Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bihêzbûna dolar û bilindbûna faîza tehwîlên Amerîkayê, li bazarên cîhanî onsa zêr ket binê 3 hezar û 850 dolarî.
Li Tirkiyeyê jî bihayê grama zêr nêzîkî asta herî nizm a sala dawî bû û bû 124 dolar (6 hezar û 240 lîreyê Tirkî).
Daketin di roja yekem a hefteyê de li bazarên cîhanî jî berdewam kir. Bi bandora bilindbûna faîza tehwîlan û bihêzbûna dolar, onsa zêr ji sedî 0,70 nirxê xwe ji dest da û daket asta 3 hezar û 850 dolarî.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê grama zêr roja înê bi zêdebûna ji sedî 0,30an bi 124,6 dolarî (6 hezar û 280 lîreyê Tirkî) hatibû girtin lê îro ji sedî 0,70 daket û bû 124 dolar.
Di heman saetan de çaryeka zêr bi 205,5 (10 hezar û 360 lîreyê Tirkî) dolarî û zêrê Komarê jî bi 840 dolarî (42 hezar û 335 lîreyê Tirkî) hat firotin.
Dolar û faîza tehwîlan zextê li ser zêr zêde dikin
Piştî ku pişkên şirketên teknolojî û hişê çêkirî dest bi daketinê kir, bazar daxuyaniyên Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) Kevin Warsh ji nêzîk ve dişopîne.
Tê payîn ku Warsh di Konferansa Hêza Peywirdar a Berhemdarî û Kar û Bêkariyê de biaxive û bandora hişê çêkirî, zêdebûna berhemdariyê û veguherîna teknolojîk a li ser kar û bêkariyê û mezinbûna aboriyê binirxîne.
Li aliyê din, bi bihêzbûna çaverêya zêdekirina faîzê ya ji aliyê Fedê ve, faîza tehwîlên 10 salî yên Amerîkayê derket ji sedî 5,18an ku ev di meha dawî de asta herî bilind e.
Pişt re di destpêka hefteya nû de li ser asta ji sedî 5,16an hevseng bû.
Endeksa dolar li ser asta 103,4an e û bilindbûna faîza tehwîlan zexta li ser zêr ku ji bo veberhêneran wekî stargeheke ewle tê dîtin didomîne.
Aloziya di navbera Amerîka û Îranê de didome
Bipêşketinên jeopolîtîk jî di rojeva bazarê de ne. Ji dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de heta niha encameke berbiçav derneketiye.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Behreynê ji ber gefên êrişên mihtemel ên Îranê û Hûsiyan ji welatiyên xwe xwest ku di asta herî bilind de baldar bin.
Çavê bazarê li ser amarên aboriyê ye
Pispor diyar dikin ku dê îro li nav Tirkiyeyê hevsengiya budceya xezîneyê were şopandin.
Li derve jî dê axaftina Serokê Fedê Kevin Warsh û daneyên hilberîna pîşesaziyê ya li Herêma Euroyê di rojeva bazarên cîhanî de bin.



