Duzen Tekkalê di hevpeyvîneke ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de li ser bihêzbûna baskê rastgirê tund hişyarî da û got, “Divê civaka Almanyayê zêdetir guh bide me Kurdan.”
Rojnameger û çalakvana navdar a Kurd a Êzidî ya li Almanyayê Duzen Tekkal bi rêya destpêşxeriya xwe ya bi navê “Xewna Almanî” (German Dream) hewl dide derfetên wekhev ji bo koçberan çêbike.
Duzen Tekkalê tekez kir ku koçber ne pirsgirêk in, parçeyekî sereke yê civaka Almanyayê ne.
Duzen Tekkalê li ser zêdebûna rastgirên tund û rewşa Almanyayê pirsên Hêmin Ebdula bersivandin:
Rûdaw: Duzen Xanim, zêdebûn û serkeftina rastgiran a li Almanyayê çi qas we dilgiran û xemgîn dike?
Duzen Tekkal: Dema mirov dîroka vî welatî dide ber çavan, rastgiriya tund a li Almanyayê dibe mijareke gelekî mezin. Belê, ez vê yekê bi kûrî hîs dikim û dema li vir li Almanyayê diqewime du qatan xerabtir e. Divê encamên hilbijartinên parlamentoyên herêman ku partiya AfDyê tê de serkeftineke mezin bi dest xist me hemûyan dilgiran bike; wekî mirov, wekî koçber, wekî Kurd û wekî Êzidî.
Ez şaş dimînim dema ez dibînim em li şûna ku bi rengekî cidî rûbirûyî rastgiriya tund bibin, di nava mijarên duyemîn de winda dibin. Wekî Kurdekê ez dizanim ku mixabin ev ne tenê "îzmek" e ku divê em li dijî wê têbikoşin; ji aliyekî din ve ev mijar bi Îslamîzmê re jî pêwendîdar e. Ez dixwazim ku piraniya civaka Alman zêdetir guh bida me Kurdan ji ber ku em wekî Êzidiyan qurbaniyên tundiya olî, Îslamîzm û nijadperestiyê ne. Vê yekê hiştiye ku em şiyan û amûrên wisa bi pêş bixin da ku em karibin heta îro jî li ber xwe bidin û rizgar bibin.
Tiştê ku min dilgiran dike ew e ku kesên xwedî paşxaneya koçberiyê li vir wekî pirsgirêk tên dîtin lê em ne pirsgirêk in! Em xwedîkar in, rojnameger in, çalakvan in û em parçeyekî vê civakê ne. Ji her çar kesan kesek li vî welatî xwedî paşxaneya koçberiyê ye.
Divê em li qadê hebin; ez naxwazim tenê di nîqaşên guherîna rûyê bajaran de yan jî di bin têgehên biçûkxistinê de behsa me were kirin. Em ji vê gelekî zêdetir in. Ev vegotinên neyînî zererê didin me. Li şûna ku em tenê lê binêrin ka dê çawa AfD û tund dest deynin ser nasnameya vî welatî, divê em li ser bihêzkirina pîvanên "Xewna Almanî" bixebitin.
“Demokrasî guleke nazik e û divê were parastin”
Rûdaw: Lê gelo demokrasî ne dengê xelkê ye û wan dengdêran jî bi îradeya xwe deng nedaye AfDyê?
Duzen Tekkal: Partiya AfDyê êdî ne berhema qeyranekê ye, bûye afirînerê nasnameyekê û ev jî gelekî metirsîdar e. Me ev metirsî kêm dît. Tenê nîşandana hêrsa exlaqî têrê nake, divê em ji xwe bipirsin: Partiyên kevneşopî li kû derê têk çûn? Çima partiyên navendê di parastina vê nasnameyê de bi ser neketin? Her kesê ku deng dide rastgiran berpirsyariya wê li ser milê wî bi xwe ye lê divê ev rêjeya bilind a dengan me dilgiran bike. Hêzên siyasî yên navendê nekarîn ji pirsgirêkên rastîn ên xelkê fêm bikin; çi tirsa ji paşerojê be, çi pirsgirêka xaniyan, beşa perwerdeyê be yan jî reftara li hemberî siyaseta koçberiyê ya di navbera rasteqînî û mirovheziyê de be. Bêbersivhiştina van pirsan zemîn ji bo tundiyê xweş kir û baca wê jî li ser pişta koçberan tê dayîn. Demokrasî guleke nazik e û pêdiviya wê bi parastinê heye.
Rûdaw: Çima wekî welatên din ên Ewropayê li Almanyayê jî derfeta desthilatdariyê nadin rastgiran da ku bi rengekî pratîkî werin ceribandin?
Duzen Tekkal: Ev pirseke gelekî girîng e. Ew kêliya ku nijadperestî û rastgirî tên xelatkirin û demokrasî û pirrengiya siyasî tên cezakirin, dê bibe kêliyeke gelekî metirsîdar. Eger em li rûpelên tarî yên dîroka Almanyayê binêrin, em dibînin ku îhtimala ducarebûna wan heye. Divê em gelekî hişyar û çavvekirî bin; dema em rê bidin ku "Tirsa Almanî" serdest bibe, serdema demokrasî û vebûnê dikare di demeke kurt de bi dawî bibe. Nakokiyên navxweyî yên di navbera hêzên demokratîk de balê ji ser metirsiya mezin dûr dixe. Têkoşîna me ya sereke divê li dijî nijadperestî û rastgiriya tund be, ev jî bi rêya çareserkirina pirsgirêkên xelkê û vegerandina baweriyê pêk tê.
Rûdaw: Te tim têgeha "Xewna Almanî" bi kar anî lê niha di nîqaşan de têgeha "Tirsa Almanî" (German Angst) derketiye holê, gelo bi rastî jî rewş wisa ye?
Duzen Tekkal: Têgeha "German Angst" li cîhanê wekî îşaretekê ji bo Almanyayeke sînordarkirî, neteweperwer û tirsonek hatiye bikaranîn. Ez wekî keça penaberên Kurd ên Êzidî min qebûl nekir ku teslîmî vê têgehê bibim; min got jiyana min "Xewna Almanî" bû, ne tirsa Almanî. Em di serdemekê de dijîn ku hinek kes dibêjin "Xewna Almanî" efsane ye lê redkirina wê xewnê, redkirina demokrasî û azadiyê ye. Bê guman ferq heye di navbera wê yekê de ku navê te "Horst" be yan tu jineke xwedî paşxaneya koçberiyê bî û di nav kêmineyeke diyarkirî de bî. Koçber dizanin ku derfeta wan a şaşîkirinê kêm e.
"Xewna Almanî" ya ku em li ser dixebitin, ne têgeheke kapîtalîst e yan tenê ji bo kesên serkeftî ye; berovajî vê bi wateya piştgiriyê, girtina destê hev û şikandina astengiyan e. Ev ne tenê dirûşmek e, 6 sal xebata berdewam a perwerdeyê ye. Rahênerên me rojane diçin dibistanan da ku li gel xwendekaran li ser xem, tirs û xewnên wan biaxivin, ji ber ku tişta herî xirab piştguhkirina xewnên zarokan e.
Têkoşîna li dijî nijadperestiyê li Berlînê
Rûdaw: Gelo serkeftina çepgiran a li Berlînê nîşan dide ku hîn jî hêviyek heye ku rastgir li eyaletên din bi ser nekevin?
Duzen Tekkal: Belê, girîng e ku Berlîn li hemberî cîhanê vekirî bimîne û ji bo her kesî bibe cihekî aram; çi Cihû be, çi Ereb, Kurd, Êzidî yan Alman be. Di vê serdema siyaseta nasnameyê de, xeta me ya parastinê tenê têkoşîna hevpar a li dijî Îslamîzm, antîsemîtîzm, nijadperestî û dijberiya li hemberî Misilmanan e. Ez keseke siyasî me lê ne partîzan im. Tevî ku çalakiyên min hinek kesan aciz dikin û min bi aliyên cuda ve girê didin lê ez di derbirîna nêrînên xwe de azad û serbixwe me.
Rûdaw: Dihat fikirîn ku tu piştgiriya Xiristiyan Demokratan dikî, lewma pîrozbahîkirina te ya ji bo çepgiran balkêş bû?
Duzen Tekkal: Tu ji perspektîfeke partîtî dinirxînî lê ez ji nêrîneke siyasî, mirovî û serbixwe lê dinêrim. Girîng e ku li derveyî çarçoveya partiyan dengekî serbixwe hebe. Li ser nirx û prensîbên min bazarî nayê kirin. Rêzeke min a mezin ji bo wan kesên ku li bajarokên Almanyayê li dijî nijadperestî û rastgiriyê têdikoşin heye.
Peyamek ji bo ciwanên Kurd
Rûdaw: Ciwanên Kurd li ser torên civakî wekî mînakeke serkeftî û îlhambexş li te dinêrin, ji bo wan ciwanan peyama te çi ye?
Duzen Tekkal: Yên min ên delal, rast e ku em wekî Kurd û Êzidî li hemû cîhanê belav bûne û ev bûye beşek ji qedera me lê dilê me bi hev ve girêdayî ye. Ez gelekî spasiya we dikim ji bo piştgirî, rexne û nêrînên we yên ku ez dizanim ji dilsoziyê tên. Piştrast bin ku em dê di xebat û têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna edaletê de bidomînin.


