Amed (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, Hecî Mîsbah Korkmaz û du kurên xwe "dîwanên Kurdan" çêdikin.
Ew van dîwanan hinardeyî Amerîkayê, Ewropayê û hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikin.
Ji doşekên hiriyê yên kalikê xwe îlham girt
Çîroka destpêkirina vê pîşeyê ya Hecî Mîsbah Korkmaz gelekî balkêş e.
Wî ji doşek û balîfên hiriyê yên kalikê xwe îlham girtiye û dest bi vî karî kiriye.
Malbata Korkmazan di nav 12 salan de zêdetirî 3 hezar dîwanên odeyên şerqî çêkirine û şandine gelek welatan.
Bihayê dîwanekê ji 150 hezar lîreyî dest pê dike
Bihayê seteke dîwanê ya herî kêm ku di nav de unîteya televîzyonê, awîze, xalîçe, perde û dîwana rûniştinê hene, ji 150 hezar lîreyên Tirkî dest pê dike û li gorî mezinahiya jûrê bilind dibe.
Ew dibêjin, "Armanca me ew e ku em dixwazin çanda civatên rûniştinê yên kevneşop ên bav û kalan bi van dîwanan careke din zindî bikin û bixin her malê."
Ev dîzaynên ku di nav de nexş û nîgarên kevneşop û modern têkel bûne, li navçeya Bismilê ya Amedê tên berhemanîn.
Dîwanên rûniştinê ku nîşana mêvanperweriyê û civatên germ ên çanda qedîm a Kurdan in, ji aliyê karsazê Bismilî Hecî Mîsbah Korkmaz ve tên çêkirin.
Wî bi veberhênaneke 25 milyon lîreyên Tirkî (nêzîkî 550 hezar dolarên Amerîkî) atolye û firoşgeha dîwanan ava kiriye.
"Me vê pîşeyê gelekî bi pêş xist"
Xwediyê kargeha dîwana Kurdan Hecî Mîsbah Korkmaz li ser destpêkirina karê xwe got:
"Dema ez biçûk bûm, halê kalikê min ê rehmetî tê bîra min. Wî ji hiriyê doşek û minderên xwe çêdikirin û di hundirê balîfên wî de jî ka hebû.
Ew rewşa kalikê min hat berçavên min. Min got, 'Ka ez dîwanên kalikê xwe ji sungerê çêkim.'
Me çêkir û êdî ev pîşe bû sektor. Yanî me ji kalikê xwe îlham girt. Elhemdulîlah me îro vî pîşeyî gelekî pêş xist.
Armanca me ew e ku em dîroka xwe ya berê ya bav û kalan ji bîr nekin û bi awayekî modern pêşkêşî miletê xwe bikin."
Ji bo sêwirandin û dîzaynê ti sînor nînin
Ji ber teknolojiya vê serdemê, ji bo sêwirandin û dîzaynê ti sînor nînin.
Siparîşên muşteriyan li gorî zevq û daxwazên wan tên amadekirin.
Ew li her gund, navçe, bajar an welatî bin, siparîş ji wan re tên şandin.
Dîzaynerê dîwana Kurdan Tewhîd Korkmaz li ser karkirina xwe got:
"Tiştê herî xweş ew e ku em û muşteriyên xwe bi hev re biryarê didin.
Di dema hilberînê de jî em pêwendiyê bi muşteriyên xwe re datînin.
Em guh didin daxwazên wan, bi hev re biryarê didin, dîzayn dikin û ji sifirê çêdikin û digihînin wan."
Siparîş ji torên civakî tên
Hecî Mîsbah û zarokên xwe heta niha zêdetirî 3 hezar dîwan çêkirine, hinardeyî gelek welatên Ewropayê kirine û her wiha şandine 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Birêvebirê Bazarê Furkan Korkmaz li ser cihên ku dîwanan dişînin wiha peyivî:
"Em herî zêde dişînin Almanyayê, Amerîkayê, Awistralyayê û Îngiltereyê.
Muşteriyên me ji dûr ve li ser Instagram, Facebook û TikTokê me dibînin.
Li me digerin, siparîşên xwe didin û em jî çêdikin û dişînin."
Di pêvajoya hilberînê de beşeke zêde ya dîwanan bi keda destan tê çêkirin.
Bi vî awayî, jûrek dibe cihekî taybet ku tê de nirxên çandî, sohbetên germ û rûniştinên dostane zindî dibin.


