Hinek mamosteyên Efrînî yên ku derçûyên Peymangeha Viyan Amara ya Ziman û Wêjeya Kurdî ne, bê kar mane û ew dixwazin li karê xwe vegerin.
Ew mamoste dixwazin di çarçoveya entegrasyonê de vegerin ser karên xwe.
Ew ji hikûmet û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê dixwazin ku dosyeya wan mîna mamosteyên din ên welat bê çareserkirinda ku karibin careke din di warê perwerdeyê de bixebitin.
Piştî ku Efrîn sala 2018an ket bin destê Tirkiyeyê û komên çekdar nêzîkî 100 mamosteyên ku di navbera salên 2013 heta 2018an de li dibistanên Efrînê ders gotibûn, ji karên xwe hatin dûrxistin. Niha ev mamoste li pey mafên xwe yên yasayî digerin.
Mamoste Hogir Îbîş beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Mamoste Hogir, em dixwazin zanibin pirsgirêka we çi ye? Hûn çend mamoste ne û ew pirsgirêka ku niha li Efrînê rûbirûyî we bûye çi ye?
Hogir Îbîş: Wekî hûn dizanin em gelek mamoste ne ku di navbera salên 2013 heta 2018an de me di dibistanên Efrînê de wane gotine. Piştî sala 2018an û nemana Rêveberiya Xweser a li Efrînê, em ku hejmara me zêdetirî 100 mamosteyî ye û em li Efrînê mane, ji karên xwe hatine dûrxistin. Bi me re wekî "dûrxistî" miamele tê kirin. Pirsgirêk li vir e ku hevalên me yên li herêmên din, pirsgirêkên wan çareser bûne û vegeriyane ser kar lê ji bo me heta niha asteng hene.
Rûdaw: We ti pêwendî bi aliyên pêwendîdar re kiriye? Mînak Wezareta Perwerdeyê yan Rêveberiya Perwerdeyê ya Helebê?
Hogir Îbîş: Belê, em çûn Rêveberiya Perwerdeyê ya Helebê. Me ji wan re got ku em jî mîna mamosteyên din ên herêmên wekî Cizîrê, dixwazin vegerin ser karên xwe. Lê li wir ji me re gotin ku dosyeya we ne li cem me ye û em nikarin kar ji bo we bikin. Em hîn neçûne Şamê lê bi rêya nûner û kanalan me hewl daye dengê me bigihe Wezareta Perwerdeyê.
Rûdaw: Naxwe helwesta Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê yan birêvebiriya Efrînê çi ye? Gelo ti soz dane we?
Hogir Îbîş: Birêvebiriya Efrînê dibêje ev biryareke kargêrî ye û di desthilata wezaretê de ye. Berî çend rojan berpirsekî herêmê bi rêya telefonê ji min re got ku pirsgirêka xwe ronî bikin da ku em ji Wezareta Perwerdeyê re bişînin. Me jî hemû belge û dosya amade kirin lê piştî çend rojan bersiv ew bû ku Perwerdeya Helebê dibêje sûda wê ji bo me nabe. Diyar e pirsgirêk di navbera Heleb û Şamê de asê maye.
Rûdaw: Daxwaza we ya sereke niha çi ye? Hûn dixwazin hikûmet ji bo we çi bike?
Hogir Îbîş: Daxwaza me pir zelal e: Em dixwazin wekî mamosteyên din ên ku vegeriyane ser karê xwe, mafê me jî bê dayîn. Em dixwazin li herêmên xwe xizmetê bikin. Nêzîkî 100 mamosteyan ji sala 2018an ve bê kar in û jiyana wan di rewşeke xerab de ye. Em dixwazin ev cudakarî bi dawî bibe û dosya mamosteyên Efrînê mîna ya Cizîrê û herêmên din cidî were dîtin.


