Hewlêr (Rûdaw) - Zêr îro biha bû û niha onsa zêr bi bêhtirî 4 hezar û 50 dolarî tê firotin.
Veberhêner di navbera aloziyên li Rojhilata Navîn û metirsiyên enflasyonê de bi baldarî tevdigerin.
Sibeha îro bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 0,1 zêde bû û gihişt 4 hezar û 57 dolaran.
Her wiha zêr di peymanên paşerojê de bi rêjeya ji sedî 0,6 zêde bû û gihişt 4 hezar û 113,67 dolaran.
Veberhêner ji aliyekî ve ji bêaramiyên jeopolîtîk dilgiran in, ji aliyê din ve jî pêşbînî dikin ku zêdebûna bihayê enerjiyê bibe sedem ku Banka Navendî ya Amerîkayê faîza bankê demeke dirêj bilind bihêle.
Piştî destpêkirina şerê di navbera Amerîka û Îranê de û êrişên li ser keştiyên li nêzîkî Umanê, bihayê petrola brentê meha tîrmehê behtirî ji sedî 20î zêde bû.
Ev bihabûna petrolê metirsiya enflasyonê pirtir dike û piştgiriyê dide siyaseta tund a Banka Navendî ya Amerîkayê.
Îran dan û standinan red dike
Di warê siyasî de alozî berdewam dikin. Îranê doh ragihand ku ti dan û standinên li gel Washingtonê di rojevê de nînin.
Ev daxuyanî li dijî gotinên Donald Trump bû ku behsa nêzîkbûna dan û standinên dîplomatîk dikir.
Bazar niha li benda amaran in ku dê li ser bazara kar a Amerîkayê werin belavkirin.
Tê pêşbînîkirin ku raporên ADP û "Nonfarm Payrolls"ê diyar bikin bê ma Banka Navendî dê vê salê faîzê careke din bilind bike yan na.
Pêşbîniyên li ser bihayê zêr
Analîstê şirketên darayî Tony Sycamore diyar kir ku zêr nêzîkî mehekê ye di navbera 4 hezar û 4 hezar û 200 dolarî de diçe û tê.
Tony Sycamore destnîşan kir ku divê zêr asta 4 hezar û 80 dolarî derbas bike û bigihe 4 hezar û 202 dolaran da ku were piştrastkirin ku pêleke nû ya bihabûnê dest pê kiriye.
Li gorî gotina wî, heke ev yek pêk were dibe ku biha bigihe 4 hezar û 490 dolaran lê heta wê demê egera daketina asta 3 hezar û 942 dolaran jî di rojevê de ye.

.webp&w=3840&q=75)
