Hewlêr (Rûdaw) - Helbesta “Mohra Reş” a Yildiz Çakarê, li bajarê Philadelphiayê yê Amerîkayê di festîvalekê de bi xelata "Pêzanîna Taybet a Navneteweyî/Special International Mention" hat xelatkirin.
Helbestvan û romannivîsa Kurd Yildiz Çakar li ser standina xelata "Pêzanîna Taybet a Navneteweyî/Special International Mention" ji Rûdawê re axivî.
Yildiz Çakarê ragihand ku ew bi vê xelatê serbilind e û got:
“Wêjeya Kurdî tevî hemû astengî û zextan nîşan dide ku xwedî hêzeke gerdûnî ye û dikare li ser dika navneteweyî bi serbilindî cih bigire.”
Festîvala 2yemîn a Helbestê ya Femînîst a Julia Viveyê 13ê Çiriya Paşîn li Navenda Taller Puertorriquenoyê ya li bajarê Philadelphiayê tê sazkirin.
Di festîvalê de ku ji aliyê Navenda Giştî ya Jinan a Madre Tierrayê ve tê organîzekirin, ji nav 100 helbestvanên ji welat, ziman û çandên cuda yên cîhanê, helbesta Yildiz Çakarê ya bi navê "Mohra Reş" (The Dark Seal) di beşa "Helbest, Bîr û Berxwedan" de hêjayî xelata taybet hat dîtin.
Komîteya xelatdayînê bi nameyeke taybet, helbestvana Kurd Yildiz Çakar ji standina xelatê agahdar kir.
Di nameyê de bal hatiye kişandin ser kûrahiya wêjeyî ya helbesta Çakarê û hatiye destnîşankirin ku ev berhem; tundiya li dijî jinan, kuştina jinan, bîra kolektîf, ax, windabûn û berxwedana jinan bi perspektîfeke xwerû ya Kurdewarî tîne ziman.
Komîteyê da zanîn ku dengê Çakarê, diyaloga wêjeyî ya festîvalê ji sînorên Amerîkaya Latîn û Karayîbê ber bi qadeke gerdûnî ve berfirehtir kiriye û bi pirsên azadî û rûmeta jinan re pêwendiyeke kûr daniye.
Ji ber ku Yildiz Çakar ji derveyî Amerîkayê beşdar dibe, dê helbesta wê bi rêya vîdeoyeke tomarkirî di merasîma fermî ya festîvalê de ji bo beşdaran were pêşkêşkirin.
Cihgirtina helbesta Kurdî di qada navneteweyî de cihê serbilindiyê ye
Yildiz Çakarê li ser girîngiya vê xelatê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Çakarê destnîşan kir ku bilindbûna dengê helbestê di qada navneteweyî de cihê serbilindiyê ye û da zanîn:
“Cihgirtina dengê helbesta Kurdî li festîvaleke navneteweyî ya wekî Julia Viveyê ya li Philadelphiayê, rûmeteke mezin e.
Standina xelateke taybet a navneteweyî jî rûmet e.
Ev xelat ji bo min ne tenê serkeftineke kesane ye, serkeftina bîra kolektîf e.”
Çakarê bal kişand ser rola helbestê ya di derbaskirina sînorên erdnîgarî de û tekez kir ku huner, pireke xurt a têgihîştin û naskirinê di navbera gelan de ava dike.
Wêjeya Kurdî tevî zextan xwedî hêzeke gerdûnî ye
Nivîskara Kurd da zanîn ku ziman û wêjeya Kurdî xwedî şiyaneke gerdûnî ye ku dikare di qada navneteweyî de cih bigire û got:
“Hest û helbesta ku sînoran derbas dike pirekê, têgihiştinekê û naskirinekê çêdike ku bandora vê yekê pir mezin e.
Wêjeya Kurdî tevî hemû astengî û zextan nîşan dide ku xwedî hêzeke gerdûnî ye û dikare li ser dika navneteweyî bi serbilindî cih bigire.”
Yildiz Çakarê her wiha amaje bi pêwendiya kûr a navbera têkoşîna jinan û wêjeyê kir û destnîşan kir ku bi rêya zimanê hunerê pireke çandî di navbera erdnîgariyan de ava bûye û anî ziman:
“Ev xelat, têkoşîn û wêjeya me bi zimanê hunerê daxilî nava diyalogeke kûr a navçandî dike; ji Amedê heta sînorên Amerîkaya Latîn û Karayîbê.”
Yildiz Çakar kî ye?
Helbestvan û romannivîs Yildiz Çakar sala 1978an li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û yek ji navên pêşeng ên wêjeya nûjen a Kurdî ye.
Wê bi salan di qada rojnamegerî û edebiyatê de keda xwe daye û heta niha 10 pirtûkên wê yên helbest, roman û lêkolînê hatine weşandin.
Yekem pirtûka wê ya helbestan “Goristana Stêrkan” sala 2004an hat çapkirin.
Pirtûka wê ya helbestan a bi navê "Mohra Reş" sala 2024an hat çapkirin.
Helbesta sereke ya vê pirtûkê ji bo projeya şanoya dîjîtal a bi navê "Lockedown Locked In" hat guncandin û vê xebatê di Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Hunerî ya Atînayê de xelata "Senaryoya Xwerû ya Herî Baş" standibû.
Berhemên Çakarê bi giranî li dor mijarên mirin, sirgûn, nasname û zilmê kûr dibin.
Hêza helbestên wê ji qalibên klasîk zêdetir, di kûrahiya derbirînê de ye û bi awayekî resen xwe dispêre zargotin û bîra devkî ya dîroka Kurdistanê.
Yildiz Çakar sala 2018an koçî Almanyayê kir û 8 sal in li Berlînê dijî.
Gulana îsal, dema ku xwest vegere Tirkiyeyê, li balafirgeha Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hat desteserkirin û pişt re hat berdan.
Xelata 'Julia Vive' ji bo çi tê dayîn?
Ev xelat ji aliyê Navenda Giştî ya Jinan a Madre Tierrayê (CIMMT) ve bi hevkariya Pirtûkxaneya Julia de Burgosê ya li Navenda Çandê ya Taller Puertorriquenoyê û Festîvala Fîlm û Hunerê ya Latînî ya Philadelphiayê (PHLAFF) tê organîzekirin.
Navenda Madre Tierrayê ya li Philadelphiayê rêxistineke ku ji bo parastina mafên jinên koçber û rêgirtina li tundiya navmalbatî dixebite.
Festîvala Helbestê ya Femînîst a Julia Viveyê festîvaleke nûjen e ku xula wê ya yekem di dawiya sala 2025an de hat lidarxistin û çalakiya îsal xula duyemîn a festîvalê ye.
Navê festîvalê tê wateya "Julia Dijî".
Ev nav ji bo rûmetdarkirina bîranîna helbestvan, rojnamevan û têkoşera navdar a Portorikoyi Julia de Burgosê (1914–1953) hatiye danîn.
De Burgos di wêjeya Amerîkaya Latîn de wekî sembola serhildan, azadiya jinan û parastina rûmeta mirovahiyê tê naskirin.
Armanca bingehîn a vê xelatê ew e ku li dijî tundûtîjî û kuştina jinan, peyv û helbest bibin amûra berxwedanê.
Xelata "Pêzanîna Taybet a Navneteweyî" jî ji bo wan helbestvanên derveyî parzemînê tê dayîn ku bi hêza edebiyata xwe êş, bîra kolektîf, ax û berxwedana jinan radigihînin cîhanê û pireke navçandî ya navneteweyî ava dikin.

Helbesta "Mohra Reş"
Helbesta Yildiz Çakarê ya ku hêjayî xelatê hatiye dîtin wiha ye:
Mohra Reş
li ser latûlûtê, wek lawlaweke bijahr xwe li mala me pêçabûn çeqel û hût.
desteke tarî ji gerdûnê kom kiribû ewrên reştarî. ji dêvla baranê xwîn dibarîya.
ji dilopên xwînê xewek
û jibîrikirinek ma.
wekî qet şîyar nebin, raketin jinên rojê.
»deqa royê ya li enîyê emanet dan ji gorên kûr ên sîngê«
şikest neynika odê; kor bû dîwar; parçeparçe bû rû.
rû bû hezar û yek lûr; lûrên ji binyadan neqşandî ji loperên tarî.
tarî bû qedereke melûn, ji destê nemergên vî dîyarî.
bi ax û keser leqand dergûşa textîn, lûrand di ber xwe de dayîka bêbext:
»lûr lûr! çi xweşik î, li vê gerdûna mûr.«
mor bû perda berbangê; hêdî hêdî herikî coya avê ya ji barana xwînê.
xwîn li rêyekê gerîya ji bo biçe mezel; gerîya li dengekî xwedayî.
kevirê şîn, kanîya çilçavî dest nedan birînên devvekirî.
wiha bû bahora sibê. di kulma xwe de germ dikir xwelîya mirinê.
car pif dikir li rûyê dinê, car vedikir paxila xwe ji ruhên xweşik û digo:
»şûrê tazî, xwînê dixwazî!«
sor bû gulên fîstanan,
ji bo her şahîyekê sê quriş lê zêde dikir.
zêde dikir jîyan,
çi qas êş û elemên dinê hebûna, wekî şekirê îdê tûrikê dil tije dikir.
tije bû çal,
ji çavên vekirî re bi kulman axa sar.
sîya mirinê ji xezebê reşahîyek li xwe dikir mêvan.
çi qas tevr û bêr bihatana ber hev,
ji bo vekirina mezelekî,
spî dibû mirin li ser hev.
bi ser hev de dikir dayîka min, ji destmala çavan û digo:
»ne text hebû ne jî bext. gor hebû ne ji ti wextan ...«
xwîn herîkî wekî avê. lûr lûr bi carê bû gula sor û vekir li ser sînga axê.
ên bi şev mezelan dikolan, xwînê dixwestin ji jinên fîstangulgulî.
sîya şevreşkan
wiha xwestibû bişkokên fîstanî;
bi diranên jahrî yekoyeko hildiqetand bişkokê wek kulîlkên ji axê.
bişkok, wekî gul û darê, qetîyabû ji benikê xwe,
li pişt mabû qirşikekî bêruh û bêcan.
wiha mabû bişkoka fîstanî, morîkên şîrê ji dayîkê.
belawela bûbû her yek ji wan; xalîçeya odê bûbû gola xwînê,
tofanek sor jî xwe lê danîbû.
xwe lê danîbû sîyek,
di bin apoletan de parçeparçe dikirin dest û lingên jîyanê,
ji gewdeyeke qerase. qer bû şev,
sewta wê sar bû.
sar bû deng,
cemîdî ode,
vemirî lampe.
ji zeran zerek çilmisî, xwe difilitand ji mora sibê. fetisî dem, di neynika şikestî de.
venedikir çavên xwe dîwêr,
li hev nedigirt parçên rû ya yek û hezar lûr bi ser de hat.
kêlîkek dima di rû de;
li kozikê,
li wî mîxê pehn,
darvekirî bû xewna şev û rojeke ji wê çarşefa reş.
reş kiribû çavên xwe bîranîn,
hema di ber xwe de dikirin pistepist ji kêra devçeqceq;
çi qas germ e sor,
çi qas tekûz diherike xeta li dor.
dilop dike,
emr sor bi sor...
deng çû kêra hov.
bi tevî sîya xwe, rabû û rûnişt li ser merşa lûr.
kir pistepist û go:
kes dilê xwe li mirîyan xweş nake; ji çûna lûr re dinya qet deng nake.
qet deng nekir wêneyên li dîwêr,
negot kirt radyoya li ser masê ya ji dengê hemû zemanan.
dantel û qenevîçên sindoqan,
bi destê xwe kişandin zincîrên sê daran.
bêdeng bêdeng ji hev re gotin:
»bêdar bû navê qîzan, dema tunebûna keşwera dê û bavan.
loma kum, kolos û temezîyên qîzan,
wekî kewên baskoyî diketin ber lingên kujeran.«
wiha mohr kirin gorîçeyê,
ji nivîsên reş ên eniyê.
xwedê nema nivîsand qederê;
qeder bû lîstikek di destê mirovên bêmalzarok de.
loma dergûşa text dikir girî ji bo şîrê pêsîrê.
şîr şikîya di pêsîrê de, haveynê wê tahl bû,
dengê dayîkê li erd û ezman berz bû:
»lûr lûr! qedera dê, çawa ji te re bû rê?«
rê bû merz, herikî girî. pêşmala dayîkê bû deşteke spî.
spî bû zarokatî, wekî şitleke gulavî.
bi carê hişk bû gul, ziwa bû av.
destekî bixwîn kesax kir emrê kesperê. bi jahrê ket rez,
keşmûlên hişk man li ber dest. hatibû li me xezeb.
berf û tofan danîbûn li lefê me.
çi qas dil deng dikir,
vedigerîya dengê me li me;
tarîya lêbokê rûdinişt li ser textê me.
li ser text sar dibû jîyan û her du çavên wê
vekirî mabûn ji
neynika odê.
»lûr lûr, ka deng bike ji dûr. lûr lûr ka veke çavên xwe ji wê xewa kûr ...« bi xof bû sî li şevê, bixwîn dikir rêya malê.
mal ji malzaroka xwe qut dibû; qut dibû dest,
ji destê dê.
wekî gîya top bikin, top dikirin parçên jê.
wiha parçê bû gîyan ji meytê erdê,
xwe berda ji çavên vekirî;
wiha di tarîtiyê de çû nav lat û zinaran.
di hilanîn û danîna mîştexan de,
bû wek xewna şevan. »lûr lûr! li ezmana çi bî, li erdê ew î tu. çawa ji serê memikên te
tizbî çêkirine ji xwe re bi navê xwedê, ey lûr lûr?«
Berlîn, 2020



