Birêvebirê Giştî yê Saziya Avê ya Hisîçayê Ferhan Oweys da zanîn ku Stasyona Elokê niha bi ji sedî 40ê kapasîteya xwe kar dike û armanca wan ew e ku stasyon (wêstgeh) bi tamî bixebite.
Ferhan Oweys anî zimên ku wan di mijara yekbûna karmendên xwe û yên Rêveberiya Xweser a berê de gavên mezin avêtine.
Birêvebirê Giştî yê Saziya Avê ya Hisîçayê Ferhan Oweys bû mêhvanê Rûdawê û li ser stasyonên ava, parvekirina avê û xebatkarên sazîye pirsên me bersivandin.
Rûdaw: Ji bo axaftina li ser rewşa sektora avê ya li parêzgeha Hisîçayê, ji rewşa Stasyona Elokê û miqdara ava ku ji bo bajêr û gundewarê wê tê pompekirin û mekanîzmaya belavkirina wê ya li ser taxan, heta bi rewşa tora avê û destdirêjî û kêmasiyên ku bandorê li ser asta xizmetguzariyê dikin. Her wiha em dê ronahiyê bixin ser proseya ji nû ve rêkistina saziyên avê. Em dê mêvandariya birêz Ferhan Oweys bikin ku Birêvebirê Giştî yê Saziya Avê ya li parêzgeha Hesekê ye. Mêvanê min ji Hisîçayê ye, birêz Ferhan, bi xêr hatîn.
Ferhan Oweys: Bi xêr hatî xanima Nalîn, spas ji bo mêvandariya we.
Rûdaw: Em ji rewşa karkirinê ya Stasyona Elokê dest pê bikin. Rewş çi ye û miqdara ava ku ber bi bajarê Hisîça û gundewarê wê ve tê pompekirin çend e?
Ferhan Oweys: Careke din bi xêr hatin Kompanyaya Giştî ya Ava Vexwarinê û Avrêjan ya li parêzgeha Hisîçayê. Bi taybetî eger em behsa stasyona ava Elokê bikin, wekî pênase ew hema hema yekane çavkaniya ava vexwarinê ye ji bo bajarê Hisîçayê û beşek ji gundewarê wê. Stasyon berî 7 mehan dest bi kar kiriye û hîn jî dixebite. Kompanyaya Giştî ya Ava Vexwarinê û Avrêjan, bi hevkariya rêxistinên navneteweyî, Rêxistina Xaça Sor û Rêxistina UNICEFê karê çakkirinê kir.
Stasyon hat nûjenkirin û çakirin û niha bi awayekî netemam dixebite, ji ber ku kar hîn jî li vê wêstgehê berdewam in. Hema hema wêstgeh niha bi ji sedî 40ê kapasîteya xwe ya giştî dixebite û kar berdewam in heta ku bigihîje kapasîteya xwe ya tam.
Rûdaw: Birêz Ferhan, çi qas dem pêwîst e ji bo gihîştina karîna tam a xebatê ya rawestgeha Elokê?
Ferhan Oweys: Kar ji niha û heta dawiya salê berdewam in, em hewl didin ku Stasyona Elokê bi tamî bixebite. Ji ber ku kar, di rastiyê de, li ser du beşan in: Karên çakkirina amûran, pompeyên heyî, transformatorên elektrîkê, pompeyên binavbûyî û 34 bîran. Wekî ku piraniya şopîneran dizanin, Stasyona Elokê ji 34 bîran û 12 pompeyên asoyî pêk tê ku em niha li pey hev wan çak dikin heta ku em di dema çakkirinê de bigihîjin kapasîteya tam a xebatê ya wêstgehê.
Beşê duyemîn jî guhertin e ku ew tişta ku dê pir pişta xwe pê were girêdan da ku stasyon bi tevahî baş bibe û kapasîteya xwe bi dest bixe. Ji ber ku, di rastiyê de, amûrên heyî yên ku niha kompanya bi rêxistinên navneteweyî re karê çakkirina wan dike, bi rastî amûrên kevn û hilweşiyayî ne û pêwîstiya wan bi guhertinê heye. Pêvajoya guhertinê didome, pêvajoya kirînê didome, û dê hemû pompe û transformatorên pêwîst ji bo xebata wêstgeha ava Elokê werin guhertin. Lê tevî vê yekê, em dê di çakkirinê de berdewam bin û înşallah xizmetguzarî nayê qutkirin.
Rûdaw: Birêz Ferhan, niha çi qas av ber bi bajarê Hisîça û gundewarê wê ve tê pompekirin?
Ferhan Oweys: Niha, miqdara ava ku di her danekê de tê pompekirin rojane nêzîkî 30 hezar metre sêca ye ku kompanya wê pompe dike. Ango rojane 30 milyon lître av ber bi bajarê Hisîçayê ve tê pompekirin. Hisîça, li gorî rewşa heyî û kapasîteya wêstgehê ya niha, li ser 7 danên pompekirinê hatiye dabeşkirin da ku her tax her 7 rojan carekê danekê werbigire, bi tekezkirina ku armanca me înşallah kêmkirina demên di navbera danekê û ya din de ye, da ku di dema pêş de dema 7 rojan nemîne, em hewl didin ku herî kêm her 2 an 3 rojan carekê her taxek danekê werbigire.
Rûdaw: Em werin ser mijareke din a têkildarî Saziya Giştî ya Ava Vexwarinê û Avrêjan ya li Hisîçayê. Gelo ji nû ve rêkxistina saziyê bi tevahî bi dawî bûye?
Ferhan Oweys: Bi rastî û spas ji Xwedê re, em dikarin bibêjin ku di Kompanyaya Ava Vexwarinê û Avrêjan de gavên pêşketî hatine avêtin. Me tîmek ji Rêveberiya Xweser dît, tîmeke pir baş, tîmeke têgihiştî, me bi hev re hevkarî û hevahengî kir. Di rastiyê de, me li hev kir ku ev kompanya xizmetguzarî ye û bi jiyana mirovan ve girêdayî ye. Divê em bêyî li bendemana bidawîbûna fermî ya pêvajoya yekbûnê ango entegrasyonê berdewam bikin. Ji ber vê yekê ji bo Kompanyaya Ava Vexwarinê û Avrêjan, me di pratîkê û di asta yekbûnê de gavên pir pêşketî ji mijara yekbûna fermî avêtin.
Rûdaw: Gelo ev pêvajo pêk hat û hemû birêvebirên avê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a berê di nav Saziya Avê ya Hesekê de hatin yekkirin?
Ferhan Oweys: Bi rastî, me li pêşiya xwe tîmeke teknîkî ya têgihiştî dît û vê yekê pir alîkariya me kir. Spas ji hevalên me re ku niha bûne beşek ji Kompanyaya Giştî ya Ava Vexwarinê û Avrêjan. Pêvajoya yekbûnê hîn jî berdewam e û tenê li benda îmzekirina hinek kaxezên fermî ye. Lê di pratîkê de û li ser erdê, her du tîm yek bûn û her tîmek tîma din temam dike.
Rola ti kesî nehat betalkirin, tîma hikûmetê tîma Rêveberiya Xweser temam kir û pê re hevkarî kir. Me ji sifirê dest pê nekir, em dikarin bibêjin ku me ji cihê ku ew lê bi dawî bûbûn dest pê kir. Birêvebirên berê yên Rêveberiya Xweser, gelekî hevkarî bi kompanyayê re kir. Spas ji wan re. Ez bi rêya kanala we spasiya wan hemûyan yek bi yek dikim, ji ber ku di rastiyê de, wan karê Kompanyaya Giştî ya Ava Vexwarinê û Avrêjan pir hêsan kir û di rastiyê de, bi derfetên pir kêm, em gihîştin xizmetguzariyên ku ji derfetên me pir zêdetir bûn.
Rûdaw: Hejmara kadro û karmendên ku heta niha hatine yekkirin çend e?
Ferhan Oweys: Bi rastî, hejmar bi awayekî deqîq ne li cem min in.
Rûdaw: Wekî texmînî birêz Ferhan?
Ferhan Oweys: Li gorî texmînan di navbera 700 heta 800 kesî ye.
Rûdaw: Û gelo dê kes li derveyî pêvajoyên yekbûnê nemîne?
Ferhan Oweys: Na na, ji bo karmendên Rêveberiya Xweser û li gorî agahiyên ku li cem min in, bê guman, komîteyeke wezarî û komîteyeke Rêveberiya Xweser hene ku bi tevahî berpirsê pêvajoyê ne, ji ber vê yekê agahiyên deqîq bi rastî li cem wan in. Wan em ji bo karê me yê teknîkî yê paqij hiştin, em û tîma Rêveberiya Xweser lê kar û barên îdarî û yekbûnê bi tevahî di destê wan de bûn. Lê belê, hinek agahî digihîjin me ku pêwîstiya kompanyayê bi her kesî heye û kompanya dikare her kesî li xwe bigire û înşallah heta niha dê ti kes ji kar neyê avêtin.
Rûdaw: Projeyên herî berbiçav ên çakkirin û nûjenkirinê yên ku sazî niha li ser dixebite çi ne? Û gelo peymanên bi kompanyayên navneteweyî re hene?
Ferhan Oweys: Karê herî berbiçav ji bo Kompanyaya Ava Vexwarinê û Avrêjan ya li parêzgeha Hesekê bê guman projeya herî mezin e ku ew projeya rawestgeha Elokê ye. Ev proje bi hevkariya Kompanyaya Giştî ya Ava Vexwarinê û Avrêjan û Rêxistina UNICEFê, ji bo guhertina hemû amûran û nûjenkirina wêstgehê bi tevahî tê birêvebirin. Ev kar dê heta destpêka sala bê înşallah berdewam bike.
Karên çakkirinê li bajarê Qamişloyê, li rawestgehên sereke yên bajêr, li rawestgehên Hilêlî, Ceqceq û Oeycayê tên kirin. Niha, kompanyayê fînanseyeke baş xwestiye da ku projeyên mayî yên li parêzgeha Hesekê vegire, çi ji bo xeta Firatê be... Ji ber ku pirsgirêka avê li Hesekê 3 xet an jî 3 çavkanî ne ku ev in: Ya yekem Wêstgeha ava Elokê ku Hesekê û beşek ji gundewarê Hesekê têr dike.
Wêstgeha duyemîn a mezin Wêstgeha Sefan û wêstgehên Hilêlî, Ceqceq û Oeycayê ne, ku Qamişlo û deverên rojhilatê Qamişloyê heta Dêrikê bi ava vexwarinê têr dikin.
Xeta sêyemîn gundewarê başûr e, ku ew bi rastî pirsgirêka herî mezin a niha ye. Niha bi tevahî xwe dispêre wêstgeha paqijkirinê û li benda destpêkirina nûjenkirina projeya xeta Firatê da ku gundewarê başûrê Hesekê jî were têrkirin.
Bi xebitandina van her 3 çavkaniyên avê ji bo Hesekê, bi kurtasî, înşallah em dê ji sedî 80-90 pirsgirêka avê ya li Hesekê kontrol bikin. Me 913 bîrên ava vexwarinê li Hesekê hene ku em niha rojane wan çak dikin û nûjen dikin û vedigerînin xizmetê, da ku gund û zeviyên li gundewarê Hesekê bi ava vexwarinê têr bikin.
Rûdaw: Niha çend bîr di xizmetê de ne?
Ferhan Oweys: Bîr?
Rûdaw: Belê.
Ferhan Oweys: Li gorî texmînan ji sedî 60 heta 70ê bîran di xizmetê de ne û rewş rojane diguhere. Bi rastî, rojane 2 bîr ji xizmetê derdikevin...
Rûdaw: Ji çend bîran, birêz Ferhan?
Ferhan Oweys: Bîrên li gundewarê 913 bîr in.
Rûdaw: Gelek spas ji bo we birêz Ferhan Oweys, Rêveberê Giştî yê Saziya Avê ya Hesekê, hûn mêvanê min bûn ji bajarê Hesekê.
Ferhan Oweys: Bi xêr hatî, spas ji bo we xanim, spas ji bo we, spas ji bo kanala we, silavên min.


