Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên Saziya Ewlehiya Civakî ya Tirkiyeyê (SGK), di sektorên tekstîl û cil û bergên amade de ku wekî dînamoyên aboriya Tirkiyeyê tên dîtin, girtina şirketan didome e.
Di 8 mehên destpêkê yên salê de nêzîkî 25 hezar xebatkarên van sektoran karê xwe ji dest dane.
Tenê di meha Tebaxê de li van her du sektoran 8 hezar û 812 kes bêkar mane.
Di warê hinartinê de jî bazara tekstîlê di heman astê de maye lê hinartina cilên amade kêm bûye.
Tengbûna di sektorên tekstîl û cil û bergên amade de didome ku li Tirkiyeyê di warê hilberîn û peydakirina derfetên kar de xwedî cihekî girîng in.
Daneyên meha Tebaxê yên SGKyê li gel amarên Encumena Hinardekarên Tirkiyeyê (TÎM) û Odeya Pîşesaziyê ya Stenbolê (ÎSO) tabloya dawî ya van her du sektoran radixin ber çavan.
Di 8 mehan de 818 şirket hatine girtin
Li gorî amarên SGKyê, di dawiya sala 2025an de li sektorên tekstîl û cil û bergan 54 hezar û 114 şirket hebûn.
Lê heta Tebaxa 2026an ev hejmar daketiye 53 hezar û 296an.
Ev dane nîşan didin ku tenê di heyama 8 mehên destpêkê yên salê de 818 şirketên van sektoran deriyên xwe girtine û karên xwe rawestandine.
Her çi qasî di van 8 mehan de hejmara şirketan kêm bûbe jî di meha Tîrmehê de derfetên kar hinekî zêde bûbûn lê di meha Tebaxê de windahiyeke zêde çêbû.
Tenê di meha Tebaxê de 130 şirketên van her du sektoran hatine girtin û hejmara xebatkaran jî 8 hezar û 812 kes kêm bûye.
Her wiha di 8 mehên destpêkê yên salê de jî nêzîkî 25 hezar xebatkarên van sektoran karê xwe ji dest dane.
Hinartina tekstîlê di heman astê de ma ya cilan daket
Li gorî malpera "Ekonomim"ê, zêdebûna lêçûnan û kêmbûna daxwazan rasterast bandor li hinardekirinê jî kir.
Li gorî daneyên TÎMê, di heyama 10 mehên destpêkê yên sala 2026an de (Kanûna Paşîn - Çiriya Pêşîn) hinardekirina sektora tekstîlê li gorî heman heyama sala borî tenê ji sedî 1,1 zêde bûye û gihîştiye 7 milyar û 970 milyon dolarî.
Di heman heyamê de, hinardekirina sektora cil û bergên amade û konfeksiyonê jî ji sedî 3,8 daketiye û bûye 13 milyar û 659 milyon dolar.



