Balyozê Romanyayê yê Îraqê piştgiriya siyaseta hikûmeta Îraqê ya kontrolkirina çekan dike û tekez dike ku divê çek tenê di bin kontrola dewletê de bin.
Balyozê Romanyayê yê Îraqê Radu Octavian Dobre di hevpeyvîneke taybet a bi Tora Medyayî ya Rûdawê re de ragihand:
"Bi nêrîna min siyaseta Serokwezîr (Elî Zeydî) rast e. Divê dewlet çekan kontrol bike.
Divê çek di bin kontrola dewletê de bin. Ev ji bo welatekî û hikûmetekê mercê pêşîn e da ku axa xwe kontrol bike û ewlehiyê ne tenê ji bo welêt, ji bo welatiyan jî dabîn bike.
Her wiha ev ji bo bipêşketina aborî ya di paşerojê de jî şertekî bingehîn e."
Radu Octavian Dobre li ser aramiya Herêma Kurdistanê ya piştî bidawîbûna erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li Îraqê bal kişand ser rola welatên Ewropayê û NATOyê û got:
"Ez piştrast im ku divê hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û NATOyê werin û bi giştî beşdarî aramiya Îraqê û bi taybetî jî ya Herêma Kurdistanê bibin lê ev yek bi destpêşxeriya her du hikûmetan, hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye."
Radu Octavian Dobre li ser berdewamiya piştgiriya Romanyayê ya ji bo Hêza Pêşmergeyan anî zimên ku niha tenê gotûbêj bi Pêşmergeyan re berdewam dikin û got:
"Ji bo niha em di pêwendiyê de ne lê ev tenê gotûbêj e.
Ez dîsa dibêjim, divê em bizanin ka çi pêwîst e û em çawa dikarin piştgiriya wan bikin."
Balyozê Romanyayê amaje bi amadekirina çend peymanan a ji bo hevkariya ewlehî û parastinê ya li gel Îraqê kir û da zanîn ku ew li benda biryara hikûmetê ne da ku wan îmze bikin.
Hevpeyvîna Balyozê Romanyayê yê Îraqê Radu Octavian Dobre ya bi Nime Nebezê re:
Rûdaw: Birêz Radu Octavian Dobre, Balyozê Romanyayê yê Îraqê, gelekî spas ku tu li vir li gel me yî. Tu bi xêr hatî Rûdawê.
Radu Octavian Dobre: Cihê kêfxweşiya min e, spas ji bo mêhvandariya we.
Rûdaw: Spas. Beriya her tiştî, ez dixwazim bipirsim tu rewşa niha ya pêwendiyên di navbera welatê xwe û Îraqê de, bi taybetî Herêma Kurdistanê çawa dinirxînî?
Radu Octavian Dobre: Pêwendiyên me baş in, pêwendiyên me yên dualî jî baş bûn, ferq nake ka desthilat çi bûye. Wekî hûn dizanin, di 50-60 salên borî de di hemû qonaxên dîroka Îraqê de hebûna Romanyayê hebûye. Em ji aliyê hevkariya aborî ve, heta ji aliyê hevkariya siyasî û pêwendiyên mirovî ve jî ji pêwendiyeke taybet a li gel Îraqê sûdê werdigirin.
Rûdaw: Romanya beşeke mezin a hêzên hevpeymanan bû ku li dijî DAIŞê li Îraq û Herêma Kurdistanê bûn. Piştî ku hêzên Amerîkayê û hêzên hevpeymanan ji Îraqê vekişiyan, ew rola ku hûn ji aliyê pêbendbûna ewlehiyê ve ya li hemberî Îraq û Herêma Kurdistanê tekeziyê li ser dikin çi ye?
Radu Octavian Dobre: Çend beş hene ku em dikarin li ser wan gotûbêjyê bikin ji ber ku di rastiyê de erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji bo şerê li dijî DAIŞê gelekî zelal bû. Romanya hem bi awayekî yekalî hem jî di çarçoveya erkên cuda de, wekî erka NATOyê ya li Îraqê an jî erka Yekîtiya Ewropayê ya li Îraqê, beşek ji dan û standinên taybet ên çaksaziya di sektora ewlehiyê de bû. Bê guman ev demeke girîng e ku hevpeymanan dawî li erka xwe ya li Îraqê anî û hikûmet jî hewl dide di warê parastin û ewlehiyê de hevkariyeke dualî hebe. Romanyayê bi taybetî bi hevkariya pisporên di wezaretên cuda de gelek peyman û lêktêgihîştin amade kirine da ku bibin bingeheke yasayî ji bo vê hevkariyê, ne tenê di warê parastinê de, di warê karên navxwe de jî. Em jî li benda hikûmetan in ku stratejiyekê deynin û li ser îmzekirina van peymanan biryarê bidin.
Rûdaw: Wekî ku hûn dizanin û agahdar in, bi taybetî di dema şerê dawî yê herêmê de Herêma Kurdistanê rû bi rûyî êrişên bi dronan û mûşekan bû. Hûn endamê NATO û Yekîtiya Ewropayê ne. Li gorî we, gelo ji niha û pê ve divê welatên Ewropayê xwedî stratejiyeke cuda bin ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê da ku sînor û ewlehiya xwe biparêze?
Radu Octavian Dobre: Ez piştrast im ku divê hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û NATOyê werin û bi giştî beşdarî ewlehiya Îraqê û bi taybetî ya Herêma Kurdistanê bibin lê ev yek bi destpêşxeriya her du hikûmetan, hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye. Em li vir in ji bo hevkariyê. Em ne li vir in da ku ji kesî re bibêjin ka çi bike yan karekî li dijî daxwaza hikûmetê bikin. Beriya her tiştî siyaseta hikûmeta we ye, piştre jî em hewl didin pêdiviyan dabîn bikin.
Rûdaw: Baş e, bê guman lê hûn demeke dirêj e li Herêma Kurdistanê û Îraqê ne...
Radu Octavian Dobre: Demeke dirêj e.
Rûdaw: Demeke dirêj e, belê. Nêrîn an têgihîştineke we ya şêwirmendiyê ya li ser rewşê heye. Wekî welatekî Ewropayî, wekî endamekî Yekîtiya Ewropayê û NATOyê, li gorî we ji bo ku ji gefên derve bê parastin niha pêdiviya vê herêmê bi çi heye?
Radu Octavian Dobre: Bi nêrîna min şertê yekem ew e ku pevçûna di navbera Îran, Kendav û welatên din de bi dawî bibe ji ber ku di rastiyê de ev ji bo bipêşketina aborî dibe asteng û Îraq jî di rewşeke pir taybet de ye ku nikare beşekî zêde yê hilberîna petrola xwe hinarde bike. Loma ev hêmana yekem e. Hêmana duyem jî ji hevkariyê, hevkariya dualî, bazirganî û veberhênanê pêk tê. Em li vir in da ku bixebitin. Mebesta min ew e ku em tenê li benda dema guncav in.
Rûdaw: Baş e, em dê li ser kar û aboriyê biaxivin. Bê guman ev gelekî girîng e. Lê beriya vê, we di demên dawî de di civînên xwe de bi rayedarên Îraqî re axivî. Mijara kontrolkirina komên çekdar û bêçekkirina wan koman bê guman di civînên we de hatiye nîqaşkirin. Li gorî we gelo Hikûmeta Îraqê dikare heta wê dema diyarkirî vê mijarê kontrol bike? Ji ber ku ew dem ji meha borî ve bo sala bê hat taloqkirin. Nêrîna we li ser vê yekê çi ye?
Radu Octavian Dobre: Beriya her tiştî, ez bi rastî bawer dikim ku piştî salên dûvdirêj ên hevkariya navneteweyî, hêzên ewlehî û parastinê yên Îraqê dikarin bi her pirsgirêkeke pêwendîdarî ewlehiya welêt re mijûl bibin. Niha em di van dan û standinên di navbera hikûmet û komên çekdar ên cuda de ne pir kûr in. Em dizanin ku nêrîneke erênî ya hinek ji wan li ser vê pirsê heye. Me dît ku ne tenê komên çekdar, welatî jî lez dikin da ku xwe wekî xwediyê çekan li welêt tomar bikin. Bê guman ev pêvajoyeke siyasî ye, pêvajoyeke civakî ye, pêvajoyeke ewlehiyê ye. Ev pêvajoyek e ku...
Rûdaw: Piralî ye.
Radu Octavian Dobre: Belê, piralî ye, loma gelek faktor hene ku bandorê lê dikin lê bi nêrîna min di dawiyê de ev bi vîna welatiyên Îraqê ve girêdayî ye ku biryarê bidin ka çi dixwazin.
Rûdaw: Gelo hûn Hikûmeta Îraqê teşwîq dikin ku van koman bêçek bike?
Radu Octavian Dobre: Bi nêrîna min siyaseta Serokwezîr rast e. Divê dewlet çekan kontrol bike, divê çek di bin kontrola dewletê de bin. Ev mercê pêşîn e ji bo welatekî û hikûmetekê da ku axa xwe kontrol bike û ewlehiyê ne tenê ji bo welêt lê ji bo welatiyan jî dabîn bike. Her wiha ev mercê pêşîn e ji bo bipêşketina aborî ya di paşerojê de.
Rûdaw: Belê, beriya ku em derbasî mijara aboriyê bibin, we piştgirî dida Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê jî. Piştî vekişîna hevpeymanan ji Îraqê, hîn çi cure pêbendiyeke we li hemberî Pêşmerge heye?
Radu Octavian Dobre: Ji bo niha, bi rastî em bi wan re di pêwendiyê de ne lê ev tenê gotûbêj e. Ez dîsa dibêjim, divê em bizanin ka çi pêwîst e û em çawa dikarin piştgiriya wan bikin.
Rûdaw: Bazirgan û şirketên welatê we eleqeya xwe ji bo gelek sektorên Kurdistanê diyar kirine. Wekî mînak çandinî, enerjî, bankavaniyê û her wiha veberhênanên din. Gelo heta niha li ser projeyeke diyarkirî peymaneke şênber heye?
Radu Octavian Dobre: Çend projeyên biçûk di warê xanûber û sektora enerjiyê de hene lê şirketên Romanyayê gelekî bi kelecan in ku werin vir ji ber ku di hevkariyê de kevneşopiyek heye. Hûn dê ecêbmayî bimînin ku ka çend kes ji Îraqê, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê serdana Romanyayê kiriye. Hinekan ji wan li Romanyayê xwendiye, ji ber vê jî bi Romanî diaxivin. Baregehên wan ên bazirganiyê jî li Romanyayê hene. Di rastiyê de, veberhênaneke me ji Herêma Kurdistanê li Romanyayê heye ku di santraleke enerjiyê de xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ew jîngeha bazirganiyê ya ku ne tenê ewlehî, hin reformên aborî jî dihewîne divê bi pêş ve biçe û ev şirket jî dê werin. Ew dê bi awayekî berfirehtir werin.
Rûdaw: Nexwe dilgiraniya we ewlehî ye?
Radu Octavian Dobre: Na, çend tişt hene. Tiştê ku em jê re dibêjin jîngeha bazirganiyê, hemû tiştî li xwe digire. Ji ewlehiyê dest pê dike, em bêjin heta reformên bankî diçe. Tecrubeyeke me li Romanyayê heye ji ber ku em di salên 90î de di heman qonaxa derbasbûnê re derbas bûn; derbasbûna ji aboriyeke ku bi temamî di bin kontrola dewletê de bû ber bi aboriya bazarê ve.
Rûdaw: Lê li Herêma Kurdistanê hinek şert û merc ji deverên din ên Îraqê cuda ne.
Radu Octavian Dobre: Belê, ev rast e.
Rûdaw: Hûn çawa bazirgan û şirketên Romanyayê teşwîq dikin da ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin? Hûn bi taybetî li kû derê potansiyela van veberhênanan li Kurdistanê dibînin?
Radu Octavian Dobre: Ez dikarim bibêjim. Wekî mînak di sektora avahîsaziyê de şirketa me heye ku dixwaze li Îraqê ofîsekê veke, çima nikaribe li Kurdistanê veke? Em bêjin kargeheke me heye ku alavên çandiniyê hildiberîne û dixwaze li vir kargehekê veke. Nexwe derfet hene, kesên eleqedar hene, tenê pêwîst e em piçekî baştir bizanin rewşa vir çawa ye, pêdivî çi ne û herêm ji bo handana van veberhêneran çi dike da ku li vir amade bin.
Rûdaw: Lê li ser sektora petrol û gazê, bi giştî ji bo Îraqê û ji bo Herêma Kurdistanê hûn çi dibêjin? Bi ya min we daxwaza xwe ji bo vê sektorê jî anîbû zimên.
Radu Octavian Dobre: Tecrubeyeke pir mezin a Romanyayê di sektora petrol û gazê de heye ji ber ku dibe hindik kes bizanin ku em di nav Yekîtiya Ewropayê de duyem an sêyem hilberînerê herî mezin ê petrolê ne. Em petrola xwe di nav Yekîtiya Ewropayê de derdixin. Tecrubeya me ya ji 100 salî zêdetir di pîşesaziya derxistin û hilberîna petrolê de heye. Li Romanyayê herî kêm sê parzûngeh hene ku ez dizanim û ji aliyê dîrokî ve li gorî taybetmendiyên teknîkî yên petrola Îraqê ji bo petrola Îraqê hatine çêkirin. Ji ber wê...
Rûdaw: Gelo di warê aborî de ji bo ti projeyan peymaneke şênber heye?
Radu Octavian Dobre: Di sektora petrolê de şirketên Romanyayê wekî şirketên jêrîn ji bo şirketên mezin dixebitin. Niha gelek berhemên Romanyayê yên ji bo pîşesaziya petrolê li bazarê tên dîtin.
Rûdaw: Wekî endamekî Yekîtiya Ewropayê, gelo hûn dê bibin piştgir an teşwîqkerê hevkariyeke bihêztir a di navbera Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî Herêma Kurdistanê de?
Radu Octavian Dobre: Bê guman. Bê guman ji ber sedemên baş jî lewra Îraq û Herêma Kurdistanê xwedî potansiyeleke gelekî mezin in ligel nifûseke pir ciwan, qadeke ji bo hemûyan heye da ku bazirganiyê bi pêş bixin û hêza kar bixin dewrê. Di warê perwerdeyê de jî veberhênan dikare çêbibe. Yekîtiya Ewropayê jî niha li vir e, Banka Ewropayê ya ji bo Bipêşxistin û Avadankirinê par dest bi xebatên xwe kir. Heta ku ez fêm dikim, Banka Veberhênanê ya Ewropayê jî amade ye ku were. Ji aliyê me ve, ez hêvîdar im ku meha bê serdaneke kesayetekî payebilind ê Banka Veberhênanê ya Romanyayê bo vir hebe da ku dest bi hevkariya bi pergala we ya bankî re bike.
Rûdaw: Li Kurdistanê?
Radu Octavian Dobre: Li Kurdistanê û li Bexdayê jî. Da ku em bikaribin zemînê amade bikin ku karsazî xwe rehet bibînin û li vî welatî bi rehetî bixebitin.
Rûdaw: Belê, we amaje bi wê yekê kir ku di navbera Romanya û Herêma Kurdistanê de tecrubeyeke gelekî mezin a geştê heye. Hûn par Kanûna Paşîn a 2025an bûn endamê tam ê Shcengenê. Gelo vê yekê ti guherîn di pêvajoya serlêdana vîzeyê de çêkir? Plana we çawa ye ku serlêdanê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê hêsantir bikin da ku bikaribin zêdetir serdanê bikin û pevguhertina çandî di navbera welatan de çêbibe?
Radu Octavian Dobre: Bersiva min dê di du astan de be. Asta yekem ew e ku ketina me ya nav Şengenê tiştek neguhert, ji bilî lêmifata li ser pasaportê ji ber ku Romanyayê...
Rûdaw: Nexwe zehmettir nebûye, tenê...
Radu Octavian Dobre: Na, na, wekî xwe ma ji ber ku di rabirdûyê de jî Romanyayê yasayên Yekîtiya Ewropayê di serlêdana vîzeyê de bi cih dianîn.
Rûdaw: Baş e.
Radu Octavian Dobre: Niha jî bersiva min ev e: Wekî kesekî ku di destpêka salên 2000î de serokatiya komîteya navbera wezaretan dikir ji bo rakirina vîzeyê ji ser Romaniyan li Yekîtiya Ewropayê, ez tam dizanim rewş çawa ye. Hêsankirina pêvajoya serlêdanê ne karê balyozxaneyan an welatan e. Ev karê welatê mazûvan e ku jiyana xelkê xwe baştir bike da ku metirsiya koça neyasayî çênekin.
Rûdaw: Em dê li ser koçberiyê biaxivin.
Radu Octavian Dobre: Ev jî girêdayî hevkarî û dan û standinê ye.
Rûdaw: Belê, pirsa min a din li ser koçberiyê ye lê dema mijar dibe geştyarî, min dixwest tenê nêrîna we li ser teşwîqkirina geştyariyê ya di navbera her du welatan de bizanim, ji derveyî pirsa koçberiyê.
Radu Octavian Dobre: Geştyarî li welatê min yan li Îraqê? Çimkî ez difikirim...
Rûdaw: Di navbera Romanya, Îraq û Herêma Kurdistanê de.
Radu Octavian Dobre: Beriya her tiştî, bi giştî Îraq û Herêma Kurdistanê jî, li gorî min xwedî potansiyeleke geştyariyê ya pir mezin in. Li gorî baweriya min, piştî pîşesaziya petrolê dikare zû bibe duyem faktora aborî li Îraqê ji ber ku gelek cihên we yên dîrokî hene. Li Îraqê 30 hezar şûnwarên we hene. Li vir li Kurdistanê, ji aliyê dîrokî ve yek ji bajarên herî kevnar ên naskirî li ba we heye. Çiya û seyrangehên we yên ew qas xweşik hene...
Rûdaw: Di rastiyê de Herêma Kurdistanê hewl dide geştyariyê bi pêş bixe. Vêca hûn çawa...
Radu Octavian Dobre: Çavkaniyeke mezin a dahatê ye.
Rûdaw: Belê, hûn çawa welatiyên xwe teşwîq dikin da ku serdana me bikin?
Radu Octavian Dobre: Niha du şirket li Romanyayê hene ku pakêtên geştyariyê ji bo Îraqê difiroşin. Ez piştrast im dema ku rewşa ewlehiyê baştir bibe, dê bi hejmareke gelekî mezintir werin. Li Herêma Kurdistanê kêmtir lê li deverên din ên Îraqê zêdetir kêmasiya binesaziya geştyariyê heye. Mebesta min otêl in...
Rûdaw: Lê li ser Kurdistanê?
Radu Octavian Dobre: Na, li Kurdistanê gelekî baştir e, pir baştir e lê ji bo deverên din ên Îraqê hîn gelek xebat mane ku werin kirin.
Rûdaw: Rast e. Koçberî...
Radu Octavian Dobre: Belê.
Rûdaw: Welatê we yek ji wan rêyan e ku xelkê vê herêmê; Kurdistan, Îraq û welatên din ên derdora me hewl didin tê re derbasî Ewropayê bibin. Hinek ji wan jî di rastiyê de mebesta wan Romanya bi xwe ye û dixwazin li wir bimînin. Derbarê hêzên we yên ewlehiyê de, wekî mînak welatê we û Wezîrê Karên Hundir, hûn çawa piştrast dibin ku ev penaberên ku tên welatê we îşkence li wan nayê kirin, miameleya xerab bi wan re nayê kirin, heta di dema dersînorkirinê de jî? Çawa piştrast dibin ku ev yek pêk tê? Ji ber ku gelek kes ji Herêma Kurdistanê hîn jî winda ne; ne tenê ji Romanyayê, ji rêyên din ên neyasayî jî rû bi rûyî gelek gefan dibin, tên êşandin, ji aliyê hikûmetan û hêzên ewlehiyê ve miameleya xerab bi wan re tê kirin. Hûn çawa piştrast dibin ku koçber li Romanyayê di ewlehiyê de ne?
Radu Octavian Dobre: Beriya her tiştî yasadanîna Romanyayê wekî welatekî endam bi temamî bi ya Yekîtiya Ewropayê re hevaheng e. Tiştê herî girîng jî ew e ku yasa di hemû waran de tê cîbicîkirin, di nav de koçberî, penaberî û her tişt. Hikûmeta Romanyayê ji bo wan koçberên neyasayî yên ku tên desteserkirin xwedî navendên taybet e ku bi dadperwerî miamele bi wan re tê kirin. Her wiha ev pêvajo carinan di bin çavdêriya rêxistinên sivîl de ne. Ji ber vê yekê, di vî warê reftara xerab a bi koçberan re di van salên dawî de bi awayekî pratîkî ti carî ti pirsgirêkeke me çênebûye. Bila vê jî ji we re bibêjim ku Romanya welatekî pir bi tehemul e, mebesta min hemû biyanî xwe rehet hîs dikin. Diyasporayeke Kurdan li welatê min heye ku heta radeyekê çalak e. Gelek zewacên me yên têkel li wir hene. Kurdên li Romanyayê bi giştî bazirgan in, gelekî tên rêzgirtin, tevlî civakê bûne. Ne tenê ew, bi giştî Îraqî jî di nav siyaset an medyaya Romanyayê de ne babeteke nakok in.
Rûdaw: Baş e, te got ku rewşa diyasporaya Kurd û ya Îraqî li Romanyayê baş e, belkî li gorî welatên din ên Ewropayê. Diyasporaya li wir dibe ku bi rastî beşdarî bike û karên mezin bike. Gelo ti rêyên yasayî hene ji bo kesekî yan malbatekê, yan ciwanên ku bixwazin biçin Romanyayê, li wir bixwînin, bixebitin û bi awayekî yasayî koçî Romanyayê bikin?
Radu Octavian Dobre: Beriya her tiştî, ji bo xwendina li wir dîrokek heye. Ango ez bawer dikim her sal herî kêm 1000 xwendekarên me hene ku ji Îraqê tên, beşeke girîng jî ji Kurdistanê tên û li Romanyayê xwendekar in. Em jî wekî balyozxane hewl didin heta ku ji destê me tê pêvajoya wergirtina li zanîngehan hêsan bikin. Piştre ev bi wan ve girêdayî ye çimkî eger karekî bibînin, ev pêvajoyeke otomatîk e, pêvajoyeke yasayî ye ku pir zelal hatiye diyarkirin. Heman pêvajo ji bo bazirganiyê jî heye. Eger werin û li Romanyayê veberhênanê bikin û bazirganiyeke wan a rasteqîn hebe û ev bazirganî çend salan baş bimeşe, dikarin serlêdana rûniştinê bikin û piştre jî ya hemwelatiyê bikin. Lê ev yasaya Ewropayê ye, ne tiştekî sosret e.
Rûdaw: Hûn çawa piştgiriyê dikin... Gelo ti burs an alîkariyeke taybet ji bo xwendekarên navneteweyî heye, bi taybetî xwendekarên Kurdistanê yên ku dixwazin li pey derfetên xwendinê li Romanyayê bigerin? Tiştekî taybet heye?
Radu Octavian Dobre: Bi nêrîna min handana herî baş ji bo wan ew e ku em li Ewropayê yek ji kêmtirîn xercên xwendinê yên zanîngehan pêşkêş dikin, bi taybetî ji bo wan beşên ku ew dixwazin, ku bi giştî bijîşkî, dermanxane û hinek endezyarî ne. Ji bo vê jî biha ji her zanîngeheke din a li Ewropayê pir nizmtir in. Tiştê duyem jî ew e ku niha em ji bo îmzekirinê amade ne, em hêvîdar in di demeke nêz de li Îraqê wezîrekî nû yê xwendina bilind dest bi kar bike lêktêgihîştineke me ya amade heye ku bursan ji bo welatiyên Îraqê bi giştî dabîn dike.
Rûdaw: Gelo ew Herêma Kurdistanê û xwendekarên Kurdistanê jî li xwe digire?
Radu Octavian Dobre: Belê, bê guman, bê guman. Çend bursên me hene, hinek ji aliyê Wezareta Karên Derve ve tên dayîn, hinek ji aliyê Wezareta me ya Bazirganiyê ve tên dayîn ji bo ku xelk bixwîne. Ji bo vê jî ez şîretê li wan xwendekarên xwedî eleqe dikim ku serdana malpera me bikin çimkî em radigihînin...
Rûdaw: Agahî li ser malpera we hene?
Radu Octavian Dobre: Belê, belê. Dema tomarkirinê û pêvajo jî li wir e.
Rûdaw: Baş e. Pirsa min a dawî: Wekî me behs kir û te got ku demeke dirêj e li Herêma Kurdistanê ne, nûnertiyên we û her wiha balyozxaneya we ya li Bexdayê bi Herêma Kurdistanê re wekî civak û wekî kesayetiyên siyasî di pêwendiyeke pir nêzîk de ne. Wekî Romanya, gelo hûn Herêma Kurdistanê ji bilî pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Bexdayê re wekî hevpeymaneke stratejîk dibînin?
Radu Octavian Dobre: Na, em Îraqê wekî parçeyekî yekgirtî dibînin lê em tê digihêjin ku du rastî hene û em hewl didin bi rengekî wekhev bi her duyan re bixebitin.


