Hewlêr (Rûdaw) - Kovara yekem a derûnnasiyê ya bi Kurdî Psychology Kurdî ji bo 10 saliya xwe li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê sempozyumeke berfireh li dar dixe.
Sempozyûma "Tenduristiya Derûnî û Edaleta Civakî" dê 3 û 4ê Çiriya Pêşîn li Baroya Mêrdînê were lidarxistin.
Mijara sereke ya sempozyumê wekî "Tenduristiya Derûnî û Edaleta Civakî" hatiye diyarkirin.
Sempozyum balê dikişîne ser bandora zext, newekhevî û bêedaletiyê ya li ser tenduristiya derûnî ya civakê.
Di roja yekem de rûniştin li ser trawmayên civakî, rûbirûbûn, şîna civakî û lêgerîna edaletê ya di bin siya pergalên dadweriyê de ne.
Di roja duyem de jî girîngiya zimanê dayîkê ya di parastina zaroktiyê de, pirsgirêkên koçberiyê û wekheviya di wergirtina xizmetên tenduristiyê de derdikevin pêş.
Gelek akademîsyen û pispor beşdar dibin
Di sempozyumê de gelek pispor, akademîsyen, hiqûqnas û psîkolog cih digirin.
Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan li ser trawmatolojiya navçandî û bandorên çandî radiweste.
Prof. Dr. Melek Goregenlî pêwendiya mirov û mekan û derûnnasiya polîtîk dinirxîne.
Prof. Dr. Sîbel Sakarya behsa astengiyên zimên ên di tenduristiyê de dike. Edîtorê kovarê Abdulsittar Ozmen jî balê dikişîne ser armanca wan a bipêşxistina zimanê Kurdî wekî zimanekî zanistî.
Prof. Dr. Fuat Tanhan, rojnameger Alî Duran Topuz û Doç. Dr. Mesut Işik li ser trawmayên kolonyal û tundiya epîstemîk diaxivin.
Prof. Dr. Burhanettîn Kaya û Prof. Dr. Selçuk Candansayar jî derûnnasiya polîtîk û şîna civakî dinirxînin.
Rola zimanê dayîkê û bandora pergalên darazê
Hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan Mehmet Emîn Aktar, Cahît Kirkazak û Sezgîn Dînç bandora pergalên dadweriyê ya li ser derûnî û lêgerîna edaletê dinirxînin.
Prof. Dr. Safiye Yildiz, Doç. Dr. Abdurahîm Ozmen û Doç. Dr. Necat Keskîn balê dikişînin ser pirsgirêkên derûnî yên koçberan û rola folklorê ya di derûnnasiya gelêrî de.
Dr. Ramazan Pertev, Doç. Dr. Nurettîn Beltekîn û Dr. Hozan Saatçîoglu bandora perwerdeya bi zimanê dayîkê ya li ser bipêşketina derûnî ya zarokan nîqaş dikin.
Dr. Seher Oral û Psîkiyatrîst Azad Dildar li ser girîngiya axaftina bi zimanê dayîkê ya di navbera nexweş û terapîst de radiwestin.
“Ji bo civakê derfeteke mezin e”
Mamoste Sîdar Ozmen û Derûnnas Siyabend Aslan ên ji edîtoryaya Psychology Kurdî ne pêşkêşî û axaftina destpêkê ya bernameyê dikin.
Her wiha Derûnnas Zelal Coşkun, Derûnnas Berfîn Guler, Parêzer Dîlan Koç, Dr. Sevda Orak, Dr. Guneş Kan û Dr. Ahmet Ozel moderatoriya rûniştinan dikin.
Ev sempozyum ji bo civakê derfeteke mezin e ku li ser birînên xwe yên civakî biaxive û rêyên başbûnê nîqaş bike.
Edîtoriya Kovara Psychology Kurdî ragihand ku hemû kesên pêwendîdar dikarin beşdarî sempozyumê bibin.
Kovara Psychology Kurdî 10 salî ye! 🌿
— Psychology Kurdî (@psychologykurdi) September 26, 2026
Di 10 saliya xwe de, em li Mêrdînê Sempozyûma "Tenduristiya Derûnî û Edaleta Civakî" li dar dixin. Em ê bi beşdarbûna we kêfxweş bibin. Em li benda hemû kesên eleqedar in.
.
.
.
Psychology Kurdî Dergisi 10 yaşında! 🌿
10. yılımızda… pic.twitter.com/SM7YmVQiKa



