Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dîno piştî konsera xwe ya Zaxoyê bû mêhvanê me û derbarê gelek mijaran agahiyên taybet bi me re parve kirin.
Hozan Dîno got, "Çi xweş e em bi hev re li vir li Zaxoyê hev bibînin" û destnîşan kir ku "Zaxo bi taybetiyên xwe nêzîkî Bakurê Kurdistanê ye" û her wiha hemû bajarên Kurdistanê taybet in.
Dîno hestên xwe yên li ser konsera li Zaxoyê wiha anîn zimên:
"Çi xweş e tu yekemîn car li Kurdistanê konserê pêşkêş bikî. Daxwaz û xeyala her Kurdî bû ku li welatekî azad bi nirxên xwe bijî. Dema ez ji balafirê daketim, min hest kir ku ez li mala xwe me. Dema tu dayika xwe Kurdistanê dibînî, xeyalên din biçûk dimînin.”
Hozan Dîno destnîşan kirk u wî “li xerîbiyê Kurdistana xwe li mala xwe ava kiribû" û got, "Hestên ku mirov dixwaze bîne ziman, carna peyv tê de kêm dimînin.”
Dîno li ser navê xwe jî agahî dan û biland "Paşnavê 'Dîno' ji kalikê min 'Delî Memed' ango 'Mehmedê Dîn' tê. Wateya 'Dîn' di malbata me de, mirovekî bi hêrs û bi cesaret e.”
Hozan Dîno li ser Pira Delal a Zaxoyê pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Temaşevanên hêja, êvar baş. Ji Zaxoyê, ji kêleka Çemê Xabûrê, ji kêleka Pira Delal, min hevpeyvîneke gelekî taybet min ji we re amade kiriye. Min mêvanekî gelekî taybet ji we re aniye vê derê: Hozan Dîno ye. Gelekî hêja ye, bi rastî ne tenê Kurd jê hez dikin, biyanî jî jê hez dikin. Her çar perçeyên Kurdistanê ji dengê wî, ji stranên wî hez dikin. Dîno, tu bi xêr hatî.
Hozan Dîno: Çi xweş e em li vê derê, li Zaxoyê hev bibînin, destpêkek gelekî xweş
bû.
Rûdaw: Tiştê herî balkêş çi ye? Temaşevanên me dizanin, 21ê meha Adarê, di Newrozê de, min Newroza îsal dîbeytek çêkir, bernameyek çêkir, rûmalek pêşkêş kir. Dîno li vê derê mêvanê min bû, min got: "Dîno, pirsekê ji te bikim; yekemîn bajarê ku tu konsera xwe, yekemîn konsera xwe li Başûrê Kurdistanê pêşkêş bikî, wê çi bajar be?" Got: "Zaxo". Min jî ji xelkê Zaxoyê re got: "Xwe hazir bikin, xwe amade bikin, Dîno tê." Vaye, Dîno hat cem we. Xweş e, ne wisa Dîno?
Hozan Dîno: Bê guman Zaxo wekî min got, bajarekî me ye, taybetmendiyeke xwe ya nêzîkî Bakurê Kurdistanê jî heye. Çiya û xwezaya xwe, bajar bi xwe, Çemê Xabûrê, ji gelek aliyan ve mirov dikişîne. Bes ez li vir kevanekî vekim, nayê wê wateyê ku bajarên din ên Kurdistanê ne xweş in. Bila kes aciz nebe, her bajarekî taybetmendiyeke xwe heye. Ez yek bi yek wan bibînim, ez ê dereqê wan de jî wiha bêjim, hemû aliyên wan xweş in. Bêguman ez ê bînim ziman, lê ev destpêk e, yekemîn car e, ez têm Kurdistanê, min xwest ji vir dest pê bikim. Çi xweş e yekemîn car li welatê xwe konserê pêşkêş bikî.
Rûdaw: Tu ji Almanyayê hatî, ez ji Holandayê. Em çûn Almanyayê bi balafirê, ez dizanim du saet dûr e. Dîno, ka ji min re bêje; yekemîn car tu li balafireke Kurdî siwar dibî, hostêsên nava balafirê Kurd in, li balafirxaneya Hewlêrê dadikevî, Kurd in, polîsên Kurd pêşwaziya te dikin, pasporta xwe teslîm dikî, kesên ku pasportê kontrol dikin Kurd in, tu yekemîn car ala Kurdistanê li Kurdistanê dibînî, hesteke çawa bû Dîno? Te çawa hîs kir?
Hozan Dîno: Bê guman daxwaz û hewldan û xeyala her Kurdî bû ku welatekî azad hebe da karibe bi nirxên xwe, bi destkeftiyên xwe bijî, bi rastiya xwe bijî. Min nizanibû bi rastî dema ku ez li balafirê siwar bûme, dema ku ez hatim, hostês Kurdî diaxivîn, ecêb bû. Daketim dîsa Kurdî, asayîş Kurdî, xebatkar Kurdî, polîs Kurdî; mirov hesteke wiha dike ku tu li malê yî. Yanî hesteke cuda ye, wekî ku min got, xeyala her Kurdekî ye. Ev tiştekî xwezayî ye, ji bo wê jî yanî li dinyayê wisa sînor hene, welat hene, her kes bi neteweya xwe şa dibe, serbilind dibe, bi neteweya xwe pêş dikeve. Ew hesteke ecêb bû, bêguman ez hîn nû me, lê roj bi roj mirov dilxweştir dibe, mirov matmayî dimîne. Yan ew guhertin, te welatekî xerîb da min, Kurdistan di mala xwe de ava kiribû, Kuristaneke biçûk, şitlên min ên biçûk hebûn, goşeyekî min hebû, min bi xwe ji bo xwe çêkiribû. Belê derfetên te tune ne ku tu xwe re bo xwe biafirînî, bes demek û tu dibînî ew Kurdistana ku te xeyal dikir, êdî wana ligel te biçûk dimînin, qey bê wate dimîne.
Rûdaw: Xweş e, yanî êdî li mala xwe li Holendayê te Kurdistaneke biçûk ava kiriye?
Hozan Dîno: Erê, bi rastî ew hestê ku mirov bixwaze bîne ziman, carna peyv têrê Nakin. Yanî hesteke bêhempa ye bi rastî, baş bûm.
Rûdaw: Ez zanim niha gelek pirs di serê we de hene, hûn meraq dikin û hûn dibêjin: "Dilbixwîn, xweş bike, bila baş be." Berî ku em dest bi hevpeyvînê bikin, min ji Dîno re got: "Dîno, serbest im çi pirsan bikim?" Got: "Dilbixwîn, qet ferq nake, ji bo min ferq nake çi pirsan bikim." Baş e. Navê Dîno; meselen Dîno mêrekî bi rastî baqil e, têgihiştiye, xwedan zanyarî ye, kesekî ronakbîr e. Hem di hunerê de heta siyasetê de dan û standinên wî hene. Lê Dîno, tu ne dîn î, nebêje "Kek Dilbixwîn" niha paşnavê te, tirkî dibêjin "Delî", yanî dîn e?
Hozan Dîno: Ev zagonên paşnav li Tirkiyeyê derket, paşnavê me guhertine, kirine "Delî". Lê ew ji kalikê kalikê min, navê wî "Delî Memed" e, yanê Mehmedê Dîn. Bes bi wê wateyê ku mirovekî bi hêrs yan bi cesaret e. Ew diçe gundê ku niha gundê me ye, cihê xwe xweş dike û dest pê dike çêdike, dibêje "Hemû devera min e." Wî gundî li wir ava dike. Piştê ku zagonên paşnavê derdikevin, paşnavê me dibe çi? Dibêjin "tirkî bikin Delî". Piştê wê, dema ku 1991ê min dest bi hunerê kir bi awayekî profesyonel, ez bi navekî fikrîm, yanî navekî Kurdî bibînim. Bes min cesaret nedikir, ji ber ku li Kurdistanê tu dizanî ger tu serkeftî nebî, tu tiştekî, navekî ser xwe bikî, ewê te dîn bikin, yanê. Rehmetî, ji ber ku radyoyek li bajarê Bursayê hebû, bajarekî Tirkiyeyê bû, ez tevlî bernameya wî bûm, navê min pirsî, bi tesadufî, bi qezayê, ji devê min derket, min got "Dîno". Eha, yanî berî ku ez hesab bikim, ev roj derket. Ev roj bû, min navê xwe quliband Dîno. Paşnavê min jî "Şayin" bû, min quliband kir "Baz", yanî Dîno Baz, yan jî Bazê Dîn.
Rûdaw: Te ji bapîrê xwe girtiye, piştrast kiriye, bapîrê xwe piştrast kiriye, rast e?
Hozan Dîno: Hez dikir, bi rastî gelekî hez dikir. "Delî" yan jî "Dîno" her bi paşnavekî ew e, balkêş e. Dihat nav, her kes bê zehmet, bê şik û bê fikar dikare bi rehetî bêje Dîno û wek navekî tê pêşwazîkirin. Yanî ji bo wê jî ez jî kêfxweş im, ji ber ku navekî ku ji bîr bikî nîne, tu nikarî ji bîr bikî.
Rûdaw: Dîno niha bûye hunermendekî navdar, meşhûr, milyonan Kurd lê guhdarî dikin, jê hez dikin. Dema ku te behsa radyoya Bursayê kir, te texmîn dikir rojek were ew Dîno ku nû dest pê kir, wê bibe Dînoyekî Kurdistanî ewqas populer û meşhûr?
Hozan Dîno: Mirov pêşbîniya mirov dibe ku ne ewqas dûr bibîne, lê min zanibû di min de tiştek heye, bes min nizanibû derdora min li wê çi be, yan ez ê çawa pêş ve biçim. Her dem min baweriyeke wisa hebû, yanê min digot "Na na, ez ê bikim, min bo çi nikarim bikim?" Yanê dengê min jî heye, ez dikarim tembûrê jî lê bidim û me hez dikir. Ê, ji bo wê jî, dibe weke min got pêşbîniyê ye û heta nîne, eha min nikarî bibînim, bes hêviyeke min hebû yanî, min bawer dikir.
Rûdaw: Dengê te yê taybet heye Dîno, yanî dan û standinên min bi hunermendan re xweş e, ji hunerê hez dikim. Dostê min gelekî weke te hunermend in, rengê dengê te ji ku derê tê? Rengê kû derê ye?
Hozan Dîno: Hinekî ber bi muzîka resen ve diçûm, ne bi dengbêjî, ne wek klasîkên Kurdî, dengekî klasîkê Kurdî ye bes tevlî dikim yanê, bi ruhekî Kurdewarî, bi ensturmanê rojavayî, bes hestên rojhilat jî nakujim. Wan bi hev re tevlî hev dikim, vê jî terzek da min. Min li gor dengê xwe, mesela ez nizanim û nizanim, hemû stran, gotin û muzîk yên min in. Ji bo wê jî ez li gor xwe diafirînim, li gor tona dengê xwe, li gor kesayetiya dengê xwe, li gor ez bêjim derûniya xwe, li gor daxwaza dilê xwe wan diafirînim. Ji ber ku sînorê dengê te jî hene, sînorê jiyana te, sînorê pîvanên te hene. Tu li gor wan difikirî. Ez her dem dibêjim yanê hunermendek hem civaknas e, hem dîroknas e, hem ji gelek aliyan ve rewşenbîr e, hem helbestvan e. Ger tu civaka xwe bi her alî nas nekî, tu nikarî li gor kesayetiya civaka xwe stranê çêbikî yan jî hunerê biafirînî. Lazim e tu xwe pêş bixî, lazim e gelê xwe, civaka xwe baş nas bikî, çi diqewime, wê çi biqewime. Carna mesela hunermendekî xwedî nirx, xwedî mîsyon şaştiyeke mezin bike dibe ku hemû xortan, keçan ji hezkirina welat dûr bixe û tenê pey evîna rastîn be û tenê pey evînê be.
Rûdaw: Bi şoreşê dikare têk bibî, te çawa dikaribû xelkê li dora xwe kom bikî, dan û standineke bi rastî weke koçberekî çûyî Holandayê?
Hozan Dîno: Ez vê mînakê gelek caran dibêjim, ez dibêjim min tu hezkirî wek welatê xwe, ez sînorekî jê re çêdikim. Divê meriv hezkirina xwe bizanibe, ez te hez dikim bes, tu bizanibî, ez wek welatê xwe hez dikim. Yanê pîvaneke dema ku tê danîn, êdî tê wateya ku ew hezkirina welat wek asteke bilind, wek pîvaneke bilind dibîne û nêzîkî evîndara xwe jî bi qîmet nêzîk dibin. Bi wateyekê nêzîk dibe, ew jî nirxê wê bilindtir dike, qîmeta wê bilindtir dike. Peyvan tu dikarî civaka xwe, em bêjin guhdarvanên xwe biherikînî.
Rûdaw: Sî salan li xerîbiyê, tu bi êşên din ên xerîbiyê bandor nebûyî?
Hozan Dîno: Kê bibandor nebû? Bi awayekî neyînî, lê xerîbî carna jî ji bo te dibe sedema afirîneriyê, ji ber ku tu ji cihê ku jê dûr ketî, hestên ku nikarî bijî, di nav dilê te de mane.
Rûdaw: Çi te diêşîne li xerîbiyê? Yanî meselen çi bêhtir Dîno diêşîne?
Hozan Dîno: Azadî, neazadî. Yanî tu tu car nabî ewropayî, tu car nikarî kesayetiya xwe li wir bibî. Tu mêvan î. Mêvan î... nabînim, mêvan im, wisa nabînim, jixwe ez mêvan im, ez li mala xwe dijîm, li mala xwe hestên xwe, welatê xwe dijîm. Yanî tû bûye mêvanî; tu çi bikî bikî, tu çanda wan jî bigirî, tu zimanê wan jî bigirî, tu şiklê jiyana wan jî bigirî, tu her mêvan î. Dibe ku tu karibî nebe mêvan, herî kêm deh generasyon mezin bin wekî din çê nabe. Ew, li mala xwe da jî perwerdehiya malbata xwe, em sedî heştê Kurdî diaxivin, yanî hemû zarokên tebîrî.
Rûdaw: Rojbîn min dît, Rojbîn, Kurdî dizane, Kurdî baş dizane, keçeke delal e, alîkariya te dike.
Hozan Dîno: Zû xwe Rojbîn alîkariyên wê bûn, ez ne tenê me, biryarên min jî ne bi serê xwe tên, biryarên min Rojbîn digire, kolektîf e huner. Rojbîn bi xwe jî doktor e û nizanim çi, yanê sala pêş me tev de xelas dibe.
Rûdaw: Te hunera xwe derbasî zarokên xwe nekir?
Hozan Dîno: Bê guman berpirsiyarî heye. Hunermendî ne strangotin e kekê Dilbixwîn, yanî hunermendî, her kes dikare stranan bibêje. Ez her dem dibêjim hunermendî tu dikarî dabeş bikî; hin hunermend hene xwedî mîsyon in, tu dikarî hesab jê bipirsî. Ji bo xwe ne, ji bo berjewendiya xwe ya kesî ne, yanê tenê li yek aliyê aborî ye, dixwaze meşhûr be, dixwaze bê nasîn, bê hezkirin, lê pîvana wê berpirsiyariya civakî zêde xwe berpirsiyar nabîne, dibêje "Dev ji min berde." Pirsa şaş e hunermend, pirsa min nekin, min nekin bin baran, min berpirsiyar nebînin, ez dixwazim stranên xwe bêjim. Lê ger te xwe qetî mîsyon dît, wê demê berê dilxweşî çê nabe, yan hin caran ji min re dibêjin "Dîno, ji bo çi stranên te yên şahî nînin, her dem stranên bi êş dibêjî?" Ji hêztirê dipirsin, dibêjin "Stûyê te çima xwar e? Li ku derê em rast in?" Yanê hîn min pirsgirêkên hel nekirine, em hîn negihîştine merheleya yekê ya azadiyê, ez hîn nikarim pozbilindiyê bikim. Ji helbestvanekî tirk (Hikmet) dipirsin, dibêjin tu çawa yî? Dibêje: "Ez wek welatê xwe me."
Rûdaw: Xwe êşa hîs dikim, yanê dilê min dixwaze bêje Dîno ew çi reşbîniya te dibêje? Bes nikarim xwe îqna bikim, nikarim qebûl bikim, belê ez dilşad im bes ez bi hêvî me.
Hozan Dîno: Qut neke.
Rûdaw: Tu di van sê salan de çend caran vegeriyayî yan jî çend caran bi serdan çûye cihê xwe Bakurê Kurdistanê? Carekê çûyî?
Hozan Dîno: Aştiyê dema ku 2014an de dest pê kir, wê demê û nexasim liyên civakê de gelek nermayî çêbûn, em jî çûn, gelek hunermend jî çûn, siyasetmedar, civaknas, rewşenbîr gelek çûn, ez jî yek ji wan bûm. Bes mixabin, sed mixabin, neçû serî û em jî dîsa vegeriyan xerîbiyê.
Rûdaw: Di dilê te de heye, carekê biçî li Bakurê Kurdistanê, li wir konsrekê pêşkêş bikî? Belkî binêre, belkî binêre, belkî gotina min a xêrê be. Meselen min gotineke xêrê li Zaxoyê kir, li Zaxoyê binêre, îro em encamê dibînin, emet li ser Zaxo, ev çawa pêk hat?
Hozan Dîno: Bakurê Kurdistanê, ez wê êdî wekî pirseke klasîk naxwazim bibersivînim. Bila em li kîjan bajarê Kurdistanê dibe bila bibe, ez ê dîsa komê ser hev bikim, ew ê bên. Gelê Kurd, dilê xwe mezin e, dema ku te hez bikin, welê tu biçî Fîzanê jî ew dê werin û xwe bi te bigihînin. Yanê ez bawer im, yanzdeh mehê bernameya me, bernameya şal û şapik e. Ez dizanim ji Bakurê Kurdistanê jî wê bên, ji Silêmaniyê, Helebçeyê, Kerkûkê, Mûsilê, ku derê bin ew ê bên, çiqas dûr bin jî ew ê bên. Ji ber ku gelê me dema ku hez kir, hez dike.
Rûdaw: Dîno, tu ne di bin tesîra tu partiyan de yî? Tevî ku min nexwest bi rastî pirsên siyasî bikim, lê ji ber ku te got Dilbixwîn tu serbest î, yanî tu xwe hunermendekî Kurdan, Kurdistanî dibînî, ti pirsgirêkên te di vî warî de tune ne?
Hozan Dîno: Daxwaziyên bi kesî, bi şexsî ew girêdayî te bi xwe ye, tu dikarî nav dilê xwe de tiştekî bawer bikî, tiştekî hêvî bikî, tiştekî bipejirînî, yan jî li gor herikandina jiyana te be, tu dikarî hilbijêrî. Bes tevayî ji bo gelê xwe, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê pêdiviya hunermendan heye ku yan jî rewşenbîran, kesayetî wek we civaknas, her kes bi neteweyî tevbigere. Weke Pira Delal, wek Pira Delal em karibin, navbeyna gelê xwe hezkirinekê ava bikin, yekîtiyekê ava bikin. Yan tiştekî, em birçîyê yekîtiyê ne. Ez dixwazim sedemeke biçûk bêjim, bila wezîfa xwe bi cih bînim, an armanca min a sereke ew e. Ji bo wê jî ez naxwazim kesek min sînor bike, min birêxistin bike yan jî bi nav bike li gel rêxistinê. Ez ne Bakur, ne Başûr, ne Rojhilatî me, ez Kurdistanî me. Kî berdekî, kevirê erdî rabike bide ser kevirê dî ez kêfxweş im, min hêvî her ewe ye.
Rûdaw: Gelekî baş bû, kêfa min gelekî bi gotina te re hat bi rastî. Dibêjî ez dixwazim bibim weke Pira Delal, ku em vê hevpeyvîna xwe li kêleka Pira Delal pêşkêş dikin, em bibin pirek di nava Kurdan de, di nava Kurdistanê de ku Kurdan nêzîkî hev bikin bi rastî. Ev binêre, Dîno, ne ev pir b çawa ji alî din nêzîkî ser pirê re derbas dibe, temaşe dikin û li pişta ala Kurdistanê ewha?
Hozan Dîno: Welatekî azad heye. Meselen tu ji mentîqeyekê, li Bakurê Kurdistanê, ji Kobanê, me lojiya Kurdistanê, li vê derê ji beşên din ên Kurdistanê hene, hemû em yanî yekîtî me digihîne. Yanî tu li dinyayê li hemû miletan binêre kekê Dibixwîn, her kes sînorekî xwe ye, welatê xwe heye, gelê xwe heye, çanda xwe heye, kevneşopiyên xwe yên xurt hene, her kesî ji bo xwe paşerojek û pêşerojek afirandiye û saz kiriye li ser van esasan. Bo çi em şerpeze bibin? Bo çi em penaber bibin? Yanî binêre, milyonan gelê me li diyasporayê heye, em nexweş in, nexweşê bêwelatiyê ne, bêmafiyê ne. Ne sûceke, lê sûc e, sûc lazim e em cudahiyên hevdu qebûl bikin. Li ser xalên bingehîn li hev bikin, yanê em bêjin em Kurd in berî her tiştî, mafên me yên bingehîn hene. Em li ser xalên bingehîn li hev bikin, detay an jî tiştên biçûk em dikarin piştre nîqaş bikin, tiştên navxweyî em dikarin piştre nîqaş bikin, ew tiştekî xwezayî ye, tiştekî normal e. Lê berî her tiştî em Kurd in, tiştê ku em dikarin.
Rûdaw: Ê, ji ber ku xelkê me yê Rojavayê Kurdistanî jî gelekî ji te hez dikin, tu difikirî rojekê biçî Rojavayê Kurdistanê?
Hozan Dîno: Çawa difikirim, yanî ez her dem difikirim, nefikirim jî ez ê biçim, ez ê biçim. Kengê şert û merc, zirûf û derfet çêbûn ku em karibin biçin, ez ê bêguman herim. Em nêzîkî wê ne, ew e, gelekî nêzîk nîne, li vê derê em sînorê Başûr, Bakur û Rojava ne. Bes ez dixwazim biçim, ez dixwazim vê daxwaziya xwe bi rêya we jî bînim ziman, bila şaş neyê fêmkirin. Ez îro li Başûr im, dibe ku sibe li Rojava bim, şert û mercên Rojhilat çê bibin, dibe ku ez biçim Rojhilat. Bakur, ku derê, ku derê Kurdistanê pêdiviyek, bi Kurdîtiyê hebe, daxwaziya ji hunerê hebe, yanî dibe ku ez ne tiştek bim jî, bes dibêjin "Ya wek morî dimeşe, dibêjin tu kû derê diçî, dibe ez diçim hecê", dibêjin "Tu bi vê meşê nikarî biçî", qet nebe dibêje ez ê li wê rêyê bimirim. Ez wê rêyê de bimirim, mirov çi ji destê te bê, tu çi bê tu wî bikî. Ez wek qehremanekî naaxifim, ez ne tiştek im jî, tenê xwedî hewldan im. Ez dixwazim vê hewldanê, encam an jî serkeftin kekê Dilbixwîn, tiştekî din e, tu hewl bide encama wê hebe yan nebe ew tiştekî din e.
Rûdaw: Binêre, meselen hesab bike tu stranekê çêdikî, panzdeh-bîst sal di ser re derbas dibin, hîn jî ew stran di nava Kurdan de zindî dimîne. Tu stranekê dibêjî, bandora wê, tesîra wê li ser bi milyonan genc û keç û xortên Kurd çê dibe, ew tiştekî mezin e?
Hozan Dîno: Yek, gencîneya civakê bi hêz e, birêz Dilbixwîn, gencîneya civakî pir mezin e, fireh e. Dema ku rastiyekê bibîne ji bîr nake, her li pey diçe. Heta ku vê rastiyê bi dest bixe pey diçe, ji bo wê jî wezîfa hunermendekî gencîneya civakê bi hêz bike û fireh bigire û germ û zindî bigire.
Rûdaw: Kîjan strana te heye, straneke min heye, ez pir jê hez dikim, kesên ku jê hez nekirin, bes dema wê nehatiye. Ez wisa bawer im, ji ber ku gelek stranên min bîst sal derbas bûn, pey re, nû deng didin... Ez her dem dibêjim helbest?
Hozan Dîno: Tiştên ku navnîşana wan diyar be ne xweş in, ji ber ku tiştê ku zû bê fêmkirin, zû bê têgihiştin, zû jî tê bîrkirin û baştir dizanim ku helbest bê îmgeyan, bê cîgir, bi erebî dibêjin "teşbîh" ne xweş e, ango bêwate dibe. Hevokeke tu çêdikî, wê hevokê de lazim e îmgeyek hebe, yan cîgerek hebe, wateya eslî bide. Ez carna stranê dibêjim, ez mesela dibêm "Min tu hezkirî wek welatê xwe", "Min tu hezkirî", yanî "Evîna te, tesîra germa dilê min di rê de dibîne", "Min tu biharê hezkirî, lê çavên te payiz in". Lazim e tiştekî ku dibêjî bi rêyeke hunerî, rêyeke wêjeyî bêjî ku wateya xwe fireh be û her kes xwe tê de bibîne. Ez strana ku ez dibêjim jî "Min ji mirinê jiyanek deyn kir, ji bo ku bigihîjime te, destek kulîlk ji Zagrosan bi evîn bidim destê te". Mirin nabe tobedar. Ne heval nas dike ne jî yar, wê bê, bê dem û bê war. Lê bila mirov negire, stran zêde nehatiye naskirin, ez gelek hez dikim, straneke min di 2007an de derxistiye, em navê wê bikin her stran.
Rûdaw: Lê kîjan stran bû populer bûyî?
Hozan Dîno: Hinek stran bo hinek kesayetiyan cuda ne, xwe veşartinê ew jiyanê nêrîna me bû. "Lê Dayê Ez gerîla me" dest pê kir, 1999, berhema min a yekem bû. Heta gelek henek çêdibûn, "Welatê te" straneke, Dînoyî karî straneke, vê xweşiktir çêbû. Paşê min strana Çû çêkir, "Gula dilê min qetandin" çêbû, "Ez zarokekî bê nav im", "Emir ku da çû", "Oy yarê", yanê "Dereng neyê, zû were", "Gulê delalê", her wisa aniha ez bawer im derdora çil stranî hîn zêdetir nav gelê me de her dem tên guhdarîkirin. Bes min tiştek têgihiştim, tu bi civakê re bijî, civak enerjiyeke erênî dide te, bes tu ser civakê re bijî, tu tenê dimînî.
Rûdaw: Bêhtir bala xwe didî xelkê, yanî xelkê stranên te ezber kirine?
Hozan Dîno: Wateya dibêjin, konseran de hemû dibêjin, min "Neyê, ew yarê" bi rastî hemû xerîb e.
Rûdaw: Tu dikarî carekê straneke din weke "Oy yarê" çêbikî? Meselen bi rastî ez gelek hunermendan meraq dikim û ez dixwazim demê wan bibînim, ji wan bipirsim. Hinên navdar in, ne niha yên berê ne, piranî stranên ku hunermend pê meşhûr bûne, navdar bûne piraniya wan hemû, yanî ji sedî 90ê hunermendan, yên aciz nebin, stranên wan ên berê nînin. Çima nikarin nû weke wan stranan çêbikin?
Hozan Dîno: Belê belê, her însanekî hestên xwe hene, hestên xwe hene, hestên hîn destkarî lê nehatiye kirin. Ew dem ne diyar e kengê tê, dema ku min ew stran nivîsand, nizanim kîjan hest bû, kîjan ruhiyet bû, li gel min bû. Lê ew nayê wê wateyê ku însanek bi aliyê hestê bêsînor e, însan bi sînor e, ne bêsînor e, ji ber ku demekê şûnde ku tevlîheviyê heye ku tu xwe nû ve nekî, tu xwe bişibin hev dide. Yan jî ew kûrahiya te ya derûnî, êdî têrê nake ku tu tiştekî nûjen, tiştekî xweştir derxî. Ê, hunermendî, nivîskarî, lazim e tu xwe her dem tijî bikî, tu însanekî qedayekî vala nikarî vala bikî, lazim e pêşî tu tijî bikî û paşê vala bikî. Lê em çiqas xwe nû dikin? Em çiqas dixwînin, çiqas xwe tijî dikin? Jê werî tûrê tê de tiştek derxî. Hestên xwe hene, ne weke ku straneke bêhempa derdikeve, demekê de straneke bêhempa derdikeve, ew nayê wê wateyê ku tu her dem dikarî straneke bêhempa çêbikî, ne mimkun e.
Rûdaw: Û ji vê "Oy yarê" bêje, yanî ji ber ku çima "Oy yarê" hat bîra min? Bi rastî ji ber ku min ew dîtiye, dema ku tu vê stranê dibêjî her kes li te vedigerînin, tembûr heye di destê te de, ez dibêjim "Heyran, li zimanê xwe û dengê xwe kûr bin, şoy bê azadî, şîm bûye ser zehmetî û sê derkê çonayî xwe, dengê muzîkê li pêçiya xweşî beriye, welahî dengê te li dinyayê bi yek spasiya te me". Gelekî, gelekî xweş bû, xelk li vir kom bûne, evana li restorana Newberan e li Zaxoyê bi rastî xizmeteke baş kirin, gelekî baş alîkariya me kirin, milet li vê derê kom kirin, mala we ava be, xêr înşallah kesî li te nexistiye, te valahiya te bi tiliyên xwe qut kiriye?
Hozan Dîno: Min xwarin çêdikir, min nan... Erê, deh mirîşkên min hene, li vir erê, xwarina min xwarineke serbixwe derfet hebûn, min xwe çêkir, mekûmane xwarin çêdikir.
Rûdaw: Welahî selametî be, te mirîşk xwedî kirine, eha tu hêkan jî yekê wan jî difiroşî, nexwe çi dike? Nekê, nekê, nekê, nebêjin Dîno wê derê mirîşka xwe?
Hozan Dîno: Ne wela em heft, heşt hêk tênin, yanî jiyana gundan hez dikim. Ez jiyana primitîv an ya gundî pir hez dikim û xêncî wê hobî hez dikim, afirînerî pir hez dikim. Yanî tiştekî nû çêbikim, meraqa min heye yanî tiştên nû çêbikim.
Rûdaw: Ê, bi destê xwe yê xwe yê ji xeynî hunerê bi tiştekî din mijûl dibî yan êdî te temam kiriye? Yanî tu karî hunerê, konseran mijûl î?
Hozan Dîno: Na, qet kesek bîst û çar seatan hunerê nake, yanî ne mimkun e. Ez bavekî klasîk im jî, yanî malbat, jiyana rojane, her wiha berpirsiyarî heye. Yanî ji bo wek bav û wek mêr, em bi jin, wek xwedî malê, yanî ew jî dem digire, bêguman ji bo wê jî dem di zextê ser mirov de dike, yanî.
Rûdaw: Tu bavekî baş î?
Hozan Dîno: Divê tu ji Rojbînê bipirsî.
Rûdaw: Rojbîn li vê derê, Rojbîn li wir e, Rojbîn, Dîno bavekî baş e, rast e? Ne ji bo televîzyonê. Dibêje bavekî gelekî baş e, keça Dîno ye, li gel wî hatiye vê derê, doktoriyê dixwîne, dibêje bavekî baş e.
Hozan Dîno: Kure, ku ez stranên evînê dibêjim, ez nikarim tiştekî ji wan qedexe bikim, ji bo wê jî ew azad in di jiyana xwe de, ku karibin avayeke hêsanî, ger dixwazin evîndar bibin, ger dixwazin bijîn, mirovên kesayetiyên serbixwe ne.
Rûdaw: Na, yanî ew ji te razî ne, tu bi wan razî yî, ez razî me, tu ji wan razî yî?
Hozan Dîno: Ji ber perwerdeya ku me da wan, wan jî weke encam paşve dan min.Yanî keçeke min bi sporê xweşik bûne, Rojbîn bi xwe doktor e, Rêdûr jî karê dîzayn dikir, bes na, rawestan. Ez bawer im ew dê derbasî pîşeyeke cuda bibe, bawer im serketî ne, yanê eger encam weke...
Rûdaw: Hêvî dikim hemû bi dilê te bin û di jiyana xwe de jî serketî bin. Dîno, ji zaroktiya xwe bîranînên çi dikî? Bi rastî meselen em xwe hemû li xerîbiyê ne, yanî tu bêhtirî sî salan li xerîbiyê yî, ez sî û şeş salan li xerîbiyê me. Ez 1990î derketim, çûme Almanyayê, ji bo me her yekî bîranîneke zaroktiyê li pey me maye bi rastî. Meselen tu bêriya çi ya zaroktiya xwe dikî?
Hozan Dîno: Bêriya azadiyeke bêsînor dikim, yanî em demekê zarok bûn, ne teknolojî hebû û ne seyare hebûn, çiyayên me hebûn, zevî, deşt, zozanên me hebûn. Zarokên niha nizanin şa bibin. Me pêlîstokên xwe bi xwe çêdikirin, em dilşad bûn, sedema wê nizanim. Bi awayekî zanistî nikarim şirove bikim, bes tiştekî zêde hebû li wir, ku tu têr dikirî, nanekî tisî jî tu tê pê kêfxweş dibûyî.
Gogeke futbolê ya lastîk jî, yeke herî erzan jî dibû armanca jiyana te. Ez baş zanim ku di gundê me de xortekî bisiklet kirîbû, em tenê pey wê direviyan, ya me nebû, me dixwest em destê xwe bidinê, na na, ji ber ku daxwazên me biçûk bûn. Lê hêviyên me mezin bûn, em bi tiştên biçûk jî şa dibûn, lê aniha ne wisa ye. Têrê nake, ji ber ku însan zindiyekî wisa ye ku bêsînor e, sînorê xwestekên wî nînin. Zêdetir dibîne û zêdetir dixwaze. Bes dema ku derfet biçûk bûn, pêlîstokeke biçûk jî têra însanê herî dilşad ê dinyayê dikir. Berpirsiyarî, mecbûriyet... tu xwe berpirsiyarî hinek tiştan dibînî, tu ji min jî dixwaze însanekî azad bim, qet tiştekî nefikirim, derd û xema min nebe, li gor kêfa xwe bijîm. Berpirsiyarî nebe, lê tu xwe berpirsiyar dibînî di hinek tiştan de, hem ber civaka xwe, hem ber gelê xwe, hem ber ew nexweşbûna, nerazîbûna... te dilşa nake yan te nerehet dikin. Ew nexweşiya gelê bindest e, ew jî psîkolojiyek heye, ew sendrom heye yan ne, li hember te dibêjim yanî, ne mucemena dikim lê têyî nas kirin, şuhret.
Rûdaw: Çi ye şuhret? Serkeftin e, bes ger bi wate be, serkeftin e? Ger aliyekî xwe yê zanistî, dîrokî û civakî hebe, bi wate dibe wê demê?
Hozan Dîno: Bes gelek kesayet hene, navê wan deng vedaye, bes wateyeke xwe nîne. Naxwazim bi nav bikim bes mînak hene. Ne her tişt e, mirov dikare bi hemû awayan navdar bibe, dikarî tiştên xerab jî bikî, tiştên rezîl jî bikî. Milyonan kes dikarin temaşe bikin, bes wateyeke wê tune ye. Meselen tama wê tune, tama wê tune, tama wê şuhretê tune. Girêdayî kesî hatiye, du kesî ye, yanî ez tiştekî wisa zêde nagirim. Ji bo min jî bêwate ye, wateyeke xwe nîne. Bes ger ez dilxweşiyekê, guhertinekê di kesayetiya yên hember xwe de bikim, wê demê serketî me. An jî civakê bikim, min guhertineke awayekî erênî, eger min karibim bikim, wê demê serketin e. Lê awayekî neyînî, civakê birizînî, xirab bikî, rêya rast derxî, biteqînî, ew ne serketin e.
Rûdaw: Rast e, rêze konseran li Ewropayê pêşkêş dikî, lê ew nû ye, ne yanî, êdî ne demeke dirêj e tu dest bi vî karî dikî? Du sal in, du-sê sal in. Eha, ev fikra çawa hat te? Yanî mesele madî bûn an te dît ku, te nerî Newroz û yan jî salê carekê têrê nakin an jî salê albumekê derxî têrê nakin an jî teknolojiyê wisa kir ku êdî album, vîdyoklîp zêde rola wan nemaye, te got ez ê konseran pêşkêş bikim?
Hozan Dîno: Civaka me beşekî gelekî mezin heye ku hêviya konsêrtê ye, ne tenê hêviya şahiyê ye. Ew kultûra konseran di nava xelkê me de bi cih bûye, jê girtiye. Me ev zanibû, me digot gelê me tê şahiyê, tê organizasyonan, tê şevên rêxistinî, êdî em çêbikin ji bo çi milet neyê, kesek neyê. Bes em wisa tê gihiştin ku ger tu awayekî profesyonel, awayekî rêkûpêk çêbikî, pêdiviya gelê me pê heye. Welat tên, ewane jî tên, bi cilên xweş, bi rêkûpêk, bi rêz tên. Hinek evîndarên xwe, hinek evîndarê xwe, hinek dayika xwe tîne, rûdinin bi dilekî xweş konsêrtê guhdar dikin. Ger tu karibî bersiveke baş û diçin, lê wisa dixwazin. Em bêne bila kursiyê me jî diyar be, em jî hurmetekê bibînin, tu jî muzîkeke baş pêşkêş bikî.
Rûdaw: Dema meselen çi te aciz dike? Bi rastî ev ji bo hunermendan belkî her yek bi rengekî be. Meselen derdikevî konsêrteke pêşkêş dikî, çi te aciz dike dema hereketek ne normal di nava konsêrtê de çêbibe, bêjim?
Hozan Dîno: Ez qet aciz nebûm, ji ber ku konserên min de qet tiştekî wisa çênebû. Bes nexweş e zarokan bi xwe re tînin, dibêjin "eger dengê zarokan bilind be". Ez wê dibêjim yanî, dibêje ez radest im pêşkêş im, ji xwe dinivîse jî, wek agahî jî re jî bi nivîskî jî dibînin, îşte yan dibêjin "zarok ewqas salî, emrê wê ewqas be", yan guhdanka jê re bikirin, an jî dibe wan neyînin. Kesên nayînin, dizane nikare bikeve hundir, ji ber ku ne salonên Kurdî ne, yê biyaniyan e, tu bê jî nikarî bikevî hundir, desîbeleke deng heye, wê derbas bibe, qedexeyên zarokan nikarî binînî.
Rûdaw: Biletên te nebû, hayê min jê hebû, lê niha çend caran daxwaz kiriye lê mecal tune bû ez werim, ji bo xelkê dibêjim, yanî bilêtên te çawa ne?
Hozan Dîno: Belê, te ew hesaba kiriye, min hesabek kiriye, mesrefên salonekê... ez derdikevim, salon bi rastî gelekî giran in, yan heqê wan gelekî giran e, lê dîsa jî ez wan pîvanan hesab dikim. Ew bîrî ji bo xwendevanan heye, gelekî prosenteke biçûk e, em bêjin bîst, sê û îro tiştekî wisa heye, heneke çil, îro û heta dewlemendan diçe, heta ên kêm, netê îro. Serî nav bîne bes her dem bi nêwayê, Sabir carêk hat konsêrtê, jê hezkir, got Dilbixwîn profesyonel e, em bi rastî sabrî asan berpirsiyarî me yê Almanyayê, got Dilbixwîn konserên Dîno rêkûpêk in, pir profesyonel in, memnûn bûye yanî.
Rûdaw: Dîno, meselen pirseke deng û ewê meraqeke te herê tu çawa bûyî hunermend? Yan jî te dixwest karekî din bikî? Min dixwest bibim? Kesekî bi destê te girt got "Divê bibî hunermend?"
Hozan Dîno: Dengê min yê bokseyê hebûn, ez zarok bûm eha, yanî zarok bûm, demên salên heftêyî de, wê demê çepên tirkan, dema çepên tirkan bû. Em bêjin bayê sosyalîzmê hebû, wê demê hevnasîna me, hevînasîna birayê min bêguman, bi wan re çêbû, dihatin, diçûn. Rojekê cotek lepikên bokseyanîn, ya min mêze kir, ne îş heye. Min hinekî me ew kir, mişt nîne, paşê min ew lepik dan yekî, tembûreke şikestî, beramberî wê lepikê, tembûr şikestî bû, bi zelqan dibû, lê paşê wê tembûrê birayê min ê ku ji min mezintir bû, wî hinekî tembûr zanibû, ez jê fêr bûm.
Dengê min ji yê wî xweştir bû, ez pêş ketim, dev jê bernadim, yanê min carê dîsa behsê kiribû bernameyekê de, bavê min nebûya destûr tunebû ku niha min tembûr lê bida. Bîbe ke rojekê gundê me de, wê demê mizgeft tunebû. Tembûrek hebû, mela jî her roj malayekî dibû, em mêvan, mizgeft nebû, dema rojiyê bizanî, me yekî, peyvekî. Hate mala min tembûra min jî daliqandî bû dîwêr da. Navê bavê min jî Şêx Mihemed, bes zêde eleqeya wî, rehmetî tunebû yan ne tiştek wisa, got "Şêx Mihemed, dibêje însanekî muhteber e bes, ev tembûr mala we de ne caîz e, guneh e yanî, bese bîti."
Bavê min jî yekî hêrs bû, bi rastî hêrs bû, got "Mela efendî, ko te xwarina xwe xwar, çaya xwe jî vexwe, ji kerema xwe ji berê derkeve biçî." Min got dibe ku bêje "vê tembûrê bişkên bavêjin." Ev bû guhertina jiyana min ya ku ji min re rê nîşan da. Ez matmayî mam, dayika min jî gelekî tirsiya, hember mirovekî ew, bêhurmetî bû esas. Lê bavê paşê ji min re got, got "Îbadet, bawerî ne tenê şikleke paqijbûyî ne", got "bila mejiyê te û dilê te biryareke însanî bide, got ev baweriya herî bi qîmet e li cem Xwedê." Wan gotinan gelekî bala min kişand, ew ji min re bû pêşengiyek yanî ku ez dest bi huner bikim.
Rûdaw: Ew tembûr îro destê te li Başûrê Kurdistanê ye, te Zaxo ît, te Hewlêr dît, te Duhok dît, tu dixwazî wekî din çi bajarê Kurdistanê bibînî, welê tu dixwazî?
Hozan Dîno: Dixwazim biçim Silêmaniyê, dixwazim biçim Helebçeyê bi taybetî bibînim û her wisa biçim Rojava, bajarên Rojava yek bi yek li gor derfetê bêguman. Lê demên pêş me de jî eger şert û merc li gor wê alîkar bin, li wir konsêrekî jî bidim.
Rûdaw: Rojava konserên Kurd in, rojeva xelkê, rojeva xwe hazir bikin. Dîno dixwaze were li wê derê konsêrtekê pêşkêş bike. Dîno, zeman nema, pirsên min di serê min de bûn, yek û xelkê jî xwestin ku ez bipirsim. Ew bûn, pirseke meselen tu bibêjî "Xwezî Dilbixwîn, te ev pir ji min kiriba", wê hebe li cem te, min ji bîr kiribe meselen?
Hozan Dîno: Tiştekî ku ez niha bêjim, neyê bîra we, me gotin, ez bawer im ne gotin, yanê me, me, me, kewa dilê xwe dibêje derî.
Rûdaw: Gelekî spas dikim îro li cihekî wisa xweş û li gel me bernameyekî wisa derfet çêbûye, min bernameyeke wisa çêkir, ez gelekî kêfxweş im, û pişta Pira Delal e, Pira Delal û germayiya jînê û ala Kurdistanê heye û çemê Xabûr jî derbas dibe, li kêleka komerê deng jî tê, nizanim tê mîkrofonê yan na, civateke gelekî xweş e. Lê derhênerê min dixwazin, dibêjin bi stranekê bidawî bikin, hez dikî xatirê xwe ji min bixwazî?
Hozan Dîno: Ez xatirê xwe bixwazim, temaşevanê me yên hêja, mala we ava be, we temaşe kir. Ez bar dikim, hevpeyvîn wê bi dilê we be, bi dilê min bû, zêdetir jê we re bêjim. Bi dilê Dîno bû eger, xweş bû. Gelekî spas. Çi xweş e ku em li Başûrê Kurdistan û Zaxo hev bibînin, hevpeyvîneke wisa bikin. Spas, em peyvên xwe bikin, rojên xweş li ber derbas bikin û erê, de her hebê.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)