Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, di serdemeke ku kamerayên telefonên zîrek û makîneyên wênegir her roj bi teknolojiyên nû bi pêş dikevin de, di nav ciwanan de eleqeya ji bo kamerayên analog zêde dibe.
Valeria û Nikolay du geştyarên Rûs in ku ev çend roj in ji bo ger û geştê li cihên dîrokî yên Stenbolê digerin.
Di destê Valeriayê de li dewsa telefon an kameraya dîjîtal, makîneyeke Polaroid heye.
Ew li ber Birca Galatayê wêneyên xwe û yên hevalê xwe dikişîne û wan di cih de çap dike.
Geştyara Rûs Valeria li ser bikaranîna vê makîneyê got:
"Sedema ku ez makîneya Polaroid bi kar tînim ev e; lewra nirxekî hestiyarî û manewî yê wêneyên çapkirî heye.
Dema em li wêneyan dinêrin, em careke din wan hestên xwe hîs dikin.
Lê wêneyên li ser telefon û kamerayên dîjîtal wê hestê nadin mirov. Ji ber vê yekê, hesta wêneyên fîzîkî ji min re xweştir e."
Bi saya platformên medyaya civakî, bi taybetî Instagramê, keç û xortên ciwan zêdetir eleqeya xwe nîşanî kamerayên analog û makîneyên retro didin.
Ew bi van kamerayan wêneyan digirin û bi şêwaza reş û spî an jî stîlên nostaljîk li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav dikin.
Medyaya civakî û tîraja analogê
Ciwana 28 salî Bûketê diyar kir ku ew zêdetir ji wêneyên bi stîla nostaljîk hez dike û got:
"Ji ber ku ez zêdetir ji tonên nerm û wêneyên bi stîla nostaljîk hez dikim, min berê xwe da makîneyên analog.
Ez piranî wênegiriya kolanan dikim. Ji ber vê yekê, min berê xwe da Fujifilm û wênegiriya analog.
Bi dîtina min, bi saya Instagramê bikaranîna makîneyên analog zêdetir belav bû.
Jixwe ez jî di bin bandora wê de mam û min dest bi wênegiriya analog kir."
Xwediyê dikana makîneyên wênegiran Mesut Işik li ser lêçûn û bihayê fîlman wiha axivî:
"Makîneyên analog ên bi fîlîm biha ne. Makîneyên dîjîtal li gorî wan erzantir in.
Lewra lêçûna makîneyên bi fîlm zêde ye. Fîlîmek nêzîkî hezar lîreyî ye. Hezar lîreyî jî heqê şûştina wê ye.
Ciwan di demên dawî de ji ber meraqa xwe ya retro berê xwe didin van makîneyan.
Ew wêneyên ku bi kamerayên analog dikişînin, li ser Instagram û Facebookê parve dikin."
Bihayên makîneyan gihîştin 40 hezar lîreyî
Ji ber ku di demên dawî de nifşê Z li şûna kamerayên dîjîtal berê xwe daye kamerayên analog, li bazara makîneyên wênegir jî daxwaza ji bo modelên retro û kevn zêde bûye.
Bihayê van kamerayan li gorî marka, model, sala çêkirinê û taybetmendiyên wan diguhere.
Bihayê wan ji nêzîkî 5 hezar lîreyan dest pê dike û dikare bigihîje 30 heta 40 hezar lîreyan.


