Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê ku ev nêzîkî du sal in di rojevê de ne, roj bi roj zêde dibin. Hikûmeta Tirkiyeyê vê qonaxê wekî "Tirkiyeyeke bê teror" pênase dike lê li gorî DEM Partuyê, pêvajo niha di xaleke asê de ye û baweriya xelkê ya bi desthilatê qels bûye.
Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê û Parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî, di hevpeyvîneke taybet a bi Rûdawê re, sedemên vê asêbûnê û nexşerêya paşerojê bi hûrgilî nirxandin.
Temellî diyar dike ku yasaya 10ê Tebaxê ji bo ku bi tevahî bikeve meriyetê, pêwîstiya wê bi biryara Komîteya Asayîşa Niştimanî (MGK) heye û di vê çarçoveyê de balê dikişîne ser dîroka 27ê Mijdarê. Li gorî wî, eger heta vê dîrokê gavên pêwîst neyên avêtin û naveroka yasayê neyê berfirehkirin, dibe ku pêvajo rastî xetereyên mezin were.
Temellî rexne li helwesta dewletê digire û tekez dike ku nêzîkatiya tenê bi dirûşma "Tirkiyeyeke bê teror" têrê nake; divê nêzîkatiyeke ku hemû kadroyên PKKyê li xwe digire û rê li ber siyaseta demokratîk vedike, were qebûlkirin.
Yek ji mijarên herî krîtîk ên ku Temellî destnîşan dike, rola Abdullah Ocalan e. Temellî bi awayekî eşkere dibêje ku bêyî Ocalan birêvebirina vê pêvajoyê û danîna çekan ne mimkin e û divê ew bi xwe bibe koordînatorê komîteya ku dê were avakirin.
Ji bo ku ev yek pêk were jî, Temellî daxwaz dike ku tecrîda li ser Îmraliyê bi temamî rabe, da ku Ocalan ne tenê bi şandeya DEM Partiyê re, lê bi siyasetmedar, rojnameger û nûnerên civaka sivîl re jî karibe hevdîtinan pêk bîne.
Her wiha, di demekê de ku şandeya Îmraliyê ji bo derbaskirina qeyranan bi Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz û Serokê Parlamentoyê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinên dîplomatîk dimeşîne, Temellî dibêje her çend di nav xelkê de bêbaweriyek li hemberî desthilatê hebe jî, piştgiriya ji bo aştiyê û muzakereyan gihiştiye ji sedî 80yî.
Gelo dê heta dawiya îsal ev yasa bikeve meriyetê? Ocalan dê çawa karibe komîteyê koordîne bike? Û astengiyên sereke yên li pêşiya aştiyê çi ne? Ev pirs û gelek mijarên din ên girîng ji Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî hatin pirsîn.
Rûdaw:Li Tirkiyeye û Bakurê Kurdistanê ev nêzîkî du sal in pêvajoyek bi navê pêvajoya çareseriyê tê meşandin. Aliyê desthilatdar jî pêvajoyê wekî “Tirkiyeyeke bê teror” bi nav dike. Pêvajo niha gihîştiye xala asêbûnê. Em dê li ser mijarên wekî dê pêvajo ji niha û pê ve ber bi ku ve biçe û astengiyên li pêşiya pêvajoyê çi ne, ji Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê û Parlamenterê Mûşê birêz Sezaî Temellî bipirsin. Ew niha mêvanê me ye. Birêz Temellî, hûn bi xêr hatin Rûdawê.
Sezaî Temellî: Silav! Weşaneke baş dixwazim.
Rûdaw: Parlamentoya Tirkiyeyê dest bi karê xwe kir lê xuya ye ku di pêvajoyê de rawestan çêbûye. Li gorî hin şîrovekaran, birêvebirên PKKyê ji ber ku yasa ne berfireh e û wan naxe çarçoveyeke yasayî, naxwazin çekan deynin. Gelo ev rast e?
Sezaî Temellî: Wekî hûn dizanin, ev yasa 10ê Tebaxê ket meriyetê. Lê ketina wê ya meriyetê, di rastiyê de ne wekî ketina meriyetê ya yasayên ku em dizanin e. Ji bo ku bi awayekî rast bikeve meriyetê, biryara Komîteya Asayîşa Niştimanî û weşandina wê di Rojnameya Fermî de pêwîst e. Niha em di vê qonaxê de ne. Berî ku ev yasa derkeve, hem Birêz Ocalan hem jî me wekî DEM Partiyê got ku divê ev yasa berfireh be, her kesî li xwe bigire û beşdarbûna siyaseta demokratîk, yekbûna demokratîk di rastiyê de deyne navenda xwe.
Lê ji ber hin sînordarkirinên di yasayê de, îro hin asêbûn çêdibin. Niha Parlamento vebû. Bi vebûna Parlamentoyê re dê hin komîte û komîsyon dest bi kar bikin. Ji 6ê Çiriya Pêşîn û pê ve dê ev kar zêdetir bibin. Lê avêtina gavên ku dê biryara MGKyê, ango biryara Komîteya Asayîşa Niştimanî misoger bike, beriya her tiştî dibe ku bi berfirehkirina naveroka vê yasayê ve, bi şêwir, muzakere û hevdîtinan ve girêdayî be.
Lewma, du mehên girîng li pêşiya me ne. Ji ber ku Komîteya Asayîşa Niştimanî dê 27ê Mijdarê bicive. Avêtina gavan a heta 27ê Mijdarê gelekî girîng e. Divê dewlet êdî têgihîştina “Tirkiyeyeke bê teror” deyne aliyekî. Ji ber ku muzakereyek tê meşandin û paşeroja mixetabên vê muzakereyê hem di warê siyaseta demokratîk de hem jî di warê hiqûqî de gelekî girîng e.
Niha Dewleta Komara Tirkiyeyê, di vê wateyê de divê hem yasaya heyî hem jî pêkanînan li gorî vê yekê rêk bixe. Lewma, vegerîn û nêzîkbûna meseleyê bi têgihîştineke ku hin kadroyên PKKyê li derve dihêle û wan li xwe nagire, pêvajoyê asê dike, sist dike û dibe sedema hin pirsgirêkan. Em niha ji bo derbaskirina van pirsgirêkan dixwazin vê pêvajoyê binirxînin û muzakereyan berfireh bikin.
Rûdaw: Di nav hilbijêrên DEM Partiyê de jî nerazîbûnek li hemberî pêvajoyê heye, xuya ye ku baweriya wan a bi pêvajoyê lawaz bûye. Gava hûn diçin nav gel, hûn vê nerazîbûnê dibînin?
Sezaî Temellî: Di nav bingeha me de, di nav gelê me de, heta di nav beşeke mezin a civakê de ku deng nedane me jî, bi Kurd û Tirkên xwe ve di rastiyê de piştgiriya ji bo pêvajoyê gihîştiye ji sedî 80yî. Lê ev dengên ku îro derdikevin ne helwesteke li dijî pêvajoyê ne. Belê, bertek hene. Sedema bertekan, bertekên li hemberî nedilsoziya desthilatê ne.
Ji ber ku binêrin, ji 27ê Sibata 2025an heta îro nêzîkî sala duyemîn dibe, pênc mehên din dê sala duyemîn a pêvajoyê temam bibe. Lê li hemberî vê sistbûnê, vê bêxwestekiyê, carinan li hemberî têgihîştineke desthilatê ya ku tim manevrayan dike, bertek hene. Li hemberî vê desthilatê jixwe baweriyek tunebû lê piştgiriya ji bo muzakereyê, ji bo vê pêvajoya ku tê meşandin, her ku diçe zêde dibe.
Helbet, heta ku civak, gelê me û gelên me însiyatîfê bigirin, heta ku karibin vê yekê li hemberî desthilatê veguherînin zemîneke têkoşînê, zemîneke têkoşîna aştiyê, em bawer dikin ku ev asêbûn dê bên derbaskirin. Lê belê, li hemberî desthilatê bêbaweriyek hebû û heye jî.
Rûdaw: Tê gotin ku dê komîsyoneke ku çavdêriya pêvajoyê bike di nav parlamentoyê de were avakirin. Gelo diyar e ku ev komîsyon dê kengî were avakirin?
Sezaî Temellî: Di hevdîtina me ya dawî ya bi Serokê Parlamentoyê re, wî got ku ew difikire ku di nav meha Çiriya Pêşîn de vê komîsyonê ava bike. Me jî jê re got ku avêtina vê gavê di zûtirîn dem de dê bisûd be. Me got ku gelekî girîng e ku komîsyon bibandor, berhemdar, saxlem û berfireh be. Ji ber ku komîsyona herî girîng dê ev komîsyon be.
Ji ber ku hem ji bo çareserkirina kêmasiyên vê yasayê, hem ji bo sererastkirina yasayên ku divê di vê mijarê de derkevin, hem jî ji bo sererastkirina têkiliyên bi civakê re, divê têkiliyên siyaset-civakê bibe komîsyoneke girîng. Nexwe, tenê gotina “me komîsyon ava kir, em meseleyê dişopînin” û kilîtkirina her tiştî li ser meseleya danîna çekan, ne watedar e. Divê bibe komîsyoneke bi perspektîfeke pir berfirehtir, ku hema bêje nexşerêya vê serdema nû diyar bike û perspektîfekê pêşkêşî karên Parlamentoyê bike.
Rûdaw: Gelo teqez e ku Abdullah Ocalan dê serokatiya komîsyona danîna çekan bike?
Sezaî Temellî: Erê, dê bibe koordînator. Lewma, êdî her kes qebûl dike ku bi rê ve birina van karan bi awayekî ku Birêz Ocalan tê de nebe, ne mimkin e. Komîsyona ku dê di bin rêveberiya wî de bixebite û koordîne bike, dê were pêkanîn. Em dixwazin ku ev komîsyon di zûtirîn dem de bi wî re dest bi kar bike. Me di vê mijarê de daxwazên xwe gihandin û me gelek caran ragihand. Niha divê ev komîsyon di zûtirîn dem de bixebite da ku hem pêvajoya bêçekbûnê hem jî ya siyasîbûnê bi awayekî saxlem û bênavber bimeşe.
Rûdaw: Birêz Temellî, ji ber ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê ye, dê bi çi mekanîzmayekê vî karî bimeşîne? Her kes nikare serdana wî bike. Ji bo ku karibe karên xwe bimeşîne, dê sîstemeke çawa were avakirin?
Sezaî Temellî: Divê komîsyona ku ew koordînatorê wê ye, bikaribe bi wî re bixebite. Beriya her tiştî, di vê wateyê de divê astengiyeke trafîkê çênebe û pêwendî bi awayekî saxlem bimeşe. Lê ji bilî vê yekê, divê karên Birêz Ocalan tenê di nav komîsyona ku ew koordînatorê wê ye de sînordar nebe. Divê ew bigihîje jîngehekê ku bikaribe karên xwe bi awayekî saxlem bimeşîne, ji bo ku hem bi komîsyonên din re hem jî bi siyaseta Tirkiyeyê re hevdîtinan pêk bîne.
Hem di wateya pêwendiyê de, hem di wateya çûnûhatinê de, hem jî di wateya gihîştina wî de divê bigihîje vê yekê. Di rastiyê de, tişta ku em niha pê re rû bi rû ne, hîn ne zemîneke li gorî têgihîştineke muzakereya demokratîk e. Em hîn jî bi tecrîdeke qismî re rû bi rû ne. Binêrin, niha tenê şandeya me diçe. Herî dawî 13ê Îlonê çû.
Îro eger yek rabe û bibêje, “Ez dixwazim ji bo hevdîtina li ser vê mijarê bi Birêz Ocalan re biçim”, derfeta vê yekê tune. Ne kesekî din jî, niha wekî DEM Partiyê em jî hîn li benda çûnê ne. Hem hevserokên me hem jî Komîteya me ya Rêveberiya Navendî demeke pir dirêj e li benda çûna giravê ne. Ji aliyê din ve, kesên ku ji partiyên siyasî yên din ên Tirkiyeyê dixwazin biçin hene. Ji aliyê din ve, ji civaka sivîl, ji rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji rewşenbîran, ji hunermendan û ji rojnamegeran ên ku dixwazin biçin û dixwazin hevdîtinê bikin hene.
Heta ev bi Tirkiyeyê re jî sînordar nîne. Gelek daxwaz ji derveyî welat ji me re tên. Em ji desthilatê re, ji hikûmetê re radigihînin lê em ti bersiveke erênî wernagirin. Êdî divê ev were derbaskirin. Êdî divê ev astengî bi dawî bibin, tecrîd bi temamî bi dawî bibe û şert û mercên xebatê li gorî daxwaza wî di zûtirîn dem de werin sererastkirin.
Rûdaw: Li gorî agahiya dawî ya ku gihîştiye destê me, şandeya Îmraliyê bi Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz re hevdîtin kiriye. Armanca vê serdanê çi bû?
Sezaî Temellî: Erê, wekî hûn dizanin Cevdet Yilmaz Cîgirê Serokkomar e û di heman demê de serokatiya komîteyeke bilind a ku hatiye avakirin jî dike. Bi vê yasayê re ev komîte hate avakirin. Bi wî re li ser xebata binkomîte û komîteyan şêwirek hate kirin.
Ji bo ku pêvajo leztir bibe û di zûtirîn dem de xebateke bibandortir û berhemdartir pêk were, şandeya me di vê mijarê de hevdîtinan pêk tîne. Di heman demê de, îro dîsa hevdîtinên wan bi Serokê Parlamentoyê re hene. Ev hevdîtin, tam ji bo derbaskirina van xetimandin û astengiyên vê pêvajoyê ne.
Rûdaw: Birêz Temellî, pirsa min a dawî ev e: Gelo yasa dê heta dawiya îsal bikeve meriyetê an na?
Sezaî Temellî: Niha dîroka krîtîk 27ê Mijdarê ye. Eger desthilat heta 27ê Mijdarê, li gorî berpirsiyariya xwe gavên ku divê biavêje di zûtirîn dem de biavêje û meseleyên ku niha dibin sedema xetimînê çareser bike û 27ê Mijdarê jî Komîteya Asayîşa Niştimanî biryara pêwîst bide, yasa dê ji 27ê Mijdarê û pê ve ji bo dema şeş mehan bikeve meriyetê. Na, eger negihîje 27ê Mijdarê, pêvajo dê dirêj bibe. Dîroka girîng niha 27ê Mijdarê ye. Ez hêvîdar im ku bigihîje 27ê Mijdarê.
Rûdaw: Gelekî spas birêz Sezaî Temellî, hûn wekî Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê û Parlamenterê Mûşê mêvanê me bûn.
Sezaî Temellî: Gelekî spas.


