Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li gorî parêzgehên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê xaniyan bi awayekî berçav bilind bûye.
Navîniya bihayê metreçargoşeyekê di navbera 520 û 930 dolarî de ye.
Li gorî amarên platformên kirîn û firotina xaniyan, navîniya bihayê xaniyan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derketiye 5,2 milyon lîreyan (nêzîkî 109 hezar dolaran).
Di vê çarçoveyê de li bazara xaniyan a Amedê cudahiyeke mezin derketiye holê.
Xanî li bajêr gelekî biha bûne û li ser bingeha metreçargoşeyekê, ev biha di navbera 25 hezar lîreyan (nêzîkî 520 dolarî) û 45 hezar lîreyan (nêzîkî 930 dolarî) de diguhere.
Navçeya herî biha Peyas e
Li Amedê, di navbera navçeyan de cudahiyeke zêde heye û navçeya Peyasê di rêza yekem a navçeyên herî biha de ye.
Navîniya bihayê firotina daîreyeke asayî ya li Peyasê di navbera 3,5 milyon lîreyan (nêzîkî 72 hezar dolaran) û 4,5 milyon lîreyan (nêzîkî 93 hezar dolaran) de ye.
Ev biha li gorî kevn an jî nûbûna avahiyê, firehî û cihê wê tê guhertin.
Daîreyên standard ên ku du ode û salonek in (2+1) li Amedê di navbera 2,5 milyon lîreyan (nêzîkî 52 hezar dolaran) û 4,5 milyon lîreyan (nêzîkî 93 hezar dolaran) de tên firotin.
Ji bo wan kesên ku dixwazin daîreyên mezintir ên wekî sê ode û salonekê (3+1) an jî çar ode û salonekê (4+1) bikirin, biha ji 3,5 milyon lîreyan (nêzîkî 72 hezar dolaran) dest pê dike.
Ev biha heta 8 milyon lîreyan (nêzîkî 166 hezar dolaran) û 10 milyon lîreyî (nêzîkî 207 hezar dolaran) derdikeve.
Li taxên herî biha yên Peyasê yên wekî Dîclekent, Kolana 75an, Firat û Talaytepeyê, bihayê daîreyên nû di navbera 5 milyon lîreyan (nêzîkî 104 hezar dolaran) û 10,5 milyon lîreyan (nêzîkî 218 hezar dolaran) de ye.
Di hinek projeyên luks de jî bihayê daîreyekê digihîje 25 milyon lîreyan (nêzîkî 520 hezar dolarî).
Navçeyên Rezan û Yenîşehîr ji ber zêdebûna avahiyên kevin û projeyên xaniyan ên hikûmetê, xwedî bihayên guncawtir in.
Li van navçeyan bihayê daîreyan di navbera 1,8 milyon lîreyan(nêzîkî 37 hezar dolaran) û 3,5 milyon lîreyan (nêzîkî 72 hezar dolaran) de ye.


.webp&w=3840&q=75)