Hewlêr (Rûdaw) - 7 welatên endamên koma OPEC+ê biryar da ku di meha tîrmehê de hilberîna xwe ya petrolê ya rojane 188 hezar bermîlan zêde bikin.
OPECê di daxuyaniyekê de ragihand ku Erebistana Siûdî, Rûsya, Îraq, Kuweyt, Qazaxistan, Cezayîr û Umanê ji bo nirxandina rewşa bazarên cîhanî civîneke serhêl (online) encam daye.
Wan welatan di civînê de bal kişand ser peymana xwe ya hevbeş a ji bo piştgiriya aramiya bazara petrolê.
Her wiha wan biryar da ku di çarçoveya kêmkirina 1,65 milyon bermîlan a ku Nîsana 2023yan hatibû ragihandin, ji meha Tîrmehê ve hilberîna xwe ya rojane 188 hezar bermîlan zêde bikin.
Îraq dê hilberînê zêde bike
Li gorî biryarê, zêdebûna herî zêde ya hilberînê dê bi 62 hezar bermîlên rojane li Erebistana Siûdî û Rûsyayê be.
Piştî wan welatan, Îraq bi 26 hezar bermîlan û Kuweyt bi 16 hezar bermîlan tên.
Tê pêşbînîkirin ku Qazaxistan hilberîna xwe ya rojane 10 hezar bermîlan, Cezayir 6 hezar bermîlan û Uman jî 5 hezar bermîlan zêde bike.
Bi vî rengî, zêdebûna giştî ya hilberîna wan welatan a rojane dê bigihîje 188 hezar bermîlan.
Di daxuyaniyê de her wiha hat eşkerekirin ku li gorî guherînên di mercên bazarê de, dibe ku ev biryar were rawestandin an jî were paşvekişandin.
Koma OPEC+ê her meh bi awayekî birêkûpêk mercên bazarê û pêvajoyên hilberînê kontrol dike. Civîna pêşiya me ya komê dê 5ê Tîrmehê were kirin.



