Hewlêr (Rûdaw)
- Dilgiraniyên li ser egera
pevçûneke nû ya li Rojhilata Navîn bihayê petrolê bilind kir.
Piştî nûçeyên li
ser wê yekê ku hikûmeta Amerîkayê egera operasyoneke berfireh a leşkerî ya li
dijî Îranê dinirxîne, bihayê bermîla petrola brent derket ser 102 dolaran.
Bihayê petrolê
roja pêncşemê di bin bandora aloziyên li Rojhilata Navîn de bilind bû.
Bihayê bermîla
petrola brent a Deryaya Bakur ji sedî 2,14 zêde bû û derket 102,35 dolaran.
Her wiha bermîla
petrola xav a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî ji sedî 1,78 bilind bû û bi 89,85
dolaran hat kirîn û firotin.
Nîqaşên li ser
operasyoneke leşkerî
Li gorî nûçeya
kanala NBC Newsê ya Amerîkayê ya ku xwe dispêre çend çavkaniyan, Serokê
Amerîkayê Donald Trump û tîma wî ya ewlehiya neteweyî egera pêkanîna
operasyoneke berfireh a leşkerî ya li dijî Îranê ya di hefteyên pêşiya me de
dinirxînin.
Di nûçeyê de hat angaştkirin
ku yek ji vebijêrkan ew e ku beriya hilbijartinên nîvê serdemê yên meha bê
êrişî Îranê were kirin.
Dilgiraniya li
ser Tengava Hurmizê
Zêdebûna aloziyên
li Rojhilata Navîn dilgiraniyên li ser dabînkirina petrolê zêdetir dike.
Tê diyarkirin ku
Hûsiyên li Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan demên dawiyê balafirgehên li
Erebistana Siûdî kirine armanc û her wiha angaştên êrişên Îranê yên li ser
keştiyên petrolê yên li Tengava Hurmizê jî di rojevê de ne.
Şêwirmendê
bazarên darayî yê platforma Exnessê Inkyu Cho da zanîn ku bihayê petrola xav di
dema kurt de rasterast bi xetên hinardekirinê yên li Kendavê û ewlehiya
binesaziya enerjiyê ve girêdayî ye.
Inkyu Cho diyar
kir ku her aloziya ku karibe bandorê li hatin û çûna deryayî ya li Tengava
Hurmizê yan li binesaziya enerjiya Erebistana Siûdî bike, dikare metirsiyê li
ser dabînkirina petrolê çêbike û bibe sedem ku biha hîn zêdetir bilind bibe.

.webp&w=3840&q=75)
