Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê hinekî daket û sedema vê yekê ew e ku îhtîmala dîtina çareseriyeke dîplomatîk ji bo şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê ye.
Lê dîsa jî bihayê petrola brent li nêzîkî asta xwe ya herî bilind a şeş mehên borî ma. Ji ber ku êrişên li Erebistana Siûdiyê didomin, hêviya aramiya bilez a li herêmê kêm bûye.
Bihayê petrola xav a brent 66 sent anku bi rêjeya ji sedî 0,57 daket û bermîla wê bi 115,15 dolarî hat firotin.
Di heman demê de, bihayê petrola xav a Teksasa Amerîkayê 44 sent anku bi rêjeya ji sedî 0,43 daket û bermîla wê bû 101,32 dolar.
Hewldanên dîplomatîk ên li Tehranê
Roja duşemê nûnerên Erebistana Siûdiyê, Tirkiyeyê û Pakistanê li Tehranê bi berpirsên Îranê re civiyan.
Armanca vê civînê kêmkirina aloziyên li Rojhilata Navîn bû.
Riyadê ragihand ku armanca ziyaretê avakirina kanalên dan û standinê bûye.
Ev gav ji bo rêgirtina li gurbûna şerê leşkerî hatiye avêtin.
Medyaya fermî ya Îranê jî eşkere kir ku her çar welatan li ser domandina guftûgoyan li hev kiriye .
Armanc ew e ku ji bo aştî û asayîşê hevkarî were xurtkirin.
Çêbûna hêviyên ji bo çareserkirina nakokiyan, beşek ji dilgiraniyên li ser rawestandina hinartina petrolê kêm kir û zext xist ser bihayan.
Lê belê daketina bihayan sînordar bû ji ber ku êrişên Hûsiyan ên li ser Erebistana Siûdiyê didomin, asoya aştiyê hîn gelekî nazik e.
Tengava Hurmizê û êrişên li ser keştiyan
Navendeke lêkolînan a Amerîkî ya li Washingtonê ku ji sala 2017an ve çavdêriya rûdanên ewlehiya deryayî dike, amarek belav kir.
Li gorî wê amarê, meha Çiriya Pêşîn ji destpêka tomarkirina rûdanan ve meha herî xerab bûye.
Ev nirxandin li gorî êrişên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê û rêyên avî yên derdorê hatiye kirin.
Hefteya borî ji ber pêleke nû ya êrişên li ser keştiyên petrolê yên li Tengava Hurmizê, bihayê bermîla petrola brent ji 117 dolaran derbas bû.
Ev ji meha nîsanê ve asta herî bilind bû.
Roja duşemê jî bihayê wê careke din nêzîkî 117 dolaran bû.
Rûsya hilberîna mazotê zêde dike
Li aliyê din, du çavkaniyên agahdar ên sektora enerjiyê eşkere kir ku Rûsya dê meha Çiriya Pêşîn hilberîna mazotê zêde bikin.
Ev gav piştî peymana navbera Washington û Moskowê ya ji bo dabînkirina sotemeniyê hat avêtin.
.webp&w=3840&q=75)


