Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Çinarê ya Amedê ji bo qeydkirina dengbêjên navçeyê û avakirina arşîva berhemên wan, dest bi xebateke nû kir.
Birêvebiriya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Çinarê ji bo parastina wêjeya devkî ya Kurdî ket nava liv û tevgerê.
Gund bi gund digerin
Di vê xebatê de evîn, qehremanî û êşên civakî yên ku bi muzîkê tên vegotin, tên qeydkirin.
Tîm ji bo tesbîtkirina dengbêjên li navçeyê, gund bi gund digerin.
Çîrokên jiyana dengbêjan, berhem û gotinên kilamên wan bi deng û dîmen tên qeydkirin.
Rawestgeha yekem a van xebatan gundê Beşpinarê bû.
Li vî gundî, çîroka jiyana Dengbêj Mihemedê Birkî ji devê wî bi xwe hat guhdarîkirin.
Her wiha kilam û berhemên ku wî gotin hatin qeydkirin.
"Em dixwazin mîrateyê veguhezînin paşerojê"
Mamosteyê Muzîkê Veysel Atalayê ku vê xebatê dimeşîne, qala girîngiya projeyê kir.
Veysel Atalay diyar kir ku muzîka otantîk a Kurdî di salên dawî de rastî asîmîlasyonê tê.
Atalay bal kişand ser wê yekê ku nifşên nû ji bo domandina vê kevneşopiyê ne pir dildar in û got:
"Me xwest em bibin nûnerên dengê vê kevneşopiya ku bi sedsalan e hewl dide dengê civakê bide bihîstin. Mixabin îro guh li ber dengê wan tên girtin.
Berî ku hebûna wan winda bibe, me xwest em çîrok û berhemên wan tomar bikin. Em dixwazin vê mîrateya hêja veguhezînin paşerojê."
"Dengbêjî bîra civakê ye"
Birêvebira Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariyê Ayşe Kuranê jî anî zimên ku dengbêjî bîra civakê vediguhêze.
Ayşe Kuranê dîtinên xwe wiha anîn zimên:
"Zimanê Kurdî û kevneşopiya Kurdan bi saya dengbêjan bêyî ku winda bibin gihîştin roja me ya îro.
Kilam bi behskirina bûyerên civakî, evîn û êşan hestên resen li dilê me nexşandin.
Ji bo ku em di navbera pêşeroj û paşerojê de pirekê ava bikin û şopên dengbêjiyê winda nebin, me dest bi vê xebata arşîvê kir. Em dê vê şopê bigihînin nifşên nû."


.jpg&w=3840&q=75)
