Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed ragihand ku peymana bi Herêma Kurdistanê û şirketên petrolê yên navneteweyî re serkeftî ye.
Wî diyar kir ku ev peyman li gorî şert û mercên nû dikare were nûkirin.
Wezîr her wiha eşkere kir ku ji ber krîza li Tengava Hurmizê ew giranî didin rêyên Eqebe û Tirkiyeyê.
Armanca wan ew e ku xetên firotina petrolê zêdetir bikin.
Basim Mihemed Xuzeyr li Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Wî pêşketinên stratejîk ên di sektora enerjiyê de û dîplomasiya petrolê ya bi Herêma Kurdistanê re nirxand.
Wezîr tekez kir ku pirsgirêka enerjiyê ya di navbera hikûmeta navendî û birêvebiriya Hewlêrê de bi diyalogê tê çareserkirin.
"Peymana sêalî serkeftineke mezin e"
Basim Mihemed qala girîngiya hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şirketên biyanî yên petrolê re kir û got:
"Berê ti peyman nebûn lê îro em li ser zemîneke hevpar in."
Birêvebiriya Hewlêrê ji bo bikaranîna navxweyî rojane 50 hezar bermîl petrol xwestin.
Basim Mihemed diyar kir ku wan jî li hemberî vê daxwazê pêşniyarek kiriye û got:
"Me pêşniyar kir ku ev petrol ji aliyê birêvebiriya navendî ve bê firotin. Di bedêla vê yekê de me xwest ku em bi bihayên standard ên hemû Îraqê sotemeniyê bidin herêmê.
Hûrgiliyên teknîkî yên li ser vê mijarê dikarin bi rêya gotûbêjan ji nû ve werin sererastkirin."
Krîza Hurmizê bandor li firotinê kir
Wezîrê Petrolê qala zerera şerê Rojhilata Navîn a li ser aboriya Îraqê jî kir.
Wî diyar kir ku kapasîteya wan a hilberînê 2,7 milyon bermîl e.
Lê bi gotina ji ber rîskên li Tengava Hurmizê, firotina wan daketiye 1,5 milyon bermîlî.
Hat destnîşankirin ku ji bo derbaskirina vê krîzê xeta "Besra-Pêşabûr"ê gelekî girîng e.
Her wiha projeya Bendera Eqebeyê ya Urdinê jî xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Ji bo gaza xwezayî 14 peyman hatin îmzekirin
Îraq her sal bi milyaran dolaran dide gaza hawirde.
Basim Mihemed da zanîn ku wan ji bo rawestandina vê yekê gavên mezin avêtine.
Wî eşkere kir ku wan bi şirketên mezin ên navneteweyî re 14 peymanên nû îmze kirine.
Li gorî gotinên wî armanca wan ew e ku zeviyên gazê yên xwemalî bi kar bînin.
Her wiha ew dixwazin gaza ku di dema hilberîna petrolê de derdikeve tevlî aboriyê bikin.
Bi Enqere û Washingtonê re rûpeleke nû
Basim Mihemed piştrast kir ku peymana veguhastina petrolê ya bi Tirkiyeyê re hatiye nûkirin.
Wî da zanîn ku Enqere tenê naxwaze bibe rêyeke transîtê.
Tirkiye ji bo projeyên hevpar pêşniyaran dike.
Her wiha, Wezîr sînyal da ku piştî serdana dawî ya Amerîkayê dê rola şirketên petrolê yên Amerîkayê li bazara Îraqê zêdetir bibe.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)