Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, şewitandina gundan, valakirina gundan û koçberiya bi darê zorê ya salên 1990î di panelekê de hatin nirxandin.
Ev bername di çarçoveya danasîna pirtûka bi navê "Di Salên 1990î de Dêrsim: Belge, Rapor, Şahidî" de hat lidarxistin.
Pirtûk ji aliyê Weşanên Navenda Lêkolînên Dêrsimê ve hatiye çapkirin û Selman Yeşîlgoz ew amade kiriye.
Di çalakiya ku bi pêşkêşvaniya Ozlem Armenê dest pê kir de, Eyup Hanoglu axaftina destpêkê kir.
Piştî nîşandana sînevîzyonê, li ser rûdanên salên 1990î gotinên şahidan hatin parvekirin.
Her wiha Nesîmî Aday û Songul Yalçinê jî beşên ji pirtûkê xwendin.
Di beşa duyem a bernameyê de bi sernavê "Di Sala 32yan de Şewitandina Gundan û Rûdanên li Dêrsimê" panelek hat lidarxistin.
Di panela ku moderatoriya wê Huseyîn Ayrilmaz kir de, akademîsyenê Zanîngeha Mîmar Sînanê Prof. Dr. Şukru Aslan, ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl û nivîskarê pirtûkê Selman Yeşîlgoz axivîn.
Yeşîlgoz: Divê em sala 1994an ji bîr nekin
Nivîskarê pirtûkê Selman Yeşîlgoz da zanîn ku wî ev xebat bi mebesta ku rûdanên sala 1994an neyên jibîrkirin amade kiriye û got:
"Min berê ev arşîv kom kiribû lê ez hinekî dereng mam.
Min ev arşîv amade kir da ku tiştên sala 1994an qewimîne neyên jibîrkirin.
Li ser bûyerên sala 1938an pirtûkên zêde nînin.
Tenê pirtûkeke Nûrî Dêrsimî heye, ew jî ji aliyê dewletê ve hat înkarkirin."
Yeşîlgoz da zanîn ku wî ji sala 1994an vir ve arşîvên wê serdemê kom kirine û wiha pê de çû:
"Ji bo ku miletê me bizanibe çi qewimiye, çi bûye, kîjan gund hatine valakirin û kê çi gotiye, min ev hemû anîn cem hev.
Îro jî ez dibêjim divê em sala 1994an ji bîr nekin."
Aslan: Guherîneke mezin a demografîk pêk hat
Prof. Dr. Şukru Aslan anî zimên ku bi valakirina gundan re bandor li ziman, çand û baweriya herêmê jî bûye.
Aslan li ser bandora valakirina gundan got:
"Dema ku nifûs ji vê herêmê diçe, edet, ziman, çand û baweriya vê cografyayê nayên jiyîn.
Bi vî awayî qadeke nû tê avakirin ku rê li ber jinavbirina ziman û çandê vedike."
Aslan da zanîn ku piştî valakirina gundan Pîr û Rêber jî êdî nehatine û got:
"Ji ber vê yekê kes li benda Pîr û Rêberên xwe nasekine.
Pîr û Rêber jî nayên. Derdoreke ku ew karibin werin û cem lê bê lidarxistin namîne.
Ji ber vê yekê bawerî tê jibîrkirin û ji ber ku ziman nayê bikaranîn ziman jî tê jibîrkirin."
Şukru Aslan li ser valakirina gundan a salên 1993 û 1994an jî got:
"Dema ku em van hemûyan bînin ba hev, valakirina gundan a salên 1993-1994an di rastiyê de tê wateya guherîn û veguhertineke mezin a demografîk û her wiha tê wateya jinavbirina ziman û çandê."
Hanoglu: Gundên me ji nû ve tijî dibin
Eyup Hanoglu jî di çalakiyê de behsa rûdanên berê yên li gundan kir û diyar kir ku îro hinek gund ji nû ve dest bi tijîbûnê kiriye û da zanîn:
"Derdê me ev e, divê em êdî berê xwe bidin aliyekî din.
Belê gundên me hatin şewitandin, hatin rûxandin, ajel mirar bûn û her tişt ji nav çû.
Dema em li dema borî dinêrin, di gundan de 1-2 xanî mabûn lê niha gundên me ji nû ve tijî dibin."



