Hewlêr (Rûdaw) - Salane zêdetirî 125 hezar ton goştê mirîşkan li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê tê hilberîn.
Her wiha nêzîkî 700 hezar serî ajel jî ji Urmiyeyê ji bo parêzgehên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên şandin.
Alîkarê Birêvebirê Birêvebiriya Çandiniyê ya Urmiyeyê Pervîz Bostancî ragihand ku Urmiye li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê yek ji çavkaniyên sereke yên dabînkirina ajelan e.
Bostancî da zanîn ku parêzgeha Urmiyeyê bi 4 milyon û 400 hezar serî pez li ser asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rêza duyem de ye.
Her wiha zêdetirî 420 hezar serî ajelên mezin (wekî çêlek û gamêşan) li parêzgehê hene.
796 navendên hilberîna mirîşkan hene
Pervîz Bostancî destnîşan kir ku salane zêdetirî 126 hezar ton goştê mirîşkan li parêzgeha Urmiyeyê tê hilberîn.
Bostancî anî ziman ku bi vê yekê Urmiye di hilberîna goştê mirîşkan de di rêza heftem de ye.
Bostancî li ser hejmara navendên xwedîkirina mirîşkan jî agahî dan û eşkere kir ku 796 navendên hilberîna mirîşkan li Urmiyeyê hene û vê yekê kiriye ku parêzgeh bibe yek ji navendên sereke yên hilberîna goştê mirîşkan.


.webp&w=3840&q=75)
