Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îdiaya ku meaşê herî kêm dê li gorî herêman were diyarkirin, bûye mijareke germ a rojevê.
Li gorî vê îdiayê, meaş dê li gorî lêçûna jiyanê û şertên aborî yên her herêmê cuda be lê belê nûnerên sendîkayan hişyariyê didin ku ev model dikare bibe sedema newekheviyê.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya NÛ Gokhan Gunaydin li ser meaşê herî kêm ê bi sîgorte îdiayeke balkêş anî rojevê.
Gunaydin dibêje hikûmet dê meaşê li gorî herêman diyar bike û meaş dê li gorî rewşa jiyanê ya her herêmê cuda be û sendîka jî dibêjin ev yek dê bibe bêedaletî.
Li gorî sendîkayan, ya baş ew e ku meaş ji bo her cihekî wekhev be û herî kêm di asta xeta birçîbûnê de be.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Mamosteyan Zulkuf Guneş li ser mijarê got:
“Îro li vî welatî nêzîkî 15 milyon kes neçar in ku bi meaşê herî kêm bixebitin.
Ev meaş nîviya xeta birçîbûnê ye. Jixwe ev bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e.
Eger êdî meaş li gorî herêman were guhertin, ev dê bibe sedema bêedaletiyê û dê pirsgirêk kûrtir û mezintir bibe.
Ya baş ew e ku li vî welatî her kes bibe xwediyê meaşekî wisa ku bikare debara jiyanê pê bike.
Ango divê meaş herî kêm bigihêje asta xeta birçîbûnê.”
"Dê bibe sedema koçkirina ciwanan"
Meaşê herî kêm ê bi sîgorte niha li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo her bajarekî wekhev e û mehane 28 hezar û 75 kuruş e ku xeta birçîbûnê 36 hezar û 940 lîre ye.
Eger hikûmet plana behsa wê tê kirin bi cih bîne, meaş dê li metropolan li gorî bajarên biçûk zêdetir be.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya li ser metirsiya vê planê hişyarî da û anî ziman:
“Eger meaş li gorî herêman were diyarkirin ango li metropolên rojavayê Tirkiyeyê meaş zêde bin û li bajarên rojhilat meaş kêmtir bin, wê demê dê koça ciwanan a ji herêmê zêdetir bibe.
Her kes dê bifikire ku li Stenbol û Enqereyê meaş zêdetir in û dê biçe wan bajaran.
Bi vî awayî em dê ciwanên xwe ji dest bidin.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal di meha Kanûna Pêşîn de komîteyeke taybet a 15 kesî ku ji sendîka û nûnerên hikûmetê pêk tê, li ser meaşê herî kêm ê salê dan û standinan dikin û meaş tê diyarkirin.



