Hewlêr (Rûdaw) - Îraq û Sûriyeyê ji bo xurtkirina hevkariya li ser birêvebirina çavkaniyên avê li hev kir.
Ev lihevkirin bi taybetî li ser parastina mafên avê yên li Çemê Feratê ye.
Tora Medyayî ya Rûdawê kopiyeke naveroka civîna teknîk bi dest xist ku li Bexdayê di navbera Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê û Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê de hat kirin.
Li gorî naveroka civîna ku di navbera 22 û 25ê Hezîrana 2026an de li Bexdayê hat lidarxistin, her du welatan li ser çend xalan li hev kiriye.
Biryar hat dayîn ku dan û standina amarên hîdrolojîk ên li ser Çemê Feratê berdewam bike û mekanîzmayên hevahengiya teknîk werin bipêşxistin.
Çav li Tirkiyeyê ye
Her du aliyan bal kişand ser hewldanên ji bo çalakkirina ducare ya Komîteya Teknîk a Sêalî ya bi Tirkiyeyê re.
Armanca sereke ew e ku mafên avê yên her sê welatan werin parastin.
Di vê çarçoveyê de dê ji bo lidarxistina civîneke sêalî ya li gel Tirkiyeyê kar were kirin da ku mijarên wekî berdana avê, kalîteya avê û pirsgirêkên hevbeş werin gotûbêjkirin.
Serdanên meydanî û stasyonên hevbeş
Her wiha hat gotûbêjkirin ku komîteyên teknîk ên hevbeş werin avakirin û ji bo yekxistina pîvanan tîmên pispor werin diyarkirin.
Li gorî peymanê, dê pispor ji bo stasyonên çavdêriyê û bendavên her du welatan serdanên meydanî bikin.
Her wiha pêşniyarên “avakirina stasyoneke pîvandinê ya sêalî ya li Cerablûsê” û “bipêşxistina stasyona hevbeş a Hisêbayê” jî hatin nirxandin.
Hevkariya ji bo perwerdeyê
Îraq û Sûriyeyê li ser berdewamkirina dan û standina tecrubeyan û birêxistina bernameyên rahênanê yên di warê hîdrolojîk û birêvebirina kêmbûna avê de li hev kir.
Hat destnîşankirin ku civîna pêşiya me ya komîteya dualî dê li Sûriyeyê were lidarxistin.
Naveroka civînê ji aliyê Wekîlê Teknîk ê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê Husên Ebdulemîr Beke û Alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Usame Xalid Ebû Zeyd ve hat îmzekirin.

.webp&w=3840&q=75)

