Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Daîreya Amar û Lêkolînan a Banka Navendî ya Îraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku pêbendenebûna beşek ji deriyên sînorî ya bi biryarên hikûmeta federal û sîstema ASYCUDAyê, bûye sedema çêbûna astengiyan li pêşiya bankên Herêma Kurdistanê ya ji bo hewaleyan.
Her wiha wî rayedarî sedema kêmbûna yedeka diravî bi rawestana hinardekirina petrolê ya li Tengava Hurmizê ve girê da.
Birêvebirê Giştî yê Daîreya Amar û Lêkolînan ê ser bi Banka Navendî ya Îraqê Semîr Fexrî Nîme di bersiva çend pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê de bal kişand ser çend mijarên hestyar ên darayî yên wekî pirsa dolar a li Herêma Kurdistanê, kêmbûna yedeka diravê biyanî û deynên li ser Wezareta Darayiyê.
Semîr Fexrî Nîme li ser pirsa piştguhkirina Herêma Kurdistanê ya di pişka fermî ya dolar de tevî ku nêzîkî ji sedî 14ê şêniyan pêk tîne diyar kir:
"Banka Navendî piştgiriyê dide hemû wan bankên ku ti ceza li ser wan nînin da ku bazirganiya derve bi dolar bikin.
Ev jî li gorî mercên pêbendbûn û têkoşîna li dijî şuştina pereyan tê kirin."
Semîr Fexrî li ser pirsgirêkên Herêma Kurdistanê jî got:
"Beşek ji bankên Herêma Kurdistanê di hewaleyan de rûbirûyî astengiyan bûn.
Sedema vê yekê pêbendenebûna beşek ji deriyan e bi biryarên hikûmeta federal ên li ser bicihanîna sîstema ASYCUDAyê ku mercekî bingehîn e ji bo bihêzkirina balansa hewaleyan."
Girtina Tengava Hurmizê û kêmbûna yedeka diravî
Semîr Fexrî Nîme li ser sedemên kêmbûna berbiçav a yedeka diravî ya Banka Navendî ya di navbera mehên Kanûna Paşîn heta Tîrmehê de got:
"Girtina Tengava Hurmizê bû sedema daketina hinardekirina petrola Îraqê.
Vê yekê bandoreke neyînî li dahata giştî kir û kirîna dolar a Wezareta Darayiyê ya ji aliyê Banka Navendî ve kêm kir.
Di heman demê de berdewamiya Banka Navendî ya di dabînkirina daxwaza bazarê ya ji bo dolar de, bû sedema kêmbûna qebareya yedeka diravî."
Deynên li ser Wezareta Darayiyê gihîştine 30,8 trîlyon dînarî
Semîr Fexrî li ser deynên giştî û rêjeya enflasyonê ragihand ku li gorî amarên Banka Navendî, daxwazên wan ên darayî yên li ser Wezareta Darayiyê heta meha Tebaxa 2026an bi qasî 30,8 trîlyon dînarî zêde bûne.
Wî da zanîn ku ev yek di çarçoveya daxistina hewaleyên xezîneyê (CSD) de bûye ji bo Wezareta Darayiyê, ji ber wê şoka darayî ya ku piştî rawestana çûn û hatinê ya li Tengava Hurmizê û daketina hinardekirina petrola xav rûbirûyî Îraqê bûye.
Semîr Fexrî her wiha destnîşan kir ku kontrolkirina enflasyonê karê pêşîn ê Banka Navendî ye û zêdebûna meaşên sektora giştî tenê beşeke biçûk a daxwaza giştî pêk tîne û bandoreke wê ya bisînor li ser enflasyonê heye.
Cudahiya bihayê dolar û rêkarên nû
Li ser mayîna cudahiya nêzîkî 15 hezar dînarî ya di navbera bihayê fermî û bazara paralel de ji bo her 100 dolarî, wî rayedarê Banka Navendî anî zimên ku pêwîstiya bazarê bi demê heye da ku xwe biguncîne.
Semîr Fexrî Nîme sedema sereke bi wê yekê ve girê da ku ji ber mercên pêbendbûnê û berfirehbûna bazirganiya bi wan welatên ku di bin cezayan de ne tevahiya daxwaza dolar bi rêya kanalên fermî nayê dabînkirin.
Banka Navendî ji bo sînordarkirina vê cudahiyê ev biryar bi cih anîne:
Yekem: Destpêkirina karta elektronîk a taybet bi hawirdekirinê ji bo bazirganên biçûk, bi hevahengiya li gel bank û şirketên dayîna pereyan.
Duyem: Bihêzkirina bikaranîna kartên pêşekî yên diravdanê (Prepaid Card) li derveyî Îraqê.
Sêyem: Bicihanîna mekanîzmayeke nû ji bo geştyaran, bi dayîna 2 hezar dolarî ji bo her geştyarekî du mehan carekê û di salê de herî zêde 6 caran.
Çarem: Bexşandina wan bankên rêpêdayî yên ku rêkarên dayîn û danîna pereyan bi rêya sîstema RTGSê temam kirine.


.webp&w=3840&q=75)
