Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa roja yekkirina hemû hêzên Pêşmergeyan a di bin fermana Wezareta Pêşmergeyan de wekî "rojeke dîrokî" bi nav kir.
Wî destnîşan kir ku ji niha pê ve ti hêzên partîzanî namîne û her çekdarê li derveyî yasa û rêzikên wezaretê be dê wekî "milîs" û "kirêgirtî" bê dîtin.
Wî diyar kir ku ev gav destpêka avakirina artêşeke modern û yekgirtî ye û got:
"Ji bo vê yekgirtinê wekî mînak 138 hezar yan jî 139 hezar pêşmerge hatine diyarkirin. Dibe ku îro nêzîkî 100 hezar pêşmerge tevlî vê rêxistinê bibin."
"Hêzên Pêşmergeyan milê xwe nade ti partiyan"
Cehfer Şêx Mistefa destnîşan kir ku karê partîzanî di nav Hêzên Pêşmergeyan de bi temamî qedexe ye.
Wî anî zimên ku nabe çekdar ji bo hevrikiya siyasî bên bikaranîn.
Wî ferbarê rewşa darayî û mafan de jî wiha got, "Niha hemû Hêzên Pêşmergeyan di Hejmara Min (hesabê bankayê” de ne û ti pêşmerge li derveyî vê pergalê nemaye."
Li gorî gotinên wî, ji niha pê ve dê budceyek, yekîneyeke hejmariyê û cil û bergên yekgirtî hebin.
Cehfer Şêx Mistefa behsa wê yekê jî kir ku Hêza Pêşmerge di destûra Îraqê de wekî "Parêzvanên Herêmê" hatiye qebûlkirin.
Ji ber vê yekê ji komên derveyî dewletê cuda ye û divê meaşê wan bi yê leşkerekî artêşa Îraqê re wekî hev be.
Cehfer Şêx Mistefa li ser pêwendiya bi hevpeymanan re jî got, "Pêvajo li gorî dilê wan û li ser esasê peymanên navbera me de tê meşandin."
Wî bal kişand ser mijara derketina hevpeymanên û got "Divê em pişta xwe bidin xwe. Hêzên hevpeymanan heta dawiya dinyayê li vir namînin ku me biparêzin."
Wî her wiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê dikare bi peymana li gel Îraqê sîstemên parastinê bikire."
Cehfer Şêx Mistefa hişyarî da ku çekdarên DAIŞê di valahiyên ewlehiyê de wekî mefrezeyan mane û şaneyên wan ên raketî hene û got:
"Di van rojan de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê nêzîkî 20 kesên ji wan şaneyên razayî hatin desteserkirin."
Hat zanîn ku ew kes hemû Kurd in.
Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Senger Ebdurehman bersivandin:
Rûdaw: Gelo em dikarin bibêjin ji îro pê ve Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne yek? Gelo ji îro pê ve dê hemû Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya Wezareta Pêşmergeyan de û di bin fermana Wezareta Pêşmergeyan de bin?
Cehfer Şêx Mistefa: Beriya her tiştî wekî ku te jî got îro rojeke dîrokî ye. Ez bi boneya vê rojê gelê Kurdistanê pîroz dikim. Bi rastî jî hemû gelê Kurdistanê li benda wê rojê bû ku Herêma Kurdistanê bibe xwediyê artêşeke pêşmerge a yekgirtî.
Ev destkeft û berhema xwîna şehîdan, kêmendamên me, hemû Hêzên Pêşmergeyan û hemû gelê Kurdistanê ye. Wekî gava yekemîn, ev gava dîrokî û gelekî girîng e ku îro hemû Hêzên Pêşmergeyan dikevin bin fermana Wezareta Pêşmergeyan û dê pêbendî yasa û rêzikên wezaretê bin.
Lê ev nayê wateya ku çaksaziya di Wezareta Pêşmergeyan de bi dawî dibe, wekî me got ev gava destpêkê ye. Heta ku Hêzên Pêşmergeyan hebin, dê her tim hewcedarî bi çaksazî û pêdaçûnê hebe.
Ji niha pê ve Hêzên Pêşmergeyan zêdetir pêdivî bi rahênanê û dabînkirina pêdiviyan he û divê li gorî rewşên ku derdikevin pêş, guhertinên pêwîst bên kirin.
Rûdaw: Qonaxa piştî vê çi ye? Yanî niha ku Hêzên Pêşmergeyan bûn yek, qonaxa hûrgilî ya piştî yekkirina Hêzên Pêşmergeyan çi ye?
Cehfer Şêx Mistefa: Di rastiyê de, ev pêdaçûnek li ser rêxistinê û domandina çaksaziyê di Wezareta Pêşmergeyan de ye. Pêwîstiya wê bi rahênanên û pirçekkirinê heye. Pêwîstiya wan bi dabînkirina wan çekên ku îro ji bo parastinê pêwîst in û her wiha dewlemendkirina hêzên bi kadroyên akademîk û zîrek heye.
Rûdaw: Niha hejmara Hêzên Pêşmergeyan çi qas e?
Cehfer Şêx Mistefa: Bê guman ji bo vê yekkirinê wekî mîlak 138 hezar yan jî 139 hezar pêşmerge hatine destnîşankirin lê ev mîlak e. Dibe ku îro nêzîkî 100 hezar pêşmerge têkevin vê rêxistinê.
Rûdaw: Ev yekkirin tenê ji bo hêzên PDK û YNKyê ye yan ji bo hêzên li derveyî van her du partiyan jî ye?
Cehfer Şêx Mistefa: Nabe ti hêzên ti partiyan bimîne, nabe ti hêzên li derveyî yasa û rêzikan bimîne. Hemû ew hêzên ku li Herêma Kurdistanê û di sînorê Herêma Kurdistanê de ne, divê pêbendî yasa û rêzikan bin.
Rûdaw: Niha ji bilî Partî û Yekîtiyê hinek partiyên din jî Hêzên Pêşmergeyan hene, em dibînin ku Kake Heme manevrayên leşkerî jî dike. Gelo hemû ew hêz jî dê têkevin vê çarçoveyê?
Cehfer Şêx Mistefa: Bi dîtina min, ew hêz jî yan berê ser bi Wezareta Navxwe ve bûn yan jî hatibûn bin Wezareta Pêşmergeyan lê dîsa di bin kontrola partiyê de bûn. Ji niha pê ve divê ew nemînin çi ser bi Wezareta Navxwe ve bin çi jî ser bi Wezareta Pêşmergeyan ve bin divê yek serkirdayetî, yek fermande û yek navend hebe ji bo arastekirin, rêxistinkirin û bicihanîna erkên wan.
Rûdaw: Gelo em dê ji niha pê ve manevrayên leşkerî yên partiyan nebînin?
Cehfer Şêx Mistefa: Di rastiyê de nabe hebin, her aliyek ku vê bike, bi wateya derketina ji yasayê û biryarên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Rûdaw: Nabe ji niha pê ve Pêşmergeyên partiyan hebin?
Cehfer Şêx Mistefa: Nabe Pêşmergeyên partiyan bimînin. Dema ku diçe ser Wezareta Pêşmergeyan, nabe bi ti awayî di nav rêxistinan de tu reweya partîzaniyê hebe, divê reweya neteweyî û nîştimanî hebe. Li derve her kes azad e ku girêdayî kîjan partiyê be lê di nav Hêzên Pêşmergeyan de bi giştî rêxistinkirin û her cûre partîzanî qedexe ye.
Rûdaw: Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku nabe Hêzên Pêşmergeyan ji bo hevrikiya siyasî bên bikaranîn, gelo Herêma Kurdistanê ew qonax derbas kir?
Cehfer Şêx Mistefa: Bi dîtina min divê em wê derbas bikin, nabe bi ti awayî di nav hêzên çekdar, di nav Hêzên Pêşmergeyan û di nav tu artêşekê de siyaset rewe bide. Ji ber ku ev hêz ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya xelkê Kurdistanê ye, nabe ya ti partiyekê be.
Wekî ku li welatên bipêşketî yên Ewropa û Amerîkayê tê dîtin, hilbijartin tên kirin û bi guhertina partiyên li ser desthilatê re, artêş wekî saziyeke nîştimanî erkên xwe bi cih tîne û bandora siyasî li ser nîne. Ji ber wê bi ti awayî nabe destwerdana siyasî di nav Hêzên Pêşmergeyan de hebe; divê yekreng, yekdeng û yeksenger bin.
Rûdaw: Guhertina navê Yekîneya 70 û Yekîneya 80 bo Herêma 1 û Herêma 2 û guhertina navê lîwayan tenê guhertina navan e yan erkên wan jî diguherin?
Cehfer Şêx Mistefa: Bê guman hemû tiştên wan diguherin, erkên wan diguherin û di hemû qadan de wekî artêşeke pêşmergeyan a yekgirtî tevdigerin.
Ji niha pê ve Wezareta Pêşmergeyan û Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyan ku Serokê Herêma Kurdistanê ye, dê berpirsê wan ên rasterast bin.
Rûdaw: Cenabê we jî wezîrê pêşmergeyan bû, mijara yekîneya darayî yek ji wan kêşeyên yekkirina pêşmergeyan bû. Gelo çareser bû?
Cehfer Şêx Mistefa: Hemû ew tişt bi vê yekkirinê çareser dibin. Niha divê yek budce û yek yekîneya darayî ji bo hemû Hêzên Pêşmergeyan hebe; ji wezaretê bo herêman û ji herêman jî bo firqe û lîwayan.
Rûdaw: Cudahî heye di navbera mûçeyê pêşmergeyan ji herêmekê bo herêmeke din yan ji lîwayekê bo lîwayeke din?
Cehfer Şêx Mistefa: Tu cudahiyek namîne, divê erk û mafên wan wekhev bin. Niha jî mûçe yek e lê heger cudahî yan kêmasiyek jî hebe ji niha pê ve namîne û di erk û mafan de dê wekî hev bin.
Rûdaw: Cil çawa ne, ji niha pê ve dê cilên Hêzên Pêşmergeyan wekî hev bin?
Cehfer Şêx Mistefa: Hemû tişt dê bibin xwediyê navendeke biryarê ji ber wê di warê cilan, budce, rahênan, erk û mafan de jî hemû tişt dê bibin yek.
Rûdaw: Gelo hemû Hêzên Pêşmergeyan di projeya "Hejmara Min" de hatine tomarkirin û meaşên wan bi awayekî elektronîk in?
Cehfer Şêx Mistefa: Bi dîtina min niha hemû Hêzên Pêşmergeyan di "Hejmara Min" de ne û t pêşmerge li derveyî wê sîstemê nemaye.
Rûdaw: Ma êdî ew dem derbas bû ku bê gotin ev hêz ser bi filan kes an aliyekî ve ye?
Cehfer Şêx Mistefa: Divê nemîne ji ber ku ev pêvajo tu cudahiyê tê de nake ku bê gotin ev hêz an lîwa ya filan aliyî ye. Hemû ser bi Wezareta Pêşmergeyan in û wezaret ji wan berpirs e. Her hêzên li derveyî vê rêxistinê bimînin, bi Hêzên Pêşmergeyan û hêzeke nîştimanî nayê hesabkirin, dikarim bibêjim wekî kirêgirtî tê hejmartin.
Rûdaw: Ji îro pê ve her hêz…
Cehfer Şêx Mistefa: Ku li bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de nebe û pêbendî yasa û rêzikên wezaretê nebe, milîs e.
Rûdaw: Te behsa milîsan kir Kak Şêx, hinek ji wan hêzên li derveyî yasayê li Îraqê ku niha divê çekan deynin, yek ji wan şertên wan Pêşmerge ne û dibêjin divê Pêşmerge jî çekan deynin.
Cehfer Şêx Mistefa: Pêşmerge bi wan nayê muqayesekirin ev îdîayên kesane ne. Hêza Pêşmerge di destûra Îraqê de hatiye çespandin, her herêmek ku li Îraqê bê avakirin, xwediyê parêzvanên herêmê ye. Li Herêma Kurdistanê ku yekemîn herêma Îraqê ye, li gorî destûr û rêkeftinan Pêşmerge wekî parêzvanên herêmê hatiye diyarkirin. Wê demê em bi Kak Kerîm Sincarî û Wezareta Parastinê ya Îraqê re rûniştin, yek ji wan rêkeftinan ew bû ku parêzvanên herêmê li Kurdistanê Hêzên Pêşmergeyan in.
Rûdaw: Di destûrê de jî behsa parêzvanên herêmê hatiye kirin?
Cehfer Şêx Mistefa: Belê, destûrî ye.
Rûdaw: Lê di meaş û îmtiyazatê de bi artêşa Îraqê re cudahî heye, we hewl nedaye vê yekê rêk bixin?
Cehfer Şêx Mistefa: Divê hewl ji bo wê bê dayîn; ji ber ku li ser milê Hêzên Pêşmergeyan erkekî giran heye. Şêweya li Kurdistanê jî mûçeyê Asayîş û Polîsan du qatê Pêşmergeyan e, di demekê de ku erkê Pêşmergeyan girantir e. Ji ber wê divê meaşê Hêzên Pêşmergeyan bi yê leşkerekî artêşa Îraqê re wekhev bibe.
Rûdaw: Wezareta Navxwe biryarek daye ku karmendên hêzên ewlehiyê çekên xwe nebin malê, bi taybetî ku beşek ji rûdanên kuştinê bi wan çekan pêk tên. Gelo ev biryar dê li Wezareta Pêşmergeyan jî bê bicihanîn?
Cehfer Şêx Mistefa: Li hemû cîhanê dema hêzên çekdar pêbendî yasa û sîstemê bibin, li cihê karê xwe çekan distînin û piştî ku karê wan xilas bû jî çekên xwe vedigêrînin embarê. Ji ber wê çi Wezareta Pêşmergeyan be çi Wezareta Navxwe yan jî Asayîş be, bi ti awayî nabe çek bibin malê.
Rûdaw: Gelo di nav Hêzên Pêşmergeyan de ji bo vê yekê xebat hatiye kirin?
Cehfer Şêx Mistefa: Bêguman li ser tê karkirin. Ji niha pê ve dema tê gotin ku hemû pêbendî yasa û sîstemê ne, divê binkeyên wan ên leşkerî û embarên çekan hebin û rêzikên leşkerî bi ser wan de bên bicihanîn.
Rûdaw: Ji gotinên we ez wisa fêm dikim ku ji niha pê ve em dê artêşeke gelekî bipêşketî, rahênankirî û bi dîsîplîn di çarçoveya yasayan de bibînin. Wisa ye?
Cehfer Şêx Mistefa: Bê guman divê wisa be. Divê hêzeke yekgirtî be, pêbendî yasa û rêzikên Wezareta Pêşmergeyan be, ji hemû aliyan ve artêşeke modern be û hemû pîvanên artêşeke modern tê de bin.
Rûdaw: Di artêşeke modern de bilindkirina pileyê li gorî yasa û qebareya artêşê ye. Gazinc tên kirin ku pileyên bilind di nav Hêzên Pêşmergeyan de zêde ne. Ev çawa tê çareserkirin?
Cehfer Şêx Mistefa: Ev rastiyek e; ji ber ku ev têkoşer ji 17 yan jî 18 saliya xwe ve bûne Pêşmerge û ji bo parastina mafên wan, li gorî salên xizmetê, pileyên leşkerî stendine.
Lê divê Wezareta Pêşmergeyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê pirsgirêkê çareser bikin. Divê ew têkoşer bi pileyên layîqî wan xanenişîn bibin daku ew qelebalixiya di nav pileyên bilind de heye nemîne.
Rûdaw: Di warê çek û perçekkirinê de jî cudahî di navbera hêzan de heye. Ev dê çareser bibe?
Cehfer Şêx Mistefa: Divê artêşeke me heb, nabe tu cudahiya di cilan, çek, erk û mafan de bimîne. Heger cudahî bimîne tê wateya ku em nebûne yek.
Rûdaw: Ev pêvajo dê çend salên din bidome?
Cehfer Şêx Mistefa: Ji niha ve divê dest pê bike tu nikarî demeke diyarkirî jê re deynî lê ya girîng ew e ku ev destpêkek e û nabe tu astengî li pêşiya wê hebin.
Rûdaw: Ev gava ku îro hat avêtin bi dilê Koalîsyon û dostên we ye û ew jê razî ne?
Cehfer Şêx Mistefa: Wekî gava yekemîn bi dilê Koalîsyon, dostên me û em hemûyan e ji ber ku hemû kar ji gava yekemîn dest pê dikin.
Rûdaw: Ti têbîniyên wan li ser vê yekkirinê tunebû?
Cehfer Şêx Mistefa: Bi dilê wan e. Ev bernameya wan e jî li gorî wan yadaştnemeyên ku bi Amerîkî û şêwirmendên wan dewletên ku beşdar in di çaksaziya Wezareta Pêşmergeyan de hatine îmzekirin. Bername ew e ku herêm û fîrqe bên avakirin û hemû Hêzên Pêşmergeyan têkevin bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan.
Rûdaw: Biryar e ku 30yê mehê hêzên hevpeymanan ji Îraqê vekişin. Şêwirmendên wan dê li gel we bimînin?
Cehfer Şêx Mistefa: Heta niha ew biryar tune ye lê bi dîtina min eger di artêşa Îraqê de şêwirmendên wan bimînin, bêguman dê li Herêma Kurdistanê û di nav Hêzên Pêşmergeyan de jî bimînin.
Rûdaw: Dîtina we çi ye, we daxwaz kiriye ku bimînin?
Cehfer Şêx Mistefa: Pêdiviya me her tim bi wan heye. Ew artêşên ku 100 sal in hatine damezirandin hewcedarî bi şêwirmendan in, em ku hê di destpêkê de ne, hîn zêdetir pêdiviya me bi wan heye.
Rûdaw: Di destpêkê de ne?
Cehfer Şêx Mistefa: Em di destpêkê de ne û pir hewcedar in.
Rûdaw: Di destpêkê de ne?
Cehfer Şêx Mistefa: Destpêka yekkirina Hêzên Pêşmergeyan û damezrandina artêşa pêşmergeyan, ev qonaxa yekemîn e.
Rûdaw: We daxwaz ji wan kiriye ku bimînin?
Cehfer Şêx Mistefa: Bê guman hewl hatine dayîn û bi wan re hatiye axaftin, divê di serî de bi Îraqê re û piştre jî bi Herêma Kurdistanê re lihevtêgihiştinek hebe.
Rûdaw: Dîtina te ji bo rewşa ewlehiyê ya Îraqê piştî vekişîna hêzên hevpeymanan çi ye?
Cehfer Şêx Mistefa: Bi dîtina min ew nearamiya ku tê pêşbînîkirin wisa rû nade.
Rûdaw: Xera nabe?
Cehfer Şêx Mistefa: Bawer nakim rewş xera bibe.
Rûdaw: Hîn jî gelek komên li derveyî dewletê hene û çek di destê wan de ne. Gelo ev nabin metirsî li ser ewlehiya Îraqê?
Cehfer Şêx Mistefa: Divê ew xwe yekalî bikin; yan divê pabendî yasa û rêzikên Wezareta Parastinê ya Îraqê bibin yan jî wekî hêzeke dijî hikûmetê dimînin, di wê rewşê de jî divê Hikûmeta Îraqê wan yekalî bike.
Rûdaw: Di dema vekişîna wan de gelo metirsiya derketina DAIŞê heye?
Cehfer Şêx Mistefa: DAIŞ heye ev tiştê ku tê gotin ku nemaye, rast e ku tûşî şikestinê bûye lê heta niha jî di qonaxeke razayî de ye. Di wan valahiyên ku di navbera xetên parastinê yên Hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de hene de, li Qereçox, Kerkûk û cihên din DAIŞ heye.
Rûdaw: Mefreze ne?
Cehfer Şêx Mistefa: Belê, wekî mefrezeyan rojane tên dîtin. Ji xeynî vê jî li nav bajaran şaneyên wan ên razayî hene. Li gorî zanyariyên me, hin caran ji bo guhertina hêzên xwe, bê çek tên nav bajaran da ku bêhna xwe bidin.
Rûdaw: Hêzên DAIŞê?
Cehfer Şêx Mistefa: Belê, DAIŞ.
Rûdaw: Tên nav bajaran da ku bêhna xwe bidin?
Cehfer Şêx Mistefa: Belê, tên nav bajaran da ku bêhna xwe bidin.
Rûdaw: Li Herêma Kurdistanê jî?
Cehfer Şêx Mistefa: Nexêr.
Rûdaw: Şaneyên wan ên razayî nînin?
Cehfer Şêx Mistefa: Li hemû cihan bi awayekî veşartî şaneyên wan ên razayî hene.
Rûdaw: Hîn jî hene?
Cehfer Şêx Mistefa: Hene.
Rûdaw: Çima nehatine desteserkirin, ma ne metirsîdar in?
Cehfer Şêx Mistefa: Hêzên ewlehiyê derbeyan li wan didin. Va ye di van rojan de li parêzgeha Silêmaniyê nêzîkî 20 kesên ku di nav wan şaneyên razayî de bûn hatin desteserkirin.
Rûdaw: Hemû Kurd in?
Cehfer Şêx Mistefa: Belê, Kurd in.
Rûdaw: Ma ev ne metirsîdar in?
Cehfer Şêx Mistefa: Ew metirsiyeke mezin in li ser ewlehî û jiyana xelkê.
Rûdaw: Gava hatin ji bo bêhnvedanê hatin desteserkirin?
Cehfer Şêx Mistefa: Nexêr, ev her li vir hatine dirustkirin.
Rûdaw: Gelo plana wan hebû?
Cehfer Şêx Mistefa: Bê guman ne bêplan in lê derbarê îtîraf û hûrgiliyan de divê ji Asayîşê bê pirsîn ji ber ku operasyon ji aliyê Asayîşê ve hatiye kirin û hemû belgeyên wan li cem Asayîşê ne.
Rûdaw: Hemû Kurd in?
Cehfer Şêx Mistefa: Belê, tişta ku min bihîstiye hemû Kurd in.
Rûdaw: Ma tu tiştek bi wan re hatiye dîtin?
Cehfer Şêx Mistefa: Ev yek divê tu ji Asayîşê bipirsî.
Rûdaw: Dema Koalîsyon vedikişin, sîstema parastinê jî bi xwe re dibin?
Cehfer Şêx Mistefa: Tişta min bihîstiye ku dê bibin; li Hewlêrê ji ber ku konsulxaneya wan a giştî heye, dibe ku ji bo parastina konsulxaneya xwe sîstemeke parastinê bihêlin.
Rûdaw: Heta niha ji Hewlêrê nebirine?
Cehfer Şêx Mistefa: Li Hewlêrê heta niha maye.
Rûdaw: Heger vekişin, Herêma Kurdistanê dê çawa parastina xwe bike?
Cehfer Şêx Mistefa: Divê Herêma Kurdistanê tenê pişta xwe bi wê yekê germ neke ku dê Koalîsyon hetahetayê li Kurdistanê bimînin û me biparêzin ji ber ku di vê derbarê de ti garantî nînin. Divê em pişta xwe bidin xwe, bi taybetî piştî ku Hêzên Pêşmergeyan bûne yek. Divê em pişta xwe bidin xwe ji ber ku ew hêzên Koalîsyonê heta dawiya dinyayê li vir namînin ku me biparêzin.
Rûdaw: Herêma Kurdistanê dikare ji aliyê yasayî ve sîstema parastinê bikire? Îraq rê pê dide?
Cehfer Şêx Mistefa: Belê, em dikarin bikirin ji ber ku em beşek in ji Îraqê û beşek in ji sîstema parastinê ya Îraqê. Ji ber wê jî em dikarin bi rêkeftina bi Îraqê re û li gorî yasayê, hemû wan çekên ku ji bo parastina Herêma Kurdistanê pêwîst in bikirin.
Rûdaw: Biryar bû ku Îraq sîstema parastinê bişîne ji bo parastina qadên neftê, ne şandiye?
Cehfer Şêx Mistefa: Em beşek in ji Îraqê, ji ber wê jî divê Îraq di hemû qadan de berpirsê yekemîn be di parastina ewlehiyê de. Li gorî destûrê gelek erk hene ku Îraq ji wan berpirs e ne Herêma Kurdistanê.
Rûdaw: Gelo merasîma îro û yekkirina hêzan bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Qubad Talebanî û fermandeyên pêşmergeyan dê bandorek li ser rewşa siyasî bike?
Cehfer Şêx Mistefa: Her gavên bi vî rengî dê bandoreke mezin li ser rewşa siyasî bikin, bi taybetî yekkirina Hêzên Pêşmergeyan dê bandora herî mezin bike. Em dê di paşerojeke nêzîk de bibînin bê çi qas di warê siyasî û çareserkirina kêşeyên navxweyî de dê bandor bike.
Rûdaw: Gelek spas ji bo cenabê we Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa.
Cehfer Şêx Mistefa: Gelek spas.



