Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) piştî Xelata Wefayê ya Serokkomariyê ya ji bo Ehmedê Xanî, bi mebesta bihêzkirina Kurdiyê ya di qada perwerde û akademiyê de pêşniyarên berfireh pêşkêş kirin.
DILKURDê xwest ku bi navê Ehmedê Xanî zanîngehek bê avakirin, di zanîngehên xurt û kevnar de beşên Ziman û Edebiyata Kurdî bên vekirin, erkdarkirina mamosteyên Kurdî bê zêdekirin û zimanê Kurdî ji pêşdibistanê heta asta doktorayê di hemû astên perwerdeyê de cih bigire.
Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD), piştî ku nivîskarê mezin ê wêjeya Kurdî Ehmedê Xanî di çarçoveya Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokkomariya Tirkiyeyê yên sala 2026an de hêjayî Xelata Wefayê hat dîtin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
DILKURDê diyar kir ku ew xelatdayîna ji bo Ehmedê Xanî bi dilxweşî pêşwazî dikin û ji ber vê biryarê pîrozbahî li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di asta Serokkomariyê de qîmetdayîna Ehmedê Xanî yê di cîhana raman û wêjeyê de, ji bo bipêşxistina ziman û çanda Kurdî gaveke girîng e.
"Xelat divê bi gavên berbiçav bidome"
DILKURDê destnîşan kir ku divê ev biryar tenê bi xelateke sembolîk sînordar nemîne û bi gavên berbiçav ên ji bo parastin, bipêşxistin û veguhastina zimanê Kurdî ya ji bo nifşên paşerojê berdewam bike.
DILKURDê di pêşniyara xwe ya ji bo Serokkomariyê de xwest ku navê Ehmedê Xanî bidin yek ji zanîngehên Tirkiyeyê an jî avakirina zanîngeheke nû ya bi navê Ehmedê Xanî bê nirxandin.
Her wiha pêşniyar hat kirin ku di zanîngehan de bi navê Ehmedê Xanî navendên lêkolînê, enstîtû û kursiyên akademîk bên avakirin.
"Perwerdeya Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bê berfirehkirin"
DILKURDê diyar kir ku divê zimanê Kurdî tenê bi dersên bijarte sînordar nemîne û xwest ku Kurdî ji pêşdibistanê dest pê bike û di dibistana seretayî, navendî, lîse û zanîngehê de cih bigire.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê divê binesaziya yasayî, akademîk û sazûmanî bê amadekirin.
Hat diyarkirin ku mafê zarokan ê perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo veguhestina ziman a nifşên paşerojê xwedî girîngiyeke mezin e.
Divê erkdarkirina mamosteyên Kurdî bê zêdekirin
DILKURDê destnîşan kir ku divê derçûyên beşên mamostetiya Kurdî bên wergirtin, valahiya mamosteyan bê tijîkirin û ji bo herêmên pêwîst bi hejmareke têr mamoste bên erkdarkirin.
Di heman demê de bang hat kirin ku dersên bijarte yên Kurdî yên di çarçoveya Ziman û Zaravayên Zindî de bên xurtkirin û ev ders di dibistanên seretayî û lîseyan de jî bên dayîn.
"Di zanîngehên wekî Stenbolê de beşên Kurdî bên vekirin"
DILKURDê da zanîn ku divê zimanê Kurdî di qada akademîk de were bipêşxistin û xwest ku di serî de zanîngehên wekî Zanîngeha Stenbolê, di zanîngehên cuda yên Tirkiyeyê de beşên Ziman û Edebiyata Kurdî bên vekirin.
Hat diyarkirin ku divê kadroyên akademîk ên beşên heyî bên bihêzkirin û di warê ziman, wêje, dîrok û çanda Kurdî de derfetên perwerdeya master û doktorayê bên zêdekirin.
DILKURDê pêşniyar kir ku ev daxwaz bi hevkariya Wezareta Perwerdeyê, Saziya Xwendina Bilind (YOK), zanîngehan û saziyên civaka sivîl bibin bernameyeke berfireh a xebatê.
Pîrozbahî ji bo Abdullah Keskîn û Weşanên Avestayê
DILKURDê daxuyaniya xwe bi van gotinan qedand:
"Zindîhiştina navê Ehmedê Xanî ya di zanîngehan de, hînkirina zimanê wî ya di dibistanan de û perwerdekirina nifşên ku bi wî zimanî berheman diafirînin, wefaya herî mayînde ye ku dikare jê re were nîşandan."
DILKURDê her wiha xelatwergirtina Abdullah Keskînê xwediyê Weşanên Avestayê yê ku bi salan e berhemên Ehmedê Xanî digihîne xwendevanan watedar dît û pîrozbahî li wî û kedkarên Weşanên Avestayê kir.

.jpg&w=3840&q=75)

