Nêçîrvan Barzanî di bernameya El-Muwaceheya televîzyona Şerqiyeyê de ku êvara 12ê Tebaxê hat weşandin li ser çend mijarên girêdayî rewşa niha ya Îraq û Herêma Kurdistanê pirsên pêşkêşkar bersivandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hişyarî da û da zanîn, eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin, Îraq dê rûbirûyî îzolasyoneke navneteweyî bibe.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê çek tenê di destê dewletê de be û ev yek di berjewendiya hemû Îraqê de ye.
Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê behsa qeyrana darayî ya Îraqê, serdana xwe ya Sûriyeyê, Peymana Şingalê û rola Îraqê ya di milmilaneyên Rojhilata Navîn de kir.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku çarenivîsa hemû Îraqiyan yek e û divê Hewlêr û Bexda bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
Rûdaw: Ji 7ê Çiriya Pêşîn ve herêm guherînên bilez bi xwe ve dibîne.
Van guherînan hevsengiyên hêzê ji nû ve dîzayn kirin û rewşeke nû sepand, ji rûdanên Xezeyê heta tiştên li Sûriyeyê qewimîn û piştre şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê...
Di nava van guherînan de, wisa xuya dike ku Îraq di rastiyeke nû de maye ku nabe bi mantiqê rawestîn û bendemayînê miamele pê re were kirin.
Zehmetiyên komkirina çekan di destê dewletê de, qeyrana darayî, mafên siyasî li gel guherînên ewlehî û herêmî...
Ev hemû Îraqê rû bi rûyî qonaxeke cuda dikin ku pêwîstî bi nêrîneke zelal û xwendineke hûr a rûdanên derdorê heye.
Ji vir çend pirsên stratejîk û girîng derdikevin holê:
Gelo nêrîneke zelal a Îraqê ji bo paşeroja xwe heye?
Gelo dikare rû bi rûyî astengiyên xwe yên navxweyî bibe û xwe li gel guherînên herêmî û navneteweyî biguncîne?
Yan dê di xeleka bendemayînê de bimîne heta ku ev qeyranên derdora wê bi dawî bibin?
Baş e, gelo rewşa Herêma Kurdistanê çi ye?
Di siya van guherînên ku herêm bi xwe ve dibîne û bandor li wê jî kiriye, rola wê di diyarkirina paşeroja Îraqê de çi ye?
Gelek pirs hene ku îro xwe ferz dikin û ya ji bersivdana wan girîngtir ev e: Gelo bi rastî Îraq ji bo qonaxa piştî van guherînan amade ye?
Ev ew mijar in ku em dê îşev bi Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî re gotûbêj bikin.
Rûdaw: Cenabê Serok, destpêkê em spasiya te dikin ji bo vê derfetê û qebûlkirina vexwendina me.
Dibe ku gelek pirsên me hebin û dibe ku em te biwestînin lê em hêvîdar in tu bi sîngekî fireh van hemû pirsan qebûl bikî...
Nêçîrvan Barzanî: Hûn bi xêr hatin, li ser çavan.
Rûdaw: Silavên Xwedê li te bin. Me ji destpêkê ve gelekî dixwest em zanibin Rêzdar Nêçîrvan Barzanî di civîna Birêvebirina Dewletê de behsa çi kiriye, heta em gihîştin komek mijarên ku cenabê te di civînê de anîne zimên û me ew kirine komek pirs...
Werin em ji pirsa yekem dest pê bikin:
Cenabê te got em hemû di nav yek keştiyê de ne û em bi rêz li qurbaniyên Heşdî Şebî dinêrin.
Lê pirs li vir ev e: Paşeroja komên çekdar (fesayîl) li Îraqê ber bi ku ve diçe?
Hûn çawa li wan dinêrin, gelo hûn cudahiyekê di navbera Heşd û fesayîlan de dibînin, yan jî wekî yek beş û yek laş li wan dinêrin?
Nêçîrvan Barzanî: Spas Kek Hîşam, hûn bi xêr hatin Hewlêrê. Bê guman ez ducare dikim, rêzeke me ya taybet ji bo qurbaniyên Heşd û artêşa Îraqê û hevkarên wan Pêşmergeyan li Kurdistanê heye ji bo parastina axa Îraqê.
Heşda Şebiyê saziyeke fermî ye û li gorî yasayê hatiye avakirin û ez dîsa ducare dikim, em rêzeke mezin didin qurbaniyên Heşda Şebiyê yên di oxira parastina Îraqê de. Li ser mijara Heşd û fesayîlan, dema em diçin Bexdayê, bi berdewamî û demeke dirêj wê dersê didin me ku cudahiya navbera Heşd û fesayîlan rave dike.
Lê di encamê de, çi fesayîl û çi Heşd, budceya wan ji dewleta Îraqê ye û ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tê dabînkirin.
Nêrîna me li ser fesayîlan, ne dijberiya fesayîlan e, mijar û pirsa bingehîn ev e: Îraq ber bi ku ve diçe?
Em hemû bi hev re di heman keştiyê de ne.
Çi li Bexda, çi li Besra û heta Zaxoyê em hemû bi hev re ne.
Nêrîna me ev e ku ew karên van fesayîlan dikin ne di berjewendiya Îraqê de ne û ne di berjewendiya paşerojeke baş a vî welatî de ne.
Ev fesayîl ji aliyekî ve gefê li cîranên me dixwin, bi dronan li welatên Ereb ên birayên me dixin.
Gelo maqûl e hêzek li nav Îraqê bibe çavkaniya gefê ji bo Urdun, Siûdiye, Îmarat, Qeter û Behreynê û li navxweyî jî ji bo Herêma Kurdistanê?
Pirsgirêka me bi Heşdê re ne mijareke şexsî ye, nêrîna me di çarçoveya berjewendiya giştî ya Îraqê de ye.
Em wisa difikirin ku li gorî destûra Îraqê û li gorî wê bernameya hikûmetê ku Serokwezîr Elî Zeydî di dema avakirina hikûmetê de pêşkêş kir û tê de eşkere hatiye gotin ku divê çek di destê dewletê de be.
Pirsa me ev e.
Em wisa difikirin ku divê ev hêz di bin sîwana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de bin ku Serokwezîrê Îraqê ye û di bin fermana wî de bin û divê her çi zûtir e çareseriyek ji bo pirsa fesayîlan were nêrîn.
Ez wisa difikirim ku pêwîst e fermandarên van hêzan bi xwe bigihîjin xalekê: Gelo berjewendiya Îraqê di wê de ye ku ev çekên wan hebin û bi kêfa xwe bi kar bînin?
Pirsa mezin li vir derdikeve: Kî li Îraqê hukim dike?
Serokwezîr hukim dike yan hêzên siyasî hukim dikin yan jî komek kesên ku ji yasayê derketine û tiştên dikin bi rastî ne di berjewendiya Îraqê de ne?
Gelo ev li Îraqê hukim dikin?
Dema em diçin derve, em her tim ji şirketên mezin re dibêjin werin li Îraqê veberhênanê bikin.
Lê pirsa yekem a her şirketekê ku bixwaze bê Îraqê ev e: Gelo ewlehî heye?
Ma maqûl e fesayîl hinek şirketên petrolê li başûrê Îraqê bikin armanc û li wan bixin!
Ji ber vê yekê ew şirket nayên Îraqê.
Naxwe nêrîna Herêma Kurdistanê bi awayekî giştî li ser mijara fesayîlan di çarçoveya xêra Îraqê de ye.
Em wisa difikirin ku divê em, hemû hêzên siyasî yên Îraqê, piştgiriyê bidin Serokwezîr û di berjewendiya Îraqê de divê qebûl bikin ku çekan deynin û tevlî pêvajoya siyasî ya Îraqê bibin û tevlî hêzên ewlehiyê yên Îraqê bibin.
Tiştê ku gelekî girîng e jî ev e ku divê çek tenê di destê hikûmetê de be.
Pêbendiya li hemberî Îraqê, ne Amerîkayê
Rûdaw: Cenabê Serok, dibe ku di dema beşdariya te ya di civîna Birêvebirina Dewletê de te amaje bi vê yekê kiribe, dema ku te li pêşberî amadebûyan pirsek arasteyî Rêzdar Zeydî kir û te got: "Gelo te li pêşberî Amerîkiyan xwe pêbend kiriye bi wê yekê ku çek tenê di destê dewletê de be?"
Li vir pirsek ji bo me derdikeve, di heman demê de cenabê te amaje bi wê yekê kir ku dibe ku Îraq ber bi îzolasyoneke navneteweyî ve biçe.
Pirs ev e: Gelo zanyariyên te hene li ser wê yekê ku eger em wekî Îraq pêbendiyên xwe li hemberî Amerîkiyan bi cih neynin û çek nekeve destê dewletê, gelo Îraq dê rû bi rûyî îzolasyoneke navneteweyî bibe?
Nêçîrvan Barzanî: Berî her tiştî ez wisa difikirim, nêrîna min a yekem ev e ku ev ne pêbendiyek e li hemberî Amerîkayê, ev pêbendiyek e li hemberî Îraqê.
Mijara komkirina çekan di destê dewletê de ne pêbendiyek e li hemberî Amerîkayê, çima divê em wisa nîşan bidin ku ev pêbendiya Îraqê ya li hemberî Amerîkayê ye?
Amerîka rojekê hatiye vî welatî û dê rojekê jî vî welatî bi cih bihêle lê yên ku li Îraqê dimînin em in, em in ku xelkê Îraqê ne û em dimînin.
Ev ne pêbendiyeke Amerîkî ye.
Werin em bi awayekî din li ser biaxivin, gelo berjewendiya Îraqê di wê de ye ku em hemû çarenivîsa xwe bidin destê hinek kesên ku ji yasayê derketine?
Herêma Kurdistanê heta niha nêzîkî hezar carî hatiye bombebarankirin, dev ji Herêma Kurdistanê jî berde, baregeha asayîşa Îraqê li nav Bexdayê bombebaran kirin.
Pirs ev e, ev hêz çi qezencekê dide Îraqê?
Dev ji Amerîkayê berde, çima divê em van her du tiştan bi hev ve girê bidin?
Amerîka mijareke cuda ye, dema Amerîka sala 2014an hat Îraqê, bi vexwendineke fermî ya Îraqê hat, Îraqê bi nameyeke fermî ji Amerîkayê xwest ku bê û di pirsa DAIŞê de alîkariya Îraqê bike.
Nêrîna me li Herêma Kurdistanê çi ye?
Em spasiya Amerîka û hêzên hevpeyman ên Amerîkayê dikin ku di pirsa DAIŞê de alîkariya Îraqê kirin, em spasiya wan dikin, spasiya Amerîka û hemû hêzên hevpeymanan dikin lê DAIŞ bi xwîna artêşa Îraqê û bi xwîna Heşdî Şebî û bi xwîna Pêşmergeyan têk çû.
Me hemûyan bi hev re ev kir.
Çima me ev kir?
Me ji bo wê kir ku em paşerojeke baş ji bo nifşê piştî xwe bi cih bihêlin, me ji bo wê nekir ku komek kesên ji yasayê derketî li vî welatî hukim bikin.
Ev mijar, mijara komkirina çekan di destê dewletê de ti pêwendiya xwe bi Amerîkayê re nîne.
Bila ez bêm ser pirsa Amerîkayê, hêzên Amerîkayê li gorî peymanekê bi hikûmeta Îraqê re, xişteyeke demî ji bo wan hatiye danîn ku li gorî wê xişteya demî Îraqê bi cih dihêlin û ew xişte di dawiya meha Îlonê de bi dawî dibe.
Min ew pirs ji Serokwezîr kir di civînê de: Gelo cenabê we pêbendî wê xişteya demî ne? Wî got: Belê em pêbend in.
Hinek hene wisa difikirin ku li gorî peymaneke navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ne.
Na, hebûna hêzên Amerîkayê li Hewlêrê li gorî wê peymanê ye ku hikûmeta federal bi Amerîkayê re kiriye û Amerîka niha pêbendî xişteya xwe ya demî ye, li gorî wê xişteya demî jî heta dawiya meha Îlonê ew hêzên xwe ji Îraqê dikişînin.
Lê bila ez vê bibêjim û rûyê axaftina min li hemû hêzên siyasî yên Îraqê û li gelê Îraqê ye, bi Xwedê eger Îraq vê pirsgirêkê çareser neke ku pirsa fesayîlan e, Îraq dê rû bi rûyî guman û îzolasyoneke navneteweyî bibe û dê rû bi rûyî îzolasyoneke herêmî jî bibe.
Welatên cîranên Îraqê gelekî bi kelecan in ku alîkariya Îraqê bikin, welatên Ereb dixwazin li Îraqê veberhênanê bikin, ez dizanim ku welatên Kendavê, Îmarat çi qasî dixwaze li Îraqê veberhênanê bike, ez dizanim Siûdiye çi qasî dixwaze, ez dizanim Qeter çi qasî hez dike.
Lê nabe. Divê em bigihîjin wê encamê.
Li cem me Îraq yekem e.
Eger ev dirûşma me ku gelek caran tê gotin "Îraq yekem e", madem ev dirûşma me hemûyan e, berjewendiya Îraqê ne di wê de ye ku komek kesên ji yasayê derketî bên û pirsgirêkan ji bo Îraqê derxînin.
Ev mijareke gelekî girîng e, Serokwezîr xwe pêbend kiriye bi vê pirsê.
Destûra Îraqê gelekî eşkere behsa vê kiriye.
Cenabê Serokwezîr di pêşkêşkirina bernameya hikûmetê de wekî pêbendiyekê ev aniye zimên û niha pêwîstiya wî bi piştgiriya hêzên siyasî heye.
Em li Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve piştgiriyê didin wê pirsê.
Serokwezîrê Îraqê, Serokwezîrê Îraqê ye ji Fawê heta Zaxoyê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e ji Fawê heta Zaxoyê.
Li cem me wisa ye, em wisa lê dinêrin.
Em wisa li vê pirsê dinêrin.
Belê Herêma Kurdistanê çarçoveyeke destûrî heye, divê rêz li vê çarçoveya destûrî bê girtin û divê ev destûr jî bê bicihkirin.
Lê, Kak Hîşam, ligel vê yekê jî em di vê mijarê de nanêrin ka berjewendiya vê herêmê di çi de ye, em di vê mijarê de dinêrin ka berjewendiya Îraqê li ku ye û bi rastî jî em hez dikin Îraqek be ku hemû pêkhateyên wê hest bi aramî û xweşiyê bikin û, em gavan biavêjin ber bi başkirina rewşa jiyana xelkê ku gelê Îraqê hêjayî jiyaneke baştir e ji ya ku niha heye.
Rûdaw: Bi dilsafî Cenabê Serok, eşkere hemû tiştên ku te gotin di berjewendiya me de ne wekî Îraq ku em gavan biavêjin ber bi wê mijarê yan wê projeyê lê em nikarin vê mijarê ji Amerîkayê cuda bikin, çi bi pêbendbûnê be yan bêyî pêbendbûnê; çimkî di encamê de darayî û pereyê Îraqê li Amerîkayê ye.
Amerîkî xwe wekî xwedî qencî dibînin di rûxandina rejîma Sedam û avakirina sîstema nû de.
Niha jî bernameyeke wan heye ku jê re dibêjin "Rojhilata Navîn a Nû", wate kontrolkirina Rojhilata Navîn û dîzaynkirina nexşeyeke nû.
Ev hemû alozî wisa dikin ku berjewendiya Îraqê di wê de kom bibe ku destpêkê çek di destê dewletê de bê komkirin, paşê em behsa berjewendiyên hevbeş ên navbera me û Amerîkayê bikin.
Lê eger çek neyê danîn yan di destê dewletê de neyê komkirin, gelo Îraq dê rû bi rûyî cezayên Amerîkayê bibe? Gelo dê dest deynin ser pereyên Îraqê? Ev hemû pirs in û tên kirin. Wekî Herêma Kurdistanê çi agahiyek gihîştiye destê we?
Nêçîrvan Barzanî: Di rastiyê de rewşeke Îraqê ya gelekî taybet heye.
Dema Îraq petrola xwe difiroşe, pereyê petrolê rasterast ji bo wê venagere lê diçe Banka Federal a li Amerîkayê û ji wir tê anîn bo Îraqê.
Rewşa aborî ya Îraqê di asteke herî xerab de ye, eger Tengava Hurmizê neyê vekirin û rewşa niha berdewam bike, pirsgirêka herî mezin a vê herêmê dê rû bi rûyî Îraqê bibe.
Li ser pirsa komkirina çekan di destê dewletê de, ku min berê jî li ser axivî, em bibêjin daxwazeke Amerîkî ye lê di rastiyê de berî ku daxwazeke Amerîkî be, divê daxwazeke Îraqî be.
Dev ji Amerîkayê berdin û werin ser daxwaza Îraqî.
Ez bi xwe û em jî li Herêma Kurdistanê wisa dibînin ku eger ev mijar neyê çareserkirin, Îraq dê rû bi rûyî cezayên navneteweyî bibe û li ser asta herêmê dê were paşguhkirin û dê ji derdora xwe ya Erebî û herêmî qut bibe.
Ev nêrîna min e.
Rola Îranê ya di çareserkirina pirsgirêkê de
Rûdaw: Baş e, di encamê de cenabê te pêwendiya te bi hemû aliyên siyasî re heye, eşkere dema ez pirsa cenabê te ji wan dikim, piraniya aliyên siyasî rêzeke wan a temam ji bo te heye.
Gelo zanyarî gihîştiye te ku komên çekdar amadebûna wan heye?
Hinek dibêjin ev dosye ne mijarek e ji bo gotûbêja navxweyî, hinekên din ber bi arasteyeke din ve diçin û dibêjin ev mijar bi Îranê ve girêdayî ye, ji ber wê eger em bixwazin çekan di destê dewletê de kom bikin û koman hilweşînin, divê em bi aliyê Îranî re li ser maseya gotûbêjê rûnin, gelo ev rast e?
Nêçîrvan Barzanî: Ez wisa difikirim ku ev mijareke bi temamî Îraqî ye.
Divê em vegerin û bibêjin pêwîst e karê me yê yekem destnîşankirina wê yekê be ku berjewendiya Îraqê li ku ye. Berjewendiya Îraqê di wê de ye ku çek tenê di destê dewletê de be.
Lê li ser mijara Îranê, ji bo ku ez eşkeretir bim, di serdana xwe ya dawî ya Tehranê de, ez li ser vê mijarê bi Îraniyan re axivîm, çimkî em di her geşteke xwe ya derve de hevahengiyê bi Bexdayê re û bi taybetî bi Serokwezîr re dikin, ev mijar jî yek ji wan pirsan bû ku Serokwezîr daxwaz kir ez bînim rojevê.
Li Tehranê ez bi berpirsên Îranî re li ser vê mijarê axivîm û ez dixwazim eşkere bibêjim tiştê ku min eşkere ji berpirsên Îranî bihîst, ji min re gotin: Ji Serokwezîr Zeydî re bibêje em amade ne di vê pirsê de alîkariya wî bikin. Min ji wan re got: Gelo ev helwesta we ya fermî ye? Gotin: Belê, ev helwesta me ya fermî ye.
Rûdaw: Kê ev ji te re ragihand? Mesûd Pizîşkiyan?
Nêçîrvan Barzanî: Ez naxwazim bibêjim kê ev ji min re got lê ew berpirsên Îranî bûn ku berpirsyariya vê dosyeyê di destê wan de ye.
Rûdaw: Ew berpirsê di dosyeya Îraqê de...
Nêçîrvan Barzanî: Berpirsê dosyeyê du caran tekez kir û got ji Elî Zeydî re bibêje.
Çimkî ez li ser vê dosyeyê bi wan re axivîm, min got eger hûn dikarin di vê dosyeyê de alîkariya me bikin, em jî li Îraqê wekî cîran li bendê ne ku hûn alîkariya me bikin.
Ez wisa dibînim ku ev di berjewendiya Îranê de jî ye ne tenê Îraqê. Berjewendiya Îranê li Îraqê çi ye?
Bazirganiya me ya niha li Îraqê bi Îranê re, ji xeynî mijara gaz û tiştên din, nêzîkî 12 milyar dolar e û ji bo me baştir e em pêwendiyên xwe yên aborî xurttir bikin.
Paşê li vir pirseke cidî derdikeve holê eger ev komên çekdar ji xwe bipirsin: Sûdê van karên ku li Îraqê dikin çi ye?
Heta ew dronên ku di destê wan de ne çi sûdeke wan heye?
Eger bi aqilane bifikirin, binêrin çi bi dest xistine û çi armanceke mezin pêk anîne?
Tiştek nîne, ji xeynî ku zerer dane navûdengê Îraqê û zerer gihandine gelê Îraqê.
Bi berdewambûna wan, dê zerer mezintir bibin.
Eger mijar Îran jî be, wekî min niha amaje pê kir, ez yek ji wan kesan bûm ku li ser daxwaza Serokwezîr ez li ser vê dosyeyê bi Îraniyan re axivîm dema ku ez vê carê çûm wir.
Rûdaw: Wate Îraniyan amadebûna xwe nîşan daye ji bo alîkariya Zeydî...
Nêçîrvan Barzanî: Eşkere, min carekê pirsî û du caran bersiv dan ji bo ku ez piştrast bibim. Di cara duyem de dîsa gotin ji Serokwezîr Elî Zeydî re bibêje em amade ne alîkariyê bikin.
Rûdaw: Eşkere...
Nêçîrvan Barzanî: Bi temamî eşkere.
Rûdaw: Dîrokê ev fêrî me kiriye ku di her qonaxekê de kesên serhildêr hene, heta li hemberî biryar û peymanan jî...
Nêçîrvan Barzanî: Tam wisa ye.
Rûdaw: Ev dîrok e...
Nêçîrvan Barzanî: Tam wisa ye.
Rûdaw: Di rewşekê de eger hinek ji koman serî hildin û çekên xwe radest nekin yan çek di destê dewletê de neyê komkirin, ev pirs dibe ku min bibe ber bi pirskirina li ser daxwaza Zeydî di civîna Birêvebirina Dewletê de, dema ku daxwaza rêpêdanê ji serkirdeyên welêt di nav amadebûyan de kir ji bo rû bi rûbûnê di roja yekem a meha 10an de, eger kom nexwazin çekên xwe radest bikin.
Li gorî tiştên ku me bihîstine û ew zanyariyên ku bi destê me ketine, we rêpêdan daye Zeydî di vê mijarê de. Gelo ev rast e?
Nêçîrvan Barzanî: Di rastiyê de di civînê de me pêşniyar kir ku desthilat were dayîn Serokwezîr Zeydî û, nêzîkî yekdengiyeke giştî di civînê de hebû.
Rûdaw: Yekdengî?
Nêçîrvan Barzanî: Belê yekdengî. Me daxuyaniyeke zelal jî li ser vê mijarê derxist. Hemû hêzan pêbendbûna xwe ji bo piştgirîkirina Serokwezîr anî zimên. Lê ez bi xwe wisa difikirim ku niha û berî çûna nav her rû bi rûbûnekê pêwîstî bi diyalogê bi wan re heye û, divê bingeha vê diyalogê jî yek xala sereke be ew jî: Berjewendiya Îraqê di vê mijarê de li kû ye?
Mijar ne ew e ku em rû bi rûbûnê bixwazin, ti kes daxwaza vê nake û divê em wê qonaxê derbas bikin ku kesek hebe bixwaze Şîe bi Şîeyan re şer bikin û Kurd bi Kurdan re şer bikin, yan pirsgirêk di navbera Kurd û Şîeyan de û, di navbera Sunne û Şîeyan de hebe.
Divê berjewendiya me hemûyan li Îraqê yek be. Ez wisa difikirim ku ji vir û pê ve û di demeke nêzîk de, pêwîstiya me bi diyalogeke eşkere û zelal û bêyî micameleyê bi van komên re heye.
Heta cihê ku ez agahdar bim, hinek ji wan ên ku çek di destê wan de bûn têgihiştina wan ji bo rewşê hebû û amade bûn dev ji çekan berdin.
Lê yên din divê yekser diyalogeke cidî bi wan re bê kirin, diyalogeke cidî ji bo bicihkirina bernameya hikûmeta Îraqê.
Ew jî bê guman beşek in ji vê bernameyê û ji berjewendiyên Îraqê.
Di rewşekê de eger ev pêk neyê, ez wisa difikirim ku bijardeyên din ên li pêşiya Îraqê dê gelekî sînordar bin.
Di demekê de ku bi qasî pêwendiya wê bi me ve heye li Herêma Kurdistanê, em piştgiriyê didin bernameya hikûmetê û, em piştgiriyê didin pêwîstiya komkirina çekan di destê dewletê de û, em piştgiriyê didin hikûmeta Îraqê.
Rûdaw: Cenabê Serok, em hêvîdar in em nekevin vê qonaxê, qonaxa rû bi rûbûn û şer lê we rêpêdan daye Zeydî ku eger hinek kom ji biryara radestkirina çekan serî hildin, wê demê hikûmet bi hêzên xwe yên ewlehiyê rû bi rûyî wan bibe.
Gelo hûn piştgiriyê didin vê biryarê?
Nêçîrvan Barzanî: Ez vê bibêjim, hemû hêzên siyasî gotin ku ew piştgiriyê didin Serokwezîr.
Divê em hemû piştgiriya wî bikin, çimkî mijar ne şexsî ye, ne mijara Elî Zeydî ye wekî Serokwezîr lê mijar hemû hêzên siyasî yên Îraqê li xwe digire lê wî niha ev barê giran li ser milê xwe ye ji ber ku Serokwezîrê Îraqê ye. Bi qasî ku pêwendiya wê bi me ve hebe wekî hêzên siyasî yên Îraqê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji Kurd, Sunne, Tirkmen, Mesîhî û Êzidî, divê em piştgiriyê bidin Serokwezîr, çimkî mijar ne şexsî ye lê di encamê de berjewendiya Îraqê ye.
Êrişên li ser Herêma Kurdistanê
Rûdaw: Cenabê Serok, madem em behsa mijara komkirina çekan û wan rûdanan dikin ku di serdema borî de qewimîne, li gorî wan nûçeyên ku tên belavkirin, Herêma Kurdistanê rû bi rûyî zêdetirî hezar êrişan bûye bi mûşek û dronan lê di encamê de û heta vê gavê jî, ew aliyê ku Herêma Kurdistanê bombebaran dike nediyar e û ti rûnkiriyeveke eşkere ji bo wê nîne.
Pirs sade ye: Ew alî kî ye ku Herêma Kurdistanê bombebaran dike?
Nêçîrvan Barzanî: Di rastiyê de mijar zelal e û ne nediyar e. Tu dizanî ev pirs gelekî ducare dibe.
Dema Herêma Kurdistanê bombebaran dikirin, ji me re digotin belge û zanyariyan bidin me çimkî em nizanin kî dike. Cîhana îro ji van gotinan gelekî bipêşketîtir e. Dema bombebaran li her cihekî Îraqê tê kirin, gelekî eşkere diyar e ji kû derê kîjan cih hatiye bombebarankirin, teknolojî û peykên çêkirî çavdêriya her tiştî dikin û her tişt tê zanîn. Mijar pêwîstî bi van hemûyan nake.
Yên ku Herêma Kurdistanê bombebaran kirin komên diyarkirî ne û piraniya kiryarên bombebarankirinê ji nav Îraqê bûn û hinek ji wan jî di dema 40 rojên şer de ji Îranê hatin kirin...
Rûdaw: Ew êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin ji kû derê tên kirin? Ji kîjan deverê?
Nêçîrvan Barzanî: Ji Mûsilê, ji Diyalayê, ji parêzgeha Selahedînê, ji Kerkûkê û ji Telaferê jî.
Rûdaw: Ev tê wê wateyê ku divê hûn zanibin kî desthilatdar e li ser wan deveran, çimkî yê ku kontrola wan deveran di destê wî de ye, ew bi xwe bombebaranê dike..
Nêçîrvan Barzanî: Zanyariyên ji sedî 100 piştrastkirî hene, mesele ne ew e ku em wan nas nakin, em heta wan yekeyan jî dinasin ku van kiryaran dikin, zanyariyên me li ser van hemûyan hene û zanyariyên hûr in...
Rûdaw: Naxwe çima hûn bi serkirdeyên van koman re naaxivin?
Nêçîrvan Barzanî: Em bi Serokwezîr re diaxivin, em bi Serokwezîrê Îraqê re diaxivin û, em bi hêzên siyasî yên Îraqê re diaxivin, eger derfet jî ji me re çêbibe em amade ne bi koman re jî biaxivin.
Lê ew bê guman xwe ji nêrîna me didin alî lê eger me karîbû bi hev re rûnin em dê bi hemû zelalî û eşkereyî bi wan re biaxivin.
Di dema xwe de ez bi hinek ji wan re li ser van mijaran axivîme, ez bi hinek ji wan koman re rû bi rû axivîme, bê guman berî van rûdanan.
Rûdaw: Naxwe Cenabê Serok, niha bombebaran yan êriş dibe ku rawestiyabin û, di van demên dawî û di van rojên borî de me destdirêjî li ser Herêma Kurdistanê nedîtiye, ne bi dron û ne bi mûşekan.
Gelo ev ji ber peyman yan nîv-peymana navbera Îran û Amerîkayê ye?
Eger şer serî hilda û nû bû, gelo Herêma Kurdistanê dê bi heman awayî bibe armanc?
Çima Herêma Kurdistanê dibe armanc?
Ev ew pirs e ku em li bersiva wê digerin: Çima Herêma Kurdistanê?
Nêçîrvan Barzanî: Ev di rastiyê de li cem me jî pirsekê derdixe holê: Çima Herêma Kurdistanê tê armanckirin?
Em wekî qewareyekê ne beşek in ji şer û, Hewlêr û Silêmanî û Dihok beşek in ji Îraqê.
Li şûna ku ev pirs ji me bê kirin, ez vê pirsê ji serkirdayetiya van kesên ji yasayê derketî dikim û ji wan re dibêjim: Ji kerema xwe, hûn dikarin sedema wê yekê ji me re bibêjin ku we han dide ji bo armanckirina Herêma Kurdistanê?
Wekî min berê jî got, eger mijar pêwendiya wê bi Amerîkayê ve hebe, Amerîka li gorî xişteya xwe ya demî dikişe û, eger hebûna Amerîkayê jî li ser bingeha peymanekê be bi hikûmeta Îraqê re ku Herêma Kurdistanê ti destê wê tê de nîne lê li gorî peymanekê ye bi Bexdayê re, pirs ev e: Çima Herêma Kurdistanê dikin armanc? Gelo em ne Îraqî ne? Gelo em ne mirov in li vî welatî dijîn? Gelo ew welatiyê li Herêma Kurdistanê dijî ne welatiyekî Îraqî ye? Gelo bi pasaporta Îraqî geştê nake? Em Îraqî ne û ev jî tê wê wateyê ku ew tiştê li hemberî Herêma Kurdistanê dikin, ne tenê li dijî Herêma Kurdistanê ye lê hemû Îraqê bi hemû pêkhateyên wê ve dike armanc.
Ez nizanim bangaşeya çi li nav Îraqiyan dikin di demekê de ku îdiaya wê yekê dikin ku ew bereya berxwedanê ne, bereya berxwedanê li dijî kê? Ez nizanim.
Tiştê ku dikin zererê digihîne hemû Îraqê.
Tevahiya Îraqê ji reftarên wan zerermend dibe û, Herêma Kurdistanê wekî beşek ji Îraqê zerermend dibe.
Rûdaw: Niha berxwedan dema êriş dike, zererê nade hebûna Amerîkayê lê bandoreke xerab li ser Îraqê çêdike.
Nêçîrvan Barzanî: Bê guman, heke na bila yek ji armancên xwe ji min re bibêjin, bila bên û em rûnin da ku em zanibin bandora wan çi bûye li ser wê peymana ku bi sedema wê Amerîka li Hewlêrê heye.
Baweriyê bi min bîne bandor li ser Amerîkayê nekirine lê pirsgirêk ji bo Herêma Kurdistanê derxistine, pirsgirêkên aborî ji bo Herêma Kurdistanê derxistine û sektorên aborî yên Herêma Kurdistanê kirine armanc û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirine ku binesaziya aborî ya Îraqê ne lê ji ber ku li Herêma Kurdistanê ne li wan dixin.
Ti tiştek bi dest nexistine, di demekê de ku komek dirûşmên mezin bilind dikin û axaftinên mezin dikin lê di encamê de û dema tu hûr dibî û lêkolînê dikî tu nabînî ku karîbin tiştekî bikin, wekî ku dawî li Amerîkayê bînin, ez bi xwe ti destkeftekê ji bo wan nabînim.
Rûdaw: Cenabê Serok, eger berxwedan xizmeta armancên Îraqê neke, naxwe xizmeta armanca kê dike?
Nêçîrvan Barzanî: Vê pirsê arasteyî wan bike, arasteyî xwediyên berxwedanê bike, da ku em ji wan zanibin xizmeta kê dikin. Tiştê ji bo min girîng e, pirs ev e gelo ev xizmeta berjewendiyên Îraqê dikin?
Bersiv jî nexêr e.
Rûdaw: Naxwe hebûna berxwedanê ti sûda wê nîne?
Nêçîrvan Barzanî: Nexêr bi Xwedê, ti qezenceke wê nebûye. Kîjan berxwedan? Bi rastî berxwedana çi dikin?
Rûdaw: Amerîka..
Nêçîrvan Barzanî: Amerîka bi xwe biryara çûyînê daye, Amerîka biryar daye ku vedikişe û temam.
Wekî min amaje pê kir Amerîka ji bo alîkariya Îraqê li dijî DAIŞê hat vî welatî û erka Amerîkayê meha Îlonê bi dawî dibe, ji ber wê ti hincetek nîne.
Ligel rêza min jî, eger navê xwe dikin berxwedan, ti hincetek nîne çek di destê van koman de be û bi kêfa xwe û belaş pirsgirêkan ji bo vî welatî derxînin.
Rûdaw: Xizmeta berjewendiya Îraqê nakin..
Nêçîrvan Barzanî: Nexêr, ti carî.
Rûdaw: Gelo îhtimal heye ku xizmeta berjewendiya kesên din bikin?
Nêçîrvan Barzanî: Li gorî ku ez dibînim, nexêr. Li gorî nêrîna min, eger kesek wisa bifikire ku ev alîkarî yan xizmeta berjewendiya welatên din dikin, berovajî wê zerera wan gelekî zêdetir e ji qezencên wan.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
Rûdaw: Em gihîştin xalekê ku tewereya pêwendiyên bi Bexdayê re ye. Hûn bi rêya axaftinên xwe, ez dibînim ku hûn geşbîn in li hemberî Rêzdar Zeydî û, geşbîn in bi gavên Rêzdar Zeydî li ser bernameya hikûmetê û bicihkirina wê li ser erdê. Lê dosyeyeke me ya aloz li pêş e, ew jî pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye. Em fêr bûne ku her Serokwezîrekî ku di destpêkê de tê geşbîniyek hebe, paşê hêdî hêdî nakokî zêde dibin heta bidawîhatina hikûmetê, paşê her carê em ji destpêkê ve dest pê dikin.
Gelo bi rastî cidiyeteke rasteqîn heye ji bo bidawîanîna van nakokiyan û dariştina pêwendiyekê li gorî destûrê û li gorî peyman û biryaran, yan bi bidawîhatina hikûmetê re em dê paşveçûna vê pêwendiyê bibînin?
Nêçîrvan Barzanî: Ev pirs di rastiyê de gelekî girîng e.
Bi rastî ev pirs bi destpêka her kabîneyeke nû ya hikûmetê re derbarê pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de derdikeve holê. Di destpêkê de meha hingivînê dibe û paşê tişt xera dibin.
Lê bila ez bi awayekî din bînim zimên. Ez wisa nafikirim ku cewherê pirsgirêkê di kesan de be, ez cewherê pirsgirêkê di kesekî diyarkirî de nabînim. Ji bo nimûne ez niyeta Serokwezîr ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê wekî niyeteke gelekî baş dibînim û, ez hest dikim bi rastî dixwaze pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re çareser bike. Lê cewherê pirsgirêkê li ku ye?
Cewherê pirsgirêkê di wê de ye ku me piştî sala 2003yan pênaseya sîstemekê li Îraqê kir bi navê Îraqa federal a demokratîk.
Pirsa cewherî di pirsa Îraqê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de di vê xalê de berbiçav dibe, pirs jî ev e: Gelo Îraq bi rastî Îraqeke federal a demokratîk e? Yan Îraqeke navendî ye?
Pirsgirêka mezin ji vir dest pê dike.
Dema Bexda li Hewlêrê dinêre, nêrînek li Bexdayê heye ku wisa difikire Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke federal reftar nake lê wekî qewareyeke konfederal yan serbixwe reftar dike.
Werin em realîst bin, ew şêwazê ku Bexda bi Herêma Kurdistanê re reftarê pê dike ji hemû sîstemên navendî navendîtir e. Cewherê pirsgirêkê ji piştî 2003yan ve heta niha ev e ku em negihîştine vê xala yekalîker ku gelo Îraq navendî ye yan federal e.
Sîstema Îraqê û destûra Îraqê ku ji sedî 80yê Îraqiyan deng dane wê, dibêje Îraq federal e.
Heta ev nakokiyên bi Bexdayê re bi rêya rûniştina li ser maseya diyaloga birayane neyên çareserkirin, em dibêjin sîstema me federal e. Sîstema federal tê çi wateyê?
Tê wateya ku wekî Îraqiyekî mafê me heye û erk li ser milê me ye, bi wî awayî wekî ku em beşek in ji Îraqê û wekî Îraqiyekî. Tiştê ku Herêma Kurdistanê dixwaze ne zêdetir e ji bicihkirina vî destûrî.
Niha Bexda li gorî yasayê reftarê bi me re dike lê ev yasa vedigerin kengî?
Ji bo nimûne yasayên darayî yên Îraqê hemû vedigerin serdema berî sala 2003yan, yasayên çandiniyê yên Îraqê jî bi heman awayî. Ev yasa rêgir in li pêşiya bicihkirina vê sîstema federal.
Li gorî sîstema federal em di çarçoveya Îraqê de ne û divê pirsgirêkên me di nav çarçoveya Îraqê de bên çareserkirin û, Bexda kûrahiya stratejîk a Kurd û Kurdistanê ye û, Herêma Kurdistanê qewareyek e ku li gorî destûra Îraqê hatiye naskirin û divê pirsgirêkên wê li gorî destûra Îraqê bên çareserkirin.
Lê ev xelek niha di pêwendiyên navbera me û Bexdayê de winda ye.
Divê ev were çareserkirin. Çima çareserkirina vê mijarê girîng e?
Ji aliyê siyasî ve em Îraqeke aram ji bo hemû pêkhateyan dixwazin û paşerojeke baş ji bo Îraqê dixwazin.
Kilîla çareseriyê û ji bo Îraqeke yekgirtî ya rêkxistî ya bê pirsgirêk bi xwe û cîranên xwe re, çareserkirina pirsgirêkan e bi Herêma Kurdistanê re li gorî destûra Îraqê û ji bo berjewendiya hemû Îraqê.
Ez niyeta Serokwezîr Zeydî wekî niyeteke gelekî baş dibînim, ev jî nayê wê wateyê ku niyeta Serokwezîrên berê xerab bûbe lê ez dibînim heta niha jî li Bexdayê bi vê xalê nehesiyane.
Divê em tiştan yekalî bikin, çimkî piştî 23 salan em hîn jî daxwaza Îraqeke federal dikin lê werin em rûniştineke cidî bikin û binêrin gelo ev Îraq federal e?
Sond dixwim ne federal e û, tiştê ku îro li cem me heye wekî ku gotina pêşiyan a Kurdî dibêje "di qutiya ti etarî de nîne", sîstemeke ecêb e; ne navendî ye û ne jî federal e, heta em bi xwe jî nizanin çi ye.
Pirsgirêk ev e...
Rûdaw: Cenabê Serok, wisa xuya dike ku her du alî jî bi vê pêwendiya niha wekî ku heye rehet in, heta niha ne Herêma Kurdistanê ber bi avakirina vê bingehê ve gavan diavêje û ne jî Bexda ber bi vê arasteyê ve diçe. Tiştê ku te behs kir ne xelekeke sereke ye, belkî bingeha sereke ye ji bo avakirina vê pêwendiyê.
Di encamê de, tiştê ku heta vê gavê te ji El Zeydî hest pê kiriye, rastbêjî tê de heye lê gelo îradeya siyasî ya aliyên din heye yan na?
Nêçîrvan Barzanî: Min ev pirs eşkere di Çarçoveya Hevahengiyê de kir, tiştê ku jê re dibêjin Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan. Di rastiyê de ez wisa dibînim ku rast e divê em bi Serokwezîr re gotûbêj bikin lê yên ku zêdetir bi vê mijarê ve girêdayî ne ew in ku di Çarçoveya Hevahengiyê de kom bûne û divê bi wan re bê gotûbêjkirin. Me bi wan re jî gotûbêj kir. Ji piştî 2003yan ve eger tu li wan qonaxan binêrî ku Îraq tê re derbas bûye ji piştî 2003yan ve, tu dibînî Îraq di qonaxeke gelekî dijwar re derbas bûye ji pirsgirêka navxweyî bigire heta şerê DAIŞê ku yeqeya Îraqê girtibû, vê yekê kir ku karên li pêş hinekî biguherin.
Lê ez wisa difikirim ku piştî van hemû qonaxan, ew qonaxa ku em niha gihîştinê qonaxa çareserkirina vê pirsgirêkê ye, rewş di dema niha de rê nade me ku em hincetan bînin wekî şerê DAIŞê û şerê li dijî terorê û tiştên wisa, niha dema wê hatiye em li rêyekê bifikirin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û, çareserkirina pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê, di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de eger ev çareserî pêk bê, Îraq dê derbasî qonaxeke nû bibe, qonaxeke gelekî baştir ji aliyê siyasî û aborî ve, ji ber wê em dê berdewam bin di hewlên xwe de bi birayên xwe yên li Bexdayê re.
Di hemû rewşan de jî, siyaseta Herêma Kurdistanê çareserkirina van pirsgirêkan e bi rêya diyalogê bi Bexdayê re.
Rûdaw: Dibe ku pêwîstiya me bi hikûmetekê hebe ku dirûşma pêwendiya bi Herêma Kurdistanê re bilind bike, da ku bibe karê wê yê yekem, çimkî hikûmeta niha dirûşma komkirina çekan di destê dewletê de bilind dike û ev karê li pêş e û, hikûmeta berê dirûşma xizmetguzariyan û, hikûmeta berî wê jî bi heman awayî...
Ji ber wê pêwîstiya me bi hikûmetekê heye ku dirûşma pêwendiya bi Herêma Kurdistanê re bilind bike û ez wisa difikirim ku ev dê bibe mijara wê ya sereke.
Nêçîrvan Barzanî: Komkirina çekan di destê dewletê de beşek e jî ji çareserkirina pirsgirêkê bi Herêma Kurdistanê re. Lê nêrîna min ev e ku divê em bigihîjin têgihiştineke hevbeş ji bo berjewendiya Îraqê, çimkî ti berjewendiyeke Îraqê di wê de nîne ku em berdewam bin li ser gotina wê yekê ku pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye. Divê ev dosye li gorî destûrê were çareserkirin.
Rûdaw: Em hêvîdar in wisa be lê ew aliyên siyasî yên ku niha li Îraqê hene, tohmetan belav dikin.
Qeyrana baweriyê jî heye. Ev aliyên siyasî, spas ji Xwedê re heta niha ti tohmetek ji bo Herêma Kurdistanê nîne û rewş baş e û, hemû di civîna Birêvebirina Dewletê de bêyî ti tohmetekê rûniştin.
Lê ev aliyên siyasî bi xwe cureyên tohmetan arasteyî Herêma Kurdistanê dikin, ev jî ji qeyrana baweriyê ya navbera aliyên siyasî û Herêma Kurdistanê çavkanî digire. Em nizanin çi navî lê bikin lê rastiyeke siyasî û qeyranek di navbera we û aliyên siyasî de heye, mebesta min hinek ji serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiya Şîe ye, belgeya vê jî ew tohmetên zêde ne ku em dibihîzin, ji wan ji bo nimûne ku tê gotin baregeha Mosada Îsraîlî li Hewlêrê heye û, Hewlêr stargehê dide terorîstan û, Hewlêr alîkariya Bexdayê nake, ev hemû tohmet ji aliyê serkirdeyên siyasî ve tên gotin. Ev jî qebareya qeyranê diselmîne. Bersiva te çi ye ji bo van tohmetan?
Nêçîrvan Barzanî: Di rastiyê de ev tohmet ti bingeheke wan nîne, mebesta min ew e tiştê tê gotin ti bingeheke wê nîne. Yekem, pirsa pêwendiyên derve di desthilatên taybet ên Bexdayê de ye û em gavên xwe di çarçoveya siyasetên Bexdayê de diavêjin, ev ji wî alî ve ye ku pêwendiya wê bi pirsa pêwendiyan ve heye. Lê li ser pirsa hevahengî û miamelekirinê, hevahengiya me ya herî baş bi artêşa Îraqê re heye û, ji aliyê pêwendiyên îstixbaratî ve pêwendiya herî baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û, dema ez dibêjim Hewlêr mebesta min hemû Herêma Kurdistanê ye, pêwendiya me ya herî baş bi Bexdayê re heye di pirsa pevguhertina zanyariyên îstixbaratî de û, li wan navçeyên ku dikevin navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Îraqê de hevahengiya herî baş di navbera me û artêşa Îraqê de heye û, li ser tohmetbaran jî hevahengiyeke gelekî baş di navbera Wezareta Navxwe ya me û Wezareta Navxwe ya Îraqê de heye. Di rastiyê de ev mijarên ku qala wan tê kirin, di rewşekê de eger bên qalkirin, bi ti awayî bingeh nînin û, li şûna ku em van tiştan bi rêya ragihandin û torên civakî bibihîzin bi armanca derxistina pirsgirêka civakî di navbera navçeyên cuda yên Îraqê de, ez baştir dibînim ku bi me re li ser biaxivin.
Em amade ne û vekirî ne ji bo axaftina li ser yek bi yekê hemû van dosyeyên.
Rûdaw: Naxwe ev tohmet pûç in û ji nakokiya siyasî çavkanî girtine.
Nêçîrvan Barzanî: Ji sedî 100 pûç in.
Rûdaw: Ji sedî 100
Nêçîrvan Barzanî: Belê, ji sedî 100 pûç in.
Rûdaw: Ji nakokiya siyasî çavkanî girtine. Naxwe aliyên siyasî çi ji Herêma Kurdistanê dixwazin, hinek ji aliyên Çarçoveya Hevahengiyê çi ji Herêma Kurdistanê dixwazin?
Nêçîrvan Barzanî: Vê pirsê arasteyî wan bike.
Rûdaw: Bê guman Xwedê bike ez dê ji wan bipirsim.
Nêçîrvan Barzanî: Vê pirsê arasteyî wan bi xwe bike.
Wekî min berê jî ji te re got, em xwe wekî beşek ji vî welatî dibînin û, em xwe wekî beşek ji tevna civakî ya Îraqê dibînin.
Ji aliyê siyasî ve em beşdar in di hikûmetê de, di hikûmeta Bexdayê de û, em beşdar in di parlamentoya Îraqê de û, em dixwazin beşdar bin di saziyên Îraqê de, tevî ku rêjeya Kurdan di saziyên Îraqê de kêm e.
Tiştê ku em xwe tê de dibînin, em xwe wekî beşek ji vî welatî dibînin û, stratejiya me gelekî zelal e û em dixwazin pirsgirêkên xwe di nav Îraqê de çareser bikin.
Qeyrana darayî û Tengava Hurmizê
Rûdaw: Yek ji qeyranên din, Cenabê Serok, qeyrana darayî ye. Hemû behsa wê qeyrana darayî dikin ku Îraq tê re derbas dibe, qeyraneke gelekî metirsîdar e. Girtina Tengava Hurmizê û encamên wê yên navneteweyî û nebûna dahatê ji bo dewletê, dilgiraniyek li cem hemûyan çêkiriye, çi welatî û heta siyasetmedar û serkirdeyên welêt. Gelo tirsa te ji kûrbûna vê qeyranê heye?
Herêma Kurdistanê bêyî qeyranê jî bi destê qeyrana darayî dinalîne, naxwe çawa di siya vê qeyranê de?
Nêçîrvan Barzanî: Diyar e di encama wê qeyrana ku di şerê navbera Amerîka û Îsraîlê ji aliyekî û Îranê ji aliyekî din ve derket, di rastiyê de Îraq zerermendekî mezin ê vî şerî ye.
Îraq bi destê du pirsgirêkên mezin dinalîne, ya yekem ew e ku kerta giştî li Îraqê û yên ku bi mûçexurên Îraqê tên naskirin hejmara wan gelekî zêde ye, hikûmet mehane pêwîstiya wê bi herî kêm di navbera 6 heta 7 milyar dolaran heye tenê ji bo ku karibe mûçeyan bide, ev ji xeynî pereyê veberhênan û tiştên din.
Rêya hinartina petrola Îraqê jî hemû di Tengava Hurmizê re derbas dibe û ev pirsgirêka Tengava Hurmizê kiriye ku Îraq îro di qonaxekê re derbas bibe ku pêwîst dike hemû hêzên siyasî yên Îraqê hest bi berpirsyariyê û bi metirsiya vê rewşê bikin. Rewşa aborî ya Îraqê gelekî xerab e.
Rêzdar Serokwezîrê Îraqê rewşa darayî ya Îraqê ji bo hemû amadebûyên civînê rave kir, behsa yêdega Îraqê û bernameya Îraqê kir. Di rastiyê de em hêvîdar in qeyrana niha nebe qeyraneke civakî.
Divê hemû hêzên siyasî yên Îraqê alîkariya hikûmeta Îraqê û Serokwezîr bikin da ku em karibin vê qonaxê derbas bikin. Ev qonaxek e ku ez ji aliyê aborî ve wekî gelekî metirsîdar dibînim.
Ji ber wê berjewendiya Îraqê di bidawîhatina şerê li herêmê de di demeke herî nêzîk de û di vekirina ducare ya Tengava Hurmizê de ye da ku Îraq karibe petrola xwe ji bo derve hinarde bike.
Li ser Herêma Kurdistanê, em amadeyê her cure alîkarî û piştgiriyekê ne lê ev çareserî demdirêj in.
Eger Îraq bixwaze xeteke boriyê bi rêya Herêma Kurdistanê ve bikêşe, em pêşwaziyê lê dikin û em amadeyê alîkariyê ne di vê mijarê de û, eger bixwazin ji bo Sûriyeyê jî veguhêzin em amade ne.
Lê ev hemû çareseriyên demdirêj in, çareseriyên destdemî dibe ku komek çareserî bin ku pêwîstiya wan bi wê heye hemû hêzên siyasî yên Îraqê piştgiriya Serokwezîr bikin û berpirsyariyê hilgirin.
Rûdaw: Ev ew e ku em hêviyê jê re dixwazin, ku hemû berpirsyariyê hilgirin û, helwestên Herêma Kurdistanê zelal in û diyar in, bi taybetî piştî peymana dawî ji bo zêdekirina hinartina petrolê bi rêya boriyên xwe ve û, em hêvîdar in çareseriyên destdemî hebin çimkî çareseriyên demdirêj alîkariya Îraqê nakin di vê mijarê de.
Cenabê Serok, di heman warî de em behsa Sûriyeyê û derketina petrolê bi rêya Banyasê ve dikin, serdaneke te ya girîng ji bo Sûriyeyê hebû ku tê de tu bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyayî.
Hinek dibêjin di dema serdanê de tu di pêwendiyê de bûyî bi Rêzdar Elî Zeydî re û te nêrîna Rêzdar Elî Zeydî û hinek hûrgilî veguhastine.
Lê ev zanyarî li cem me heye û hûrgilî li cem me nînin ku di wê civînê de çi derbas bûye û diyarîn peyman û gotûbêj çi bûn ku te bi Serok Ehmed Şer re kirine?
Nêçîrvan Barzanî: Di rastiyê de bi xwe berî vê serdana min a ji bo Sûriyeyê, çend caran li Tirkiyeyê ez bi Cenabê Serok Şer re rûniştime û wî daxwaz ji me kiribû ku em serdana Sûriyeyê bikin. Serdana me ya ji bo Sûriyeyê bi hevahengî û peymana temam bû bi Serokwezîr Elî Zeydî re li Bexdayê, ne tenê bi Rêzdar Serokwezîr re lê berî vê geşta min min hevahengî bi hêzên siyasî yên Îraqê re jî kiribû.
Rast e serdana min a ji bo Sûriyeyê wekî Serokê Herêma Kurdistanê bû lê di heman demê de wekî berpirsekî Îraqî jî bû. Civîna me bi Cenabê Serokkomarê Sûriyeyê re gelekî baş bû.
Sûriye berî her tiştî cîranê me ye li Îraqê û, ji bo me gelekî girîng e ev welat bi aramî û seqamgîriya siyasî û aborî şad bibe. Di rastiyê de em wisa dibînin ku piştî rûdanan û piştî rûxîna rejîma berê, Cenabê Serokkomarê Sûriyeyê bi şêwazekî plankirî û rêkxistî hewl dide Sûriyeyê ji vê qonaxê derbasî qonaxeke baştir bike û, em wisa difikirin ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve hêjayî jiyaneke baştir in û, em dibînin ev derfeta gelê Sûriyeyê di Cenabê Serokkomar Şer de berbiçav dibe ku dixwaze Sûriyeyeke aram û avadan ava bike û paşerojeke baş ji bo welatê xwe misoger bike.
Ji aliyekî din ve, me tekezî li ser hinek xalan kir.
Ya yekem ew e ku em li Îraqê dixwazin sînorên me parastî bin, sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê aram û parastî û bê pirsgirêk bin. Ji aliyê aborî ve me tekezî li ser wê kir ku em li Herêma Kurdistanê û Îraqê pêwendiyeke aborî ya baştir di navbera Îraq û Sûriyeyê de dixwazin û, Serokkomarê Sûriyeyê jî bi kelecanî dixwaze ev pêwendî bi pêş bikeve. Ji aliyekî din ve me tekez kir ku Herêma Kurdistanê roleke alîkar dilîze di çareserkirina pirsgirêkên wan de, wekî wan pirsgirêkên di navbera wan û HSDyê de hene di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de û, em amade ne ji bo wê, berê jî rola me hebûye di çareserkirina wê pirsgirêkê de û, ji bo Cenabê Serokkomarê Sûriyeyê me ducare kir ku em amade ne hemû hewlekê bidin di oxira çareserkirina wan pirsgirêkan de. Tiştê ku min hest pê kir ew e ku pêvajo bi awayekî gelekî baş bi rê ve diçe di navbera Şam û HSDyê de û, Serokkomar cidî ye di çareserkirina van pirsgirêkan de di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de. Sûriye cîranê me ye û gelê Sûriyeyê di rojên dijwar de alîkariyeke zêde pêşkêşî me kiriye û em gelekî bi kelecan in ji bo ku Sûriye paşerojeke baş ji bo hemû pêkhate û neteweyên xwe yên cuda hebe, ji ber wê em piştgiriyê didin vê pêvajoyê.
Di dema vegera xwe de jî min li ser vê mijarê pêwendî bi Serokwezîrê me Zeydî re kir û, em hêvîdar in di paşerojê de Rêzdar Serokwezîr serdana Şamê bike û, em hêvîdar in Cenabê Serokê Sûriyeyê serdana Îraqê bike û wekî du cîran em van pêwendiyan bi pêş ve bibin.
Rûdaw: Cenabê Serok, dibe ku yek ji gotûbêjan pêwendîdar be bi Kurdên Sûriyeyê ve, serdanên Mezlûm Ebdî ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo Hewlêrê amaje bi wê yekê dikin ku Mezlûm Ebdî bi rêzeke zêde li te dinêre û wisa difikire ku Rêzdar Mesûd Barzanî rêberê neteweya Kurd e.
Gelo ev derî vedike ji bo axaftina li ser piştgirîkirina Kurdên Sûriyeyê ji bo ragihandina herêmekê, yan ji bo cudabûnê û, tirsê li cem Sûriyeyiyan di vê mijarê de çêdike, yan hûn piştgiriyê didin yekparçeyiya Sûriyeyê û piştgiriyê didin Kurdên Sûriyeyê û parastina mafên wan dikin?
Yan piştgiriyê didin yekparçeyiya Sûriyeyê û piştgiriyê didin Kurdên Sûriyeyê û parastina mafên wan dikin?
Nêçîrvan Barzanî: Piştî rûxîna rejîmê li Sûriyeyê, şîreta me ku me arasteyî birayên xwe kir, çi li HSDyê yan li ENKSyê û hemû partiyên Kurdî yên Sûriyeyê, tenê li ser yek tiştî kurtebir bibû, me ji wan re got divê hûn berê xwe bidin Şamê û alaya Sûriyeyê li hemû navçeyên xwe bilind bikin û pirsgirêkên xwe bi Sûriyeyê re çareser bikin. Li ser pirsa pêkanîna herêmekê, eger tu li Sûriyeyê binêrî tu dibînî ku ew nikarin daxwaza wê yekê bikin ku li cem me li Herêma Kurdistanê heye çimkî berî her tiştî cografyayeke wan a yekgirtî nîne. Lê tiştê ku em dixwazin, em naxwazin destwerdanê bikin di diyarkirina wî modelê de ku divê li Sûriyeyê bê bicihkirin. Ev pêwendiya wê bi me ve nîne lê pêwendiya wê bi Sûriyeyiyan ve heye.
Helwesta me jî di çareserkirina pirsgirêkan de berdewam e di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de.
Lê dê model çawa be, divê ew bi xwe bi Şamê re li ser li hev bikin, ev mijar jî tenê ji bo Kurdan nîne lê ji bo pêkhateyên din jî ye wekî Elewî, Durzî û Mesîhiyan.
Tiştê ku me bi Cenabê Serokkomar re tekezî li ser kir, pêwîstiya cîgirkirina mafên van pêkhateyan bû di destûra Sûriyeyê de. Li ser hûrgiliyên din û çawaniya modelê, em destê xwe naxin ti ji wan.
Em dê alîkar bin û em destwerdanê nakin û em gotûbêjkirina van mijaran ji bo wan bi xwe bi cih dihêlin da ku bi Şamê re çareser bikin.
Rûdaw: Cenabê Serok, te peyam di navbera Rêzdar Zeydî û Şer de veguhast?
Nêçîrvan Barzanî: Her serdaneke ku ez dikim û ji bo her welatekî ku ez geştê dikim, ez her tim hevahengiyê bi Bexdayê re dikim û dema ez vedigerim, ez Bexdayê ji encama serdanê agahdar dikim.
Me rêz û silavên Rêzdar Serokwezîrê xwe gihandin Cenabê Şer û, her wiha tekezkirina wî li ser pêwendiyên baş. Wekî min amaje pê kir, rast e min ev serdan wekî Serokê Herêma Kurdistanê kir lê wekî berpirsekî Îraqî jî min kir. Wate serdan tenê pêwendiya wê bi Herêma Kurdistanê ve nebû lê bi hemû Îraqê ve bû. Wekî min ji we re jî got, em hêvîdar in di demeke nêzîk de Serokwezîr Zeydî serdanekê ji bo Şamê bike.
Rûdaw: Xwedê bike. Cenabê Serok, dosyeya Şingalê dimîne. Dibe ku tu bipirsî çima min dosyeya Şingalê hişt ji bo ku piştî Sûriyeyê bibe dosyeya dawî. Bi baweriya min a sade, dosyeya Şingalê jî di bin destê zextên herêmî yên berdewam de ye. Sedema sereke, li gorî tiştê ku em dibihîzin, ew e ku zextên herêmî rêgirî dikin li bicihkirina peymana Şingalê. Ji ber vê yekê jî me di çarçoveya karûbarên navneteweyî de tomar kiriye. Gelo bi rastî zextên herêmî sedema sereke ne li pişt bicihnekirina Peymana Şingalê?
Nêçîrvan Barzanî: Peymaneke me ya gelekî baş hebû ku te bi xwe jî amaje pê kir.
Peymana Şingalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, sala 2020an bi amadebûna nûnera wê demê ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Xanim Plasschaert hat îmzekirin.
Ji wê rojê ve heta niha Herêma Kurdistanê li benda bicihkirina vê peymanê ye.
Ez wisa dibînim ku bicihkirina vê peymanê dê asayîş û aramiya siyasî û civakî ji bo Şingalê bîne.
Bicihnekirina peymanê heta niha berpirsyariya wê dikeve ser milê wan hêzên ku li Şingalê hene.
Me gelek qala hêzên ji yasayê derketî kir û, beşek ji wan hêzên ku li wir hene ji hêzên ji yasayê derketî ne. Ev divê ji Şingalê derkevin. Divê Şingal vegere rewşa xwe ya asayî, wekî hûn dizanin Êzidî dema DAIŞ hat rû bi rûyî zilmeke mezin bûn û, divê em hemû mijara Êzidiyan nekin mijareke siyasî belkî divê em alîkariya wan bikin da ku vegerin cih û warên xwe.
Di rastiyê de divê li Bexda û Hewlêrê em alîkariya wan bikin çimkî ew hêjayî jiyaneke baştir in, tiştê ku bi serê wan de hat karesateke mezin bû çimkî di sala 2014an û piştre jî rû bi rûyî jenosîdeke mezin bûn, bi heman awayî rewşa pêkhateyên din ên Îraqê jî wisa bû lê Êzidî zerermendên mezintir bûn.
Em jî niha ducare tekez dikin ku em wisa difikirin ku peymana Şingalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de rêxweşker û gaveke gelekî baş e ji bo asayîkirina rewşa Şingalê.
Siyaseta derve ya Îraqê û paşeroja wê
Rûdaw: Cenabê Serok, pirsa dawî, li ser nêrîna te ji bo paşeroja pêvajoya siyasî li Îraqê û, ew milmilaneya ku li Rojhilata Navîn heye di navbera Amerîka û Îsraîlê û şerê Îranê de, her wiha tevlîheviyek ji siyaseta tewereyan ku bi ser Îraqê de tê sepandin wisa dike ku bibe beşek ji tewereyekê li ser hesabê tewereyeke din. Berê û di hemû wan tiştên ku em tê re derbas bûn, Îraqê siyaseta girtina darê ji nîvî ve dimeşand, ne bi Îranê re dibû û ne bi Amerîkayê re û, pêwendiyeke hevseng bi her du aliyan re ava dikir lê niha li gorî tiştê ku me dîtiye arasteyek ji aliyê hikûmetê ve heye ber bi Amerîkayê ve bi hinceta ku beşeke zêde ji pirsgirêkên hilawîstî di navbera wê û Amerîkayê de ye û ti pirsgirêkeke wê bi Îranê re nîne ji bo nimûne.
Gelo Îraqê rêya xwe hilbijartiye di siyaseta tewereyan de û çûye cem Amerîkayê wekî tewereyeke hevpeyman, yan hîn jî me dar ji nîvî ve girtiye? Û nêrîna te çi ye ji bo paşeroja pêvajoya siyasî di çarçoveya hemû wan milmilaneyên ku li herêmê rû didin?
Nêçîrvan Barzanî: Li gorî nêrîna min, helwesta Îraqê helwesteke bêalî bû di wî şerî de ku rû da.
Îraq nikare ji derdora xwe ya li herêmê qut bibe û, Îraq nikare tenê pişta xwe bi welatekî ve girê bide, ew welat Amerîka be yan her welatekî din be. Di berjewendiya me de ye li Îraqê em neçin nav ti mîhwerekê, çimkî Îraq dikare rola xwe ya bêalî bilîze. Di dema şer de gelek tohmet arasteyî Herêma Kurdistanê hatin kirin lê em gelekî bêalî bûn, ji bo nimûne ji tiştên girîng ew bû ku me rêgirî kir ku Herêma Kurdistanê bibe platformek ji bo derxistina pirsgirêkan ji bo Îranê.
Rûdaw: Lê Îran dibêje nexêr, mixalefeta Kurdî ya Îranî li Herêma Kurdistanê heye û armanca wan Îran e.
Nêçîrvan Barzanî: Rê bide min ez bipirsim gelo ti ji van mixalefetan ev kirine? Her çend torên civakî fîlmên wekî fîlmên James Bond çêdikirin ku qaşo sînor derbas kirine lê rastî ew e ku me rêgirî kir li derxistina her pirsgirêkekê ji bo Îrana cîranê me bi rêya sînorên Herêma Kurdistanê ve. Çima? Çimkî bingeha sereke li cem Îraqê ew e ku Îraq nebe çavkaniya gefê ji bo ti cîranekî û, Herêma Kurdistanê ku di nav Îraqê de ye rê nayê dayîn bibe çavkaniya gefê ji bo Îranê yan her welatekî din ê cîran.
Me rê neda van hêzan derbas bibin. Rast e ev hêz li vir in lê hebûna wan li vir ne ya salek yan du salan e belkî ya 40 sal berê ye û ji me re maye û, mijar ew e ku em dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin.
Lê dê çawa ev pirsgirêk çareser bibe? Ev pirsgirêk divê rêçareyek jê re bê nêrîn ji aliyê Herêma Kurdistanê û Bexdayê ve bi hevahengî û alîkariyê bi van hêzan bi xwe re û bi Îranê re.
Lê wekî bîngehek em li dijî wê yekê ne ku Îraq bibe çavkaniya gefê ji bo her cîranekî me.
Siyaseta Îraqê heta niha bi awayekî gelekî baş kar kiriye li gorî nêrîna min.
Îraqê siyaseteke bi rastî hevseng hebûye. Werin em ducare vê dosyeyê venekin lê rêpêdayî nîne hinek kesên ji yasayê derketî pirsgirêkan ji bo siyaseta derve ya Îraqê derxînin. Ji ber ku Îraqê bi baştirîn şêwe reftar kiriye lê ev pirsgirêk niha bûne barekî giran li ser Îraqê. Ez wisa dibînim ku Îraq nebe alî di ti ji van pirsgirêkan de û, divê Îraq hevsengiyekê çêbike û bi heman mesafeyê ji hemû aliyan dûr be û, pişta xwe bi ti welatekî bi tenê ve girê nede.
Rûdaw: Nêrîna we ji bo paşeroja sîstema siyasî yan pêvajoya siyasî li Îraqê. Hûn çawa dinêrin yan nêrîna we ji bo paşeroja pêvajoya siyasî li Îraqê çi ye?
Nêçîrvan Barzanî: Ez wisa difikirim ku pêvajoya siyasî li Îraqê û tiştê ku em heta niha jê dibînin ber bi başbûnê ve diçe û, divê hêzên siyasî yên Îraqê piştgiriyê bidin hikûmeta me ya li Bexdayê û, ez vedigerim ser wê yekê ku min di destpêkê de got ku em bifikirin em hemû li ser yek keştiyê ne û, eger tiştekî xerab bi serê vê keştiyê de bê, ev nayê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê rizgar dibe û Bexda noq dibe yan berovajî wê Bexda rizgar dibe û Herêma Kurdistanê noq dibe. Çimkî çarenivîsa me hemûyan yek e û, divê em bi vê bingehê razî bin, çarenivîsa me wekî Îraqî yek e û divê em alîkariya hev bikin. Li kû derê Herêma Kurdistanê karîbû alîkariya Bexdayê bike û li kû derê Bexdayê karîbû alîkariya Herêma Kurdistanê bike û li kû derê hêzên siyasî karîbûn alîkariya Serokwezîr bikin, divê em hemû kar bikin ji bo paşerojeke baştir û geştir ji bo hemû Îraqê.
Rûdaw: Gelekî spasiya te dikim Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, ji bo hemû tiştên ku te gotin, spasiya sîngfirehiya te dikim ji bo qebûlkirina hemû wan pirsên ku min arasteyî te kirin, min demeke zêde ji cenabê te girt.
Gelekî spas ji bo te û ji bo rexsandina vê derfetê.



