Komîserê Yekîtiya Ewropayê yê Koçê û Karên Navxwe Magnus Brunner ragihand ku guherîna siyaseta koçê ya Ewropayê bi bandor bûye û koça neyasayî bi rêjeya ji sedî 55an kêm bûye.
Brunner li ser dersînorkirina koçberên ji Îraq, Herêma Kurdistanê û Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir, “Hîna ti peyman nînin.”
Komîserê Yekîtiya Ewropayê yê Koçê û Karên Navxwe Magnus Brunner li Almanyayê di hevpeyvîneke taybet de pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Brunner diyar kir ku hejmara koça neyasayî ber bi kêmbûnê ve diçe û pêvajoya vegerandinê jî baştir dixebite.
Her wiha Brunner da zanîn ku welatên Ewropayê di heman alî de gavan diavêjin û hewl didin Ajansa Sînoran a Ewropayê (Frontex) baştir bi çek bikin da ku bikaribe bileztir û nermtir bixebite û rê li ber koça neyasayî û qaçaxçiyan were girtin.
Brunner li ser pirsa ka koçberên Îraqî, yên Herêma Kurdistanê yan yên Sûriyeyê dê bên dersînorkirin an na, got:
“Hîna di vî warî de ti peyman nînin.
Komeke welatên endam heye ku li ser avakirina navendên dersînorkirinê difikirin û niha derfeta yasayî heye.”
Brunner li ser Sûriyeyê jî tekez kir ku girîng e sûcdar bên dersînorkirin û Yekîtiya Ewropayê jî dixwaze di vegera aramî û jinûveavakirina Sûriyeyê de alîkar be.
Komîserê Yekîtiya Ewropayê qala pêwendiyên xwe yên bi Îraqê re jî kir û da zanîn ku wî li New Yorkê li di çarçoveya civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê re hevdîtin kiriye.
Brunner destnîşan kir ku divê ew bi hev re biaxivin ji ber ku armanca wan heman tişt e û ev armanc jî rawestandina koça neyasayî ye da ku koçber neçin ser wan rêyên metirsîdar ku gelek caran tê de dimirin.
Navendên vegerandinê yên li welatên sêyem
Brunner li ser projeya avakirina navendên vegerandinê yên li welatên sêyem da zanîn ku 5 welatên endam hatine ba hev da ku li gel welatên sêyem biaxivin lê navê wan welatan eşkere nekir û got:
“Dan û standin li ser milê welatên endam e, rola Yekîtiya Ewropayê tenê danîna bingeha yasayî ye.”
Brunner her wiha diyar kir ku ev pêngav tenê ji bo wan kesan e ku biryara vegerandina wan derketiye û pir girîng e ku rêxistinên navneteweyî yên wekî UNHCR û IOMê çavdêriya pêvajoyê bikin da ku pîvan û mafên mirovan bên parastin.
Hevpeyvîna Komîserê Yekîtiya Ewropayê Magnus Brunner a bi Rûdawê re:
Rûdaw: Civîna îro ya li vê Lûtkeya Koçberiyê ya Munîhê çi qas girîng bû? We çi biryar da û em dikarin bibêjin Ewropa dê qonaxeke çawa bi kar bîne?
Magnus Brunner: Bê guman, eşkere ye ku guherîna siyaseta koçberiyê ya Ewropayê bandora xwe nîşan dide. Hejmar ber bi kêmbûnê ve diçin û me koça neyasayî ji sedî 55 kêm kiriye. Vegerandin pir baştir dimeşin. Ango bandora wê heye lê bê guman em her tim rû bi rûyî rewşên nû dibin ku divê em zû bersivê bidin wan. Ji Munîhê, ji vê civîna koçberiyê peyamên rast ji Ewropayê re tên şandin. Me behsa wê yekê kir ku di mehên pêş de divê em li ser çi bixebitin. Ji bo nimûne, pêşniyareke nû ji bo Frontexê heye ku ajansa me ya sînoran e, da ku em wê baştir bi çek bikin ku bikaribe bi awayekî nermtir û bileztir bixebite. Ev yek nîşan dide ku Ewropa yekgirtî ye û ev jî pir girîng e. Welatên endam ên ku îro li vir dihatin temsîlkirin hemû hemfikir in. Divê em bi hemû hêza xwe dawî li koça neyasayî û xebata qaçaxçî û bazirganên mirovan bînin da ku rê ji bo rêyên yasayî û hatina Ewropayê were vekirin. Ji bo bazarên me yên kar pêdiviya me bi vê heye, her wiha ji bo parastina kesên ku bi rastî pêwîstiya wan bi parastinê heye.
Rûdaw: Ez dixwazim bizanim, ti peymanên we bi Îraqê re hene ku koçberên Îraqî, yên Herêma Kurdistanê yan jî yên Sûriyeyê bên dersînorkirin?
Magnus Brunner: Heta niha di vî warî de ti peyman nînin. Komeke welatên endam heye ku li ser avakirina navendên dersînorkirinê difikirin. Niha derfeta yasayî ji bo vê yekê heye. Me li ser asta Ewropayê rênîşaneke nû ya vegerandinê nîqaş kir û pesend kir ku rê dide vê yekê lê ev mijar li ser milê welatên endam e ku bi welatên cuda re dan û standinan li ser bikin. Girîng e, bi taybetî li ser Sûriyeyê, ku sûcdar bên dersînorkirin. Bi dîtina min ev gelekî girîng e. Divê em bibînin ka rewşa Sûriyeyê dê çawa bi pêş bikeve. Girîng e ku em wekî Yekîtiya Ewropayê alîkariyê bikin da ku aramî vegere û em di jinûveavakirina wî welatî de bibin alîkar. Em vê yekê bi ciddiyeteke mezin dikin, ji ber ku aramî hem ji bo me li Ewropayê û hem jî ji bo tevahiya herêmê pir girîng e.
Rûdaw: We îro li ser bicihanîna armancên xwe ti biryarên fermî dan?
Magnus Brunner: Na, di civîneke bi vî rengî de biryara fermî nayê dayîn ji ber ku desthilateke fermî nîne lê di peyaman de diyar bû ku her kes hemfikir e. Yekîtiya Ewropayê û welatên endam ên beşdar bi hev re dixebitin da ku em hejmara koça neyasayî zêdetir kêm bikin. Wekî min got, heta niha reform ji aliyê welatên endamên Ewropayê ve pir baş hatine qebûlkirin. Ji aliyekî ve peymana penaberî û koçê, rênimayên vegerê, konsepta welatê sêyem ê ewle û sîstema me ya çûn û derketinê hene. Gelek tişt hene ku di van du salên dawî de bi ser ketine û ev jî tenê bi rêbaza tîma Ewropayê dibe, dema ku her kes hemfikir be.
Rûdaw: Birêz Brunner, wekî Yekîtiya Ewropayê projeyên we yên aborî li Sûriyeyê hene, gelo projeyeke we ji bo Rojavayê Kurdistanê heye?
Magnus Brunner: Belê, em wekî Komîsyon bê guman beşdar in. Wekî min got, dema behsa jinûveavakirina welêt û aramiya Sûriyeyê û her wiha welatên din ên herêmê tê kirin -we behsa Îraqê jî kir- ev ji bo me pir girîng e. Ez vê dawiyê li New Yorkê di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê re rûniştim. Em diaxivin û divê em bi hev re biaxivin ji ber ku armanca me hemûyan yek e. Armanca me ew e ku koça neyasayî zû were sekinandin da ku xelk neçar nemînin wan rêyên pir xeternak hilbijêrin ku gelek caran tê de dimirin. Her wiha dema behsa têkoşîna li dijî terorê û sûcên rêxistinkirî tê kirin divê em hemfikir bin, tenê bi vî awayî em dikarin bi pêş bikevin.
Rûdaw: Birêz Brunner, hûn dikarin ji me re bibêjin projeya navendên vegerandinê çi ye û gelo gihîştiye encamekê? Hûn bi kîjan welatî re di dan û standinan de ne?
Magnus Brunner: Ez nikarim ji we re bibêjim kîjan welat di rojevê de ye, ev mijara welatên endam e ku dan û standinan li ser bikin. Erka me ew bû ku em derfetên yasayî û bingeha yasayî amade bikin da ku ramanên nû û dahênerane bên pêkanîn. Me ev yek bi rêbernameya xwe ya vegerandinê kiriye û niha em piştgiriyê didin welatên endam eger pirsên wan ên cîbicîkirinê hebin. Lê ka bi kîjan welatan re tê axaftin, ew mijara welatên endam e. Pênc welatên endam hene ku bi hev re kom bûne da ku li ser vê yekê bi welatên sêyem re biaxivin ka ev tişt li kû derê dikare were kirin. Eşkere ye ku ev tenê ji bo wan kesan e ku biryara vegerandinê ji bo wan derketiye, ango bingeheke yasayî ji bo wan heye. Ez bawer dikim ku ev jî pir girîng e ku rêxistinên navneteweyî yên wekî UNHCR û IOMê hevkariyê bikin da ku pîvan û mafên mirovan bên parastin.
Rûdaw: Birêz Brunner, gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê, gelekî spas ku hûn bi me re bûn.




