Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber zêdebûna fikarên enflasyonê û zexta çaverêya bilindmayîna rêjeyên faîzê, bihayê Bitcoinê careke din daket bin 65 hezar dolarî.
Li gorî amarên şirketa analîzan a CoinMarketCapê, bi Bitcoinê re nirxê giştî yê bazara pereyên krîpto ya cîhanê heta derdora 2 trilyon û 200 milyar dolarî daket.
Bihayê Bitcoinê ku di warê qebareya bazarê de pereyê herî mezin ê krîpto ye, piştî pêla bihêz a firotinê ya dawiya hefteyê daket 62 hezar dolarî ku ev asta herî nizm a ji destpêka meha Tîrmehê û vir ve ye.
Nêzîkî ji sedî 50 li jêrî lûtkeya dîrokî ye
Bihayê Bitcoinê di demjimêrên sibehê de bi 64 hezar û 984 dolarî hat kirîn û firotin û kêmbûna nirxê wê ya hefteyê bû nêzîkî ji sedî 13an.
Bitcoin li gorî asta xwe ya herî bilind a dîrokî ya ku Çiriya Pêşîn a 2025an gihîştibû nêzîkî 126 hezar dolarî, bi qasî ji sedî 50 li jêr maye.
Qebareya giştî ya bazara Bitcoinê li dora 1 trilyon û 300 milyar dolarî ye. Piştî daketina bi rêjeya ji sedî 6an a sala 2025an, îsal jî windabûna nirxê wê nêzîkî ji sedî 25an bû.
Tevî vê yekê, Bitcoinê di maweyê 10 salên dawî de bi qasî ji sedî 8 hezar û 600î nirx zêde kiriye.
Ethereum jî daket
Daketina bihayê Bitcoinê bandoreke neyînî li ser tevahiya bazara pereyên din ên krîpto kir.
Pereyê krîpto yê Ethereumê ku di rêza duyem a herî mezin a bazarê de cih digire, di nava hefteyekê de bi rêjeya ji sedî 13an nirxê xwe ji dest da û heta asta hezar û 821 dolarî daket.



