Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl yekkirina hêzên Pêşmergeyan wekî "pêngaveke dîrokî" bi nav kir û ragihand ku êdî Pêşmerge ne hêzên ti partiyê ne.
Wî destnîşan kir ku Pêşmerge girêdayî fermanên leşkerî yên niştimanî ne û her wiha hişyarî da ku li gorî yasayê karê partîzanî di nav Pêşmergeyan de qedexe ye û dê were cezakirin.
Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl di bernameyeke taybet de ji Renc Sengawî re axivî û bal kişand ser gavên yekkirina hêzan û got:
"Ji îro pê ve hêza Pêşmergeyan hêzeke niştimanî, pêbawer û di bin pergaleke leşkerî ya diyar de ye. Ev yekkirin ji bo PDK û YNKyê jî destkefteke mezin e ku îsbat kirin partî amraz in û ne armanc in. Armanca sereke parastina Kurdistanê ye."
Wezîrê Pêşmergeyan derbarê gotegotên manîna pêkhateyên yekeyên 70 û 80 di bin navê "Herêma Yek û Du" de, eşkere kir ku ti desthelateke cuda nemaye û got:
"Sînorê herêma yek û du hemû Kurdistan e. ji Xaneqînê heta Zaxoyê û ji Zaxoyê heta Germiyanê.
Fermandarên yekeyên 70 û 80 niha di nav avahiya wezaretê de ne û dê jûreke hevbeş a operasyonan di bin yek fermanê de hebe.
Desthelata yekeyên 70 û 80 hatiye vegerandin û hemû çek û teqemenî dê heta 20 salên din jî li ser stûyê wezaretê bên tomarkirin.”
Wî her wiha destnîşan kir ku ti hêzên serbixwe li derveyî biryarên hikûmetê namîne.
Wezîrê Pêşmergeyan derbarê hêza Mihemed Hacî Mehmûd de jî got, "Ti cudakarî nîne, ew hêz jî ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ne hêzeke serbixwe ye."
Karkirina ji bo partiyan û endamên partiyan hatin qedexekirin
Wezîrê Pêşmergeyan da zanîn ku ji meha yekem a destbikarbûna xwe ve wî endamên partîzanî di nav hêzên Pêşmergeyan de qedexe kiriye û got:
"Pêşmerge xwîna xwe dide niştiman, nabe ku endamê partiyê be. Ji ber vê biryarê ez rastî gelek pirsgirêk û êşên şexsî hatim, lê ez sar nebûm."
Wî bi bîr xist ku li gorî madeya 47an a Yasaya Hejmar 38, karê partîzanî û siyasî di nav Pêşmergeyan de bi temamî qedexe ye û dê bên darizandin. Fermandar divê fermandarê niştiman be û ne yê partiyê be.
Derbarê tevgera hêzan de jî wî da zanîn ku Pêşmergeyê Hewramanê li Zaxoyê û Pêşmergeyê Dihokê li Hewramanê erkên xwe bi cih tînin û tu astengî namîne. Her wiha dê kinc û kelûpelên leşkerî jî bi temamî wekî hev bin.
Şoriş Îsmaîl destnîşan kir ku ev yekbûn di danûstandinên budceyê yên bi Bexdayê re pêgeha Kurdan gelekî xurttir dike û got:
"Niha leşkerekî Îraqî du qatan zêdetir meaş ji Pêşmergeyan distîne. Ev yekbûn dike ku em bi destekî tijî şerê maf û destkeftên darayî yên Pêşmergeyan bikin, ku divê li gorî destûrê wekî hev bin."
Wî derbarê hevkariya Amerîkayê de jî got, "Peymana me ya lihevtêgihîştinê bi Pentagonê re ji bo çar salan bû. Her sal alîkariya darayî ji sedî 25 kêm dibe û sala 2026an bi temamî bi dawî dibe."
Wî tekez kir ku ev ti pêwendiya xwe bi ti cezayan re nîne lê ew dema peymanê ye ku diqede û niha jî ji bo lihevkirineke nû ew bi rêya tîmên hevbeş bi Bexdayê re di nav hevdîtinan de ne.
Wezîrê Pêşmergeyaneaşkere kir ku dema dest bi kar kir wezaretê zêdetirî 100 milyar dînar deyn hebûn û got:
"Di qonaxa yekem de, hemû destkeftên darayî yên şehîdan, 10 hezar birîndarên şerê DAIŞê û yên seqetbûyî bi bihayê zêdetirî 60 heta 70 milyar dînar hatin paqijkirin.
Her wiha xwebexşên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûn wekî şehîdên fermî hatin tomarkirin û deriyê wezaretê jî ji bo birîndarên wan vekirî ye.
Dosyeya 46 şîrketên ku kelûpel û pêdivî dabîn kiribûn, hatiye çareserkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye 26 milyar dînar bide 44 şîrketan û mafê ti kesî winda nabe."
Naveroka hevdîtinê bi vî rengî ye:
Rûdaw: Temaşevanên hêja, êvara we bi xêr. Silav li we bin. Wekî ku hûn hemû dizanin û îro bi rêya medyaya Kurdistanê dît, di merasîmeke guncaw û bi rûmet de ragihandina yekgirtina Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê hat kirin. Ev bûyereke pir pir girîng û dîrokî ye. Dilê hemû dilsozên Kurdistanê xweş kir. Lewma îşev em vê bernameya taybet pêşkêşî we dikin li gel Cenabê Kak Şoriş Îsmaîl Wezîrê Pêşmergeyan. Silav û rêzên min ji we re hene û pir û pir spas û pîrozbahiyê li we dikim.
Şoriş Îsmaîl: Gelek gelek spas, Kak Renc, her dem weha geş bin û her dem weha berhemdar û serkeftî bin daku hûn bikaribin van destkeft û demên dîrokî yên ku gelê Kurdistanê pê dilxweş dibe rasterast bigihînin xelkê. Bê guman, îro rojeke dîrokî ye. Ez ji we û tîma Rûdawê re xêrhatinê dibêjim bo Wezareta Pêşmergeyan. Ji vir jî silav û rêzan ji xelkê dilsoz ê Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyên Qehreman û Fedakar ên Kurdistanê re dişînim.
Rûdaw: Dîsa spas. Temaşevanên hêja, ji ber ku ev bûyer ruhê şehîdan şad dike û bendewariya dûr û dirêj a xelkê Kurdistanê ye. Hûn bi xwe dizanin ku Kurdan robarek xwîn rijandiye ji bo vê rojê, ji bo ku artêşeke neteweyî ya yekgirtî hebe ku parastinê li xelk û axa Kurdistanê bike. Di vê navberê de, partî amrazek e ji bo xizmetkirina niştiman. Lê gava Pêşmerge yê partiyê be û gava Pêşmerge yê Kurdistanê be ferq dike! Ji ber wê, berî ku ez dest bi axaftin û pirsan li gel Cenabê Wezîr bikim, ez bi hewce dibînim ku em çend kêliyekan ji bo ruhê pak ê şehîdan û wan Pêşmergeyên fedakar ên li vir, bê deng bisekinin. Cenabê Wezîr, dîsa pîroz be. Serkeftî bin.
Şoriş Îsmaîl: Gelek spas, Kak Renc. Careke din bi xêr hatin.
Rûdaw: Berî ku ez derbasî pirsan bibim, rast e îro we axaftinek kir lê li nav Wezareta Pêşmergeyan û di vê rewşa pêşmergane de... Hûn li ser yekgirtina Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê çi ji malbatên şehîdan, xelkê Kurdistanê bi giştî, û Pêşmergeyên ser bi wezareta xwe ve dibêjin?
Şoriş Îsmaîl: Ez dikarim bibêjim ku îro rojeke dîrokî û destkefteke neteweyî bû ji bo xelkê Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan. Ji ber ku ji îro pê ve, Hêzên Pêşmergeyan hêzeke neteweyî ya yekgirtî ye, bawerpêkirî û di bin sîstem û yasa leşkerî ya diyarkirî de ye. Wekî di destûrê de jî hatiye, Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê beşek bûn ji sîstema parastinê ya Îraqê.
Niha bi vê yekgirtinê, Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê dikarin mîna neynikeke ronî, daxwazên xwe, mafên xwe û mafên darayî yên xwe ji Dewleta Îraqê bistînin; ji ber ku li Îraqê, li gorî destûrê, nabe cudahî di navbera pêkhateyan û yekîneyên leşkerî û ewlehiyê de hebe.
Niha leşkerekî Îraqî du qatê Pêşmergeyekî Kurdistanê meaş distîne. Ji ber vê yekê, niha her nûnerekî me li Parlamentoya Bexdayê dema diçe wir, bi destekî tijî û baweriyeke mezin, daxwaza mafên Hêzên Pêşmergeyan ên yekgirtî yên Kurdistanê dike.
Rûdaw: Wate, ji bo daxwazên Pêşmergeyan jî ev yekgirtin mafên Pêşmergeyan garantî dike di çarçoveya Îraqeke federal de.
Şoriş Îsmaîl: Bi rastî, ne tenê li Kurdistanê belkî li hemû dinyayê tiştek nemaye bi navê hêza partiyê. Ez dixwazim vê jî bibêjim ku ev destkefteke mezin e ji bo her du partiyan, ji bo PDK û YNK jî ji ber ku wan ji bo Kurdistanê têkoşîn kiriye û deryayek xwîn rijandiye. Îro xelkê Kurdistanê û dinya dixwaze ku Hêzên Pêşmergeyan bibin artêşeke yekgirtî di bin sîwana saziyeke leşkerî ya yekgirtî de.
Rûdaw: Gelo tu hêz dê li derveyî vê yekgirtinê bimîne?
Şoriş Îsmaîl: Nexêr.
Rûdaw: Wate pêwîst e PDK, YNK û partiyên din jî spasî û destxweşiyê li we bikin?
Şoriş Îsmaîl: Bi rastî, partiyên din jî. Dibe ku hêza wan nebe ku binke û bargehên xwe biparêzin lê eger aliyekî hêzeke piçûk jî hebe... Zêdetir behsa Kake Heme dikin. Kake Heme bi xwe berê şoreşgerek, Pêşmergeyek, fermandarek û serkirdeyekî naskirî ye. Tu cudahî nîne, eger hêzek hebe, ew jî girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Rûdaw: Li gorî zanyariyên min, wî jî hêza xwe xistiye bin wezareta Pêşmergeyan?
Şoriş Îsmaîl: Hêzeke serbixwe nîne, ew ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye.
Rûdaw: Min di destpêkê de jî got ku Cenabê Serokê Herêmê û Serokê Hikûmetê tekez kirin, hûn bi xwe û Kak Şêx Cehfer jî tekez kir ku yekgirtinek heye, yekgirtineke bi rûmet. Lê wekî hûn dizanin li vir û wir dengan derdikevin û dibêjin: Ev herêma Yek û Du, dîsa ew Hêzên 70 û 80yê ne. Ma ev rast e?
Şoriş Îsmaîl: Ev yekgirtin bi çavdêriya hêzên Koalîsyonê pêk hat. Li pêşiya her kesî jî Amerîka bû, li gel ew kesên bi tecrube û efserên payebilind ên Amerîkî, Brîtanî û Almanî, ku beşdar bûn. Gav bi gav ew di vê pêvajoya rêxistinkirinê de li gel me bûn.
Rûdaw: Ev pêkhateya ku niha heye, pêşniyara wan bû yan ya we?
Şoriş Îsmaîl: Ev pêkhateya niha ye nêzîkî pêkhateya artêşa Îraqî ye. Lê ew pêşniyara wan bû û tekez kirin ku divê hemû Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê têkevin bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan, di nav yekîneyeke leşkerî ya yekgirtî de.
Rûdaw: Ji ber ku navê Herêma Yek û Du hat hilanîn û ez jî her tim pirsan dikim da ku zêdetir zanyariyan ji temaşevanan re bigihînim, dixwazim bizanim sînorên Herêma Yekê heta ku derê ne û sînorên Herêma Duyê heta ku derê ne?
Şoriş Îsmaîl: Sînorê Herêma Yekê ji Xaneqînê heta Zaxoyê ye û yê Herêma Duyê jî ji Zaxoyê heta Xaneqîn û Germiyanê ye. Lewma ti sînorekî diyar nîne. Operasyonek leşkerî li ku derê be ji bo parastina xaka Kurdistanê, ew sînorê van hêzan e.
Rûdaw: Baş e, bi vî awayî rola Kak Necat Elî, wekî berpirsê Yekîneya 80yê, û rola Kak Omer Salih, berpirsê Yekîneya 70yê çi dibe? Ew ê bên wezaretê?
Şoriş Îsmaîl: Ew di nav wezaretê de ne, beşek in ji struktura wezaretê û beşek in ji sîstema Wezareta Pêşmergeyan.
Berpirsiyariya mezin a parastina Herêma Kurdistanê dê li ser wan be. Bi hevre em dê bibin xwedî fermandariyeke hevbeş a operasyonan û yek fermandar dê çavdêriya hemû tiştî bike.
Rûdaw: Mîna ku hûn dizanin niha nîqaşek heye li ser vekişîna hêzên hevpeymanan û Amerîkayê ji Îraqê. Gelo ew şêwirmend û pisporên leşkerî yên ji Amerîka, Brîtanya, Almanya û welatên din ku ji bo çaksaziyê alîkariya we dikirin, dê vekişin?
Şoriş Îsmaîl: Ev rêkeftinek e ku Îraqê bi fermî ji wan xwestiye heta 30yê Îlonê vekişin. Lê ev yekgirtina Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê bi xwe bingeheke girîng e ji bo rêxistinkirina hundirîn a Kurdan.
Ev yek peyameke girîng dide hevpeymanan, wan welatan ku bi çavekî din li Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê binerin.
Ji bo Îraqê jî ku niha Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê yekgirtî ne, ez bawer im ku ev peyamek e ji bo Wezareta Parastinê û Hikûmeta Îraqê ku destvekirîtir tevbigerin, him di aliyê alîkariyên lojîstîkî de, him di aliyê darayî de û dabînkirina mafên Hêzên Pêşmergeyan.
Rûdaw: Kak Elî Zeydî jî pîrozbahî li we kir?
Şoriş Îsmaîl: Belê, Birêz Qasim Erecî û çend rayedarên din jî pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kirin.
Rûdaw: Têkildarî vekişîna Amerîkayê û alîkariyên ji bo Pêşmergeya di wexta peymana lihevtêgihîştinê de li gel Amerîkayê, gelo gotin ku divê ewil çaksazî û yekgirtin çêbe da ku paşê alîkariyên leşkerî bidin?
Şoriş Îsmaîl: Nexêr, wê peymana lihevtêgihîştinê ya di navbera me û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de, çend xal hebûn ku hinek ji wan ew diviyabû cîbicî bikin û hinek jî me. Me hemû ew xalên ku erkê me bûn cîbicî kirin, wan jî 95 ji sedî ji xalên xwe cîbicî kirine.
Rûdaw: Gelo alîkariyên darayî yên Amerîkayê ji bo Pêşmergeyan dê berdewam bikin?
Şoriş Îsmaîl: Ev peyman ji bo 4 salan bû. Alîkariya darayî her sal 25 ji sedî kêm dibe; yanî di sala çarem (2026) de dê bibe sifir û xilas bibe. Dixwazim zelal bikim ku ev yek pêwendî bi ti tiştekî din tune ye, tenê peymanek e ku dema wê xilas dibe.
Lê em çaverê dikin ku lihevkirineke din bê kirin, ji ber ku em niha beşek in ji wî diyalogê stratejîk di navbera Îraq û Amerîkayê de. Em wekî tîmê Îraqê beşdar in daku di peymana nû de pişka hêjayî Hêzên Pêşmergeyan bê dabînkirin.
Rûdaw: Namîne?
Şoriş Îsmaîl: Namîne. Wate me berê li ser vê li hev kiribû. Ez ji vir ji hemû xelkê Kurdistanê re dibêjim ku ev tiwendiya xwe bi ti cezayekê re nîne, peymana me çar sal bû û ew çar sal temam bûn. Lê em li bendê ne ku peymaneke nû bê çêkirin, ji ber ku em niha beşek in ji şanda Îraqê ya di diyaloga stratejîk a bi Amerîkayê re daku di rêkeftina nû de para pêwîst ji bo Hêza Pêşmergeyan bê dabînkirin.
Rûdaw: Wate ev yekgirtin dikare bibe derfet ku fon dîsa vegere?
Şoriş Îsmaîl: Bandora wê pir heye û hêzeke mezin dide daxwazên me.
Rûdaw: Ez dixwazim bizanim, piştî yekkirina Hêzên Pêşmergeyan, ji zarê Wezîr çi diguhere?
Şoriş Îsmaîl: Gelek tişt diguherin. Eger hêzek parçe be tiştek e lê gava ku hêzek di saziyeke leşkerî ya modern de tê komkirin tiştekî din e. Niha bi destekî tejî em dikarin hemû mafên Pêşmergeyan bixwazin. Em dikarin bi dengekî bilind daxwaza jiyaneke baştir ji bo Pêşmergeyan bikin.
Bi vê lihevkirinê em ji qonaxekê derbasî qonaxeke din dibin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, û hevpeyman jî dixwazin şiyanên Pêşmergeyan bi asteke wekî ya hêzên Îraqî bilind bikin.
Rûdaw: Demeke dirêj Pêşmerge bi rengê partiyan dihat nasîn. Ji bo ku ew veguhere nûnertiya hemû Kurdistanê çi hate kirin?
Şoriş Îsmaîl: Dema ez hatim Wezareta Pêşmergeyan, min vîzyonek hebû. Min dizanibû ku heta Pêşmerge yekgirtî nebe, şiyana wê di qadê de bihêz nabe. Di meha yekem de min baca partiyê di nav Pêşmerge de qedexe kir.
Rûdaw: Niha baca partiyê nemaye?
Şoriş Îsmaîl: Min ji wan re got Pêşmerge canê xwe dide ji bo Kurdistanê û nîştiman. Çawa dikarin baca partiyê bidin? Pêşmerge yê ku Kurdistanê diparêze ye. Min di serî de rastî gelek kîşeyên şexsî hatim...
Rûdaw: Ji ber ku te baca partiyê rakir?
Şoriş Îsmaîl: Belê. Gelek dijwarî hatin pêşiya min lê min dev ji vê armanca pîroz berneda.
Rûdaw: Lê wekî Pêşmergeyekî kevn, niha ku ev ragihandin belav bûye û hûn Wezîrê Pêşmergeyan in, hestên we çi ne?
Şoriş Îsmaîl: Ev xewn û serbilindiyeke min a mezin bû ku pêk hat. Ez dikarim bibêjim 50 sal in ez Pêşmerge me û ji bo milletê xwe têkoşîn dikim.
Gava ku min îro ev dît, min hest kir ku ez qet ne westiyame. Dîtina Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê wekî hêzeke yekgirtî, min piştrast dike ku ev bingehê polayî yê ku îro hat danîn, dikare di paşerojê de berfirehtir û bihêztir bibe.
Rûdaw: Ez dixwazim bibêjim, dema min pirtûka bîranînên te xwend ez gelekî pê keyfxweş bûm. Hûn di bîranînên xwe de gelek caran behsa dayîka xwe dikin. Niha, wekî Wezîrê Pêşmergeyan ku hûn li ser xalîçeyeke sor in û ev mizgînî dane xelkê, çi peyam heye bo ruhê dayîka we û hemû dayîkên Pêşmergeyan?
Şoriş Îsmaîl: Bêguman dayîk mîna her kesî pîroz e, min jî dayîkeke mezin hebû. Dayîka min di wan qonaxên dijwar de ji bo me mîna serkirdeyekê bû û em fêrî berxwedanê û bihnfirehiyê kirin. Hêj genc bû ku bavê min hat kuştin (sala 63an). Paşê em hemû bûn Pêşmerge û beşdarî têkoşînê bûn.
Dayîka me fêr kir çawa berxwedêr bin. Îro, ez dixwazim hem ji dayîka xwe hem jî ji hemû dayîkên şehîdan re bibêjim ku ev berhema keda wan û xwîna zarokên wan e ku îro Pêşmerge bûye hêzeke neteweyî. Bila ruhê wan şad be.
Rûdaw: Îro Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Kak Mesrûr Barzanî tekez kirin ku nabe Pêşmerge girêdayî partiyekê be, divê girêdayî Kurdistanê be. Eger fermanberek an efserek ji niha pê ve partîzaniyê bike, dê cezayê wî hebe?
Şoriş Îsmaîl: Ev gotinên ku wan îro di wê merasîma mezin de kirin, ji bo min wekî ferman in û ez dixwazim ji hemû fermandeyên leşkerî re bibêjim ku divê pabendî serkirdeyên xwe bin.
Li gorî Yasaya Jimare 38, Madeya 47, her cûre karkirina siyasî û partîzanî di nav Wezareta Pêşmergeyan de qedexe ye. Divê hemû Pêşmerge û gelê Kurdistanê bizanin ku Kurdistan ji her partiyê mezintir e. Partî tenê mekanîzmayek e ji bo gehiştina bi armancê, û ew armanc jî Kurdistan e. Her kesê ku vê yê binpê bike dê rastî tedbîrên qanûnî bê.
Rûdaw: Wate heke kesek di nav lîwayê de partîzaniyê bike qedexe ye û dê were cezakirin?
Şoriş Îsmaîl: Bê guman. Me berê jî abone qedexe kirin, civînên partiyan qedexe kirin û veguhestina sengeran bi fermana wezaretê rawestand.
Rûdaw: Tu bi xwe di wezareta xwe de partîzanî kiriye?
Şoriş Îsmaîl: Ez na. Ez her tim dibêjim ku ez ji zaroktiyê ve Pêşmerge bûm. Di wexta xwe de gava ez serfermendarê Tîpa 47 a Pîremegrûnê bûm, gazinc ji min dihatin kirin ku min cih daye kesên ji derveyî partiyê. Lê ez bawer dikim divê partîzanî derveyî Pêşmergeyan be.
Rûdaw: Lê min bihîstiye li bajêr û li wezaretê jî ji te dilgiran bûn ku te wekî pêwîst partîzanî nekiriye?
Şoriş Îsmaîl: Ez bi rêyeke din partîzaniyê dikim. Partîzanî civakê rêk dixe, cihê wê derve ye. Divê ji Wezareta Pêşmergeyan û ji pêşmergeyan dûr be.
Rûdaw: Eger nakokiyên partiyan hebin, dê helwesta Pêşmergeyan çawa be?
Şoriş Îsmaîl: Fermandeyên leşkerî divê serkirde bin ne tenê di şer de belkî di aşitiyê û perwerdekirina hêzê de jî. Pêşmerge ne amrazê siyasî ye û nabe di mلمlaneyên partiyan de rola wî hebe.
Rûdaw: Ma niha Pêşmergeyekî Dihokî dikare li Hewramanê erk bigire an yê Hewramanê li Zaxoyê?
Şoriş Îsmaîl: Bêguman. Hêzên Pêşmergeyan êdî yekgirtî ne, û sînor nîne. Li ku derê hewce be, ew ê li wir bin.
Rûdaw: Ev gava yekem zehmet bû? Gelekî zehmet bû?
Şoriş Îsmaîl: Gelekî, gelekî zehmet bû.
Rûdaw: Ma hêzên mîna Zêrevanî li ser Wezareta Navxweyî dimînin an tên wezareta we?
Şoriş Îsmaîl: Mîlaka me diyar e, û ji ber vê yekê ez bawer nakim em karibin hêzên din li wezaretê zêde bikin. Zêrevanî ji xwe ser bi Wezareta Navxweyî ve ye.
Rûdaw: Yekgirtina Hêzên Pêşmergeyan ew qasî asan bû?
Şoriş Îsmaîl: Zêde zehmet bû. Destpêka wê pir dijwar bû û çaksazî di saziyeke leşkerî de ji saziyên sivîl zehmettir e. Lê bi piştgiriya dilsozan û xebateke hevbeş em gihîştin encamekê.
Rûdaw: Pişka Pêşmergeyan niha çend e?
Şoriş Îsmaîl: Pişk diyar e lê ji ber rewşa ewlehiyê ez hez nakim reqemê bibêjim. Tenê dikarim bibêjim Îraqê bi hejmara me razî ye.
Rûdaw: Lê ez wekî Renc dilxweş dibûm eger ew navê Herêma Yek û Du jî nebûya!
Şoriş Îsmaîl: Ev tiştekî gelekî seretayî ye.
Rûdaw: Kak Şoriş, Herêma Yek û Du formalîte ye an heman 70 û 80 ye?
Şoriş Îsmaîl: Niha Hêza Pêşmergeyan rasterast di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan, Hikûmeta Herêmê û Serokatiya Herêmê de ye.
Rûdaw: Wate desthelata 70 û 80yî hat wergirtin bo Kurdistanê?
Şoriş Îsmaîl: Belê, bi vî rengî ye. Niha Hêza Pêşmergeyan pêbendî yasayên leşkerî ye.
Rûdaw: Wate ti berpirsek nikare dest deyne serê?
Şoriş Îsmaîl: Na, na. Ji fîşekekê heta otomobîl û çekan, hemû li ser stûyê Wezareta Pêşmergeyan hatine qeydkirin. Heta 20 salên din jî ew çek li ser stûyê wan tomarkirî ne û divê biparêzin.
Rûdaw: Maf, çek û kincên hemû pêşmergeyan dê wekî hev bin?
Şoriş Îsmaîl: Wekî hev bin û edalet çêbibe. Erka hikûmetê ye ku hemû pêdiviyan dabîn bike û hikûmet jî bi cidî li ser vê dixebite.
Rûdaw: Pêşmergeyên nû tên wergirtin? Malnişînî dest pê dike?
Şoriş Îsmaîl: Niha pêşmergeyên nû nayên wergirtin ji ber ku hejmara me zêde ye.
Rûdaw: Dibe tu qala wan tiştan bikî ku di bernameya we de hene?
Şoriş Îsmaîl: Rêveberiya me ya giştî ya leşkerkirinê mîna ya berê heye, em hêvîdar in di paşerojê de vî artêşî ciwan bikin û pêdiviyên wan dabîn bikin.
Rûdaw: Beriya 16ê Çiriya Pêşîn hinek lîwayên hevbeş ji ber nakokiyan parçe bûn. Vê carê tiştekî wisa rû nade heke nakokiyên siyasî çêbibin?
Şoriş Îsmaîl: Hêvî dikim çênebe û bawer nakim. Ji ber ku me dersekî dîrokî wergirt ku ew parçebûn bû sedema ti xêrekê. Ne pêşmerge rê dide ku tiştekî wisa çêbibe û ne jî fermandar.
Rûdaw: Îro ji bo Kurdistanê bi çi awayî naşibe doh?
Şoriş Îsmaîl: Bi yekbûna Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê.
Rûdaw: Ji bo pêşmerge bi xwe îro çi diguhere ku naşibe doh?
Şoriş Îsmaîl: Ji ber ku ji îro pê ve hêzeke yekgirtî ya yasayî ye. Divê parlamentoya nû û kabîneya nû zû dest bi kar bikin da ku nûnerên me li Bexdayê bi dengekî bilind daxwaza meaş û heqên wan bikin.
Rûdaw: Eger hikûmet zêdetir dereng bikeve, ma pêşmerge dê qebûl bike?
Şoriş Îsmaîl: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû ava bibe. Em li gel hev li hev bikin baştir e ne ku li hemberî neyaran li hev bikin. Eger em li hev bikin Kurdistan bi ser dikeve û em rê li ber Enfaleke nû digirin. Eger pêşmerge yekgirtî be hikûmet jî parastî dibe.
Rûdaw: Li ser berîka pêşmergeyan û meaşên wan li Bexdayê çi diguhere?
Şoriş Îsmaîl: Ev rê me ber bi wê armancê ve dibe ku bi dengekî xurt daxwaza maf û meaşên wan bikin.
Rûdaw: Wate meaşê wan dê zêde bibe?
Şoriş Îsmaîl: Bê guman divê bilind bibe. Divê nûnerên me yên li parlamentoya Îraqê bi dengekî bilind daxwaza heqê wan bikin di nîqaşên budceyê de.
Rûdaw: Bexda dixwaze para Herêmê ji sedî 14,14an daxe ji sedî 12,68an.
Şoriş Îsmaîl: Bexda ji ber parçebûna nav mala Kurdan vê derfetê dibîne. Eger nav mala me yek be Îraq nikare wisa tevbigere. Divê PDK û YNK bi her bihayî vê qonaxê derbas bikin.
Rûdaw: Te hest kir ku PDK û YNKyê ji bo yekbûna pêşmergeyan tawîz da hev? Bi dilê te bû?
Şoriş Îsmaîl: Belê. Eger ew rêgir bûna ev destkeft îro pêk nedihat. Wan îsbat kir ku partî amraz e û ne armanc e.
Rûdaw: Têgihîştina PDK û YNKyê gihîştibû astekê yan di bin zextê de kirin?
Şoriş Îsmaîl: Gihîştibû astekê.
Rûdaw: Prensîbî bû?
Şoriş Îsmaîl: Prensîbî bû. Wan ev dîtina stratejîk a niştimanî gihand.
Rûdaw: Ji niha pê ve cil û bergên wan dê bibin yek da ku kes nebêje ev pêşmergeyê filan partiyê ye?
Şoriş Îsmaîl: Hemû dê bibin yekgirtî. Ji îro ve me dest bi danîna pilan û nexşeyên nû kiriye.
Rûdaw: Name ji bo min hatibûn, yek ji wan a 60 şirketên deyndar bû ku digotin çend milyarên me li cem wezaretê ne. Çi bi wan tê?
Şoriş Îsmaîl: Dema ez hatim wezaretê min dît ku zêdetirî 100 milyar dînarî deynê şirketên kel û pelan li ser wezaretê heye.
Rûdaw: Wate berîka te tijî deyn mabû?
Şoriş Îsmaîl: Tijî deyn bû.
Rûdaw: Niha çi qas deynê te heye?
Şoriş Îsmaîl: Niha deynê min nîne, hemû yên kevn in.
Rûdaw: Deynê kevn winda nabe cenabê Wezîr!
Şoriş Îsmaîl: Winda nabe, winda nabe.
Rûdaw: Çi ji wan re dibêjî?
Şoriş Îsmaîl: Min ew deyn dabeş kirin. Deynên şehîdan, yên 10 hezar birîndarên şerê DAIŞê û kêmendaman hebûn. Wezaretê pere nedabû wan. Hikûmetê alîkarî kir û me zêdetirî 60 heta 70 milyar dînarî daye malbatên şehîdan û birîndaran.
Rûdaw: Zehmet bû dema zarokekî şehîd dihat cem te û pere tunebû?
Şoriş Îsmaîl: Ez bi xwe kurê şehîd im, min bavê xwe nedîtiye lewma ew rewş dihat ber çavên min.
Rûdaw: Te ew deyn dan?
Şoriş Îsmaîl: Me hemû dan birîndar û astengdaran.
Rûdaw: Şirketên kinc û pêdiviyan çi bûn?
Şoriş Îsmaîl: 46 şirket hatin lêkolînkirin. Komîteyek ji Civata Wezîran hat û 46 şirket hatin zelalkirin. Hikûmetê razîbûna xwe nîşan da ku 26 milyar dînarî bide wan 44 şirketan.
Rûdaw: Birîndarên şerê DAIŞê hene ku nehatibin tomarkirin?
Şoriş Îsmaîl: Heke bi xwe xwe tomar nekiribe. Lê komîteya me ya pizîşkî heye û deriyê wezaretê vekirî ye.
Rûdaw: Xwebexşên ku çûne şer û birîndar bûne dê serî li kê bidin?
Şoriş Îsmaîl: Bila werin cem me. Yên ku şehîd bûn wekî şehîdên fermî hatin tomarkirin, ji bo birîndaran jî deriyê me vekirî ye.
Rûdaw: Pêşmerge li pişt rojnamegeran e?
Şoriş Îsmaîl: Pêşmerge li pişta we ye.
Rûdaw: Sibê xelk xwenîşandanê bike, helwesta pêşmergeyan çi ye? Gel diparêze an partiyê?
Şoriş Îsmaîl: Niha li nav Hêza Pêşmergeyan rêxistinên navneteweyî dewreyên rahênanê vedikin ka çawa di şer de welatiyan biparêzin. Pêşmerge pêbendî hemû yasayan e.
Rûdaw: Li cihekî alozî hebe tu çi dibêjî?
Şoriş Îsmaîl: Hêza Pêşmergeyan parêzvanê gel e û bi ti awayî rûbirûyî welatiyan nabe.
Rûdaw: Kêşeyên wekî cil û bergan an girêdana hinek lîwayan dê werin çareserkirin?
Şoriş Îsmaîl: Hemû di bin siyaseteke yekgirtî de wê bên çareserkirin. Îro me hinek biryar dan û bernameyek me ya taybet heye.
Rûdaw: Têkildarî wî deynê zêdeyî 100 milyar dînar a li ser wezaretê, rewş çi ye?
Şoriş Îsmaîl: Wexta ez hatim min lîsteyek dît ku tijî deyn bû, bi dehan mîlyaran.
Rûdaw: Wate heta wezaret jî di nav deynan de dinaliya?
Şoriş Îsmaîl: Deynên malbatên şehîdan, kêmendaman û brîndaran jî tê de hebûn. Lê me bi alîkariya hikûmetê ew qerz dan, zêdetirî 60-70 mîlyar dînar hat dayîn. Niha deynên 46 kompanyayan (şîrket) hatine lêkolînkirin û 26 mîlyar dînar ji bo 44 kompanyayan hate terxankirin û tu deynên wan mafan nafevtin.
Rûdaw: Wate daxwaz dê werin bi cîh anîn?
Şoriş Îsmaîl: Rast e, hikûmetê biryara pejirandinê daye.
Rûdaw: Pêşmerge piştgiriya gel dike an ya partiyê?
Şoriş Îsmaîl: Pêşmerge parêzerê gel û welêt e û tu caran nabe amrazê bikaranîna li dijî xelkê. Pêşmerge sîstema xwe û xebatên xwe li ser prensîbên navneteweyî bi rê ve dibe û raste rast ewlehî û aşitiya civakê diparêze.


