Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi birêvebiriya PENa Navneteweyî û PENa Kurd, konferansa "Wêje û Aştî" ya bi navê "Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî û Wekheviyê de Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê" tê lidarxistin.
Konferans 6 û 7ê Çiriya Paşîn a 2026an bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Peyas, Rezan, Bajarê Nû û Sûrê li Salona Konferansê ya Alî Emîriyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rê ve diçe.
Di bernameyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelek nivîskar û akademîsyenên ji Kurdistanê û welatên cuda yên cîhanê amade dibin.
Roja yekem: Rûniştinên li ser ziman, wêje û aştiyê
Roja yekem a konferansê bi vekirina fermî û rêzgirtinê dest pê dike.
Di beşa vekirinê de Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya Navenda PENa Kurd Omer Fîdan, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, Serokê Rûmetê yê Navenda PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco û Dayîka Aştiyê Murwet Demîr dê biaxivin.
Her wiha di beşa "Kursiyê Vala" de nivîskar Mizgîn Ronak û Îlhan Samî Çomak dê navên nivîskar û rojnamegerên girtî û yên li sirgûnê bi bîr bînin.
Di roja ewil de sê rûniştinên sereke tên lidarxistin:
Rûniştina yekem: Li ser "Ziman, Wêje û Mafên Gerdûnî di Pêvajoyên Aştiyê de" ye. Di bin moderatoriya Dîba Keskînê de Serokê Giştî yê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez, Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî, siyasetmedar Weysî Aktaş û Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PENa Navneteweyî German Rojas (ji Şîliyê) dê pêşkêşiyan bikin.
Rûniştina duyem: Li ser "Rola Qada Navneteweyî, Paşeroja Wekheviyê û Mafên Mirovan" e. Bi birêvebiriya Zana Farqînî, Alîkarê Serokê PENa Navneteweyî Carles Torner (Katalonya), Alîkara Serokê PENa Navneteweyî Tanja Tuma (Slovenya), helbestvan Mueyed Teyîb (Başûrê Kurdistanê) û nivîskar Şadiye Manap dê li ser pêvajoyê biaxivin.
Rûniştina sêyem: Li ser "Rabûna Bandora Şer û Rageşiyê ya li ser Ziman û Azadiya Xwederbirînê" ye. Di bin moderatoriya Mîna Acerê de Urtzi Urrutikoetxea (Bask), akademîsyen Dr. Dilawer Zeraq û akademîsyen Fîlîz Yildirim dê gotarên xwe pêşkêş bikin.
Ji bo Burhan Sonmez "Xelata Rûmetê ya Amedê"
Di dawiya roja yekem de dê bi hevkariya PENa Kurd û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîma rûmetdayînê bê lidarxistin.
Di vê merasîmê de piştî axaftinên Hevseroka Navenda PENa Kurd Rojbîn Perîşanê û Hevserokatiya Şaredariyê, dê "Xelata Rûmetê ya Amedê" pêşkêşî Serokê Giştî yê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez bê kirin.
Roja duyem: Gera dîrokî, serdana saziyan û Deklarasyona Amedê
Roja duyem a bernameyê, 7ê Çiriya Paşîn, dê bi gera dîrokî û çandî ya li Amedê dest pê bike.
Mêvanên biyanî û endamên PENê dê serdana Bircên Dîrokî, Mizgefta Mezin, Dêra Mor Petyûn, Dêra Giragosê, Çemê Dîcleyê û Pira Merwaniyan (Pira Dehderî) bikin.
Piştî nîvro dê serdana saziyên wekî Komeleya Wêjekarên Kurd, Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD), Enstîtuya Kurdî ya Amedê, MED-DER û Komeleya Rojnamegerên Dîcle-Firatê (DFG) bê kirin û rewşa zimanê Kurdî û azadiya çapemeniyê bê gotûbêjkirin.
Her wiha li Navenda ÇandAmedê dê li ser berhem û kesayetiya wêjeyî ya Burhan Sonmez bernameyeke taybet bê lidarxistin.
Konferans dê saet 18:45an bi xwendina daxuyaniya hevpar a bi navê "Deklarasyona Amedê" bi dawî bibe.
Di vê daxuyaniyê de dê banga ji bo aştiyeke bi rûmet, wekheviya zimanê Kurdî, berdana girtiyên siyasî û rojnamegeran û bipêşxistina çanda demokrasiyê bê kirin.
Zimanên konferansê Kurdî û Îngilîzî ne û di roja ewil de dê wergera hevdem (sîmultane) hebe.
.jpg&w=3840&q=75)


