Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Ahmet Guneştekîn ragihand ku wî plan dikir li bajarê xwe Êlihê muzeyeke hunerî ya navneteweyî ava bike lê ji ber pirsgirêka terxankirina erdê ya bi Parêzgariya Êlihê re, ev proje hatiye rawestandin.
Hunermendê navdar ê cîhanî yê Kurd Ahmet Guneştekîn derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Guneştekîn hûrgiliyên vê projeyê yên ku wekî "xeyala min a herî mezin" pênase kiribûn parve kirin û xemgîniya xwe anî zimên.
Ev muze ji aliyê mîmarê xwediyê xelata navneteweyî Emre Arolat ve hatibû dîzaynkirin.
Dihat armanckirin ku ew ne tenê avahiyek be, her wiha bibe yek ji qadên herî girîng ên "land art"ê yên cîhanê.
"Pêwîstî bi çavkaniyên mezin ên dewletê nedibû"
Guneştekîn da zanîn ku proje dê di navenda hewzeya çanda qedîm a Mêrdîn, Amed, Riha û Wanê de bilind bibûya.
Wî tekez kir ku ev muze dê bi hevkariya saziyên hunerî yên navneteweyî bihata avakirin.
Bi vî awayî bêyî ku bibe bar li ser budceya dewletê, dê bibûya yek ji navendên çandî yên herî girîng ên Tirkiyeyê.
Pirsgirêka terxankirina erdê
Hunermendê Kurd li ser sedema bicihneanîna projeyê agahî dan û got:
"Mixabin ew erdê ku ji aliyê Parêzgarê Êlihê ve hatibû destnîşankirin, nedan Weqfa Guneştekîn a ku ez damezrînerê wê me.
Bi vî awayî ev xeyala ku em bi salan e li serê dixebitin, ji bo niha hat rawestandin."
Guneştekîn diyar kir ku pêkanîna projeyeke wiha li Stenbolê gelekî hêsantir bû.
Lê armanca wî ya sereke ew bû ku hunerê bibe dilê Anatolyayê.
"Xema min ji bo xeyaleke bêxwedî ye"
Guneştekîn destnîşan kir ku divê polîtîkayên çandî yên dewletê bi nêrîneke xurttir nêzîkî vê vîzyonê bibin û wiha anî zimên:
“Xema min ne ji ti kesî re ye; xema min ji bo xeyaleke bêxwedî ye ku bi têra xwe xwedî lê nehatiye derketin.
Xwezî polîtîkayên çandî yên dewletê bi hêztir nêzîkî vê vîzyonê bibûyana, xwezî bajar jî zêdetir xwedî li vê projeyê derketibûya."
Xebatên wî dê li Urla û Venedîkê bidomin
Ahmet Guneştekîn anî zimên ku tevî rawestandina projeya Êlihê jî dê xebatên wî yên hunerî bidomin.
Wî eşkere kir ku dê Weqfa Guneştekîn bi saziyên hunerî yên ku li Urla û Venedîkê hatine avakirin, rêya xwe bidomîne.
Lê wî her wiha diyar kir ku daxwaza hiştina şopekê li ser xaka ku lê ji dayîk bûye, dê her tim di dilê wî de bimîne.

.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)