Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Wezîran a Îraqê doh di civîna xwe ya asayî de biryar da ku bihayê dînar li hemberî dolarê Amerîkayê biguherîne.
Lijneyê bihayê firotina her dolarekî ji bo welatiyan bi 1520 dînarî diyar kir. Ev biryar ji îro pê ve tê bicihkirin.
Biryar di destê kê de ye?
Ev biryara Lijneya Wezîran di demekê de ye ku li gorî madeya 56an a yasaya Banka Navendî ya Îraqê, guherîna bihayê pereyan tenê di desthilata wê bankê de ye.
Pêştir jî Banka Navendî di salên 2020 û 2023yan de bihayê dolar guherandibû.
Lê vê carê biryar ji aliyê Lijneya Wezîran ve hat dayîn.
Banka Navendî bihayên nû belav kirin
Piştî biryara Lijneya Wezîran, Banka Navendî ya Îraqê nivîsek ji hemû bank, şirketên pereyan û dayîna elektronîkî re şand.
Banka Navendî di nivîsa xwe de ragihand:
"Li ser bingeha biryara Lijneya Wezîran û li gorî yasaya Banka Navendî ya Îraqê ya hejmar 56 a sala 2004an a sererastkirî, biryara pejirandina bihayê nû yê dolar hat dayîn."
Bihayên nû bi vî awayî ne:
- Bihayê kirîna dolar ji Wezareta Darayiyê: Ji bo her dolarî 1500 dînar.
- Bihayê firotina dolar ji bo bankan: Ji bo her dolarî 1510 dînar.
- Bihayê firotina dolar ji bo welatiyan: Ji bo her dolarî 1520 dînar.
Banka Navendî ya Îraqê daxwazê ji hemû saziyên darayî dike ku pêbendî bihayên nû bin.
Her wiha daxwaz dike ku karê bi bihayê berê rawestînin.
Biryar e ji îro û pê ve ev bihayê nû were bikaranîn.


.webp&w=3840&q=75)
