Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva ragihand ku Deriyê Sînor ê Heretêlê yê di navbera Wan û Rojhilatê Kurdistanê de li ber barhilgiran vebûye.
Êdî barhilgirên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikarin di vî deriyî re derbasî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bibin.
Çûn û hatin bû dualî
Necdet Takva li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
Takva di peyama xwe de da zanîn ku Parêzgariya Azerbeycana Rojava ya Îranê agahî daye wan.
Li gorî vê agahiyê, êdî barhilgirên ji Tirkiyeyê jî dikarin di ser Deriyê Heretêlê re derbasî nav axa Îranê bibin.
Takva destnîşan kir ku hevdîtinên wan ên bi rayedarên Îranî re erênî bi dawî bûne.
Beriya niha tenê barhilgirên Îranî di wî deriyî re derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibûn.
Bi vê gava nû re çûn û hatina barhilgiran bûye dualî.
"Derbasbûna yekalî bû dualî"
Necdet Takva di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
"Parêzgariya Azerbeycana Rojava ji me re ragihand ku derbasbûna barhilgirên Tirkiyeyê ya ji Deriyê Heretêlê ber bi Îranê ve dest pê kiriye.
Bi vî awayî, deriyê sînor ê Wan-Heretêlê ku heta niha tenê barhilgirên Îranî tê re derbas dibûn, êdî ji bo çûn û hatina navdewletî ya dualî hat vekirin.
Di encama hevdîtinên me yên bi hevtayên me yên Îranî re, ev derbasbûna yekalî bû dualî.
Ez hêvîdar im ku ev biryar ji bo bajar, herêm û welatê me bibe cihê xêrê."

.webp&w=3840&q=75)

