Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê piştî êrişên Amerîka û Îranê yên li ser pêgeh û berjewendiyên hevdû bilind bû.
Îro bihayê petrola xav a brent bi rêjeya ji sedî 0,8 bilind bû û bermîl bi 72,57 dolaran hat firotin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî bi 70,11 dolaran hat firotin û bi rêjeya ji sedî 1,3 bilind bû.
Rewşa Tengava Hurmizê
Pevçûnên çend rojên dawî, hatin û çûyîna keştiyan a li Tengava Hurmizê hêdî kiriye.
Analîstên Banka INGyê di notekê de ji bo bazirganan ragihand, “Bazara petrolê hîn jî rûbirûyî metirsiyeke mezin e.”
Li gorî analîstan, bazirgan li ser wê yekê hûr dibin ku veguhastina petrolê ya li Tengava Hurmizê bêyî pirsgirêk nadome.
Êrişên li ser keştiyan
Bihayê petrola brent hefteya borî bi rêjeya ji sedî 10,6 daketibû.
Lê belê ji roja pêncşemê ve ji ber êrişên li ser keştiyên li Tengava Hurmizê hatin û çûyîna keştiyan hêdî bûye.
Di nav wan keştiyan de keştiyeke petrolê jî hebû ku pêwendiya wê bi Qeterê re hebû.
Şirketa mezin a Siûdiyê Aramcoyê roja înê ji termînala Reîs Tenûreyê ducare dest bi hinartina petrolê kir.
Hinartina petrolê ya bi rêya Kendavê nêzîkî çar mehan sekinîbû.
Analîstên ANZê li ser vê mijarê diyar kir, “Ji ber kombûna keştiyan û zerer gihîştina binesaziya hilberîna petrolê, dibe ku heta dawiya salê dem pêwîst be da ku veguhastin û hinartin asayî bibe û bigihe asta berî şer.”
.webp&w=3840&q=75)


