Hewlêr (Rûdaw) - Petrol îro li bazarên cîhanê erzan bû.
Sedema vê erzanbûnê dan û standinên Îran û Qeterê ne ku tê çaverêkirin Tengava Hurmizê ji nû ve were vekirin.
Bihayê bermîla petrola brent 60 sentan daket û bermîl bi 87,24 dolaran tê firotin.
Divê were gotin ku ev roja çarem e bihayê petrola brent dadikeve.
Her wiha bermîla petrola sivik a Texasq Amerîkayê (WTI) jî 56 sentan daket û bermîl bû 81,67 dolar.
Bihayê vê petrolê jî ev pênc roj in ku dadikeve.
Peymana Îran û Umanê
Çavkaniyeke payebilind a Îranî doh ragihand ku Îran û Uman ji bo hûrgiliyên peymaneke li ser kontrolkirina Tengava Hurmizê dixebitin.
Ev yek piştî wê daxuyaniya Supaya Pasdarên Îranê hat ku her du welatan li ser çawaniya parvekirina wê rêya avê û dahatan li hev kiriye.
Beriya şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiribû, ji pênc paran pareke petrol û gaza cîhanê di Hurmizê re derbas dibû.
Li gorî amarên şirketên şopandina keştiyan, piştî ku Îranê ji bo bersivdayîna êrişan hewl da tengavê bigire, veguhastina petrolê ya li wê rêyê gelekî kêm bûye.
Hêviyên ji bo vekirina tengavê
Pisporê bazarên darayî yê li Banka ANZê Daniel Hynes diyar kir ku bihayê petrolê dadikeve çimkî bi saya dan û standinan egera vekirina Tengava Hurmizê xurt bûye.
Lê Hynes hişyarî da ku metirsiyên li ser kêmbûna petrola li bazarê hîn jî berdewam dikin.
Serokwezîrê Qeterê diçe Tehranê
Li hêla din, tê payîn ku Serokwezîrê Qeterê îro here Tehranê.
Armanca vê serdanê destpêkirina dan û standinên dîplomatîk e da ku şer raweste.
Amerîkayê mehek e êrişên xwe yên li ser Îranê rawestandine û hewl dide zextên aborî li ser Tehranê zêde bike.
Vê yekê wiha kiriye ku veberhêner li benda kêmkirina astengên li ber veguhastina petrolê ya li Kendavê bin.



