Tawanbarê sereke yê Girtîgeha Nugre Selmanê Ecac Ehmed Herdan Ubêdî, piştî 30 salan hat girtin û darizandin.
Serokê Dadgeha Bilind a Tawanên Îraqê Seid Lamî li ser hûrgiliyên girtin û darizandina wî tawanbarê Enfalê ji Rûdawê re axivî.
Seid Lamî diyar kir ku Ecac bi îtîrafên xwe û bi nasîna qurbaniyan nasnameya xwe piştrast kiriye.
Ecac beriya niha li Zinfana Nugre Selmanê wekî efserekî asayîşê dixebitî û bi hezaran Kurdên enfalkirî rastî şkence û hovîtiya wî hatin.
Dadger Lamî anî zimên ku biryara darvekirina Ecac qet nayê guhertin û mafê efûkirina wî yê serokkomar jî nîne.
Her wiha wî destnîşan kir ku nûçeyên medyayê yên li ser wêneyên wî û nasnavê wî yê "Tikrîtî" ne rast in.
Tawanbarê Kurdan bi navê xwe yê rasteqîn "Ubêdî" hat darizandin û wî mafê xwe yê parastinê jî bi kar anî.
Rûdawê bi vê hevpeyvîna taybet perdeya li ser veşartiyên vê dosyeya dîrokî radike.
Rûdaw: Cenabê Dadger hûn bi xêr hatin Rûdawê û spasiya we dikim ji bo vê derfetê.
Seid Lamî: Hûn bi xêr hatin û Xweda we serkeftî bike.
Rûdaw: Zêde pirs hene. Em li ser dosyeyeke gelekî girîng diaxivin, ez dixwazim ji pêvajoya desteserkirinê dest pê bikim. Tawanbar Ecac piştî 30 salan çawa hat desteserkirin?
Seid Lamî: Tawanbar Ecac Ehmed Herdan Ubêdî, di dema darizandina Elî Hesen Mecîd a di Doza Enfalê de sala 2005an giliyên derbarê wî de hebûn. Yên gilî dikirin, behsa wê yekê dikirin ku ew çawa di pêvajoyên Enfalê û bombebarana deverên cuda yên li bakur rizgar bûne û paşê bi zorê veguhastinê wan deverên ku wan wekî aram didîtin û paşê jî hêzên wê demê ew veguhastin çolên Semawayê û Zindana Nugre Selmanê.
Dema ku sala 2005an li Dadgeha Tawanan bas kirin ka çi bi serê wan hatiye ji şkencekirin, kuştin, gorên bikom û destdirêjiya li ser jinan, wan behsa tawanbarekî bi navê "Ecac" kir. Wê demê navê wî yê tam (Ecac Ehmed Herdan) nedihat zanîn. Tenê dihat gotin ku navê wî Ecac e. Tenê yek ji giliyêkeran navê "Ecac Ehmed" bi kar anîbû, yên din tenê "Ecac" digot. Ji ber vê yekê, wê demê dadgehê nikarîbû fermana girtinê derxîne.
Sala 2024an saziyên ewlehiyê dest bi lêgerîna navê wî yê tam û cihê lê rûdinê kir. Saziyên ewlehiyê (Dezgeha Asayîşa Niştimanî li Semawa û yeke ewlehiyê ya li Selahedînê) bi hevkariya hinek çavkaniyên ewlehiyê yên li Nugre Selmanê û navçeya Zuleyiyê, gihîştin wê encamê ku ew hîn li jiyanê ye û wekî ku dihat gotegotkirin, nemiriye. Piştî şopandinê diyar bû ku navê wî yê tam " Ecac Ehmed Herdan Ubêdî " ye û ew xistin bin çavdêriya saziyên ewlehiyê.
Cara yekem ew li bazarekê li Zuleyiyê hat dîtin, û cara duyem li çayxaneyekê. Li ser vê bingehê, ew du mehan di bin çavdêriyê de ma. Piştî berhevkirina zanyariyan û piştrastkirina wan, Dadgeriya Îraqê hat agahdarkirin û fermana girtinê ji bo wî hat derxistin. Piştî girtina wî, ew li parêzgeha Musennayê û paşê li Selahedînê hat ragirtin û radestî Dadgeha Lêkolînê ya Musennayê hat kirin.
Gava ew hat dadgehê, çendîn kesên giliyêker hatin vexwendin û ew bi fermî ji aliyê wan ve bi rêya nîşaneyên rûyê xwe yên ku hîn di bîra wan de mabûn hat naskirin. Di heman demê de tawanbar îtiraf kir ku navê wî "Ecac Ehmed Herdan Ubêdî" ye û ew efserekî asayîşê li Nugre Selmanê bûye.
Rûdaw: Ka em hinekî behsa kesayetiya Ecac bikin û em piştrast bibin ku ev Ecacê hatî girtin, heman Ecacê Nugre Selmanê ye. Di medyayê de wêneyek belav bû, hinek kesan got ku ev ne wêneyê ye, di wêne de ew marekî digire. Wekî dadgehekê, we çawa piştrast kir ku ev tawanbarê li ber destê we, heman Ecac e yê ku di salên 80yî de li Nugre Selmanê bûye?
Seid Lamî: Bi rastî, lêkolînên dadgehê ti têkilî bi wêneyên ku li medyayê têne belavkirin tune ye. Gelek caran medya wêne û nûçeyan belav dikin ku tu pêwendiya wan bi dozên dadgehê re nîne. Min jî mîna her kesî bala xwe da ser wêneyê Ecac.
Lê ew wêne di dosyeya dadgehê de nîne û ew wêneyê tawanbar bi xwe nîne. Medya ne tenê di wêneyê tawanbar de şaş bûye, wan xeletiyek din jî kiriye gava nasnavê "Tikrîtî" ji wî re bi kar anîbû; di dozê de tu behsê vî nasnavî nîne. Navê wî yê tam "Ecac Ehmed Herdan Ubêdî" ye û hemû fermana girtin û ragirtinê bi vî navî hatiye derxistin. Hemû rêkarên dadgehê li ser vî navî hatin meşandin û biryara darvekirinê jî her bi navê "Ecac Ahmed Herdan Ubêydî" hat derxistin. Ew kesê nenaskirî yê ku medya wêneya wî belav kirî, tu têkiliya wî bi dosyeyê re nîne.
Rûdaw: Vêca ev wêneyê li ser Ecac û her wiha nasnavê wî yê Tikrîtî şaş bû?
Seid Lamî: Wêne û ev nasnav di lêkolînên dadgehê de nînin, ew xeletiyeke medyayê ye û ev xeletî ti bandor li ser lêkolînan nekir. Me pişta xwe bi lêkolînên hûr ên ewlehiyê û nasnameya wî ya rasteqîn girêda, ne bi propagandayên medyayê.
Rûdaw: Berî ku dadgehkirin dest pê bike û di dema girtinê de jî wekî rojnamevanekî, min agahiyek ji aliyê malbata girtî ve bihîst. Wan di daxuyaniya xwe de gotibûn ku kesê desteserkirî Ecac nîne. Wan her wiha tekez kiribû ku kurekî wan li Nugre Selmanê bûye lê mirovekî baş bû. Gelo yê girtî ew kesê daxwazkirî nîne?
Seid Lamî: Wekî ku min got, ew propagandayên ku dibêjin ev kes ne kesê daxwazkirî ye, tenê di medyayê de hene. Lêkolînên dadgerî gihîştine wê baweriyê ku tawanbar bi xwe "Ecac Ehmed Herdan Ubêdî" ye. Dibe ku malbata wî ji vê yekê sûd wergirtiye da ku gumanê li ser doza wî çêbike. Wêneya ku belav bûye ne wêneyê wî ye. Belkî ew gumanê li ser navê "Tikrîtî" jî bi heman armancê xistine nav lê lêkolînên dadgehê tenê li ser navê wî yê rasteqîn disekinin, û ew ne "Tikrîtî" ye. Dadgeh ne berpirsyar e li ser tiştên ku medya belav dike.
Rûdaw: Ma tawanbar li ber dadgehê îtiraf kir ku ew Ecac e?
Seid Lamî: Tawanbar di heman rojê de ku ji aliyê asayîşa niştimanî li parêzgeha Selahedînê hat girtin, di lêkolînan de ji wî hat pirsîn ka ew kesê daxwazkirî "Ecac Ehmed Herdan Ubêdî" ye, û wî got erê û pejirand ku efserekî asayîşê li Nugre Selmanê bûye. Li gel vê yekê, gava ku ew veguhastin Musennayê, dîsa îtiraf kir ku ew e û li Nugre Selmanê kar kiriye û bi çendîn tawanên daxwazkirî de pejirandina xwe kir.
Rûdaw: Darizandina wî bi rengekî lezgîn bû. Ma vê yekê ti bandor li ser hevsengiya di navbera rêkarên yasayî û misogerkirina dadmendiyê de nekir?
Seid Lamî: Darizandina Ecac Ehmed Herdan ne lezgîn bû lê dixe ber çavan ku medya pîvanek di navbera darizandina wî û darizandina Sedam Hisên de dike. Darizandina Ecac tenê perçeyek ji dosyeya Enfalê ye ku girêdayî dozê bû, darizandina Sedam Hisên rewşek cûda ya siyasî û ewlehiyê hebû, zêdeyî 5-6 tawanbar tê de bûn, û her tawanbarek tîmeke parêzeran hebû ku ew jî bû sedema zêdebûna demê.
Di doza Ecac de, em dikarin bibêjin ku pêvajoya wî nêzîkî 8 meh kişand. Dadgeh hemû belgeyên hûr kom kirin. Gilîkaran hemû agahiyên rast dan. Dadgehê ji wan piştgirî wergirt, ji zanyariyan piştrast bû. Dîsa me giliyên wî û tiştên girêdayî daxwazên xwe kir, 3 rêbaz wergirtin da ku tawanbar bê dîtin û bi dema ku ew wekî efserek di warê we de kar kiriye, nas kirin.
Rûdaw: Li gora me em dibînin ku kesên tawanbar gelek kêfxweş bûn ku biryara tawanbar hatiye qebûlkirin. Lê rêkarên pêkanîna siza li ku ye?
Seid Lamî: Piştî ku dadgeh biryara darvekirinê da, dosye ji dadgeha pêdaçûnê re hate şandin. Wê dadgehê biryarê pejirand. Piştî pejirandinê, dosye ji Serokatiya Komar re dihate şandin. Tê payîn ku biryara darvekirinê ji aliyê wezareta dadê ve bê bicihkirin. Ya girîng ew e ku wezîrê dadê jî nikare ceza sivik bike û mafê efûkirinê jî di destê serokkomar de nîne.
Rûdaw: Gelo ew dikare ceza biguherîne?
Seid Lamî: Na, nayê guhertin, çimkî ev doz wekî dozên tawanên navneteweyî ye. Her wiha daxwazên taybet ên gilîkeran û mexdûran jî di doza wî de hene ku mafê bexşandinê asê dike.
Rûdaw: Di warê cihê pêkanîna ceza de, gelek mexdûr daxwaz dikin ku li Nugre Selmanê bê pêkanîn. Ma qanûn rê dide ku ev yeka li cîhek din pêk were?
Seid Lamî: Qanûnê biryar daye ku pêkanîna ceza li saziyên reformê yên wezareta dadê bê kirin. Dibe ku di navbera wan de cudahî hebe lê li gora yasayê, cihê pêkanîna darvekirinê nikare bê guhertin.
Rûdaw: Ecac behs kiribû ku ew ji kar hatibû derxistin ji ber ku bi rengê mirovane li gel zîndanên Nugre Selmanê miamele kiriye. Gelo dadgeh sedema vê yekê çawa dinirxîne?
Seid Lamî: Agahiyên li ber destê dadgehê rastiya derxistina wî piştrast dikin lê sedema derxistinê nediyar e. Di destpêkê de wî gotibû ku sedem nizanin. Pişt re di dema dadgehkirinê de wî got ku ew ji aliyê endamekî Partiya Baasê ve hatiye derxistin. Çîroka 3yemîn jî ew bû ku wî li hemberî zindaniyan bi awayekî mirovane miamele kiriye û ev yek li gorî daxwazên hikûmetê nebûye.
Lê ev hemû çîrok di nava giliyên sedan kesên mexdûr de vala ne ku wî wekî qesab nas dikin. Herwisa, dadgehê dît ku Ecac di rûniştinên taybetî de li ser kuştinên ku ji aliyê asayîşê ve dihate kirin zêde axiviye û heta derbarê kuştinên gelên Kurd û Kurdên Feylî de axiviye, ku ev jî li derveyî qanûnên hikûmetê bû, û ji ber vê yekê ew ji kar hatibû derxistin.
Rûdaw: Di dema dadgehkirinê de çi belge li hemberî wî hatine bikaranîn?
Seid Lamî: Gelek belge hebûn. Beşek girîng belgeyên karê wî bûne ku ji dema xwendina xwe heta bicihkirina wî li cihên cuda vedigere. Raporên fermî û vîdeo û belgeuên wî jî hebûn ku cîhê gora bikom eşkere dike lê diviya bû ew cîh bi profesyonelî bê lêkolînkirin.
Rûdaw: Bi wan belgeyan, hejmara zindaniyan çend bûn li Nugre Selmanê?
Seid Lamî: Li gora gotunên Ecac, nêzîkî 3 hezar Kurd li Nugre Selmanê girtî bûn. Di nav wan de, hejmara kuştiyên ku dadgeh nas kiriye 155 kes in. Heta niha zêdetir ji 660 kesî zerar dîtiye û 243 kes winda ne. Dibe ku yên windabûyî jî zêdetir be ji 2000 kesî. Ji bo destavêtinan tenê navên 7 jinan di destê me de ne, lê dibe ku zêdetir jî hebin çimkî gelek ji van rastiyan nayên nîşandan.
Rûdaw: Gelo te behsa rûniştinên veşartî ya ji bo gilîkeran kiriye, sedema wê çi bû?
Seid Lamî: Belê, yek ji wan jinan daxwaza rûniştineke veşartî kiribû û dadgehê qebûl kir, da ku ew rihet daxuyaniyên biaxive, çimkî di nav qelebalixiyê de nedikarî bêje. Piştre wê di rûniştina hemberî Ecac de zanyariyên xwe ji dadgehê re gotin.
Rûdaw: Kî bû berpirsê sereke di doza Ecac de?
Seid Lamî: Doza Ecac beşek bû ji doza Enfalê, û daxwazên mexdûran yek bûn. Gilîkeran destnîşan kir ku Sedam Huseyîn, Elî Hesen Mecîd û çend efserên din berpirsên sereke bûne. Têkildarî Sedam Huseyîn doza wî piştî ku ew hate darvekirin hate girtin lê yên din jî cezayê darvekirinê wergirt û doza Ecac jî vekirî ma heta ku hat girtin.
Rûdaw: Bimpêkirinên wî yên li hemberî Partiya Dawe û Partiya Komunîstan hat rojevê?
Seid Lamî: Belê, wî qebûl kir ku wî di lêkolînan de li ser hinek xelkê ku ji Partiya Dawe û Partiya Komunîst in kar kiriye. Karê wî bi giranî li ser sîxorî û kontrolkirina peywendiyên wan bû. Wî hem zanyarî kom dikirin û hem jî rapor dikir ji bo navendên asayîşê. Li gora hin daneyan wî gelek ji van bi wan zanyariyan ku hatine şandin hatine îdamkirin.
Rûdaw: Gelo ti eleqeya wî bi doza Topzawê heye?
Seid Lamî: Li gor gotinên wî, ew ne li Topzawê bû lê li Nugre Selmanê hinek sucên wî henûn ku girêdayî kuştin, birçîkirin û tecawizê jinan in. Ti pêwendiya wî bi Topzawê ve tune bûye.
Rûdaw: Hûn di dozek wiha de bi hebûna gelek qurbanî û gilîkeran çawa biryar didin?
Seid Lamî: Em girîngiyê didin şahidan, piştî lêkolîn û rastkirinên ku hene. Rêz û dîtinên hemûyan hev in. Dadgeh şahîdiyên ku heta di sala 2005an de jî dest pê kiribûn û bi wan zanyariyan re girê da. Zanyariyên mexdûran hergav girîng in. Em hemû belgeyan kontrol dikin ku tawanbar bibin.
Rûdaw: Ma dadgehê maf da tawanbar ku parêzvanê wî hebe?
Seid Lamî: Belê, tawanbar li gel parêzvanên xwe beşdarî rûniştinên dadgehê bû. Dadgehê destpêkê ew agahdar kir û daxwazên parêzvanên wî û dîtinên tawanbar yek bûn. Me destûr da wî ku rûbirûyî şahidan jî bibe. Heta wî maf hebû ku nerazîbûna xwe li hemberî biryarê bîne pêş.
Rûdaw: Gelê Kurd bi qurbaniyên li Nugre Selman re tenê ne, yan kesên din jî hebûn?
Seid Lamî: Li Nûgre Selmanê tenê Kurdên enfalkirî tune bûn, kesên din jî gilî li wî kirine ku birayên wan an kesek ji malbata wan hate kuştin.
Rûdaw: Piştî guhdarkirina ew qasî xirabiyan û çîrokên bieêş hem wekî mirov û hem wekî dadger te çi hîs kir?
Seid Lamî: Wekî mirov bêguman bandor li min bû lê divê em dadgeriyê pêk bînî lewma em dikarin rastiyan li ber çavên qanûnê pêk bînin. Dadger hestên xwe li derve dihêle da ku di wexta analîzên belgeyan de tenê qanûn biryarê bide.
Rûdaw: Cudahî di navbera dadgeha niha û dadgeha bilind a tawanan di 2005an de çi ye?
Seid Lamî: Di 2005an de, Dadgeha Bilind a Tawanan bi Encûmena Wezîran ve girêdayî bû, yanî pêwendiyek bi wezîran re hebû lê dadgeh niha bi Encûmena Bilind a Dadgerî ve girêdayî ye.
Rûdaw: Dadger Seid Lamî em sipasiya te dikin ku te agahiyên pir girîng li ser vê dozê da.
Seid Lamî: Sipas, em te her serkeftî bibînin.


