Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê Serdar Yuksel got, “Alîkariyên wan ên leşkerî, aborî û mirovî yên ji bo Hewlêrê dê bidomin.”
Serdar Yukser, qala rewşa Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê kir û li ser gelek mijarên girîng axivî.
Ew bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ye lê li Almanyayê ji dayîk bûye.
Serdar Yuksel diyar kir ku ew êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê qebûl nakin.
Wî daxwaz kir ku artêşa Almanyayê li Herêma Kurdistanê bimîne û perwerdeya Pêşmergeyan bidomîne.
Yuksel destnîşan kir ku divê Almanya ji bo mana leşkerên xwe ya li Herêma Kurdistanê biryareke serbixwe bide.
Wî piştgiriya xwe ya ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Mesrûr Barzanî jî anî zimên.
Parlamenterê Kurd, li Şamê ji bo mafên Kurdan bi Ehmed Şer re hevdîtin kir.
Wî anî zimên ku divê mafên Kurdan û nasnameya wan a çandî di destûra Sûriyeyê de cih bigirin.
Yuksel da zanîn ku alîkariya Almanyayê ya ji bo Sûriyeyê bi şertê demokrasiyê ye.
Serdar Yukselê ku li Berlînê koma parlamenterên Kurd ava kiriye, li dijî dersînorkirina Kurd û Êzidiyan e.
Wî bi bîr anî ku DAIŞ hîn bi temamî têk neçûye û ewlehiya deverê nehatiye misogerkirin.
Yuksel got ku binesaziya Şingalê hîn nehatiye avakirin.
Wî tekez kir ku heta ewlehî çênebe Kurd û Êzidî nikarin vegerin cih û warên xwe.
Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) Serdar Yuksel pirsên me bersivandin û ev jî pirs û bersiv in:
Rûdaw: Kak Serdar xêr hatî, kêfxweş im.
Serdar Yuksel: Roj baş.
Rûdaw: Kirmanckî/Zazakî, Kurmancî fêm dikî?
Serdar Yuksel: Ez Zazakî dizanim lê Kurmancî kêm dizanim.
Rûdaw: Beriya em dest bi hevpeyvînê bikin, te got em li malê bi kîjan zimanî diaxivin, te got dema em aciz dibin bi Zazakî, di sohbetên asayî de bi Almanî û Tirkî. Tu li Almanyayê ji dayîk bûyî. Eger ez niha bi Kurmancî bipirsim, tu ji sedî sed têdigehî?
Serdar Yüksel: Nexêr.
Rûdaw: Ez dê bi Kurmancî pirsan bikim. Ew dê bi Almanî bersivan bide. Ev cara çendan e tu tê Kurdistanê?
Serdar Yuksel: Ev cara 21ê ye ku ez têm Kurdistanê.
Rûdaw: Te vê carê Kurdistan çawa dît?
Serdar Yuksel: Bêguman armanca serdana min a di demekê de ku Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve rastî êrişan tê, nîşandana piştgiriyê ye. Hûn dizanin ku zêdetirî 900 êrişî li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin. Min xwest bi vê serdanê peyama piştgiriyê bi awayekî zelal bigihînim û bibêjim ku ev êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin û divê bên rawestandin.
Eger Îran bixwaze vegere nav civaka navdewletî, divê van êrişên li ser welatên cîran rawestîne. Ez li vir im da ku li ser navê Parlamentoya Almanyayê piştgiriya xwe ji bo hemû Kurdan û hikûmeta vir nîşan bidim. Em ne ji bo geştkirinê hatine, ez li vir im da ku piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd bikim.
Rûdaw: Gelekî baş e. Pirsek heye ku her kes meraq dike, gelo Almanya hemû hêzên xwe ji Kurdistanê vedikişîne?
Serdar Yuksel: Nexêr, venekişandiye. Li Almanyayê li ser vê mijarê nîqaş hene. Serokwezîrê Îraqê li Washingtonê bi Amerîkayê re axivî daku leşkerên Amerîkayî ji Îraqê derkevin. Plana Amerîkayê ew e ku heta dawiya îlonê vekişin. Serokwezîrê Îraqê soz daye ku heta 1ê Çiriya Pêşîn mîlîsan jî bêçek bike. Lê her kesê ku rewşa Kurdistanê dizane, fêm dike ku mîlîsên li Bexdayê dê çekên xwe daneynin. Hîn biryara dawî ya li ser wê mijarê nehatiye dayîn. Ez gelekî alîgirê wê me ku yekîneyeke mezin a leşkerên Almanyayê li Kurdistanê bimîne.
Ev gelekî girîng e ku artêşa Almanyayê bi neteweyên din re li vir bimîne. Em wekî parlamenter dê hewl bidin ku erkê artêşa Almanyayê yê ji bo perwerdekirina Pêşmergeyan bidome. Loma biryara dawî nehatiye dayîn.
Rûdaw: Gelo Almanya biryara man an nemana xwe ya li Kurdistanê bi biryara Amerîkayê ve girê dide?
Serdar Yuksel: Belê, divê em biryarên serbixwe bidin. Em siyaseta Îranê ya Trump dibînin, sibê tiştekî dibêje, nîvro û êvarî tiştekî din. Ev ne siyaseta baş e ya ku Amerîkayî dikin. Ji ber wê divê Almanya û welatên Ewropayî hebûna xwe ya leşkerî li vir biparêzin. Ev ne tenê ji bo piştgiriya Kurdan e lê ji ber ku rewş hîn ne aram e.
Ev nîşanek e ji bo her kesê ku dixwaze êrişî Herêma Kurdistanê bike. Em ji wan re dibêjin 'her hizra wê nekin ku hûn êrişî Kurdistanê bikin, em li vir in û em dê bimînin'. DAIŞ hîn bi temamî nehatiye têkbirin, şaneyên wan ên razayî hene. Ji ber wê yekê pêwîstiya me bi leşkerên Almanyayê li vir heye. Lewma em li Parlamentoya Almanyayê nîqaş dikin ku serbixwe ji biryara Amerîkayê, divê Almanya û artêşa Almanyayê biryara xwe serbixwe bidin.
Me dît ku ji ber vekişîna Amerîkiyan a ji Afganistanê çi alozî derketin. Em naxwazin li vir aloziyan li pey xwe bihêlin, belkî divê Almanya bi hevkarên xwe yên din ên Ewropayî re berpirsyariya xwe ya navdewletî li Kurdistanê rake.
Rûdaw: Gelo Almanya dê alîkariya xwe ya ji bo Pêşmergeyan bidomîne?
Serdar Yuksel: Belê, divê ev zelal be. Em fê berdewam piştgiriya leşkerî, aborî û mirovî pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin. Em dizanin ku Kurdistan herêma dawî ya piretnîk û pirolî ye li vê deverê. Nabe ku em Kurdan di vê dema dijwar de bi tenê bihêlin. Lewma ez gelekî geşbîn im ku em û hevkarên xwe yên Ewropayî berpirsyariya xwe ya li vir li Kurdistanê bi cih bînin.
Rûdaw: Te di vê serdana xwe de bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin kir. We qala çi kir?
Serdar Yuksel: Me qala rewşa niha, êrişên Îranê yên li ser eniyên Kurdan û pirsgirêkên li Sûriye û Îraqê kir. Her wiha me qala wan zehmetiyan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirûyî wan dibe. Ji bo min hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî re gelekî watedar û bi bandor bû. Ez ji zaroktiya xwe ve wî nas dikim, min her tim di televîzyonê de dîtibû lê îro derfet çêbû û ez li cem wî rûniştim. Enerjiyeke wî ya mezin heye û mirov fêm dike ku ew siyasetmedarekî di asta cîhanî de ye.
Ji bo min gelekî bi bandor bû ku min Serok Mesûd Barzanî dît. Her wiha Serok Nêçîrvan Barzanî di qada navneteweyî de dîplomatekî gelekî girîng e, çi li Washington, Parîs, Munich yan Enqere, Şam û Bexdayê be. Serok Nêçîrvan Barzanî dîplomatekî astbilind e û li ser asta cîhanê xwedî rûmeteke mezin e. Em kêfxweş û bextewar in ku me bi Serok Mesûd Barzanî û Serok Nêçîrvan Barzanî du siyasetmedarên wiha xwedî tecrube di serokatiya vî welatî de hene.
Rûdaw: Van rojan salvegera jenosîda Êzidiyan bû. Hin parlamenterên Alman rexne li hikûmetê girtin ku sozên hatine dayîn bi cih nehatine. Tu wekî parlamenterekî Kurd ku nêzîkî Êzidiyan î, tu polîtîkayên Almanyayê çawa dibînî?
Serdar Yuksel: Almanyayê beriya 3 salan jenosîda Êzidiyan nas kir. Min bi xwe beriya 12 salan kampeke penaberan ava kir ku niha 5 hezar Êzidî tê de dijîn. Pêwendiyeke min a nêzîk bi civaka Êzdiyan a li Almanyayê re heye. Ez li dijî dersînorkirina Êzidiyan im. Mirov nikare jenosîdê nas bike û roja din wan bi zorê vegerîne. Divê perspektîveke wan hebe, em piştgiryê didin wan da ku ew jî xwedî mafê manê bin. Ez bi xwe jî serokê dozgeriyê bûm û bi alîkariya min gelek kes karîbûn li Almanyayê bimînin.
Bê guman pirsgirêkeke me bi penaberên tawanbar re heye, helbet her kesê ku li Almanyayê tawan û tawanên giran bike, dê were dersînorkirin. Lê yên ku dixebitin, fêrî ziman bûne û malbat ava kirine, divê li Almanyayê paşerojeke wan a baş hebe.
Rûdaw: Te vê carê kampên Êzidiyan ziyaret kir?
Serdar Yuksel: Belê, ez pêr li kampa Şêxan li Mamreşanê bûm. Her ew kamp e ya ku min beriya 12 salan damezirandibû. Ez gelek caran diçim wê derê û em dê berdewam alîkariya wê û kampên din bikin. Her ji destpêkê, ji sala 2012an ve em piştgiryê didin Kampa Şêxan. Ji bo min dîmenekî gelekî xemgîn e dema ez dibînim ku zarokên ku beriya 12 salan li wir ji dayîk bûne, hîn jî di bin kon û di konteyneran de dijîn. Li Şingalê ewlehî nîne.
Divê hikûmeta Îraqê ewlehiyê dabîn bike, vegera Êzdiyan bi rêxistin bike û divê binesaziya Şingalê ava bike daku mirov karibin vegerin ser mal û milkên xwe. Li wir ne ewlehî, ne dibistan û ne jî nexweşxane hene. Êzidî dixwazin vegerin lê pêwîstiya wan bi alîkarî û piştgiriyê heye. Lewma ez bangî hikûmeta Îraqê dikim ku bi alîkariyên darayî piştgiriya vegera Êzidiyan bike û jêrxaneya Şingalê ava bike. Ev yek hîn bi awayekî baş nehatiye kirin. Em dê di dan û standinên xwe yên li gel Bexdayê de wê daxwazê bikin ku berpirsyariya vegerandina Êzidiyan di destê hikûmeta Îraqê de ye.
Rûdaw: Em werin ser mijara Rojavayê Kurdistanê. Te serdana Rojavayê Kurdistan kiriye?
Serdar Yuksel: Belê, ez du caran li wir bûm. Meha sibatê ez li Şamê bûm. Min spasiya Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir ji bo parastina Kurdan a li Şamê û Eşrefiyeyê. Ji ber ku Serok Mesûd Barzanî hişyarî dabû Ehmed Şer ku nabe ji aliyê leşkerî ve êrişî Kurdên Eşrefiyeyê bê kirin. Serok Mesûd Barzanî ne tenê li Kurdistanê roleke wî ya girîng heye, belkî li ser asta navdewletî jî. Nêçîrvan Barzanî li Şamê bû û min hîn Alaya Kurdistanê di ti serdanên fermî de ew qasî mezin nedîtibû. Ev naskirin û nîşaneke girîng ji bo Kurdan bû.
Min di serdana xwe ya sibatê de jî ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê re got ku divê Sûriye bibe welatekî piretnîk, pirolî û mafê mirovan were parastin. Û ka ew yek çawa tê birêvebirin, ew dikarin çav li vir, li Kurdistanê bikin.
Rûdaw: Kurdên li Rojavayê Kurdistanê hîs dikin ku Almanya ew ji bîr kirine, bi taybetî piştî şerê DAIŞê û têkiliyên nû yên bi Şamê re. Gelo Berlînê Rojavayê Kurdistanê ji bîr kiriye?
Serdar Yuksel: Nexêr, ji bîr nekiriye. Lê di siyasetê de tiştek heye ku jê re dibêjin "Siyaseta rasteqîn". Lê nûnerê Amerîkayê yê ji bo Enqere û Şamê bi awayekî eşkere ji bo Kurdên Rojava got, 'Pêwîstiya me bi we nema û em êdî bi hikûmeta navendî, bi Şer re kar bikin'.
Helbet Almanyayê di serdana Ehmed Şer a li Berlînê de tekez kir ku hevkarî û alîkariya Almanyayê û Ewropayê di avedankirina Sûriyeyê de tenê di wê demê de dê hebe eger mafên mirovan, mafên olî yên pêkhateyan û her wiha mafên Kurdan bên qebûlkirin. Eger me mêvandariya wî nekiribûya, dê ti bandora me li wî nebûya. Mixabin di siyasetê de wisa ye ku mirov nikare heval û danûstandkaran li gorî dilê xwe bibijêre, lewma jî em li Berlînê bi Ehmed Şer re axivîn û bi dîtina min ev yek girîng bû. Lê pêwîst e jî ku helwest û daxwazên Almanya û Ewropayê bên eşkerekirin.
Rûdaw: Mafê Kurdan dê di destûra Sûriyeyê de cih bigire?
Serdar Yuksel: Di hevdîtinên li gel Ehmed Şer de hatiye teqezkirin ku divê mafê Kurdan û nasnameya wan a çandî û zimanî di destûrê de were parastin. Ev nabe tenê bi biryarnameyekê be, divê di destûrê de, di makezagona Sûriyeyê de be. Her wiha Kurdan bi Mezlûm Ebdî jî nûnerekî jêhatî heye.
Mezlûm Ebdî jî beriya çend rojan li Şamê bû, Ehmed Şer dîtiye û ew li ser wan mijaran axivîne. Her wiha ez gelekî geşbîn im, ji ber ku ji bo avedankirina Sûriyeyê pêwîstiya Ehmed Şer bi Rojavayê heye, lewma jî ew dê neçar bimînin ku pabend bin bi daxwaza me ya misogerkirina mafên kêmîne û pêkhateyan a di destûrî de.
Rûdaw: Çima ez vê pirsê dikim, kak Serdar. Ji ber ku piştî rejîma Esed têk çû û ew reviya. Kurdan hest pê kir ku ew bi tenê hatine hiştin. Rast e? Kurd bêxwedî ne li Rojavayê Kurdistanê?
Serdar Yuksel: Nexêr, ji destpêkê ve eşkere bû ku dibe li Sûriyeyê jî herêmeke xweser a Kurdan li gorî nimûneya Herêma Kurdistanê ya li Îraqê were çêkirin. Lê beşeke din a rastiyê jî ew e ku gelek bajarên Ereban hebûn ku nedikarîbûn di bin kontrola desthilata Kurdan de bimînin.
Helwestên Ewropa û Almanyayê di wê mijarê de gelekî zelal in, ew dixwazin ku serweriya Sûriyeyê bi temamî wekî xwe bimîne lê ew di heman demê de dixwazin ku Sûriye bimîne dewleteke pirnetewe û pirolî. Ev yek çend caran ji bo Ehmed Şer hatiye gotin. Hem ji aliyê Serokê Fransayê û hem jî ji aliyê Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz. Em dê her tim çavdêriya wê yekê bikin ku ew pêvajo di berjewendiya pêkhateyên wekî 3,5 milyon Kurdên li Rojava de bê berçavgirtin.
Rûdaw: Siyaseta Almanyayê hem li Sûriyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn siyaseteke pasîf bû, ne aktîf bû. Di siyaseta Sûriyeyê de nedikarîbû siyaseteke cidî û navbeynkar di navbera Kurdan û Şamê de bibîne. Fransa bêhtir li pêş bû. Tu difikirî ku Almanya di dema pêş de roleke aktîf û cidî bilîze da ku Kurdên li wir bi rastî hîs bikin ku Berlîn li pişta wan e?
Serdar Yuksel: Divê ew roleke aktîftir bilîze. Nêzîkî 1,3 milyon kesên me hene ku ji Sûriyeyê reviyane Almanyayê. Her wiha Almanya ji bo wan kesan dixwaze derfeteke vegerê hebe, ji bo yên ku dixwazin vegerin. Eger ew kes bên neçarkirin ku ji azadî û aştiya Almanyayê biçin û vegerin Sûriyeyê, ew wê demê nikarin vegerin welatekî rûxiyayî. Lewma divê Almanya di avedankirina wî welatî de beşdar be û bandora xwe li wir misoger bike.
Almanyayê ji ber wan 1,3 milyon kesan berpirsyarî heye. Em dixwazin bi kiryar di avedankirinê de beşdar bin. Wekî mînak niha hilberîn di stasyonên elektrîkê de tê kirin. Em di avakirina dibistan û nexweşxaneyên li Sûriyeyê de alîkar in. Loma Almanya di avedankirina Sûriyeyê de çalak e, em ji aliyê alîkariyên mirovî ve gelek tiştan dikin û ji Fransayê zêdetir dikin lê em wê bi bêdengî dikin. Fransî kêmtir dikin lê dengê xwe bilindtir dikin.
Bi baweriya min eger mirov bixwaze bandorek li Sûriyeyê hebe divê mirov alîkar be û di heman demê de alîkariyan bi mercên wekî parastina prensîbên demokrasiyê, mafên mirovan, yên kêmîneyan, jinan, Kurdan, Xiristiyan û Durziyan girê bide. Divê bi wan pêbend bin. Eger ew neyên pêkanîn û eger mafên mirovan bên binpêkirin û eger em dîmenan bibînin, yên em naxwazin bibînin, wê demê hevkariya bi awayekî pir bi lez dê bi dawî were. Û hikûmeta li Şamê vê yekê dizane.
Rûdaw: Tu vê carê çûyî Rojavayê Kurdistanê, te di vê geşta xwe de serdana wir kir?
Serdar Yuksel: Meha sibatê ez tenê çûbûm Şamê. Planek heye ku ez îsal biçim Şamê û dibe ku ez vê carê biçim Rojava jî. Ez carekê çûbûm Qamişloyê û careke din jî çûbûm Dêrikê. Ew jî di dema şer de bû û ji xwe qedexe bû lê ez çûbûm.
Rûdaw: Almanya difikire ku di avedankirina Sûriyeyê de, li Rojavayê Kurdistanê de jî cih bigire?
Serdar Yuksel: Belê, ev hatiye ragihandin. Em dê bi sedan milyon Euroyan di avedankirina Sûriyeyê de alîkar bin. Helbet rûn e ku em vî pereyî nadin hikûmeta Sûriyeyê, belkî ev pere dê ji bo rêxistinên navdewletî yên li wir were radestkirin, ên ku di avedankirina wî welatî de çalak in. Û helbet yek ji wan herêman jî Rojava ye.
Rûdaw: Tu diyasporaya Kurdan a li Almanyayê çawa dibînî? Bi dîtina te ya wekî hem parlamenterekî Almanyayê û hem jî wekî Kurdekî ku li Almanyayê ji dayîk bûye, guhertin çêbûye, di cihê xwe de maye, bi hêz e yan jî lawaz e?
Serdar Yuksel: Gelekî pozîtîf e. Çawa ez bûm endamê parlamentoyê, me ji bo cara yekem koma parlamentoyê "Jiyana Kurdan" damezirand. Parlamenterên ji her partiyan tê de hene û berdewam hevdu dibînin.
Em ne tenê li ser jiyana Kurdan a li Almanyayê kar dikin, em çavdêriya jiyana Kurdan a li Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiyeyê dikin. Her wiha ne tenê parlamenterên Kurd tê de ne, parlamenterên Alman jî tê de ne û ew dixwazin roleke mezin bilîzin û alîkariya me bikin ku pireke baş di navbera Hewlêr û Berlînê de bê avakirin. Ez geşbîn im ku divê Kurdên li Almanyayê roleke mezintir bilîzin.
Rûdaw: Kêm kes hene ku xelkê Dêrsimê be, li Almanyayê ji dayîk bûbe lê ew qas Kurdistanî be. Bi rastî ne tiştekî kêm e. Malbata te jî polîtîk e?
Serdar Yuksel: Her malbateke Kurd siyasî ye. Dema em ji bo rojbûnan, dawet an taziyan tên cem hev, em qala siyasetê dikin. Di dîroka her malbatekê de rev û derkirina bi zorê heye. Dîroka malbata min jî sala 1937-38an li Dêrsimê bi jenosîd û koçberiyê re derbas bûye.
Ev çarenivîsa me ya çewisandin û bêwelatiyê, me hemûyan li hemû dewletên vê cîhanê bi hev re girê dide. Xem nake li ku derê, li Awisturalya, Amerîka yan Almanyayê bin, nabe em nasnameya xwe ya Kurdî ji dest bidin û lewma jî Kurd di cîhanê de gelekî bi hêz in. Gelek zana, siyasetmedar, hunermend hene yên di gelek astan de çalak in. Em dikarin şanaziyê bi wê rolê bikin a ku em di vê cîhanê de dilîzin.
Rûdaw: Gelekî spas kak Serdar. Kêfxweş bûm bi vê hevdîtinê. Zor spas.
Serdar Yuksel: Spas, xatirê we.



