê çendê, ez wisa difikirim ku di sektora aborî de potansiyeleke mezin heye ku hîn jî nehatiye bikaranîn. Du sal berê me li Parîsê forumeke karsaziyê ya gelekî serkeftî li dar xist niha ez bawer dikim ku pêwîst e em forûmeke bi vî rengî li vir jî saz bikin û veberhêner û karsazên Fransî bînin vê derê.
Rûdaw: Piştî vekişîna Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê ji Îraq û Herêma Kurdistanê, tê gotin ku welatên Ewropayê û Amerîka dê êdî wekî berê li herêmê çalak nebin an jî zêde girîngiyê bi Kurdistanê nedin. Projeyên Fransayê piştî vekişîna Koalîsyonê dê çi bin, bi taybetî di warê piştevaniya Pêşmerge de?
Emmanuel Mignot: Fransa Kurdistanê wekî navendeke îstîqrar û ewlehiyê dibîne û em bawer dikin ku ev yek ji bo tevahiya navçeyê girîngiyeke jiyanî heye. Di nîveka îlona borî de Serokwezîrê Iraqê li Parîsê bû; bi Serok Macron re paşeroja pêwendiyên Îraq-Fransayê guftûgo kirin. Fikra sereke ya niha ew e ku em ber bi peymaneke nû ya hevahengiya parastinê ve biçin ku dê alîkariya me hemûyan bike ku rûbirûyî pirsgirêkên nû yên ewlehiyê yên piştî 30ê Îlonê (li Kurdistanê jî di nav de) bibin.
Rûdaw: Gelo hûn dikarin eşkere bikin ku ev peymana parastinê û bi taybetî ya parastina asmanî ya ku hûnê bi hikûmeta Îraqê re çêbikin çi li xwe digire? Ji ber ku piştî vekişîna Koalîsyonê, ev mijar di nav Îraq û Herêma Kurdistanê de guftûgoyeke germ e. Îraq û Herêma Kurdistanê, dê çawa xwe ji gefên asmanî biparêzin?
Emmanuel Mignot: Belê, em baş dizanin ku Kurdistan di warê parastina asmanî de zehmetiyan dikşîne; di heman demê de ev kêşeya tevahiya Îraqê ye jî. Em bi Îraqê re di hevahengiyeke temam de ne. Wekî ku di Foruma MERIyê de jî hate ragihandin, Fransayê radarên gelekî bipêşkeftî û bandordar radestî Îraqê kirin, û ev radar dê rasterast di parastina Kurdistanê de jî cih bigirin. Di dema borî de pêwendiyên Hêzên Asmanî yên Îraqê bi Fransayê re gelekî baş bûn armanca vir ew e ku di berjewendiya ewlehiya Iraqê de ev cor hevkariyê zindî bibe. Em gelekî pabendî vê ne, û xurtkirina serweriya Iraqê yek ji armancên şênber ên Serok Macron e.
Rûdaw: Hêzên Kurdistan û Pêşmerge dê çawa sûdê ji vê peymanê bibînin?
Emmanuel Mignot: Têkiliyeke me ya dirêj û îstiqrar bi Pêşmerge re heye. Wek min got em hevalên çekdar in. Ji sala 2014an û vir ve em mil bi mil li dijî DAIŞê şer dikin û vê yekê girêdaneke pir xurt çêkir. Ji ber vê yekê, ji bo em karibin li hemberç metirsiyên heyî têbikoşin divê em modelek nû ya koordînasyonê pêş bixin.
Rûdaw: Helwesta Fransa li hember liv û tevgerên DAIŞ’ê û şaneyên razayî yên li ser erdê, bi taybetî li parêzgeha Kerkûkê ku herî zêde bûyer lê qewimîn çi ye, bi taybetî di van rojên dawî, hefte û mehên dawî de? Bi giştî li Sûriye û Iraqê, bi taybetî li Iraq, Herêma Kurdistanê û Kerkûkê gefa DAIŞê çawa dinirxînin?
Emmanuel Mignot: Em pêşketin û rewş çawa pêş dikeve pir ji nêz ve dişopînin. Lê divê ez destnîşan bikim ku baweriya me bi wê yekê heye ku Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Pêşmerge dikarin vê dijwariyê derbas bikin. Wan jêhatîbûna xwe bêtir îspat kirin. Der barê van tehdîdan de jî em bi herêmên Kuran ên li Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ne.
Rûdaw: Wekî ku te anî ziman Fransa her tim ji Herêma Kurdistanê, gelê Kurd û bi giştî jî rêberên Kurd re bûye mitefîqekî gelekî xurt. Di dema şerê navxweyî yê Kurdistanê de jî Fransa navbeynkarî kiribû ku herdû partî bên cem hev û rûpelek nû vekin. Her çend du sal di ser hilbijartinan re derbas bûne jî heta niha hikûmet nehatiye avakirin û Parlamentoya Kurdistanê nehatiye aktîfkirin. Ji bo ji nû ve navbeynkariya her du aliyan û teşwîqkirina avakirina hikûmetê planek we heye?
Emmanuel Mignot: Bêguman em her du aliyan jî teşwîq dikin ku hikûmetek hevpariyê ya rasteqîn ava bikin. Di berjewendiya Kurdistanê de ye ku ji bo tekoşîna li dijî pirsgirêkên hundir û derve xwedî sîstemeke siyasî ya bihêz be. Ev teqez peyama sereke ye ku em didin rayedarên kurd.
Rûdaw: Di vê mijarê de daxwazek û civîneke taybet pêk hat an jî peyama Fransayê ya taybet a di vê mijarê de çi ye?
Emmanuel Mignot: Em di wê baweriyê de ne ku ji bo bidawîhatina diyaloga ku di navbera aliyên pêwendîdar de dewam dike bi avakirina hikûmeteke bihêz a ku karibe pirsgirêkên welat derbas bike, di berjewendiya Kurdistanê de ye û em heta dawiyê piştgiriya vê pêvajoyê dikin.
Rûdaw: Ne tenê li Rojhilata Navîn an Herêma Kurdistanê û Îraqê, li hemû cîhanê pirsgirêka koçê di rojevê de ye. Fransa jî yek ji welatên Ewrûpayê ye ku ji herêmê me, Îraq û derdora wê gelek koçberan qebûl dike. Li dadgehên Parîsê û li Herêma Kurdistanê doz hene ku qaçaxçiyên mirovan tê de hatin darizandin û cezakirin. Bi qasî ku ez dizanim dozên ku didomin jî hene. Hevahengiya di navbera Fransa û sîstemên ewlehiyê û dadwerî yên Herêma Kurdistanê de çawa dixebite? Ji bo ku qaçaxçiyên mirovan bi rêyên derqanûnî jiyana mirovan nexin metirsiyê hun çawa xebateke hevpar dimeşînin?
Emmanuel Mignot: Bê guman koçberiya neqanûnî ne tenê li Fransayê, li welatên din ên Ewrûpayê yên mîna Almanya, Brîtanya û Îtalyayê jî mijareke pir krîtîk e ku dibe sedema nîqaş û bertekan. Loma jî divê em bi biryardarî li hemberî vê mijarê têbikoşin. Di mijara koçberiya neqanûnî de gelek trajedî hene. Karesata dilşewat a ku sala 2021an di encama binavbûna qeyikeke koçberan li Manşê ya di navbera Fransa û Brîtanyayê de pêk hat, li vir xemgîniyek mezin çêbû û deng veda.
Rûdaw: 2021?
Emmanuel Mignot: Belê, bêguman. Ji ber vê yekê divê em hemû tiştên ku ji destê me tê bikin ji bo pêşîlêgirtina van felaketan. Ji ber vê yekê ye ku me bi karbidestên kurd re hevkariyek pir xurt di warê polîs û dadrêsî de pêş xist û ez dikarim bibêjim ku vê yekê berhema berbiçav daye.
Rûdaw: Ango di navbera her du aliyan de xeteke pêwendiyê ya rasterast heye.
Emmanuel Mignot: Belê, têkiliya rasterast heye. Ji meha îlonê û vir ve, di nav Konsulxaneya Giştî ya Hewlêrê de me kadroyek/karekî nû ku rasterast li ser têkoşîna li dijî sûcên rêxistinkirî û koçberiya derqanûnî tê sekinandin ava kir. Ev qadek e ku em dikarin kordînasyona xwe hîn zêdetir pêş bixin.
Rûdaw: Wek endamekî Yekîtiya Ewrûpayê û hevalbendê vê herêmê, gelo armanca dawî ya welatên Ewropayî ew e ku koçberan kêmtir qebûl bikin an jî ew e ku wan ewle bihêlin û pêşî li van xetereyan bigirin ku bi serê wan de werin? Armanca sereke ya Yekîtiya Ewropayê çi ye û hûn bi hêzên ewlehiyê yên herêmî re ku me behs kirî çawa koordînasyonek pêşkêş dikin da ku ewlehiya koçberan misoger bikin? Ji ber ku hê jî kesên me yên wenda hene; mirovên ketine rê, tu derneketine, nûçeyek jê nîne û malbatên wan bi bêhêvî li benda bersivê ne. Wekî welatek Ewropayî ya ku mirov hewl didin koç bikin an wekî rêgezek transît bi kar bînin, hûn vê yekê çawa vedibêjin?
Emmanuel Mignot: Li vir sê xalên sereke hene. Pêşî, pêwîst e em koçberiya qanûnî û derqanûnî ji hev cuda bikin. Koça yasayî ti pirsgirêk nîne. Salane 20 hezar serlêdanên vîzeyê ji Konsulxaneya me re tên kirin.
Rûdaw: Her sal?
Emmanuel Mignot: Her sal.
Rûdaw: 20 hezar.
Emmanuel Mignot: Ev serlêdaneke pir mezin e û ez dikarim bêjim zêdetirî nîvê wan vîze digirin. Ev yek nîşan dide ku koça qanûnî kar dike. Mirov her gav naxwazin bi cih bibin ji bo geştyarî, bazirganî, kar an jî serdana xizman diçin, ev tiştek e tu pirsgirêk tine. Pirsgirêk di koçberiya derqanûnî de ye. Xala min a duyemîn jî ev e: Ev rewş li Ewropayê tabloyek pir dijwar diafirîne û neçar in ku em li hemberî vê pêla derqanûnî şer bikin. Di heman demê de li vir dibe sedema felaketên malbatên Kurdan. Ji ber ku mirov winda dibin, hem li Ewrûpayê û hem jî li vir dikevin tora sûcên organîze. Ev pirsgirêkek e ku divê em teqez çareser bikin. Mezinahiya sûcê organîze zêde dibe. Mirovên koçber rehîne tên girtin, ji bo serbestberdana wan fîdye tê xwestin, di şert û mercên nemirovane de tên xebitandin. Ev trajediyeke mirovî ye. Xala min a sêyemîn ew e ku divê em hevkariyê bikin. Her du polîs û dadgeh jixwe di nav hevahengiyê de ne lê em dikarin wê hîn saziyîtir û berfirehtir bikin.
Rûdaw: Pêngaveke din a ku divê bê avêtin bilindkirina hişyariya civakî ye. Rojane tevî bûyerên mirinê di nûçeyan de tên dîtin jî hîna mirov difikirin ku rêyên derqanûnî bi ewle ne û xeyala çûyînê dikin. Ji ber vê yekê, bilindkirina hişyariyê beşek girîng e pêvajoyê ye. Peymanên we bi rayedarên edlî yên li vir, bi taybetî jî Wezareta Edaletê ya Herêma Kurdistanê re di çi astê de ne? Hûrgiliyên wan çi ne û piştî vê peymanê hûnê ji niha û pê ve çawa nêzîkî dozên qaçaxçitiya mirovan bibin?
Emmanuel Mignot: Me pêvajoya koordînasyonê da destpêkirin. Ez nikarim têkevim gelek hûrguliyan lê ez dikarim bibêjim ku ev qada me ya berjewendiya me hevpar e. Ez naxwazim li ser navê karbidestên Kurd biaxivim lê ji bo hem Fransayê hem jî Kurdistanê girîng e ku bi awayekî zelal nîşan bide ku 'sûc wê bêceza nemîne'. Li welatekî tu nikarî sûc bikî û li welatekî din jî ji darizandinê birevî.
Rûdaw: Pir baş e. Werin em derbasî mijarên din bibin. Ya yekem serlêdanên vîzeyê ne, we got serlêdanên vîzeyê salane bi qasî 20 hezaran e di Konsulxaneya we ya Giştî ya Hewlêrê de, ne wisa?
Emmanuel Mignot: Belê.
Rûdaw: Te diyar kir ku bi qasî nîvê wê hatiye pesendkirin?
Emmanuel Mignot: Ji nîvî zêdetir e.
Rûdaw: Mirov her dem li ser rêkarên vîzeyê meraq dikin. Gelo di proseya vîzeyê de tiştek guheriye? Asan bûye yan zehmet bûye? Rewşa niha çawa ye?
Emmanuel Mignot: Bi rastî ez di vî warî de kesekî hişk nînim. Yanî ew kesên ku sedemên wan ên rasteqîn û diyar hene ku vîzeyê wergirin, divê karibin wergirin lê belê şertên wê hene. Rêkar û pêvajo baş eşkere ne ya giring ew e ku daxwazên vîzeyê bi rastî serlêdan bin da tu derfetê bibînî.
Rûdaw: Gelekî baş e. We got hûn giringiyê didin projeyên aborî jî. Hûn çawa dikarin şirketên Fransayê qanih bikin ku Herêma Kurdistanê cihekî baş e ji bo sermayeguzariyê? Çi projeyên we hene ji bo anîna sermayeguzariyên Fransayî ya Kurdistanê?
Emmanuel Mignot: Belê bê guman, ev yek ji erkên min ên bingehîn e û ez bi rastî dixwazim bala karsazên Fransayî bikişînim ser vê deverê. Di mejiyê sermayeguzarên Fransayê de mixabin hîn jî wêneya Îraqê ya kevn heye. Ji ber wê yekê divê werin û bi çavên xwe bibînin. Gavê yekem ev e da ku ew tirs û dilgiraniya wan were têkbirin. Her ku tu gihiştî Hewlêrê wêneyekî te yê gelekî xweş heye û ev bi tena serê xwe gaveke mezin e. Di aliyê pratîkî de jî me hevkariyên serkeftî hene wekî nimûne, şirketa Danone ku hilberînê dike, mastê Danone li Kurdistanê tê berhemanîn û hûn dikarin li vir bibînin. Pargîdaniyên din jî hene; fîrmayek Fransî heye ku li Kurdistanê lêkolînên li ser avê û kalîteya avê dike, ev hevkariyeke stratejîk e. Di heman demê de, beşek ji elektirîka ku li Kurdistanê tê bikaranîn bi turbînên Fransî yên li Rojhilatê Fransayê ku ez bi xwe jê me, tê hilberandin.
Rûdaw: Bi giştî şirketên Fransayê amade ne ku li Herêma Kurdistanê sermayeguzariyê bikin? Ew bawer dikin ku ev der cihekî baş e ji bo kar û hilberînê?
Emmanuel Mignot: Ez bawer dikim ewên ku vir nas dikin wisa difikirin lê gelek şirket hene ku hîn haya wan ji rewşê nîne.
Rûdaw: Yên xwedî ezmûn dizanin ji ber ku hinek şirketên Fransayê hene ku salan e li vir dixebitin.
Emmanuel Mignot: Belê, lewma pêwîst e em bêtir şirketan bînin vir û yek ji armancên min jî ev e. Hefteya bê şandek ji sîstema tenduristî û beşa dermanan tê vir, her wiha planek heye ku li vir forumek mezin a karsaziyê were organîzekirin.
Rûdaw: Dê kengî were lidarxistin?
Emmanuel Mignot: Hîn demeke diyar nîne, hêvîdar im sala bê pêk were. Lê ji bo ku serkeftî be, divê em gelekî bi dîqet amadekariyê bikin.
Rûdaw: Yanî hûn dê ji bo hevkariyê şirketên Fransayê û karsazên xwecihî bînin cem hev.
Emmanuel Mignot: Bê guman, belê.
Rûdaw: Ev gelekî xweş e. Hûn difikirin ku pêwîst e çi guhertin li Herêma Kurdistanê bêne kirin da ku hûn bikaribin bêtir sermayeguzariyên biyanî, bi taybetî jî sermayeguzariyên Fransayî bikişînin?
Emmanuel Mignot: Ez difikirim ku divê li derve zêdetir danasîna aboriya Kurdistanê bê kirin. Du sal berê li Fransayê forumek hat kirin, pêwîst e ev cure çalakî werin zindîkirin daku atmosferek karsaziyê çawa ye û çi derfet hene bi awayekî zelal werin dîtin. Ji ber ku li vir ez derfetên giring ên veberhênanê dibînim.
Rûdaw: Gelek koçberên Rojava li Fransayê hene, gelek Kurdên Rojava jî ji bo yekgirtina malbatê dihatin Konsulxaneya Fransayê. Hûn hîn jî xizmetê didin welatiyên Kurd ên bi pasaporta Sûriyeyê ku dixwazin di ser konsulxaneya we ya li Hewlêrê re vîzeya yekgirtina malbatê bistînin?
Emmanuel Mignot: Belê, me berê van pêvajoyan dikir. Niha hikûmetek li Şamê heye. Serok Ehmed Şer ji aliyê Serok Macron ve hat qebûlkirin û em bi Serok Şer re dixebitin. Bê guman, têkiliyên me bi gelê bakurê rojhilatê Sûriyeyê re hene lê niha rêkarên konsulxaneyê ji bo Kurdên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê di ser Konsulxaneya Fransayê ya li Beyrûtê re tên meşandin. Di paşerojê de ev pêvajo dê vegerin Şamê û ji wir de alîkariya welatiyên Kurd dikare gelek hêsantir bibe.
Rûdaw: Fransa mitefîqekî gelekî bihêz ê ne tenê Herêma Kurdistanê bû, di heman demê de yê Rojavayê Kurdistanê jî bû. Piştî guhertinên di hikûmeta Sûriyeyê û siyaseta desthilatê de, hûn hîn jî piştgiriya mafên wan ên siyasî, dîrokî, perwerde û parastinê dikin?
Emmanuel Mignot: Bê guman, em dixwazin ku piştgiriya xwe nîşan bidin. Me hewl da di dema avakirina hikûmeta nû ya Sûriyeyê de rolek erênî bilîzin. Bi dîtina me Serok Şer gelekî bi cidî nêzîkî vê pirsgirêkê dibe. Guftûgoyek li ser mijarên çandî heye her wiha, General Mazlûm niha li Şamê xwedî statuyeke fermî ye û dikare rasterast bi Serok Şer re li ser van mafan gotûbêj bike, ev encameke pir baş e. Niha bakurê rojhilatê Sûriyeyê ewle û aram e, ev ji bo berjewendiya hemû welatên deverê ye û pêşketineke pir hêvîdar e.
Rûdaw: Birêz Emmanuel Mignot, em gelekî spasiya te dikin ku te îro ev derfet da û ev hevpeyvîn kir.
Emmanuel Mignot: Ez gelekî spasiya we dikim. Spas ku tu hatî vir û her wiha te pîroz dikim ku te zanîngeh qedand.
Rûdaw: Gelekî spas.



