Dilşad Şehab ragihand, xelata rûmetê ya Îtalyayê ya ku didin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî "rêzgirtineke ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê ye" û polîtîkaya rast a ku Serokê Herêma Kurdistanê nûnertiya wê dike.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab bû mêvanê Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.
Dilşad Şehab diyar kir ku pêvajoya destnîşankirina Nêçîrvan Barzanî ya ji bo dayîna vê madalyayê "bi temamî ji aliyê dewleta Îtalyayê ve hatiye birêvebirin."
Dilşad Şehab derbarê pîvanên hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo madalyayê got:
"Yek ji wan pîvanên ku Nêçîrvan Barzanî pê hatiye nirxandin, ji bilî girîngîdayîna bi dostaniya hevbeş a bi Îtaliyan re, bihevrejiyan, girîngîdayîna bi hebûna jinan û girtina wê siyaseta rast e ku cenabê wî di jiyana xwe ya siyasî de daye ber xwe."
Bexşîna madalyayê bi biryarnameyeke Serokkomariya Îtalyayê bûye ku meha Gulanê hatiye derxistin.
Dilşad Şehab got ku ev "rêzgirtineke ji bo siyaseta rast a Herêma Kurdistanê ye ku îro Nêçîrvan Barzanî nûnertiya wê dike ku ne tenê rêzgirtinek e ji bo kesayetiyekî."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha behsa wê yekê kir ku Nêçîrvan Barzanî wekî kesayetiyekî qebûlkirî yê ji aliyê hemû aliyên Îraqî ve tê dîtin.
Wî mînaka gotinên Patrîk Mar Paulusê Sêyem anî ku ji Serokê Herêma Kurdistanê re gotibû:
"Hemû alî, tevî nakokiyên xwe, li ser tiştekî hemfikir in ku ew jî rêzgirtina bîr û baweriyan a Nêçîrvan Barzanî ye ku her tim bawer dike her pirsgirêkek hebe divê bi diyalogê were çareserkirin."
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab re:
Rûdaw: Nêçîrvan Barzanî çawa ji bo wergirtina vê madalyayê hat diyarkirin?
Dilşad Şehab: Ez pêşwext dixwazim rastiyekê bibêjim, di rastiyê de derketina vê biryarê ji bo me wekî Serokatiya Herêma Kurdistanê surprîzek bû. Em ji wê pêvajoyê agahdar nebûn û ti agahiyên me nebûn û ti kesî jî ji me nepirsî. Ev pêvajoyek e ku bi temamî ji aliyê dewleta Îtalyayê ve hatiye birêvebirin. Ew pîvanên ku kesek ji bo wê tê hilbijartin di her warî de be, diyar e ku ev war zêdetir warekî siyasî û dîplomatîk e, li ser kîjan bingehî ye. Beriya her tiştî pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Îtalyayê re deriyekî vê yekê bûn ku ew bi vê hûrgiliyê werin nav jiyana siyasî, jiyana aborî, azadiyên li Herêma Kurdistanê, bihevrejiyan û wan tiştên ku cihê girîngiyê ne. Li hemû welatan, bi taybetî li welatekî pêşketî yê wekî Îtalyayê ku endamekî çalak ê Yekîtiya Ewropayê ye, hebûneke bihêz li cîhanê, li Rojhilata Navîn û li Herêma Kurdistanê heye.
Eger em hinekî vegerin destpêka hebûna Îtaliyan, her ji piştî Raperînê ve bi rêya rêxistinên xêrxwaziyê hebûna wan li Herêma Kurdistanê çêbûye. Heta piştî azadiya Îraqê, hebûneke wan a siyasî ya çalak çêbûye. Yek bûn ji wan dewletên ku zû biryara vekirina nûnertiyê da û ji sala 2011ê ve nûnertiya wan li Herêma Kurdistanê hebûye. Sala 2015an bû konsulxane û sala 2024an jî bû konsulxaneya giştî ango berdewamî û bipêşxistineke gav bi gav a vê pêvajoyê hebûye. Li gel vê yekê jî, ev hilbijartin ne rewşeke ji nişka ve ye ku derketibe holê. Dewletek ku girîngî dabe pêwendiyeke dualî ya bi Herêma Kurdistanê re di wê astê de, çûn û hatineke dîplomatîk a mezin heye. Du serokwezîrên Îtalyayê hatine Herêma Kurdistanê. Cenabê Serok Barzanî çend caran wekî Serokê Herêma Kurdistanê çûye Îtalyayê. Her wiha cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Kek Nêçîrvan Barzanî, him wekî Serokê Herêmê û him jî wekî Serokwezîr çûye Îtalyayê. Wezîrên wan ên bibandor, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Parastinê pêwendiyên wan ên berdewam ên dostane hebûne. Ev pêwendî bûye sedem ku Îtalya girîngiyê bide hinek hûrgiliyên jiyana siyasî ya li Herêma Kurdistanê.
Yek ji wan pîvanên ku Rêzdar Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê pê hatiye nirxandin, ji bilî girîngîdayîna bi dostaniya hevbeş a bi Îtaliyan re, hinek ji wan pîvanan in ku li cem Îtalyayê cihê girîngiyê ne. Yek ji wan bihevrejiyan e, yek ji wan girîngîdayîna bi hebûna jinan e, yek ji wan girîngîdayîna bi hêza nerm e û girtina wê siyaseta rast e ku cenabê Serokê Herêma Kurdistanê di jiyana xwe ya siyasî de, çi di Serokatiya Hikûmetê de û çi jî niha di Serokatiya Herêma Kurdistanê de daye ber xwe. Ev zimanekî qebûlkirî ye û xelk bi rêzdarî lê dinêre, bi taybetî ku hemû gavên Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveyeke destûrî de bûne. Ev yek şarezayiyeke dîplomatîk û siyasî ya mezin dixwaze. Avakirina van pêwendiyan a di asta welatan û asta navneteweyî de û di heman demê de parastina wê hevsengiyê ku ev pêwendî ti bandora wan li ser serweriya Îraqê û destûra Îraqê nebe. Îtalya jî pêwendî û hebûneke wê ya mezin bi Îraqê re heye. Îro wekî mînak, Balyoz dê wekî nûnerê Serokkomar amade be ku Serokkomar di meha Gulana îsal de biryarnameya bexşîna vê nîşanê derxistiye.
Rûdaw: Bi biryarnameyeke Serokatiyê hatiye kirin?
Dilşad Şehab: Belê, biryarnameyeke Serokatiyê ye, Serokkomariyê derxistiye.
Rûdaw: Biryarname tê nîşandan?
Dilşad Şehab: Bê guman, Rêzdar Balyoz dê axaftinekê bike û karan zelal bike. Rêzdar Konsulê Giştî yê Îtalyayê dê axaftinekê bike û cenabê Serokê Herêma Kurdistanê jî dê axaftinekê bike. Ez dixwazim ducare bikim, ev pêvajo nirxandin û rêzgirtinek e ji bo siyaseteke rast a Herêma Kurdistanê ku îro Rêzdar Nêçîrvan Barzanî nûnertiya wê dike. Ango eger ez hûrtir bibêjim, ne tenê bexşîna rêzgirtinekê ye ji bo kesayetiyekî, ji ber ku ev avakirina pêwendiyekê ye di asta Herêma Kurdistanê de. Ev rêzgirtin e ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê.
Rûdaw: Piştî bexşîna vê madalyayê, pêwendiyên Îtalya û Herêma Kurdistanê dê ber bi kû ve biçin?
Dilşad Şehab: Ew tiştên ku li cem Îtalyayê cihê girîngiyê ne, ji bilî pêwendiya dîplomatîk, pêwendiya aborî, pêwendiya rewşenbîrî, xwendina bilind û pêwendiya çandî ne. Îtalî xwedî hebûneke xurt li Herêma Kurdistanê ne, çi bi rêya şirketên wan wekî veberhênan û karkirinê, çi jî bi rêya tîmên wan ên din ku girîngiyê didin mijarên çandî, şûnwar û tiştên din. Sîstema biryardan û nirxandinê ne tenê aliyek e, di heman demê de hemû ew aliyên ku hebûna wan li Herêma Kurdistanê heye. Yên ku çavdêriya azadiya rojnamegeriyê dikin, yên ku çavdêriya bihevrejiyanê dikin, yên ku çavdêriya rewşa jinan dikin, yên ku çavdêriya pêwendiya aborî ya dualî dikin, hemû di dawiyê de rola wan heye.
Rûdaw: Îtalya ji hemûyan razî ye?
Dilşad Şehab: Bê guman, ya girîng ew e ku were nirxandin ka kê ev rol dîtiye ku ev pêwendî bigihêje wê astê di hemû wan waran de ku cihê girîngiyê ne. Nirxandina dewleta Îtalyayê ew e ku Rêzdar Nêçîrvan Barzanî deriyê vê pêwendiyê bûye, yan jî em bibêjin karakterê çalak bûye.
Rûdaw: Pêwendî dê berfirehtir bibin?
Dilşad Şehab: Serdana dawî ya cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ya Îtalyayê û şêwaza miamele û pêşwaziyê, bi rastî rêzgirtinekê bû di çarçoveya destûrê de lê ez dikarim bibêjim di asteke dîplomatîk a mezin de bû. Miamalekerina bi serokên welatan re jî her bi wî awayî tê kirin. Gotûbêjên ku bi cenabê wî re tên kirin jî, encama wê tecrubeya dîplomatîk a dûr û dirêj e ku heye. Gelek caran li ser asta herêmê û pirsgirêkên vê herêmê pê tê şêwirîn. Ez dixwazim li vir bibêjim, navê cenabê Serokê Herêma Kurdistanê bûye pênaseyekî giştî li cem hemû wan aliyên ku miameleyê bi wan re dike. Doh yek ji wan mêvanên rêzdar ên ku li cem cenabê Serokê Herêmê bû, Patrîk Mar Paulusê Sêyem bû ku demeke zêde nîne hatiye Îraq û Herêma Kurdistanê. Ev cara duyem bû ku cenabê Serokê Herêma Kurdistanê dibîne. Cara yekem a ku hatibû Herêmê, cenabê Serokê Herêma Kurdistanê çûbû serdana wî ji bo bixêrhatinê. Piştî demekê gereke wî hebû û hemû alî dîtibûn. Doh di hevdîtinê de gelekî vekirî û rast got: "Cenabê Serokê Herêmê, ez gelekî kêfxweş im ku cenabê te kesekî qebûlkirî yî ji aliyê hemû aliyan ve." Bê guman got, piştî ku min hemû xelk dît, aliyên olî dîtin, pêkhate dîtin, aliyên siyasî dîtin, mezheb dîtin, hemû tevî hemû nakokiyên xwe, li ser tiştekî hemfikir in, ew jî rêzgirtina ji bîr û baweriyên Nêçîrvan Barzanî ye ku her tim bawer dike her pirsgirêkek di vî welatî de hebe, divê bi gotûbêj, lihevtêgihîştin û diyalogê were çareserkirin. Bê guman ev rêbaz cihê xwe di pêwendiyên navneteweyî de girtiye, ji ber ku ev peyama aştî û bihevrejiyanê ye û cîhan girîngiyê didê.
Deriyekî din ê pêwendiyan, hebûna Îtalyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî Terorê de bû, ku ji şerê li dijî DAIŞê ve heta niha ew hebûn guheriye ji bo piştgirî û hevkariya rêkxistina hêzên Pêşmergeyan bi Wezareta Pêşmergeyan re, ku heta niha jî hebûneke wan a çalak heye. Armanca min ew e ku di dawiyê de bibêjim, divê em hemû wiha bifikirin ku îro ne tenê kesayetiyê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî tê xelatkirin yan jî rêz lê tê girtin, di heman demê de rêz li pêgeha Herêma Kurdistanê tê girtin. Bê guman, komek xelk, komek alî û sazî li vî welatî hevkarên cenabê wî bûne ji bo ku ev pêgeh were avakirin. Ango dîsa ez ducare dikim, eger nebe mijareke hestyarî jî, ez wiha lê dinêrim ku ji aliyê Îtaliyan ve bi navê "Rêzgirtina Rêzdar Nêçîrvan Îdrîs Mistefa Barzanî" tê naskirin. Yanî ev rêbazeke xebatê ye, rêzgirtina dîrokekê ye. Ez bawer im hemû Kurd îro kêfxweş in ku neviyê Mele Mistefa Barzanî, di guhertineke gelekî mezin a herêmê de ku berê xelkê bi çavê hestyarî û piştgiriya Pêşmergeyetiyê li Herêma Kurdistanê dinêrî, îro Rêzdar Nêçîrvan Barzanî wekî serkirdeyekî serkeftî di birêvebirina pêwendiyeke aloz a herêmê de û parastina hevsengiyekê ku bûye cihê bala cîhanê, Serokkomarê Îtalyayê rêz lê digire. Li cem me wateyeke wê ya dîrokî ya gelekî kûr û mezin heye.

.jpg&w=3840&q=75)
