Hewlêr (Rûdaw) - Delîl Dîlanar ji Rûdawê re ragihand ku ew çûye serdana Parlamentoya Tirkiyeyê û di wê serdanê de derfet dîtiye ku li gel hejmarek parlamenterên ji partiyên cuda bicive û wan vexwîne konsera xwe ya li Enqereyê.
Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar her wiha got ku pêvajoya çareseriyê ya ku ev 2 sal in li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye bandoreke erênî li çand û hunera Kurdî dike û ew dê wekî hunermend piştgiriyeke temam dide pêvajoyê.
Delîl Dîlanar ev demek e ji bo rêzekonserên xwe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.
Îro jî di vê çarçoveyê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetê ya Enqereyê derdikeve pêşberî guhdarvan û hezkiriyên hunera xwe.
Delîl Dilanar berî wê konserê li Enqereyê çend pêwendî bi aliyên siyasî û parlamenteran re danîn.
Hunermendê Kurd destpêkê çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê û bi Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re civiya.
Hevserokê DEM Partiyê derbarê wê civînê li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û got:
"Navê hêja yê muzîka Kurdî Delîl Dîlanar hat serdana me.
Me li ser muzîk û çanda Kurdî sohbeteke berhemdar pêk anî."
Delîl Dîlanar piştî DEM Partiyê çû serdana Parlamentoya Tirkiyeyê û li gel hejmarek parlamenteran civiya.
Dîlanar derbarê van serdanan, konsera xwe û bandora pêvajoya çareseriyê ya li ser çand û hunera Kurdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar got:
“Destpêkê li ser vexwendinê ez çûm serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê û li gel Hevserok û berpirsên DEM Partiyê civiyam.
Pişt re jî ez çûm serdana Parlamentoyê û ez li Parlamentoyê bi hejmarek parlamenterên Kurd ên ji Partiya DEVAyê, CHPyê û Partiya NÛ re civiyam.
Me bi wan re çendîn gotûbêj kirin û min ew vexwendin konsera xwe ya Enqereyê jî.”
Delîl Dîlanar ragihand ku pêvajoya çareseriyê bandoreke erênî li bipêşxistina ziman, çand û hunera Kurdî kiriye û bi lêv kir:
"Berê me nikarîbû li her derê konserên Kurdî bida.
Gelek astengî hebûn berê min bixwe jî nedikarî bêm Tirkiyeyê lê niha pêvajoya çareseriyê bandoreke erenî li hunera Kurdî kiriye.
Ji bilî aliyên nijadperest ên li dijî pêvajoyê atmosfereke gelek erênî heye.
Em jî wekî hunermend piştgiriyeke temam didin pêvajoyê û hêvî dikin bigihe serkeftinê da ku her kes bikare li welatê xwe bi azadî bijî.”
Delîl Dîlanar eşkere kir ku îsal konsera xwe ya yekem li Stenbolê saz kiriye û piştî wê li Amed û Wanê jî konser dane û got:
“Piştî konsera Enqereyê li Îzmîr, Bursa, Mêrsîn û Antalyayê jî konserên min hene.”
Hunermend Delîl Dîlanar li gundê Orgînosê yê parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Zarokatiya wî li herêma Serhedê, di dîwan û qonaxên dengbêjiyê yên apê wî Husênê Mûşî (Huseyno) de derbas bûye û ji koka xwe ve bi vê kevneşopiyê mezin bûye.
Dîlanar 3 salan li cem hostayê navdar ê mey û bilûrê yê Radyoya Êrîvanê Egîdê Cimo perwerdeya lêdana amûrên muzîkê wergirtiye.
Ji ber vê yekê, ew di muzîka Kurdî de yek ji nûnerên herî xurt ên rêbaza resen a "hoste û şagirtiyê" tê qebûlkirin.
Delîl Dilanar piştî ku li Mûşê di dawetekê de strana Kurdî got kete ber zextan û berê xwe da Stenbolê, li wir di nava xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de cih girt lê ji ber qedexe û zextên tund ên li ser hunera Kurdî, sala 1996an neçar ma wekî gelek hunermendên din berê xwe dide Ewropayê.
Piştî demekê ji sirgûnê vegeriya Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê bi cih bû.
Piştî zêdetirî 20 salên sirgûn û dûriya ji welêt berî 4 salan vegeriya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û dest bi konseran kir.


.jpg&w=3840&q=75)
