Hewlêr (Rûdaw)
- Navenda Lêkolînan a
Rûdawê hişyarî da ku plana petrolê ya Îraqê li ser paşerojê metirsiyê çêdike.
Li gorî şîroveya Navenda
Lêkolînan a Rûdawê, ev plan heta sala 2045an metirsiya xelasbûnê li ser rezerva
petrolê çêdike.
Serokwezîrê Îraqê
Elî Zeydî zêdetirî carekê û herî dawî 5ê vê mehê di hevdîtina li gel
serokeşîran de ragihand ku plana wan heye heta sala 2031ê asta hilberîna rojane
ya petrolê bigihînin 10 milyon bermîlan.
Lêkolerê Navenda
Lêkolînan a Rûdawê Mehmûd Baban di Bultena Aborî ya Rûdawê de ragihand:
"Di 20 salên
borî de hilberîna petrolê li Îraqê du qatan zêde bûye lê hikûmet dixwaze di çar
salan de vê mêjerê bike du qat.
Ev yek
metirsiyeke mezin e û di 20 salên bê de dê rezerva petrola Îraqê ber biçikbûnê
ve bibe.
Lê hejmara
şêniyan dê bigihe ser 65 milyon kesan û petrolek jî namîne ku ji sedî 90ê
xerciyan dabîn bike."
Pênc
senaryoyên ji bo çarenivîsa rezerva petrolê
Navenda Lêkolînan
a Rûdawê li ser bingeha asta hilberînê, ji bo mana rezerva petrola Îraqê pênc senaryo
danîne holê:
Hilberîna 3,6
milyon bermîlan (asta niha): Rezerva petrolê heta sala 2118an bi awayekî ewle dimîne.
Hilberîna 4,6
milyon bermîlan: Metirsiya li ser rezervê beriya sala 2100î dest pê dike.
Hilberîna 6
milyon bermîlan: Sala
2073yan metirsiya nemana petrolê derdikeve holê.
Hilberîna 8
milyon bermîlan: Sala
2055an welat digihe qonaxa metirsiyê.
Hilberîna 10
milyon bermîlan (plana hikûmetê): Senaryoya herî metirsîdar e. Ev senaryo temenê rezerva petrolê heta sala
2045an kêm dike û ji wê demê pê ve hilberîn ber biçikbûnê ve diçe.
Zêdebûna
hejmara şêniyan û bilindbûna xerciyan
Li gorî pêşbîniyên
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, di 20 salên bê de hejmara şêniyên Îraqê dê 20-30
milyon zêde bibe û bigihe navbera 63,8-70,7 milyon kesan.
Ev rewş jî pêwîst
dike herî kêm 2-5 milyon kesên nû li sektora giştî bibin xwedî kar.
Mehmûd Baban
destnîşan kir ku hilberîna 10 milyon bermîlan jî têra lêçûnan nake û pê de çû:
"Di du
dehsalên borî de xerciyên Îraqê 12 qatan zêde bûne û bi rêjeya ji sedî 1800î
bilind bûne.
Eger xercî bi
heman lezê (salane nêzîkî ji sedî 10an) zêde bibin, di sala 2045an de dema ku
petrol ber bi xelasbûnê ve diçe, xerciya salane ya Îraqê dê bigihe zêdetirî
hezar û 152 trîlyon dînaran."
Sê senaryoyên
li ser bilindbûna xerciyan
Navenda Lêkolînan
a Rûdawê li ser bingeha amarên 20 salên borî yên Wezareta Darayî û Banka
Navendî, ji bo zêdebûna xerciyan a heta sala 2045an sê senaryo eşkere kirine:
Senaryoya
yekem: Zêdebûna salane ya
xerciyan bi rêjeya ji sedî 1 e. Di vê senaryoyê de tevahiya xerciyan heta sala
2045an digihe 209 trîlyon dînaran.
Senaryoya
duyem: Zêdebûna bi rêjeya
ji sedî 4,5 e ku li ser bingeha zêdebûna hejmara şêniyan û zêdebûna xerciyên
bikaranîn û weberhênanê hatiye danîn û xercî digihin 413 trîlyon dînaran.
Senaryoya
sêyem: Rêjeya herî bilind
a zêdebûna salane ya xerciyan e ku ji sedî 10 e. Ev rêje li ser bingeha
zêdebûna xerciyên salên 2016 heta 2024an hatiye amadekirin ku di wê demê de
navîniya zêdebûna xerciyan ji sedî 9,8 bûye.
Pêdiviya bi şirketên
mezin ên biyanî
Lêkolerê Navenda
Lêkolînan a Rûdawê da zanîn ku bêyî kişandina şirketên mezin ên cîhanî û dayîna
îmtiyazên peymanên şirîkatiyê, Îraq ji aliyê teknîk û binesaziyê ve nikare
bigihe wê asta hilberînê.
Her wiha hat
diyarkirin ku bilindbûna hilberînê rasterast dibe sedema duqatbûna şewitandina
gazê û zêdebûna lêçûna derxistina petrolê.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)