Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Tebaxa 2026an a Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî yên Yekbûyî (Bîrleşîk Kamu-Îş), sînorê birçîbûnê û feqîriyê bi awayekî berbiçav bilind bûye.
Li gorî encamên saziya lêkolînê ya konfederasyonê (KAMU-AR), sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî gihîştiye 38 hezar û 318 lîreyan.
Sînorê feqîriyê ku ji bilî xwirekê, lêçûnên wekî kirêya xanî, veguhastin, cil û berg û hemû pêdiviyên din ên bingehîn li xwe digire, gihîştiye 121 hezar û 36 lîreyan.
Ev rêje li gorî meha borî 3 hezar û 700 lîre zêde bûye. Di pîvana salane de sînorê feqîriyê 33 hezar û 126 lîre bilind bûye.
Di raporê de hat destnîşankirin ku li hemberî enflasyona bilind, hêza kirînê ya welatiyan bi lezeke mezin kêm dibe.
Li gorî amaran, sînorê birçîbûnê 10 hezar û 243 lîreyan ji meaşê herî kêm (28.075 lîre) zêdetir e.
Her wiha ev sînor 14 hezar û 766 lîreyan di ser meaşê herî kêm ê malnişîniyê (23.552 lîre) re ye.
Bi meaşê herî kêm ê niha, tenê lêçûna midbexê ya 22 rojan a malbateke 4 kesî tê dabînkirin.
Meaşê malnişînan jî tenê têra xwarina 18 rojan dike.
Di raporê de hat diyarkirin ku eger di heman malê de 4 kes bi meaşê herî kêm bixebitin jî, dîsa dahata wan 8 hezar û 736 lîreyan li bin sînorê feqîriyê dimîne.
Lêçûnên goşt û dexl û danan
Li gorî hesabên ku li ser bingeha bihayên bazarên Enqereyê hatine kirin, di lêçûnên midbexê de para herî mezin a goşt, masî û hêkan e, lêçûna van berheman mehane 11 hezar û 203 lîre ye.
Lêçûnên din ên xurekê wiha ne:
· Şîr, mast û penîr: 8 hezar û 179 lîre.
· Nan, ard û makarna: 3 hezar û 275 lîre.
· Dexl û danên hişk: 907 lîre.
Ji ber bandora demsalê, lêçûna fêkiyên teze daketiye 2 hezar û 891 lîreyan û ya sebzeyên teze jî daketiye 5 hezar û 680 lîreyan.
Li gorî pêdiviyên kaloriyê, sînorê birçîbûnê ji bo mêrekî mezin 11 hezar û 188 lîre, ji bo ciwanekî 11 hezar û 971 lîre, ji bo jineke mezin 8 hezar û 782 lîre û ji bo zarokekî jî 6 hezar û 377 lîre hatiye hesabkirin.



